ÊLIH – Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Necatî Dadak, diyar kir ku li Tirkiyeyê pêdivî bi qanûneke bingehîn a demokratîk heye û got, divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê mîsogerkirin û pêk bê.
Pêşniyara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk, ji aliyê rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û rewşenbîran ve tê nîqaşkirin. Her wiha perwerdekar jî destekê didin qanûneke bingehîn a demokratîk. Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Necatî Dadak, destnîşan kir ku pêdivî bi qanûneke bingehîn a demokratîk heye û divê di çêkirina qanûneke bingehîn de perwerdekar û gelek derdorên civakê cih bigirin.
'PÊDIVÎ BI QANÛNEKE BINGEHÎN A DEMOKRATÎK HEYE'
Dadak, diyar kir ku dema ew dibêjin zimanê zikmakî divê tenê kurdî neyê fêmkirin û got: "Perwerdehiya bi zimanê zikmakî, bivênevê ye. Dema behs bê ser zimanê zikmakî, divê tenê bi nêrîneke siyasî neyê axaftin. Divê em ji pencereya xwendekarekî/ê û malbatên wan de lê binerin. Loma em hêvî dikin ku em di serdema nû de bi zimanê zikmakî dest bi perwerdehiyê bikin. Ji bo vê jî rojek berî rojekê pêdivî bi mîsgerkirina qanûna bingehîn heye. Heta berî qanûneke bingehîn divê hin sererastkirin bên kirin. Li vî welatî divê kurd, ereb, laz, çerkez û hemû gelên din bi zimanê xwe yê zikmakî bên perwerdekirin."
'DIVÊ LI SER QAXEZÊ NEMÎN'
Dadak, destnîşan kir ku bi qanûneke bingehîn a nû re wê li Tirkiyeyê perwerdehî jî di nav de gelek pirsgirêk çareser bibin û got: "Di pêvajoya qanûneke bingehîn a nû de teqez divê perwedekar jî cih bigirin. Tenê ne perwerdekar divê hemû derdorên civakê de di çêkirina wê de cih bigirin û fikrên xwe beyan bikin. Mesela rewşa kesên bi KHK'yan hatine îxrackirin li holê ye. Tenê em ji hêla xwe jî lê binerin pêdivî bi qanûneke bingehîn heye. Divê qanûna bingehîn li ser qaxezê nemîne. Divê di pratîkê de jî pêk bê."