Aktaş: S-400 li serê Tirkiyeyê bû bela

  • rojane
  • 15:59 7 Hezîran 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê e-rojname Ahmet Aktaş, di qunçiknivîsê vê hefteyê de bal kişand ser polîtîkaya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan û got: "Wisa diyar e R.Erdogan, hem serê xwe hem jî serê dewleta xwe xiste belayeke mezin. S-400 li serê Tirkiye bûye bela." 

 
Nivîskarê e-rojname, di quncikê îro yê rojnameyê de, bal kişand ser polîtîkayên Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan û anî ziman ku tu rastiya van agahiyan tune û tenê bi van agahiyan rayagiştî dixapîne. Aktaş, anî ziman ku li gorî guman dike, çîroka vê S-400’an, ne weke ku tê gotin e û wiha got: "Li gorî dîtina min, ev agahîdayîna kirîn-firotinê, ne rast e derew e, tenê ji bo xapandina raya giştî ye. Ji gumanê wêdetir, ez ji destpêka vê agahiyê ve heta îro, her dibêjim ‘ev bi tenê qelenê-firotina Efrînê bû!’ Di her du waletan de jî; weke ku an rast be û bazar li ser hatibe kirin û bi 3 milyar dolaran hatibe kirin, an jî weke nêrîna min qelenê Efrînê be, di encamê de tu qezenca dewleta Receb û Devlet çênebû ye, berovajî bûye bela li serê wan. Weke şaîrê mezin Cîgerxwîn dibêje; Malê wan bûye bela li serê wan!" 
 
Aktaş, da zanîn ku piştî DYA’yê niha NATO jî hişyarî li ser hişyariyê dide û heta Tirkiyeyê tehdît dike li ser vê bazara S-400’an û wiha lê zêde kir: "Jixwe dema ku weke mohlet dabû Tirkiyeyê, ji bo ji vê bazarê vegere; 7’ê hezîranê bû û îro temam bû. Bêguman belayên li ser serê Reîsê Serayêne, ne ev bi tenê ne. Hema yekser bi vê ve girêdayî plansaziya wan a Idlibê hildiweşe. Ev mijarek herî mezin bû ji bo qeyimkirin û domkirina tifaq û hevalbendiya navbera her sê dewletan; Tirkiye-Rûsya-Îran. Lê xuya dibe ku histûna herî stûr a konê vê peymana siyasî ketiye erdê. Ji alîkî vê hêzên leşkerî yên Rûsya û Suriyeyê êrîş dibin bi ser hêzên hevalbendên Tirkiyeyê yên li Idlibê, ji aliyê din ve ew hêzên qatil û qirker, xwe bi xwe bi hev ketine û bi hev re şer dikin." 
 
Aktaş xwest neyê jibîrkirin ku hêzên HSD û Hêzên Taybet ên Efrînê, derbeyên mirinê li hêzên qatil ên ku Tirkiye ew kirê kirine dixin û wiha berdewam kir: "Tirkiye, ji bo awaziya xwe vegerîne û hinekî bala raya giştî ji ser Rojava û bi taybetî ji Efrînê dûr bixe, êrîşên xwe yên qirker û dagirker ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û bi giştî li Başûr zêdetir dike. Erê van êrîşên xwe, bi rêya hemû medya û çapemeniya xwe serkeftî dide xuyakirin. Lê ne rast e, erê zirar û ziyanek mezin dide erdnîgariya welatê me û welatiyên me, her wiha hinek gerîla jî şehîd dikevin, belê derbeyên herî mezin û yên mirinê ew jî li vir dixwin. Serkeftina wan her nabe, lê ji ber wahşet û zilimkariya wan, helbet gelê me pir êş û xemgîniyan dikişînin.Ez bawer dikim, ji ber ku yek ji sedemên herî mezin jî, helwesta rêveberiya Başûr û bêdengiya dewletên Ewropayê dibînin, gazincên herî mezin jî li wan dike." 
 
Aktaş, bal kişand ser helwesta Rêveberiya Başur û wiha bi dawî kir: "Rêveberiya Başûr, li gel ku li dijî dagirkerî û qirkirina dewleta tirk helwestek dijber nîşan nade, niha jî di nava hefteyekê de buroya Huda-Parê li Hewlêrê bi awayekî fermî daye avakirin. Ev partiye ku berê bi navê Hizbullahê li dijî gelê me, bi kurtayî heman kiryarên DAIŞ’ê pêkanîne. Lê belê buroya HDP ev 7 sal e li Hewlerê hatiye vekirin lê hêj fermiyetî nedane! Helwestên hinek sazî û kesayet û siyasetmedarên navdar ên hinek dewletan ên li dijî siyaseta R.Erdogan, lawaz be jî hene. Weke mînak hinek Enstitûyên Aştiyê yên Almanyayê rapora xwe ya aştiyê ragihandine û ji YE’yê xwestiye ku têkiliyên xwe, ji dewletên weke Tirkiye û Libyayê, yên otorîter û zilumkar qut bikin. Her wiha tê gotin ku ji ber helwestên xwe yên baş, waliyê bajarê Kassel ê Almanyayê ji aliyê rastgiran ve hatiye kuştin. Siyaseta qirêj a li dijî berjewendên gelan û bi giştî li dijî jiyana azad û civaka demokrat, dawiyê li serê xwediyên xwe jî dibin bela!" 
 
