TEV-DEM: Ocalan zemîna diyalig û muzakereyê afirand

  • rojane
  • 09:08 4 Hezîran 2019
  • |
img

QAMIŞLO – Endamê Konseya Rêveberiya TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd, diyar kir ku dê rola birêz Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriye û Tirkiyeyê pir girîng be, heya pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser nebin, siyaseta dewleta tirk a li ser gelê bakur neguhere, dê siyaseta li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye jî neguhere. Kurd, anî ziman ku peyama Ocalan ji aliyê hemû gel û pêkhateyên di nava MSD ango Bakurê Rojhilatê Sûriyê ve bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin.

Endamê Konseya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) Bedran Çiya Kurd, peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi rêya parêzerên xwe bi raya giştî re parve kir ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Kurd, diyar kir ku dê rola birêz Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriye û Tirkiyeyê pir girîng be û heya pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser nebin, siyaseta dewleta tirk a li ser gelê bakur neguhere, dê siyaseta li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye jî neguhere.
 
'KRÎZA LI SÛRIYEYÊ  BÛ SEDEMA KÛRBÛNA NAKOKIYÊN DI NAVBERA HÊZÊN HEREMÎ Û NAVNETEWEYÎ DE'
 
Kurd, der barê rewşa Sûriyyê ya heyî de agahî dan û da zanîn ku îro Sûriyeyê heremeke wisa ye ku nakokiyên heremî û cîhanî tê de pêş dikevin, hêz û welatên heremî û cîhanî dixwazin hesabên xwe yên bi hev re safî bikin. Kurd, destnîşan kir ku Sûrî bûye navendeke krîzê yên hêzên heremî û navnetewî û  îro krîza Sûrî hiştiye ku di navbera Tirkiye-Rûsya, Amerîka-Tirkiye, Amerîka-Îran, Rûsya û Îran û her wiha hêzên heremî de nakokî derkevin û ev nakokî her çi qas diçin kûrtir dibin.  Kurd, bilêv kir ku ji ber vê krîzê ya herî zêde bandora neyînî li ser çêbûye Tirkiye ye û ev tişt gotin: “Ji bo vê em dikarin bêjin ku yê herî zêde ji vê krîzî bandor bûye dewleta tirk e. Yanî ji her alî ve, aliyê aborî dibe, siyasî dibe, leşkerî dibe, her wiha civaka navxweyî be, bandor kiriye. Pê ve girêdayî heya niha dewleta tirk tu serkeftinekî ji vê krîza Sûriyê dernexistiye û niha jî di nava hewildana dê çawa ji vê krîzî derkeve tev digere."
 
‘RÊBER APO HÊZEK SIYASÎ YE DIKARE KRÎZA SIYASÎ YA SÛRIYEYÊ ÇARESER BIKE’ 
 
Kurd ev tişt gotin: "Niha peyama ku Rêber Apo dayî ya ji bo Sûriye û Bakur-Rojhilatê Sûriye, yek ev e ku ew bixwe dikare rola xwe bilîze ji bo çareseriya krîza heyî, ji ber ku ji nimêj ve pirsgirêka Sûriye dizane, di hêla çareserkirinê de wê hêzî di xwe de dibîne. Yanî di vê hêlê de Rêber Apo xwedî nirxek siyasî, erkek siyasî, xwedî hêzek siyasî ye ku dikare vê krîza siyasî ya di Sûriye de bi şikleke maqûl rola çareserkirinê bigire. Ya din jî krîza ku heyî ya di Sûriyê de, pirsgirêka kurd di çerçoveya sînorê Sûrî de jî dikare çareser bibe, ev yek jî di avakirina makezagonekî demokratîk de bê çareserkirin. Di vir de ev derdikeve holê ku divê em yekbûna Sûriye bigirin ber çav, tu hêz divê nekevin pey şopa planên cuda. Jixwe hemû maf, eger di bin makezagonê de bê mîsogerkirin, dê tu kes bê maf nemîne û divê em di vê çerçoveyê de têkoşîna xwe bimeşînin. Her çi qas ev yek ji destpêka krîza Sûriyê de derketibû holê jî lê îro rewşa heyî ev têkoşîna ku em behsê dikin û vê şêwaza çareserkirinê teqez dike. Vaye Birêz Ocalan behsa vê yekê dike. Yanî tişta ku me ji Birêz Ocalan fêmkirî; eger bi vê şêwazî nêzîkatî were kirin, hem ji bo hêzên heremî, hem jî navnetewî, ji bo Tirkiye ya ku niha di nava krîzê de ye wê karibe ji nav derkeve. 
 
