HEWLER - Ciwanên herêma Biradost û Behdînanê bi armanca parastina herêmên Behdînan û Biradostê ya li dijî êrîşên derve Hêzên Xweparastina Behdînan û Biradost ava kirin.
Ciwanên Behdînî û Biradostî ji bo parastina axa Kurdistanê ya li dijî êrîşên derve Hêzên Xweparastinê yên herêma Biradost û Behdînanê ava kirin. Ciwanan piştî Hêza Xweparastinê ava kirin daxuyanî dan. Ciwanan di daxuyaniyê de gotin weke ciwanên herêma Behdînan û Biradostê di çarçoveya parastina rewa de xwe rêxistinkirine û wiha gotin: “Ji bo em bikarin herêma xwe ji êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyê biparêzin, me weke ciwanên herêma Biradost û Behdînanê xwe di çarçoveya parastina rewa de birêxistin kir.”
'BANGA BERXWEDANÊ'
Ciwanên hêzên xweparastinê bang li ciwan, eşîr, rewşenbîr û hemû beşên civakê kirin ku li djî êrîşên derve û biyanî xwedî helwest bin û gotin: "Gelê Biradost baş dizane, herêma Bradost li dijî dagirkeriyê qet serî ne tewandiye. Ji bo parastina gelê Biradost û Behdînan di çarçoveya parastina rewa de me xwe birêxistin kir, ji bo em gelê xwe ji êrîşên dagirkeriyê biparêzin. Bi taybetî em bang li ciwan û jinên Ciwan dikin ku beşdarî refên me bibin û herêma xwe biparêzin. Em bang li birayên xwe ên pêşmergeyan dikin ku bi me re li dijî dagirkeriyê derkevin û axa xwe biparêzin. Bila tu rêxistin an jî partiyên siyasî bi hişmendiya xwe nirxandin li ser me neke, ger bixwazin ji bo axa xwe tiştekî bikin bila têkoşîna me ji xwe re esas bigrin! Bi têkoşîna xwe ya bêhempa em ê êrîşên dagirker yên dewleta tirk bişkînin û gelê xwe heta xwîna xwe ya dawî biparêzin.“
HIŞYARÎ: DI NAVA BERXWEDANA GEL DE CIH BIGIRIN'
Ciwanan herî dawî bang li hikûmeta herêmê jî kirin û wiha bi dawî kirin: "Hikûmeta herêmê her roj îstîxbaratê dide dijmin û hevkariyê bi wan re dike. Em baş dizanin ew kesên di nava hikûmetê de bi dijmin re dixebitin kî ne, çi karî dikin û di çi astê de di nava xiyanetê de ne. Em hişyarî didin wan kesan dest ji xiyanetê berdin û di nava berxwedana gel de cihê xwe bigirin. Eger dest ji xiyanetê bernedin, wê hêzên me cezayên pêwîst bide wan kesan.”
Daxuyanî bi dirûşmên, “Bijî Berxwedana Bradost”, “Bijî Berxwedana Behdînan” û “Bijî Îradeya Gel” bi dawî bû.