AMED – Li Kirşehîrê Berzan Ozdemîr ji ber ku tîşortê ala Rêveberiya Herêma Federal a Kurdîstanê li ser li xwe kir, wî lînc kirin. Her wiha bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” doz li Ozdemîr û li du xizmên wî vekirin.
Ala Rêveberiya Herêma Federal a Kurdîstanê dema ku Mesut Barzanî dihat serdana Tirkiyeyê û di merasîma fermî de hildidan jor. Lê heman al îro wek “remza rêxistina terorê” hat dîtin. Berzan Ozdemîr di 20’ê mijdara 2018’an de ji bo bixebite ji Amedê çû Kirşehîrê. Ji ber ku Ozdemîr tîşortê Ala Herêma Federal a Kurdîstanê li ser li xwe kiribû ji îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hat vekirin. Dadgehê ji Ozdemîr re di navbera salek û 5 salan de cezayê hepsê dixwaze. Her wiha heman doza propagandayê li du xizmên Ozdemîr jî hat vekirin.
NIJADPERESTAN WAN LÎNC KIR
Berzan Ozdemîr li navçeya Kamanê bi xizmên xwe Remzî û Serhat Ozdemîr re digeriyan ji ji ber ala Kurdistanê li ser tîşortê wî bû aliyê nijadperestan ve hatin lînckirin. Derbarê êrîşkan re de ji sûcê “bi qestî birîndarkirin” doz hat vekirin.
LI GORÎ ÎFADEYÊN ÊRÎŞKARAN ÎDIANAME AMADE KIRIN
Dozgeriya Komarê ya Kirşehîrê lêpirsînê temam kir û di çarçoveya îfadeyên êrîşkaran de îdianame derbarê mexdûran de amade kir.
ALA HERÊMA KURDISTANÊ KIRIN PROPAGANDA PKK’Ê
Der barê Remzî, Serhat û Berzan Ozdemîr ên xizmên hev cuda cuda bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” îdianame hat amadekirin. Ji ber ku “Ala Kurdistanê” li ser tîşortê Berzan Ozdemîr bû wek ji aliyê PKK’ê ve tê bikaranîn hedef hat nîşandan û wek “qaşo parçeyek potik” hat nirxandin.
Îdianeme ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Kirşehîrê ve ve hat qebûlkirin û roja danişîna dozê ya ewil 18’ê tîrmehê hat diyarkirin.
MA / Aydin Atay