 
 
 

Sernavên din

08/06/2019
09:09 ‘Em ji tirsa îşkenceyê nikaribûn biçin daşirê jî’
09:09 Tuma Çelîk: Divê deklarasyona 2013’an bikeve meriyetê
09:08 Nekropola ji bo wê 26,5 milyon lîre hat xerckirin bûye cihê tiryakkêşan
09:07 Cotkar di zorê de ne: Nikarin deyne bankayan û heqê karkeran bidin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2019'AN
07/06/2019
21:46 Festîvala Zarokan a Sûrê dest pê kir: Li dijî pişaftinê dê zarokan bînin gel hev
20:59 Li Bedlîsê bêtehamuliya li dijî tabelayên kurdî didome
19:22 Têkildarî şewata ku 5 karker mirin 2 kes hatin binçavkirin
19:09 Li dijî Til Rifet topbaran tê kirin
16:25 Di ser cînayeta Hafiz Akdemîr re 27 sal borîn lê...
15:59 Aktaş: S-400 li serê Tirkiyeyê bû bela
15:54 Pirtûka ‘Bênder’ a Dîba Keskîn hat nasandin
15:07 Jinên ÎHD'î dê biçin Xalfetiyê
15:05 Buldan: Em ê di 23'ê Hezîranê de carek din bi ser bikevin
13:39 Li Rihayê mizgefta ku Yildirim lê nimêj bike dorpêç kirin
13:09 Li Heskifê di roja Çalakiya Kurevî de hilweşîn didome
12:17 350 dolar pêşniyarî kesên Wezîrê Dadê Gul guhdar bikin kirin
12:16 Gundiyên Xelîfan ku dibin hedefa êrîşan: Jiyana me di bin talûkeyê de ye
11:48 Li kampa penaberan 400 kes bi jana zirav ketin
11:45 Wezîrê Perwerdehiyê yê Îranê îstîfa kir
11:11 Li 3 kesên ku şilêran berhev kirin 180 hezar ceza hat birîn
11:10 Li Pirsûsê zarokek qeniqî
11:06 Ocalan: Dewleta Tirkiye bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam nagire
10:30 Temellî: Bîra gel teze ye bi gotina Kurdistanê deng nade we
10:10 HDP: Hilbijartina 7'ê Hezîranê nehata betalkirin hilbijartina Stenbol betal nedibû
09:19 Farisogûllari: Heke hûn samîmî ne daxwazên Kurdisdtanê bibersivînin
09:15 Berteka ji bo daxistina tabeleyên kurdî: Dixwazin kurdî ji kuçeyan jî biqewirînin
09:14 Tenê dixwazin îşkencekar bên cezakirin
09:11 'Eger kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê bibe yek ji zimanê herî pêşketî yê cîhanê'
09:10 Gelek bazarvanên jin dezgehên xwe girtine
09:09 Di mijara S-400 û F-35'an de wê Enqere çi bike?
09:08 Çûn serdana dîroka 10 hezar salî
09:01 Prof. Dr. Dinçer: Divê li Sûrê banga agahiyan bê avakirin
09:01 'Ocalan rêya xelasiyê ya ji aloziyê nîşan da'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2019'AN
06/06/2019
20:07 Şaredariya Tetwanê jî tabeleya bi kurdî daxist
18:28 Temellî: Guh bidin Ocalan
17:15 Buldan li Qersê got: Em ê di 23’ê Hezîranê de jî dersê bidin wan
16:40 Piştî 4 salan çû Îmraliyê: Heke dikaribim hevdîtinê bînim ziman dê bibe pirtûk
15:43 Li qada seyranê ya Gabarê şewat derket
15:28 Li Amedê di qezayên trafîqê de 16 kes birîndar bûn
15:27 Salar: Şaredarê Bedlîsê pêkanînên qeyûman derbas kir
15:10 Mîhrîcana Zarokan a Sûrê ya di şopa çand û ziman de ye dest pê dike
14:44 Parlamenter Temel: Ev pêvajo ji bo AKP’ê fersendek e
13:42 DMME’yê serlêdana ‘Balyozê’ red kir
13:19 Japonya amadekariya 'navbeykariyê' dike
12:38 Di depoya lojîstîkê de şewat derket
12:14 VÎP'ê ji Îmamoglû re qedexe kirin
12:02 Li Sûdanê hêjmara kuştiyan derket 100 kesan
10:46 Esnaf bi derd e gel jî bê çare ye
