ENQERE - Endama ÎHD’ê Zarîfe Çamalan li ser navê Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî daxuyanî da û got: “Gelek nexweşiyên giran ên girtiyê nexweş Abdulazîz Ozdemîr hene û divê di demek kurt de li nexweşxaneyek baş bê dermankirin.”
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi armanca girtiyên nexweş bên berdan di hefteya 251’emîn de daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Înîsiyatifê, li pêşîya avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî da û di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna giran Abdulazîz Ozdemîr ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 a Tarsûdê tê girtin.
Li ser navê Înîsiyatîfê endama ÎHD’ê Zarîfe Çamalan daxuyanî da çapemeniyê. Çamalan, diyar kir girtiyê nexweşîna giran Abdulazîz Ozdemîr ji ÎHD’ê nameyek şendiye û bal kişandiye ser pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê. Çamalan, diyar kir ku li gorî nameyê Ozdemîr dinava 5 salan de gelek caran hatiye emeliyat kirin û wiha got: “Ozdemîr di 9’ê Sibata 2016’an de krîza dil derbas dike û anjiyo dibe. Di hêlikê wî yê rastê de kîst heye û ev kîst bi emeliyatê girtin. Nexweşiya wî ya prostat heye û carekê hatiye emeliyat bûye. Dîsa di erzinka wî de hetiye derketiye û du caran ji ber vê hatiye emeliyatkirin. Di Sibata 2018’an de, ji ber masûlkeyên di pişta wî de û penceşêra çerm emeliyat bûye. Tedawiya wî dewam dike. Nexweşiya wî ya gurçikê jî heye. Pirsgirêka tansiyonê dijî. Tansiyona wî ji nişka de dikeve û rodibe.”
Çamalan, diyar kir ku Ozdemîr nikare li girtîgehê jiyana xwe bidomîne û wiha got: “Gelek nexweşiyên Ozdemîr hene. Şert û mercên girtîgehê jiyana wî dixin nava talokê. Ne mimkûne li girtîgehê bê derman kirin. Divê li derve, li nexweşxaneyek baş bê derman kirin. Ji ber vê yekê em dixwazin cezayê Ozdemîr bê taloq kirin û li derve tedawiya xwe dewam bike.”