Dayikên Şemiyê vê heftê aqûbeta Ahmet Ustun pirsîn

  • rojane
  • 14:43 22 Hezîran 2019
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya hefeteya 743’yemîn de aqûbeta Ahmet Ustun ê di sala 1994’an de li Cizîrê hat windakirin pirsîn û daxwaza edaletê kirin.

 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û darizandina faîlan, di hefteya 743’yemîn de xwestin li Qada Galatasarayê ya Taksîma Stenbolê kom bibin. Polîsan carek din dayik asteng kirin. Dayikan li ser vê yek çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê li dar xist. Parlementerên HDP’ê yên Stenbolê, Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû, gelek siyasetmedar, aktîvîst û welatiyan piştîgirî dan çalakiyê. Kesên tevlî çalakiyê bûn, tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin, wêneyên windayan û qurnefil hilgirtin. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Ahmet Ustun ê 25 salî yê di saet 23.00’yê şeva Nîsana sala 1994’an, li Cizîrê ji aliyê kesên bi çek ve hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. 
 
Endama Komîsyona Windayên Dibin çavan de ya ÎHD’ê Masîde Ocak daxuyaniya vê heftê xwend.
 
Ocak, diyar kir ku ev 743 heftene ew aqûbeta mirovên xwe yên dibin çavan de hatine windakirin dipirsîn û wiha axivî: “Ev mafê me di tu şert û mercan de tune nayê hesibandin. Ji bo ev mafê me neyê redkirin, em li kolana li aqûbeta windayên xwe digerin.” 
 
‘PERGALEKE DARAZÊ YA GEL BAWERIYA XWE PÊ BÎNE TUNEYE’
 
Ocak, da zanîn ku ew 743 heften dikin qîrîn û hawar û wiha got: “Li Tirkiyeyê pergaleke darazê ya ku gel baweriya xwe pê bîne tuneye. Mirovên ku ji bo maf û edaletê derdikevin kolanan û mafê xwe  yê ewlekariya qanûna bingehîn bi tînin, tên sûcdarkirin, binçavkirin, girtin û darizandin. Lê faîlên mirov dibin çavan de windakirin, bi pergala ne cezakirinê tên parastin. Ger desthilatdarî û serdest bên guhertin jî, ev kevneşopî dê ne guhere.” 
 
Ocak, bal kişand ser çîroka Ahmet Ustun û wiha bilêv kir: “Ahmet Ustun hîna 25 salî bû û li Cizîrê dijiya. Derdûra saet 23.00’yê şeveke Nîsana sala 1994’an de kesên bi çek bi sê wesayîtan hatin mala Ustun a li Taxa Cudî. Ji malbatê gotin ‘Dê îfade bide û emê wî berdin.’ Kesên bi çek bi vî awayî Ahmet Ustun biçav kirin.” 
 
CAREK DIN VENAGERIYA MALÊ
 
Dotira rojê bavê Ahmet Mehmet çû tabûrê û pirsa kurê xwe kir. Rayedarên tabûrê ji bav Mehmet re gotin ‘îfadeya wî hatiye girtin, dê dûre sewqî dadgehê bikin.’ Mehmet li ser vê yekê roja diduyan diçe dozger. Li wê derê jêre dibêjin kurê te hatiye berdan û biçe malê li bendê be. Lê careke din Ahmet Ustun venagera malê.
 
Bav Memet Ustun ji bo ku ji kurê xwe agahî bigire, xwe digihîna kesekê bi JÎTEM’a li herêmê re dixebite û ji bo ku agahî ji kurê xwe bigire peran didiyê. Kesê ku pere digire, piştî 10 rojan, agahiya ‘Ahmet 3 rojan dibin çavand de dimîne û dûre tê kuştin, dide bavê wî. 
 
Xezûrê Ahmet Ustun, xwe digihîne endamê JÎTEM’ê Abdulhakîm Guven ê di ekîpa karê binçavkirinê de cih digre. Guven, ji wî re dibêje, heviya xwe ji Ahmet bibirin û li benda wî nemînin.
 