10:26 Ji butçeya şaredariyê kamera li dibistanên gundan bi cih kirin
09:15 Mîhrîcana Zarokan a Sûrê dest pê dike
09:14 Ji bo Heskîfê li 35 deveran çalakî
09:12 ‘Li Sûrê UNESCO peywira xwe bi cih nayne, desteya parastinê jî sûc dike'
09:10 Îşkenceya li TEM'a Rihayê li wan hat kirin vegotin
09:08 ‘Berjwendiyên cemaweriyê dewrî şîrketan dikin'
09:06 Jinên bazarvan: Em ne kebanî ne, jinên kedkar in
09:03 Koçberiya masîpankan dest pê kir
09:02 Dozger ji mêrê rûyê hevjîna xwe şewitand re muebbetê xwest
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2019'AN
05/06/2019
20:49 Malbat ji Îmraliyê vegeriyan
19:04 HDP: Em komkujiya 5’ê Hezîranê ji bîr nakin
18:37 Freedom House: Li Tirkiye 150 saziyên çapemeniyê hatin girtin
18:18 Aktivîstên TJA'yê Leyla Guven ziyaret kirin
15:19 Li HDP'ê pîrozbahiya cejnê: Têkoşîna demokrasiyê dê bi dome
14:36 Dr. Kameran Mentik: Divê em li dijî êrîşan xwedî helwestek neteweyî bin
14:36 Partiyên siyasî cejna HDP'ê pîroz kirin: Em bi aştî û heskirinê hev hembêz bikin
14:20 Li Ûgandayê erd xişikî Gelek kes winda ne
13:41 'Heta em ji kapitalizminê rizgar nebin em nikarin xweza û cîhanê rizgar bikin'
13:00 Ciwanên Sîlopiyî çalakiya 'Emê rê nedin fihûşê' li dar xistin
12:46 Dozger biryara beraetê ya Rojnameger Taşkin îtîraz kir
12:08 TIR li maşîne qelibî: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Mamosteya 21 salî ku tayîna wê derneket dawî li jiyana xwe anî
10:37 Balafirên TSK'ê bombebaran kirin: 3 pêşmerge birîndar bûn
10:32 ‘Sûr tenê bi xwediyê xwe yê esil bi wate dibe'
10:00 Komeleya Rosa: Têkoşîna hevpar şerte
09:19 Alozî û rageşiya navbera DYA û Îranê kûr dibe
09:17 Guneş: Nûnertiya HUDA-PAR a li Hewlerê me dixe nava fikaran
09:15 ‘Peyama Ocalan ji bo Rojhilata Navîn bêhn û nexşerêya gelan e'
09:13 Ji ber 'Baxçeyê Gel' dîwarê Sûrê rûxiya
09:11 Meclîsa ÎSÎG a Amedê tê avakirin
09:09 Girtiyê nexweş Engîn 2 sal in nayê tedawîkirin
09:06 ‘Zindanan peywira xwe bi cih anî, dor a me ye'
09:05 ‘Ocalan rêya jiyana bihev re nîşan da'
09:03 Ji ber ji bo grevên birçîbûnê 58 saniye rê girtin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Polîs gefan li endamên Meclîsa Ciwana ya HDP'ê dixwin
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:54 Malbat ji bo hevdîtina cejnê ber bi Îmraliyê ve ketin rê
04/06/2019
18:23 Di qezayên betlana Cejna Remezanê de 34 kes mirin 337 kes birîndar bûn
17:44 Bavê ciwanê êzidî: Îro kurê min qetil kirin sibê wê ciwanên din qetil bikin
17:26 Leyla Guven: Dengê Ocalan gihişt me
16:50 Li Xakûrkê agir berdan arazî û ziyaretgehan, gelê herêmê bertek nîşanî eskeran dan
15:21 ‘Muşevîrê Çapemeniya THY'ê, rêveberê şîrketên 40 qeyûman e'
14:47 Dayikên berxwedêr çûn girtîgehê û cejna zarokên xwe pîroz kirin
14:35 Eskerên TSK'ê ciwanekî êzidî kuşt
13:26 Roja cejnê ya ewil beziyan ser gorên zarokên xwe
13:14 30 dolim genim şewitî
12:12 ÎHD'ê: Pêwiste jinên girtî yên tenduristiya wan xerab bên dermankirin
11:36 Di ser êrîşa li dijî mîtînga 'Mirovahiya Mezin' re 4 sal barîn
11:10 Di serdanên goran de hêviyên ‘çareseriyê’