RIHA - Li Serêkaniyê, Sedat Aydin ê li kolanê dimeşiya hat binçavkirin.
Li navçeya Serêkaniyê ya Riha, Sedat Aydin ê duh bi şev li kolanê dimeşiya ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Aydin ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, piştî kontrola tenduristiyê birin Şaxa Miduriyeta TEM’ê ya Rihayê.
Aydin, berê jî ji ber kuştina du polîsên li Serêkaniyê hatibû girtin, heya demekê di girtîgehê de ma bû û dûre beraet kiribû.