'BÛM ŞAHIDÊ WEHŞETÊ'
 
Şahidê bi navê A.P. bi van gotinan: "Min Ustun li Fermandariya Leşkerî ya Cizîrê di îşkenceyê de dîtiye û bi dehan cara dema ku ew dibirine îşkenceyê min navê wî dibihîst. Min şahidiya wehşetê kir." qala tiştên ku bûbûn ji raya giştî re parve kir. Malbata Ustun bi rêya parêzerê xwe Tahîr Elçî di sala 2000'î de careke din serî li dozgeriyê dan û di çarçoveya doza JÎTEM'ê de îfade da.
 
Heta îro darizandineke ku rastiyê derxe holê û faîlan ceza bike, pêk nehatiye. 25 salên daxwaza Fadîle Ustun a "Ez zanin kurê min hatiye kuştin... Wek dayikek dixwazim xwe bigihînim kurê xwe û li ser gora wî dia bikim" nayê bersivandin. 
 
Em îxbara sûs a kuştina Ahmet Ustun a di bin çavan de dikin. Şertên pêwîst ên ji bo vekirina doza cemaweriyê yên vî sûcê ku nakeve çarçoveya demboriyê hene. Em bang li dozgeran dikin ku peywirên xwe yên qanûnî bi cih bînin. 
 
Em ê destûr nedin ku Ahmet Ustun û hemû windayên me bên jibîrkirin. Em ê dev ji windayên xwe û qada Galatasarayê ku 44 hefte ne ji gelhatine me re hatiye qedexekirin bernedin.
 
'EM ŞOPDARÊN WINDAYE NE'
 
Pişt re jî kekê Husamettîn Yaman ku hatiye windakirin Feyyaz Yaman axivî. Yaman di axaftgina xwe ev tişt gotin: "Em dîsa li vir in. Em dîsa li ser êşa windayekî û lêgerina maf û edaletê li hev kom bûne. Windabûna Ahmet 1994 a birayê min 1992 e. Li gel ku bi ser bi qasî tememên windayan dem derbas bûye jî xemsariya hiqûqî hê jî didome. Desthilata ku hel dide dîmenên diyalogê yên li ser nîjad û cihêkariya siyasî bide, gotara wê ya siyasî hê jî li ser teoriyên komployan e û di wê baweriyê de ye ku dê bi vê yekê valahiya li holê dabigire û civakê manîpule bike. 
 
Yaman destnîşan kir ku li pey lêgerîn û mafê xwe yê anîna ziman a Galatasarayê ne û wiha got: "Em careke din bi bîr dixin ku heta valahiya taritiya li ser windayan, kesên hatine tunekirin, edalet û mafan têje nebe dê di civakê de yekîtî, pevretî, hîqûq û sazîbûna dewletê nikare bê avakirin."
 
'TIŞTEK NEGUHERÎ'
 
Kurê Huseyîn Taşkaya ku di sala 1993'an li Rihayê hat windakirin Şerîf Taşkaya jî ragihand ku dema bavê wî di bin çavan de bûye dozgerên ku serî lê dane, vê bersivê daye wan: "Heke serokê eşîrê û serokê kontrayê destûr bide ez ê lêpirsîn vekim" Taşkaya di berdewamê de jî ev tişt anî ziman: "Rewşa dozgerê dewletê wiha bû. 17 sal bûn dadgeh hebû. Dadgeh ji me re dibêje, 'bibin dijminê hev'. Mirovan dikin dijminên hev. Li rojhilatê Firatê 25-30 salên tiştek nebûye. Dadgehê dibêje ku tiştek ji wan dernakeve. Riha niha di destê selefxur û çeteyên ku bi dewletê re tevdigerin de ye. Nale nala mirovan e, nizanin çibikin. Li ser navê edalet û dadgehê tiştek nemaye."

