Ciwanên Kadîfekaleyê: Her der bûye cihê tiryakkêş û tiryakfiroşan

  • rojane
  • 09:09 4 Tîrmeh 2019
  • |
img

ÎZMÎR – Li Taxa Kadîfekaleyê ya Îzmîrê ku piraniya malbatên ji Mêrdînê koç kirine û lê bi cih bûne, ciwan ketine nav lepên tiryakfiroşan. Ciwanên li taxê yên bûne pêgirtiyê tiryakê dibêjin, kes xwedî wan dernakeve û dewlet li dijî tiryakê tiştekê nake. 

Li Taxa Kadîfekale ya navçeya Konak a Îzmîrê, bi piranî malbatên di salên 90'î de di dema valakirina gundan de ji Mêrdînê koç kirine bi cih bûne. Ev tax wekî "Mêrdîna Biçûk" jî tê binavkirin. Bi salan e pirsgirêkên taxê yên binerd û sererd hene û di sala 2010-2012'an de Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê di çarçoveya veguherandina bajêr de li vê taxê dest bi xerakirina avahiyan kir û ji ber vê tê xwestin tax bê valakirin. Li gel vê pirsgirêkê pirsgirêkeke şêniyên taxê ya din jî heye, ew jî tiryak e û bi pêxila ciwanên wan girtiye. Li gorî tê gotin li vê taxa navbirî êdî zarokên 16-17 salî jî tiryakê bi kar tînin. Ji ber vê şêniyên taxê diqilqil in. Li taxê em leqayî 3 ciwann berê pêgirtiyên tiryakê bûn û paşê dev jê berdane hatin. Ciwanan bi şertê wêne û dîmenên wan neyên girtin axivîn. 
 
DI ZAROKATIYA XWE DE DEST BI KIŞANDINA ESRARÊ DIKE 
 
Jêhatê 27 salî, diyar kir ku wî di 16 saliya xwe de dest bi tiryakê kiriye û 5 sal berê jê xelas bûye. Jêhat ku got "Li gor min hin derdên min hebûn. Min ev ji xwe re kirin bahane û dest bi tiryakê kir. Ji xeynî esrarê min marîjûana, lîrîka jî dikişand. Wexta min marîjûana bi kar dianî, hema bêje min dixwest ez bi çekê hemû hevalên xwe bikujim. Bi her awayî mêjiyê min çelq kiribû" diyar kir ku ji bo dev ji tiryakê berde pir li ber xwe daye. 
 
Jêhat, bilêv kir ku piştî wî dîtiye bi taybetî tê xwestin zarokên kurd têkevin vê rêyê, wî jî hewl daye dev jê berde û got: "Axirê min dev jê berda. Niha xwe wek eksekî kêrhatî dibînim. Helbet ji bo vê hevalên min pir destek dan min." 
 
Ahmet jî wekî Jêhat di 16 sliya xwe de dest bi tiryakê kiriye. Rojekê ji ber pereyê wî tunebûye tiryakê bikire dizî kiriye û hatiye girtin û ketiye girtîgehê. Ahmet ji bo vê dibêje: "Tişta herî xirab bi mirov dide kirin." 
 
Ahmet, diyar kir ku li derdora wî hema bêje gelek kesên tiryakê bi kar tînin heye û ji ber tiryakê hin hevalên wî mirine. Ahmet, anî ziman ku bi saya malbata xwe ji tiryakê xelas bûye, lê belê hîn jî civak bi çavekî din li wan mêze dike û got: "Wekî lekeyekê li ser me maye. Herkes bi çavê torbecî, tiryakêş li me dinere. Ev pir li zora me diçe." 
 
‘HER SIBEH POLÎS DIHATIN BÊŞA XWE DISTENDIN Û DIÇÛN' 
 
Ahmet, got: "Ji sibehê heta êvarî polîs li ber deriyê kelehê ne. Eger bixwazin di nav rojekê de dikairn biqedînin. Lê baş tê bîra min, heta du sal berê jî polîs her sibeh dihatin bêşa xwe distendin û diçûn. Torbeciyên bêşa xwe nedana nikaribûn tiryakê bifiroşin."
 
Cemîl, hîn jî tiryakê bi kar tîne. Cemîl, bilêv dike ew pir dixwaze dev jê berde lê belê dike nake nikare ji vê gerîneka ew di nav de xelas bibe. 
 