Careke din em ji peyama Rêber Apo vê fêm dikin ku pirsgirêka kurd a li Bakûr-Rojhilatê Sûriye û ya Bakurê Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye. Em dikarin bibêjin heya ku pirsgirêka Kurd a Bakurê Kurdistanê bi awayek demokratîk neyê çareserkirin, heya ku siyaseta dewleta tirk a li hemberê gelê kurd û doza kurd neguhere, ne mimkune siyaseta dewleta tirk a li hemberî Bakur, Rojhilatê Sûriyê ango bi taybetî Rojava biguhere. Heya li dijî gelê kurd ên Bakur dijminatî hebe, dê dijminatiya wê li dijî Rojava, Başur her wiha Rojhilat jî hebe. Ji bo bê mesela kurd, çareserkirineke demokratîk û aştîyane li Bakurê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd, tenê navnîşanek heye ew jî Îmralî, yanî Rêber Apo ye. 
 
Îro zêdetir tê fêmkirin ku derfetên guhertinê û çareserkirina pirsgirêka kurd, mîsogerkirina rêveberiya xweser a di Sûriyeya demokratîk de zêdetir derdikeve pêş di nava krîza Sûriyê de. Ji bo vê jî em weke firsendên dîrokî ne, wek firsendên ku mirov dikare bêtir jê sûd werbigire. Mimkûne bibe deriyek ji bo pirsgirêkên Tirkiye bên çareserkirin, bi taybet jî li ser siyaseta dewleta tirk a li hemberê gelê kurd bike. 
 
Bi taybet îro eger ku hêzên navdewletî wekî Amerîka ku dixwaze di navbera Rêveberiya Xweser û Tirkiye de gengeşiyê kêm bikin, kêm be jî diyalogekê bidin avakirin, pirsgirêkên heyî bên çareserkirin, ev girîng e. Mimkune bibe deriyek ji bo diyalogeke giştî, hem ji bo bakurê Kurdistanê û hem jî Rojavayê Kurdistanê. 
 
'BI PEYAMA XWE ZEMÎNA DIYALOGÊ AFIRAND'
 
Rêber Apo, bi vê peyama xwe zemîna diyalogê diafirîne. Çi pirsgirêkên di navbera Rojava û Tirkiye de, çi jî Rêveberiya Xweser û Şamê re dibe zemîna diyalogê ava dike. Ji bo vê jî Rêber Apo, berpirsiyariyê datîne ser milê xwe û amadekariyê xwe dide nîşan, eger îhtîmala diyalogê li ser bê meşandin ji bo vê hem hebûna hêza xwe û hem jî di vê hêlî de nîşan dide ku amadekariyên wî hene. Serokatî bi vê uslub û terzê xwe jî ji hemû derdoran re da nîşandan ku ew alîgirên çareserkirina demokrasiyê ye û ew dikare di vê hêlî de rola xwe dikare bilîze. Yanî ev hate destnîşankirin ku em ne alîgirê gengeşî, aloziyê ne, berovajê wê pirsgirêkên heyî dikarin bi riya diyalogê çareser bikin. Ev bi me re da hîskirin û bi hemû civakên heremê de rehetiyek çêkir, kêfxweşiyek çêkir. Her kes dît ku mimkune riyên diyalogê vebe û pêş bikeve. 
 