Sernavên din

22/06/2019
15:35 Komîsyona Jinê ya Navenda ÎHD'ê: Li Xelfetê îşkenceya zayendî hat belgekirin
15:34 Koçyîgît: Stratejiya HDP'ê fêrbûnan guhert
15:33 ‘Divê girtiyê nexweş Abdulazîz Ozdemîr li nexweşxanê bê dermankirin’
14:59 Duyemin Serokê TTB'ê Çerkezoglu: Şer îro jî pirsgireka tenduristiya civakî ye
14:43 Dayikên Şemiyê vê heftê aqûbeta Ahmet Ustun pirsîn
14:36 ‘Walî bi qedexeyan nikare ser rastiyan bigire'
13:46 70'yemîn Kongreya TTB'ê dest pê kir
13:43 Kaftancioglû: Tifaqa Stenbolê dê qezenc bike
13:25 Hevserokên HDP’ê dê dengên xwe li Stenbolê bidin
13:12 Çîçek: Stratejiya me ya Îtîfaqa Demokrasiyê wê gelê Tirkiyeyê bi ser bixe
12:32 Polisan li Mêrdînê 4 cîwan binçav kir
12:24 Parêzerê navbênkarî kir kuştin
12:23 Qaymeqamiya Derikê bernameya îmzekirinê ya Nivîskar Mehdî Perînçek qedexe kir
12:07 Hejmara kesên li Sîwereg hatin binçavkirin derket 6’an
12:07 ‘Biryara ji bo Abdullah Altûn, ji bo mexdûrên DGM'ê emsal e '
11:11 10'emîn Kongreya Pena Kurd dest pê kir
10:51 Pêşengên eşîrên Reqa: Banga Ocalan çareseriya Tirkiye û Sûriyeyê ye
10:42 Malbata Layik: ÎGA dixwaze sûcê xwe bincil bike
10:41 Koca ya MÎT’ê gef lê xwar: Emê bi piştevahiya jinan van êrîşan têk bibin
10:15 Xalê min di mizgeftê de kuştin
09:38 250 parêz dê ji Îzmîrê ji bo ewlekariya hilbijartinê biçin Stenbolê
09:35 Li Dersimê 'Zinare Ko Bermenî' cezb dikin
09:23 Bijîşk henekê xwe bi girtiyê çavên wî kor bûn, kir: Bi şev li stêrkan mêze bike!
09:13 Ji 10 keyayên ji peywirê hatibûn girtin 6 jê vegeriyan ser karê xwe
09:12 'Divê ser skandala tecawizî ya li Agiriyê neyê girtin'
09:12 Dema şelengoyan dest pê kir
09:11 Dest ji Stenbolê berdan hatin Westanê: Divê jin dest ji axê bernedin
09:11 Nivîskar Îlhamî Çinar di greva birçîbûnê de romanek nivîsand
09:10 Êşa xwe bi çêkirina berhemên hunerî re dixeritîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
08:38 4 penaber li Stenbolê şewitîn û mirin
21/06/2019
17:00 Li Amedê zarokek mirî hat dîtin
16:59 Taş: Îşkenceya li kurdan tê kirin ji nedîtî ve tê
16:09 Baroya Amedê komkujiya Sîweregê şermezar kir
14:52 Hat angaştkirin ku Zulfîkar Îzol li Meclisê bi parlamenterên AKP'ê re hevdîtin kiriye
14:28 Pêşmergeyên Dêrîn li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê çûn Qendîlê
14:25 Li Amedê tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat şermezarkirin
14:03 Li Enqereyê 5 ESP'î hatin binçavkirin
14:01 HDP: Daxuyaniya Ocalan û siyaseta HDP'ê hev temam dikin, di stratejiya hilbijartinê de jî guhertin nîne
13:59 Turk: Em alîgirê demokrasiyê ne
13:25 Temellî: Helwesta me ya 31’ê Adarê çibû, dê di 23’yê Hezîranê de jî eynî be
12:51 Operasyona li Xakurkê bi ser neket!
12:24 ÎGA’yê ji bo Layik daxuyanî da: Me wî ji kar dernexistiye
12:23 Li Tirkiye pirsgirêka penaberan: Em li ser bombeyê rûniştine
12:12 Cenazeyê du kesên ber lehiyê ketin hat dîtin
12:11 'Her Mal Dibistanek' xelat girt
11:23 Dîlan Îzol dike hawar û qîrîn: Gefên li ser me dewam dikin
10:59 Dema dixwestin biçin Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
10:35 Taşçier bangî Barzanî kir: Divê em li dijî ‘Bira kujiyê’ rawestin
10:34 Koçbera Şêx Mexsûd: Me jiyana xwe li pey xwe hişt û hatin
10:07 Ocalan: Divê HDP rêya xwe biparêze
