MÊRDÎN - Li Mîthat Yilmaz ê di dema şîna rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de dirûşma “Şehîd namirin” berz kirî 10 meh cezayê hefsê hate birîn.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûna sala 2024’an de dema geşedanên li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, ji hêla dewleta Tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin, li navçeya Midyadê ya Mêrdînê şîn hate danîn û bi hezaran kes çûn serdanê. Bi hinceta ku di şînê de dirûşma “Şehîd namirin” berz kiriye, der heqê rêveberê DBP’a Mêrdînê yê berê Mîthat Yilmaz de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” îdianame hate amadekirin. Di îdianameyê de ji bo rojnamegerên hatine qetilkirin gotinên weke “endamên rêxistinê” û “qaşo şîn” hatin bikaranîn.
Di îdianameyê de ji bo hilgirtina wêneyên rojnamegeran îdiaya “endamên rêxistina terorê ya PKK /KCK-PYD/YPG” û ji bo berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” jî îdiayên “pesnê endamên rêxistinê dide” û “propagandaya rêxistinê” hatin kirin.
BI DAXWAZA CEZAYÊ MUTALAA AMADE KIR
3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê îdianame qebûl kir û îro danişîna biryarê li dar xist. Yilmaz neçû danişînê lê parêzerê wî Ferhat Îbrahîmoglû beşdar bû. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe bi daxwaza cezakirina Yilmaz dubare kir.
Parêzerê Yilmaz, Îbrahîmoglû jî got ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn rojnameger in, dema karê xwe dikirin rastî êrişê hatine, tu biryarên dadgehê yên ji bo Nazim Daşdan û Cîhan Bîlgînê dibêje “endamên rêxistinê ne” tune ne û got ku dirûşma “Şehîd namirin” jî nakeve ber propagandaya rêxistinê. Parêzer, beraeta miwekîlê xwe xwest.
10 SAL CEZAYÊ HEFSÊ DA
Dadgehê, bi heman îdiayê 10 meh cezayê hefsê da Yilmaz.