Diyar dibe ku bandora siyaseta Rêber Apo, çiqas mezin e li ser erdê heremê, çiqas bandora xwe li ser hevsengiyên hawirdorê û çareserkirina pirsgirêkên heremê hene, dide xuyakirin. Ev ji bo me pir girîng e û ev vê wisa fêm dikin. Ya din jî em wisa fêm dikin ku bi taybet navenda siyaseta dewleta tirk a dagirkirin û qirkirinê ya li ser gelê kurd a hemû beşan bandora xwe ya xirab raste rast heye.  Em jî wiha dibêjin û fêm dikin Rêber Apo Rola xwe ya stratejîk navendî heye ji bo pêşxistina çareseriya bo doza kurdî û pêşxistina siyaseta demokratîk, ne tenê Bakûrê Kurdistanê, di başur de jî, Rojava de jî û Rojhilatê Kurdistanê de jî heye. Her wiha careke din însiyatîf û siyaseta Rêber Apo de xuya ye ku dikare roleke strtejîk bilîze. 
 
Serok Apo, ji bo pêşxistina siyaseteke demokratîk ev însiyatîf pêşkeş kir. Di wextekê ku lihevhatin çênabe di navbera hêzên heremî û cîhanî de ya ji bo Sûrî, her wiha di wextekê ku pêvçûnên navxweyî gurtir dibin de Rêber Apo, xwest înîsîyatîfê bigire ser milê xwe. 
 
Careke din em fêm dikin ji peyamên Rêber Apo, çawa ku di pareznameyên xwe de şîroveyên gelek kûr û fireh kiribû ji bo dewlet-netew û sîstema kapîtalîst a hegemonîk kiribû, cardin nîşan da ku hem ji bo Sûrî, hem jî bo heremê û Rojhilata Navîn modela netew-dewletî ne çareserî ye. Li gor rewşa heyî, tekane çareserî ji bo hemû gelan modernîteya demokratîk, jiyana hevbeş esasê çareseriyê ye. Ev jî mînaka xwe di Bakûr-Rojhilatê Sûriyê de dide der. Di vir de ji bo hemû gelan deskeftiyek di bin banê modela Rêber Apo de heye û êdî ev deskeftî divê mayînde bibin û di destûreke demokratîk de mîsoger bikin. Ev deskeftî wê bibin hêzek ji bo hemû gelên heremê. 
 
Hemû gelên heremê, bi pêkhateyên xwe yên siyasî, eskerî û civakî nêrîn û prensîbên ku Rêber Apo pêşkeş dike ji bo çareseriyê esasî, rast û guncav dibînin, her kes bi wê baweriyê li dora projeyên heyî ku Rêveberiya Xweser dibe, MSD dibe de dibînin û kom dibin. Ji bo vê jî van hemû pêkhateyan ji peyamên dawî ya Rêber Apo, kêfxweşiya xwe û piştgiriya xwe ji me re ragihandin. 
 
Bêguman peyama Rêber Apo di nav hemû şîrîkên ku di Rêveberiya Xweser û MSD’ê de cih digirin de ji bo rast bê fêmkirin nîqaş û nirxandin tên kirin. Lê weke din bi aliyên cuda re wek e Rêveberiya Şamê re raste rast nehate parvekirin, lê di asta ragihandinê de hatî şopandin xuyaye ku ji aliyê wan ve jî rehetbûnek çêkiriye. 
 