09:50 Doza "biçûkxistina Serokkomar" li berdevkê OGÎ'yê Boltan hat vekirin
09:36 Parêzerê birayên Yildirim: Dema bersûc polîs û leşker bin berteka dewletê diguhere
09:27 Omer Ocalan: Dewlet ji nû ve eşîrparêziyê gûr dike
09:26 Endama Parlementoya Ewropayê Ward: Bendava Ilisûyê çênekin, guh bidin gelê xwe
09:25 Komeleya jinan girtin, lê deyn negirtin
09:24 Daneyên dawî yên Lêkolîna Avrasya: hilbijêrên AKP'î kêm dibin, ferq dê mezin be
09:23 Serokê TGS'ê Dûrmûş: Zext û zoriyên li ser rojnamevanên kurd zêdetir in
09:21 Ligel bertekan dîsa li ser hewzeya Ava Asiyê Santrala Enerjiyê ya Biyokutle çêdikin
09:15 Ji ber krîzê êdî mirov ji bo dawetan zêran kirê dikin!
09:14 Bi 100 dolarî wan dişînin şerê Îdlibê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2019'AN
20/06/2019
18:12 Ji Sêweregê bang kir: Dewlet û peywirdarên wê li kuderê ne?
16:38 TJA: Pirsgirêk bi bombebaranê û binavkirinê çareser nabe
16:37 Şaredariya Hewagê jî dest bi rakirina lewheyên Kurdî kirin
16:36 Dozger xwest rojnameger Akin bê cezakirin
15:39 Gunay: Hûnê têkildarî kuştina 2 sivîlên li Hezexê daxuyanî bidin?
15:30 Dayika Ekîn Wan bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê kirin
15:18 Partiyên kurd operasyona Xakûrkê şermezar kirin: Siyaseta eskerî çareseriyê li pêş naxe
15:02 Boraya Wanê: Sînorê Îran û Wanê bûye gora penaberan
15:02 UNHCR: 70 milyon û 800 hezar mirov bêwar in
14:15 Ji Baroya Dersimê daxuyaniya 'ekîba profesyonel'
14:01 Personelê ewlekariyê Îbrahîm Layik hat definkirin
13:57 Mijara êrîşa zayendî ya Muftiyê Hezro birin meclîsê
13:42 Ji ÎHD’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Divê hemû dewlet çareseriyê hilberînin
13:41 HDP’ê banga ‘dengê stratejîk’ li hilbijêrên xwe kir
13:29 Li Siwêregê hejmara girtiyan derket 5'an
13:08 Rayedarên MEB’ê ji dayika zaroka wê rastî tecawîz hat re gotin: Ger bê bihîstin dê sazî zirar bibîne
13:02 Temellî: Divê her kes bi Ocalan re hevdîtin bike
12:39 'Derbarê Zulfîkar Îzol ê AKP'î û birayên wî de lêpirsînek hatiye destpêkirin heye?'
11:56 Zilamê ku ji girtîgehê bi destûr derket 2 jin kuştin
11:43 Derbarê serokê TÎP'ê Baş de fezleke hat amadekirin
11:21 Altun ê 24 sal in girtîbû piştî biryara AYM’ê hat berdan
10:32 Li dijî Buroya Hiqûqê ya Gel operasyon: 7 binçav kirin
09:59 Polîsê ku Recep Hantaş kuşt hat berdan
09:58 Bavê birayên Yildirim: Sûcdar hatin xelatkirin
09:51 Di roja penaberan de gelê Dîlokê û penaberên Sûriye hev hembêz kirin
09:29 Ji bo neyên binçavkirin xwe li Newala Qoriyê veşartin
09:12 Genç: Kurd dê li Stenbolê li vîna xwe xwedî derkevin
09:12 Ji kuçeyên dîrokî yên Sûrê heta nava dîwaran çîroka azadîxwazekî: Zulkuf Gezen
09:12 'Wê AKP nikaribe Stenbolê bi dest bixe'
09:11 DMME'yê di doza KCK'ê de Tirkiye mehkûm kir
09:10 Koçeran berê xwe dan zozanên Serhedê
09:10 Melayên Kurd ji bo hilbijartina Stenbolê dixebitin
09:09 Jinên HDP'î bang li jinan kirin: Dengê xwe bidin xwe
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2019'AN
19/06/2019
16:51 Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’
16:20 Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin
16:09 ‘Berpirsê hemû êşên penaberan polîtîkayên şerin’
15:39 Doza Panzêrê: Polîsek berat kirin û tenê 2 sal û mehek ceza li polîsek birîn