DUHOK - Hat ragihandin ku dewleta tirk duh li Komelgeha Sîryê ya girêdayî Şêladizê dest bi kolana xendekan kiriye. Her wiha dîsa hat ragihandin ku ev çend roj in gelek leşker li baregeha li Sîryê hatine bicihkirin û gelek leşkerên li baregeha Sîryê jî ber bi herêma Barzan ve hatine şandin.
Şerê li Xakurkê didome. Di çarçoveya vê operasyonê de tê gotin ev demeke dewleta tirk tevî alîgirên PDK'ê li herêma Behdînan liv û tevgera xwe ya leşkerî mezin kiriye. Lê belê gelê herêmê û nexasim jî gelê herêma Sîryê ji ber vê rewşê nerazî ye û bertek nîşan didin. Hat gotin ku ji ber nerazîbûnên gelê herêmê dewleta tirk duh li Komalgeha Sîryê ya girêdayî Şêladizê dest bi kolandina xendekan kiriye.
Her wiha hat ragihandin ku li tevahiya herêmê leşker tên veguhastin û nexasim jî gelek leşker li baregah li Sîryê hatine bicihkirin. Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketin, piştî gelek leşker li herêma Sîryê hatine bicihkirin, ji vira jî hin leşker ber bi herêma Barzan ve hatine şandin.
'LEŞKERAN DEST BI KOLANDINA XENDEKAN KIRIYE'
Her wiha tê gotin ku demek dirêj e komek ji endamên MÎT û Parastin ên kincên peşmergeyan li xwe kirine û li ser navê pêşmergeyan dixwazin gundên li herêma Berwarî vala bikin, lê belê gelê heremê bertek nîşanê wan daye û ew qewirandine. Her wiha girêdayî vê yekê, hat gotin ku ji gundê Bala yê girêdayî herêma Berwarî ya Zaxoyê, komek ji 17 kesî ku niştecihên gund bûne, çûne avahiya PDK’ê ya li Şeladizê û gotine: “Dewleta tirk, çi bike jî em dev ji gundê xwe bernadin. Ji dewleta tirk a tê cem we re bibêjin ku bila bes bi zext û zoriyan bi ser me de bê. Çi bikin jî em dernayên."
Tê gotin ji ber van nerazîbûnên gelê herêmê leşkerên tirk li baregeha leşkerî ya Sîryê dest bi kolandina xendekan kirine.
Hêjayî gotinê ye ku, demek berê gelê komelgeha Sîryê û Şêladizê ji bo şemezarkirina bicihbûna leşkerên Tirkiyê ya li herêmê, êriş biribûn ser baregeha leşkerî ya Sîryê û hemû alavên leşkerî di baregehê de şewitandibûn.