Bêguman MSD hinek xwedî plan ku li ser pêkhateyên heremê û tevahiya Sûriyê hinek xebatan dimeşîne. Çawa tê zanîn hin rapor hatin çêkirin ji bo hêzên siyasî, kesayet, hêzên civakî, hûndirê Sûrî, derveyê Sûrî tevlî bûn, ew platform bi navê Diyaloga Sûrî. Sê civîn çêbûn heya dawî platformeke eşîrên heremê çêbû, bi tevlîbûnek hejmarek mezin pêk hat. Her wiha proje û plansaziyên weke vê dê berdewam bikin û heya plana ku MSD ji bo Nîştîmaniya Sûriyê çêbike daniye pêşiya xwe dê xebatên bi vê awayî berdewam bikin. Ji bo hemû aliyên siyasî, demokratîk, pêkhate û hwd tevlî bibin Kongreyeke Niştîmaniya Sûriyê amadekarî tê kirin. Ji bo karibe hemû pêkhate û aliyên siyasî di çarçoveya stratejiya siyasî ya heyî de kom bike, xebat dê berdewam bikin. Ji bo wan bigihijîne hev, nehêle ji aliyên ku dixwazin wan ji hev belav bikin, li ser wan lîstikan çêbikin û ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Di vê hêlî de xebatên taybet hene û têne kirin. Her wiha di aliyê kurdî de  ji bo partiyên siyasî yên kurd ku konferanseke giştî amadekarî tê kirin heye.  Ji xwe bi hemû pêkhate û gelên heremê çi di nava Rêveberiya Xweser de be çi di nava MSD’ê de be em hemû şîrîkê hev in û xebatan bi hev re dimeşîn in. 
 
Bê guman piştî xilaskirina DAIŞ’ê ya ji heremê û Sûriyê, bêguman pêvajoyek nû dest pê dike. Di dema DAIŞ’ê de ku gelek hêz bi hev re têkoşîn dimeşandin, niha piştî wê êdî nakokî, berjewendiyên cuda derdikevin pêş û êdî plan û stratejiyên nû peyda dibin, armancên nû derdikevin pêş, wek hêzên heremî yên heyî ku weke Îran, Rejîm û bermahiyên DAIŞ’ê ji bo hêzên navdewletî re dibin hedef. Ev jî bi xwe re wek konseptek an jî gengeşiyek nû derdikeve pêş, her wiha cardin nakokiya Rûsya û Îranê bi xwe re tîne ka dê çawa Sûriyê di nava xwe de parve bikin. Dîsa nakokiya Rûsya û Rejîm, Îran û Rejîm hêdî hêdî derdikevin pêş. 
 
Nexşerê, ew reşnivîsa ku me bi riya Rûsya pêşkeşê Rejîma Sûriye kir, bêguman ew prensîbên sereke bûn ji bo diyalog pêş bikeve. Em hêj jî li ser wan prensîban e û wan madeyan esas digirin. Tu guhertin tê de tune ne û eger diyalogek çêbibe li ser wan madeyan amade ne ku bi rejîma Sûriyê re nîqaş bikin. 
Êdî ev pêvajoya nû karaktêra xwe bi van nakokiyan derdikeve holê, niha gengeşî li ser vê yekî bilind dibe di nava Sûrî de. Ev jî nîşaneya ku gruba Astana bi temamî di nava krîzekê de ne, bi hev re nakok in. Jixwe ev kom belav dibe û tu foksiyona xwe namîne, fînala vê nakokî û qrîzî jî di rewşa Îdlibê de pêk were û bi temamî belav bibin. Ji bo wê Idlib pirsgirêkek mezine û dê bandora xwe li ser hemû lihevkirin û nelihevkirinan çêbike. Îhtîmalek mezin dê di mijara Idlib de gelek lihevkirin xira bibin, gelek lihevkirinên nû çêbibin û gelek pirsgirêkên nû derkevin. 
 
Bi vê re heya niha ku hem di hêla siyasî hem jî leşkerî de însiyatîfa li Sûriye di destê Rûsya û koma Astana de bû lê di vê pêvajoyî de înîsiyatîf şemitî aliyê koalisyona navneteweyî ku serkêşiya wê Amerîka dike ye. Êdî ew dixwazin vê dosyayî birêve bibin. Di aliyê siyasî de dixwazin xeta Cinêv ji nû ve aktîf bikin. Bi şert û mercên nû pêş bixînin. Di hêla leşkerî de jî çewa ku me got dixwazin hêza Îranê ji Sûriyê tengav bikin an jî temamî derxînin û rejîmê jî dorpêç bikin. Ku di encamê de karibin şertên xwe yên siyasî li ser rejîmê ferz bikin. Li gor xeta Cinêv diyalogekê siyasî li gor berjewendiyên xwe pêş bixin û madeya 54 bi rejîmê bidin qebûl kirin. Niha hewildan hemû di vê alî de ye. 
 
