KOCAELÎ - Hat derpêşkirin ku li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê girtiyê bi navê Îrfan Kiliç dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê Kiliç birin ATK'ya Kocaeliyê.
Hat derpêşkirin ku li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê girtiyê bi navê Îrfan Kiliç dawî li jiyana xwe aniye. Piştî bûyer hat bihîstin parêzer çûn girtîgehê û diyar kirin ku cenaze rakirine Saziya Tiba Edlî (ATK) a Kocaeliyê.
Nehat zanîn ji bûyer ji ber çi qewimiye lê belê parêzer û malbata Kiliç ber bi ATK'ya Kocaeliyê ve ketin rê.