STENBOL – Nivîskarê girtî Zekî Bayhan, di dosyeya xwe ya ku dê çap bike de, hin gotin ji pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtin û di nav dosyeya xwe de bi cih kir. Lê belê bi hinceta gotinên Ocalan ên di dosyeyê de, dosyeya Bayhan hatibû desteserkirin. Lê dadgehê ji bo vê desteserkirinê got "ne li gor hiqûqê ye" û xwest dosyeye bê îadekirin.
Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê, nivîskarê girtî Zekî Bayhan, xwest nameyeke bitaahut û pêşnumaya pirtûka xwe ya nivîsandiye ji hevalekî xwe re bişîne. Lê belê Komîsyona Xwendinê ya Girtîgehê dest danî ser name û pêşnumaya pirtûka wî ya 255 rûpelî. Desteya Dîsîplînê ya Girtîgehê jî di heman rojê de biryarek girt û ji bo pêşnumaya pirtûka Bayhan got, "Îfadeyên rêxistinî yên ji bo perwerdehiya îdolojîk a endamên rêxistina terorî û sûcî tê de hene" û pêşnumaya pirtûkê neda Bayhan.
PIRTÛKEKE TERORIYÊ YE
Bayhan, li Dadgeriya Înfazê ya 1'emîn a Tekirdagê îtiraz li vê biryarê kir. Lê belê îtiraza wî hat redkirin. Li ser vê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîna Tekirdagê da. Dadgehê îtiraza Bayhan qebûl kir û ji bo desteserkirina pêşnumaya pirtûkê got "ne li gor hiqûqê ye" û xwest pêşnumaya pirtûkê bidin Bayhan.
Ji ber Bayhan di pêşnumaye xwe de cih daye hin gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, îdareya girtîgehê dest danîbû ser pirtûka wî lê belê dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku di pirtûkê de ji bo tu demê, ji bo tu cihwar, kes û bûyerekê nirxandin nehatine kirin, pirtûkeke teorî û civaknasiyê ye û li ser mirov û civakê ye.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Firat Vûral, diyar kir ku xebatên bi vî rengî ji aliyê kesên ku mirov nizane asta wan î formasyonê çî ye tên nirxandin û ev bi tena serê xwe pirsgirêkek e.
Vûral, bilêv kir ku dadgeriyên înfazê jî biryarên komîsyonên xwendinê yên girtîgehan rasterast qebûl dikin. Vûral, destnîşan kir ku ev yek dibe sedema zêdebûna bêhiqûqîtiyan. Vûral, diyar kir ku lê belê biryara dadgehê ya der barê muwekîlê wî de astengiya fikr û ramanê ya ji bo xwe bigihîne civakê, tê wateya rakirina astengiya ya li ber girtiyan.
Her wiha Vûral, destnîşan kir ku li girtîgehan girtî di şert û mercên zehmet de berhemên hunerî û civakiyî dinivîsînin û çap dikin û divê em bêtir xwedî li van xebatên wan derkevin.