Ji bo heremên Rêveberiya Xweser, Bakur û Rojhilatê Sûriye bêguman wê xwe ji van nakokiyên heremî û cîhanî bi parêze, bi taybetî di aliyê askerî de. Heta ku bikaribe nekeve nava van nakokiyan. Ji ber ku tu berjewendiyên wan di nav van nakokiyên heremî û cîhanî de tune ye, wê hewil bide herema xwe biparêze, bi ewleh bihêle bi îstîkrar berdewam bike. Di alê siyasî de, bêguman eger di alê Rejîm, Rûsya de hêviyek neyê dîtin ji bo diyalog, ji bo çareseriyê, nayê wê wateyî ku dê pêwîstî bi diyalogê re nemîne an jî bi temamî qût bike, bêguman dê têkoşînekê bide ji bo zextekê çêbike ji bo diyalog û çareseriyek pêş bikeve. Di aliyê din de ji bo xebatên Netewên Yekbûyî û xeta Cinev ku aktîf bibe, wek Rêveberiya Xweser û MSD bibin aliyek û tevlî pêvajoyê bibin. Li ser vê xebatek heye. Ji ber ku niha qeneatek çêbûye ku eger aliyê Rêveberiya Xweser û MSD tevlî nebin ne mimkune di heremê de istikrariyek, çareseriyek mayînde çêbibe. Ne mimkune encamek rast ku herkesî razî bike derkeve holê. 
 
DIYALOG, MUZAKERE, DEMOKRASÎ
 
Niha stratejiya Koalisyona Navneteyî ya heyî ew e ku bandora Îran û Rûsya ya li Sûriye kêm bikin e û her wiha bandora dewleta tirk a di  desthiladariya AKP/MHP’ê ya di heremê de biçûk bikin, heta hewil bidin bi temamî ji heremê derbixin e. Ji bo ku însîyatîf bi temamî bikeve destê koalisyonê û hin welatên Ereb ên wekî Siûdî Erebîstan, Urdun û Misir. Lê ev hema pir zû dê çênebe, dîsa wisa zû bi zû dê diyalogekê ji bo çareserkirinê niha nayê dîtin. Yanî mimkûne ev nakokiyên heyî bi xwe re hin pêvçûnên mezin jî bîne. Wisa xuyaye ku ev rewş dê hinekê din berdewam bike. 
 
Weke me got ev projeya me ya siyasî ya heyî ya di Bakûr-Rojhilatê Sûriyê de berhemên perspektîf û nêrînên Rêber Apo pêş ketin. Ji bo vê jî riya çareserkirina pirsgirêkên heremî û yên hawirdor divê diyalog, aştî û demokrasî pêş ve bê xistin û em vê riyê ji xwe re wekî rêgezekê esas digirin û dişopînin.
 
Peyama Heval Mazlum Kobanî ya têkiliya bi dewleta tirk û çareserkirina pirsgirêkên navbera her du aliyan de, ev di çerçoveya prensîb û têgihiştinên Rêber Apo yê ku berê dehan caran ji bo Rojava û ji bo têkoqîna azadiyê anîbû ziman, her wiha di çerçoveya felsefeya wî ya ji bo çareseriyê çiye de ev nêrîn derdikêve pêş. Siyaseta Bakur û Rojhilatê Sûriye çi di hêla siyasî çi alê askerî be bi nêrîn û felsefeya R.A ve girêdayî ye, hevsengiyê çêdike, hev temam dike. Diyalogên bi Şamê re jî, eger çêbibe bi Tirkiye re jî û bi hêzên derdorên din re jî li ser vê esasî pêş dikeve."
 