Cemîl, anî ziman ku li Kadîfekale, Yamanlar û Bûcayê ku nifûsa kurdan li vand eran zêde ye dewlet ji bo tiryakê xwe li endîtin û bihîstinê datîne û got: "Wexta tarî dikeve erdê tiryakêş û tiryakfiroş li her derê kelehê bi cih dibin. Berê ne wisa bû. Berê malbat bi rihetî dihatin kelehê digeriyan. Berê me dendikên xwe dikirîn û semawerê xwe dibir û em heta sibehê rûdiniştin. Paşê hêdî hêdî xirab bû. Pêşî tiryak paşê jî rûxandina taxê, her tişt ji bo me veguherî tiştekî xerîb em di vî halî de bi tena xwe hatine hiştin." 
 
Cemîl, bilêv kir ku divê dewlet û partiyên siyasî bi berpirsiyarî tev bigerin. 
 
MA / Nimet Olmez

Sernavên din

04/07/2019
14:37 Otobusa şaredariyê li TIR’ê qelibî: Kesek birîndar bû
14:37 Zarokê ku înşeata nexweşxaneyê dihat xebitandin bi ceryanê ve zeliqî
14:25 Traktor qulipî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:49 KNK’ê bi 28 partiyên siyasî re civîn li dar xist
13:42 'Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê' dest pê kir
13:36 Bertekên li dijî guhertina logoya Şaredariya Midyadê didomin: Feraseta înkarê ye
13:35 Ji ber 'biçûkxistina serokkomar' 4 sal ceza jê re hat xwestin
12:25 Kiliç ê li girtîgehê dawî li jiyana xwe anî li paş xwe nişe hişt
12:12 DBP’iyên dihatin şopandin serî li ÎHD'ê û dozgeriyê dan
11:52 Danişîna doza karesata yurda Aladagê dest pê kir
11:34 Şaredariya HDP'ê ji sedî 50 jinan digire kar
11:33 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:33 Ji bo bîrdariya 10'ê Cotmehê li benda bersîva Mansur Yavaş in
10:06 Cenazeyê Kiliç nedan malbatê
10:05 Karkerên tersxaneyên Tûzlayê: Şert û mercên xerab dibe sedema gelek nexweşiyan
10:01 Angaşta revandineke din: Em te bişînin çiya
09:14 Delîlên birîndarkirina Yakut ji dosyayê derxistin
09:13 Mal û milkên Şaredariya Pirsûsê hîbeyî emniyet, miftîtî û qeymeqamiya kirin
09:12 Sûriyeyî êdî nikarin bi tena serê xwe li taxê bigerin: Çi biqewime dixin stuyê me
09:11 Petrol-Îş: Em ê bi têkoşînê mafên xwe yên hatine xespkirin bi dest bixin
09:11 Şener: Wê Erdogan bi heman pergalê ber bi hilbijartineke nû ve neçe
09:10 Li Cemxaneya Dîlokê hem çanda xwe hîn dibin hem jî werzîşê dikin
09:09 Ciwanên Kadîfekaleyê: Her der bûye cihê tiryakkêş û tiryakfiroşan
09:08 Li ser Girê Qasimiyê yê dîrokî binkeya leşkerî hat avakirin!
09:08 Li bersûcê ku li hevjîna xwe xist tenê hezar û 500 lîre ceza birîn
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHÊ
03/07/2019
21:52 Dîwana Muzîkê ya Ma Musîcê bi eleqeyeke mezin bi dawî bû
19:48 Hat derpêşkirin ku li Kandirayê girtiyekî dawî li jiyana xwe aniye
16:58 Gunay: Bersuc bi kijan sedemê tahliye kirin?
16:43 Qeymeqamiya Giyadînê polîsan parast
16:31 Şaredariya Cizîrê biryar da ku ‘Komîsyona Têkoşînê ya li dijî Tiryakê’ ava bike
16:01 Jinên HDP’î sersaxî ji malbata Canan Akar re xwestin
15:40 Hevşaredarên Qoser û Stewrê diyar bûn
15:39 Îmamoglu: Ez dixwazim Demîrtaş ziyaret bikim
15:17 Çû şaredariyê û got ‘Ez li vir dewlet im!’
15:05 Rewşenbiran li dijî operasyona TSK'ê îmze dan parlamentoya Iraqê
14:10 G-20 û kurd
14:10 DBP’ê hevserokê xwe yê Agiriyê sewqî îxracê kir
14:04 Êrîşa li Giyadînê li gellek deveran hat şermezarkirin
12:36 Li Girtîtgeha Panosê girtî derp kirin
12:35 Cenazeyê Engîn Eroglu hat dîtin
12:22 Di doza qezaya trênê ya Çorlûyê de heyetê xwe vekişand