MA / Erdogan Altan

Sernavên din

04/06/2019
10:54 ‘Vedat Aydin tu carî teslîm nebû’
10:51 Ji HDP'ê peyama Cejna Remezanê
10:33 Mêr li Tarsusê jinek kuşt
10:27 Li Xakurkê çi dibe?
10:19 Ji ber deynan întîxar kir
10:09 Berî serdana Soylû bi zorê al bi dikanan ve kirin
09:56 ÎRA: 157 rojnameger cejnê li girtîgehan pêşwazî dikin
09:52 Di cejnê de jî goristan hilweşandin
09:14 Nasir: Xebata me hêj nû dest pê dike
09:13 Li Şirnexê endamê meclîsê yê HDP'î ji peywirê hat dûrxistin
09:12 ÎHD: Girtî bi awayekî sûkî hatin muayenekirin
09:10 ‘Ji ber doz dirêj didomin û polîtîkaya bêcezatiyê, rê li ber cinayetên nû tê vekirin'
09:08 TEV-DEM: Ocalan zemîna diyalig û muzakereyê afirand
09:06 Încîn: Li Herêma Egeyê gelek girtî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin
09:05 Dayikên Laçik Spî: Divê ceza li kesên em bi erdê ve kişandin bihata birîn
09:03 'Heta aştî nebe rewşa aboriyê baş nebe'
09:01 Bi kenê xwe losemî têk bir
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2019'AN
03/06/2019
18:52 Baroya Rihayê: 4 sal in bi rêk û pêk îşkenceyê dikin
18:12 HDP’iyan goristan ziyaret kirin
17:20 'Cejn hat em nikarin cilan ji zarokên xwe re bistînin'
16:31 Hevşaredar Mizrakli: Her cihek pergala zindî û xwezayek wê heye
15:53 Sewqa girtiyên li Bandirma hiştin piştî cejnê
15:45 KESK'ê têkildarî îstîsmara jin û zarokan daxuyanî dan
15:37 Rojnameger Nurcan Baysal hat berdan
14:28 Bûldan, Karay û Yildirim li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:18 Mamosteyê ku tecawîzê xwendekareka kir hat girtin
14:01 ÎOP ji Ocalan, Erdogan, Kiliçdaroglû û Demîrtaş name şandin
13:40 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş ê mehek temenê wî mayî, mehek şûnde randevû birî
13:05 Wesayîta eskerî qeza kir: 19 esker birîndar bûn
11:58 Rojnameger Nurcan Baysal binçav kirin
11:43 Balafirên şer ên TSK'ê çiyayê Licê bombe kir
11:14 Evran: Zirarên operasyona derveyî sînor dê mezin bin
11:02 Malbat ji bo di Cejna Remezanê de biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:45 Xizmên windayan: Di cejnê de gorek me ya em ziyaret bikin tune
10:13 Keca Savaş Buldan a bavê xwe nedît: Tenê cerekê be jî min her xwest te hembêz bikim
10:12 Temellî li Stenbolê xîtabî hilbijêran kir: A girîng berî pêşîn çûyîna ser sindoqane
10:07 Newaya Jin bi sernavê 'Berxwedana Laçik Spiyan' derket
09:51 Di vê cejnê de jî bi sedan cenaze li gorên 'bêkesan' e
09:16 Cezayê polîsekê ku kesek kuşt daxistin, dûre veguherandin pere û kirin 24 teqsît
09:15 Kolûman: Ji bo ku darizandin bêceza nemînin, divê em piştevaniyê xurtir bikin
09:15 Çawa ku îşkence ji dozger re vegot navber hat dayîn, dure got ‘îşkence nebû’
09:14 TTB’ê çalakgerên grevê û rêveberiya girtîgehe hişyar kir
09:13 Li Cizîrê, nêzî 3 hezar jimêrekên avê hatin dizîn
09:12 Akedemîsyen Ari yê îxrackirî: Ne pêwiste AYM li benda nerîna wezaretê be
09:12 Karkerên çandiniyê: Yewmiya didin me tê rê nake
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
02/06/2019
20:25 Ciwanên HDP'î li Menemenê Meclîs ava kir
19:06 Li 3 navçe û bajarokekê hilbijratin jinû de hat kirin
18:51 Meclîsa Ciwanên HDP'ê li Arnavûtkoy meclîs ava kir
17:00 Esker li Payizava derketin operasyonê
16:55 Yên piştgrî dane çalakgerên greva birçîbûnê rastî cezayê pereyan hatin
15:37 DYA: Em amade ne bi Îranê re hevdîtin bikin
14:58 Rêxistina HDP'ê li Manisayê konferans li dar xist
14:07 Helbestvan Ahmed Arîf li Amedê hat bibîranîn
14:06 Li Dersimê nexweşiya şerbê
13:53 Siyasetmedarê kurd Melîk li ser gora xwe hat bibîranîn
13:47 Li Amedê kesekî hevjîna xwe kuşt
13:12 Li Kandirayê du Sirri hatin cem hev
13:09 Ji ber deklarasyona çareseriyê der bare Buldan û Uca de fezleke amade kirin
12:23 Du malbat pevçûn: Jina 87 salî hat kuştin
11:37 'Ahmed Arîf mora xwe li rihê helbestê daye'
11:36 Kedxwariya Demsalî: Ji bo 40 TL 12 saetan kar dikin
10:20 Hêviya ku ji cejnê dikirin nedîtin
10:18 25 sal in kujer diyar e, lê daraz bê biryar e
10:01 Li Colemêrgê pevçûn: 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da
09:12 Pirtûka der barê 30 sal in çapemeniya azad de: Îlgînç zamanlarda yaşamak
09:12 Şaredariya Peyasê protokolên qeyûm betal kirin
09:11 Tenê dixwazin îşekncekar bên darizandin
09:10 Îsal berê zebeşan kêm e
09:09 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû: Ocalan ji bo şer kûrtir nebe me hişyar dike
09:08 Parêzer tayînî doza zarokên rastî îstismarê hatin nekirin
09:07 Veguhêzkaran jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
01/06/2019
18:03 Huda Kaya: Di cîhana îslamê de rizîbûnek kûr heye
17:03 Ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê banga çalakiya kûrewî hat kirin
16:03 Berdana girtiyê nexweş Gungor hat xwestin
15:54 BASK-DER: Endamên me û malbatên wan rastî gefên polîsan tên
15:41 Baroya Edeneyê: ‘Reforma darazê’ xapandina beriya 23’ê Hezîranê ye
15:18 Bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îvrendî
15:06 Li faîlên Bahrî Budak û neviyê wî Metîn Budak pirsîn
14:42 Dayikên Şemiyê: Bila Çîler û Agar bên darizandin
14:38 Xizmên Windayan: Di vê cejnê de ji me re surprîzê bikin
14:32 Çavê çalakgerê greva birçîbûnê kor bû
13:50 'Ji Dadgehên Parastina Gel darizandin: Tolhildan ji bo qelsan e
13:15 Li malê dermankirina xwe didomînin
12:19 Ji HDP’ê pêşniyara ‘Plana Çalakiya Mafê Mirov'
12:02 Li Edenê kesên ji ber medya civakî hatibûn binçavkirin, hatin berdan
11:55 Li Îdirê şer: 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan 5 esker birîndar bûn
11:37 Balûken bi pirtûka duyemîn derdikeve pêşberî xwînerê xwe
11:23 Girtiyên ku birin jêrzemîna nexweşxanê tedawî red kirin
11:04 Li Amedê girtiyek sewqî nexweşxaneyê kirin
10:55 Girtiyên ku sewqî nexweşxaneyê nehatin kirin xwîn vedireşin
09:22 Parêzerên Ocalan behsa hevdîtina 22'yê Gulanê kirin
09:19 Texsî li ser Pira Deh Derî peyaseyê dikin!
09:18 Bi salan e bi nanê li ser çopan debara xwe dike
09:18 Nivîskarê romana 'Yol' Evîz 37 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:17 Dest vala vedigerin malê
09:16 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Çareserî diyalog û muzakere ye
09:15 Piştî tabûrcî bû ewilî pirtûk ji girtiyan re şand