12:21 Hevşaredarên Peyas û Yenîşehîrê diyar bûn
12:19 Di 15 mehan de 67 sivîl li Erfînê hatin kuştin
11:35 Reqemên enflasyonê yên meha hezîranê eşkere bûn
11:34 16 û 8 meh ceza dan Dîlara Kunîlî
11:09 Leşkeran di operasyona Lîcê de 15 şikeftên dîrokê rûxandin
11:03 Danişîna doza Facîaya trênê ya Çorlu dest pê kir
11:02 Dozger di doza Ozgur Gundemê de ji bo mutalaayê dem xwest
10:48 HDP: Êrîşa li dijî hevşaredarên Giyadînê bi plana dewletê ye
10:41 Ji DAIŞ'ê reviya weke piyanîst vedigere Kobanê
10:38 Danişîna Rojnameger Ataman ê 3 salin girtî tê darizandin sibeye
10:14 Dersîmî: Projeya Çavkaniyên Mûnzûrê êrîşa li dijî nirxên pîroz e
10:08 Di doza Aladagê de li bendêye ku sucdar bên cezakirin
09:42 ‘Bila bibe gava yekemîn a Aştiya Bi Rûmet a Civakî'
09:21 ‘Her gava ku bi gelê Kurd re bê avêtin, dê qedera Rojhilata Navîn diyar bike’
09:19 Li rêveberên MARSÛ'yê lêpirsîna 'nelirêtiyê' vekirin
09:19 Ciwanên HDP'î li dijî binpêkirina mafan serî li ÎHD'ê dan
09:18 Krîzê bandor li dezgehên karên destkariyê jî kir
09:18 Berhevkirina mişmişên Îdirê dest pê kir
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHÊ
02/07/2019
22:35 Komkujiya Otêla Madimakê şermezar kirin
21:16 Konserên şagirtên Ma Muzîkê didomin
21:02 Polîsan avêt ser avahiya Şaredariya Giyadînê û hevşaredar derb kirin!
18:56 Mertalên zindî 8 rojin li dijî operasyona TSK'ê nobetê digirin
17:48 'Divê dewlet rastiya Sêwasê nas bike'
17:00 Jinek li Payizavayê bi guman mir
16:50 Li Reqa di nava gorek komî de 190 cenaze hatin dîtin
16:14 Serokê AKP’yî heqaret li Mînaz a HDP’î kir
16:11 Ji ber nivîsa xwe ya ku nehatiye weşandin ceza xwar
15:58 Di salvegera 26'emîn de gotin ‘Me Sêwasê ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin’
15:10 Wargeha xwendekaran a Terîqeta Suleymaniyan şewitî
14:17 'Em ê daxwazên kedkarên tenduristiyê bibin maseya TÎS'ê'
13:42 Temellî: Werin em bi hevre Peymana Civakî ava bikin
13:33 Zaroka dibin televizyona qulipî de ma jiyana xwe ji dest da
12:54 KCD: Hişmeniya Komkujiya Sêwasê kir û DAIŞ yek e
12:48 Petrol-Îş biryara YHK'ê nas nake
12:10 Şaredariya Qoserê navê 4 parkan paşve stendin
11:59 Hevşaredarên Wanê nêrîn û pêşniyarên taxiyan girt
11:58 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:36 HDP, CHP û ÎP şerh danîn pêş Qanûna Tapuyê
11:35 Biradosta dibin bombebaranê de vegot
10:55 Ji HDP'ê ekîba 'Makeqanûna Demokratîk'
10:42 Li Zozanên Kato di demsala havînê de Bihar e
10:42 QSD'ê plana Neteweyên Yekbûyî îmze kir
10:06 Di 6 mehan de li Amedê 912 kargeh hatin girtin
09:52 Duh hildan jor îro doz lê vekirin
09:34 Armanc; hilberîna bi milyonan kulîlk in
09:31 'Qanûn, tecawizkaran diparêzin'
09:28 Li Bodrûmê îsal jî 'her sal xwezî bi par' e: Otêl vala ne
09:26 Polîsan îtirafkarî li ciwanan ferz kir
09:25 Bangawaziya ji bo danişîna biryargirtinê ya karesata li Aladagê
09:24 Karkerên ji bo piştevaniyê bang kirin
09:24 Parêzer Kûnt: Divê em ji bo mafê nefeqeyê têbikoşin
09:23 Ji bo 50 lirayî 14 saetan di bin Rojê de karê qazme dikin
09:22 Ji bo îşkenceya li xelfetiyê lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHÊ
01/07/2019
16:40 HDP'yî çûn serdana Îmamoglu û ew pîroz kirin
16:18 Oluç: Pêdiviyek bi guherandina Destûra Bingehîn heye
16:03 Baroyên herêmê: Dem dema çareserkirina pirsgirêka kurd e