Xizmên windayan: Qêrîna dayikan wê kujeran bide darizandin

  • rojane
  • 15:10 25 Gulan 2019
  • |
img
AMED/ÊLIH – Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê dîsa çalakiyên xwe li şaxên ÎHD'ê berdewam kirin. Xizmên windayan aqûbeta 7 kesên di bin çavan de hatin windakirin pirsin. Xizmên windayan diyar kirin ku Qerina dayikan wê aqûbeta windayan ronî bike û kujeran bidin darizandin. 
 
AMED 
 
Di çalakiya rûniştina 537'emîn a ji aliyê ÎHD û xizmên windayan pêk tê de vê hefteyê li aqubeta Hasan Esenboga yê di 1994'an de hat windakirin hat pirsîn. Çalakiya rûniştinê li şaxa ÎHD'ê pêk hat. Wêneyên xizmên windayan û dowiza "parastina kujeran hevkariya sûc e" hatin hilgirtin. Xizmên windayan û endamên lijneya rêveberiya ÎHD'ê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Endamê lijneya rêveberiya ÎHD'ê Adnan Orhan axivî. Adnan bal kişand ser grevên birçîbûnê û xwest ku hevdîtin demildest pêk bê û grevên birçîbûnê bi dawî bibin.
 
'EDALET JI BO ME HEMÛYAN PÊWIST E'  
 
Adnan salvgera şehadeta bav û apê xwe yê di 1994'an de ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û hatin windakirin bi bîr anî û got:"Komkujiyên ku bi destên dewletê pêk hatine bi ravekirina dayikan derketin holê. Ji roja ku têkoşîna windayan dest pê kiriye heta niha me nedîtiye ku kujerek hatiye darizandin. Serîlêdanên hiqûqnasan nehatin bersivandin. Bêcezabûn û helwesta darazê me birîndar dike. Dê zû an dereng rojekê edaletê pêk were. Em têkoşîna vê rojê didin. Edalet ji bo me hemûyan derbasdar e."
 
Adnan bal kişand ser grevên birçîbûnê û diyar kir ku hukumetê li dijî grevên birçîbûnê çavên xwe û guhên xwe girtiye û got:"Tu kesek naxwaza zarokên wan li ber çavên wan jiyana xwe ji dest bidin. Mirin çê bûn. Lê divê kesek êdî nemire. Divê hevdîtin pêk bên û grevên birçîbûnê demildest bi dawî bibin. "
 
Piştî daxuyaniyê çîroka Hasan Esenboga yê ku di sala 1994'an de li Gundê Bênatê ji ber ku cerdevanî red kir ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin hat xwendin.
 
ÇÎROKA HASAN ESENBOGA 
 
"Di 1994'an de gelê li Gundê Bênatê ji ber ku nexwestin bibin cerdevan gundê wan hat şewitandin. Gundî bêyî ku alavên xwe bidin hevdu ji gund hatin qewirandin. Leşkeran gund şewitandin. Li ser vê yekê malbata Esenboga li gundê Findikli bi cih bûn. Lê ferzkirina cerdevaniyê dewam kir. Ji ber ku gel cerdevantî nexwest loma ciwanên li gunde bi îdiaya ku "alîkariya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin."
 
'CAREK DIN AGAHÎ JÊ NEHAT GIRTIN'
 
13 Ağustos 1994 tarihinde Fındık Bölge Jandarma Karakoluna bağlı askerler köye bir operasyon düzenleyerek tüm evlerde arama yaptı ve daha sonra da aralarında Hasan Esenboğa'nın ağabeyi Bahri Esenboğa'nın da olduğu altı kişiyi, İlhan İbak, Ahmet Özdemir, Fikri Şen, Ahmet Özer, Bahri Esenboğa ve Mehmet Dayan'ı, gözaltına aldılar. Bu altı kişiden sadece Mehmet Dayan yaklaşık bir ay sonra serbest bırakıldı, geri kalanlardan bir daha haber alınamadı.
 
Di 13'ê Tebaxa 1994'an de Qereqola Jandarmayê li herêma Findikê operasyon pêk anî û birayê Hasan Esenboga, Bahri Esenboga, Îlhan Îbak, Ahmet Ozdemir, Fikri Şen, Ahmet Ozer, Bahri Esenboga ve Mehmet Dayan hatin binçavkirin. Ji van kesên ku hatin binçavkirin tenê Mehmet Dayan nêzî mehekê şûnde serbest hat berdan. Lê ji kesên dinê careke din agahî nehat girtin. 
 
Tevî hemû lêkolîn û gerandinê tu encam nehat bidestxisin
 
Hasan Esenboga ji bo birayê xwe bibîne gelekî kedê dide. Piştî nêzî 4 mehan ku Bahrî Esenboga hatibû windakirin di 25'ê Kanûna 1994'an de Hasan Esenboga dema ji bo ajalên xwe diçe Cizîrê ka bîne êdî careke din agahî ji wî nayê girtin. Hinek kesan dîtibûn ku li Doryola Cizîrê wesayîtek ku Cemal Temizoz jî tê de bû Hasan revandine lê ji ber ku tirsiyane nexwestine bibin şahid. Cenazeyê Hasan Esenboga 4 roj şûnde li ser rêya Cizîr-Hezexê hat dîtin. Hevsera wî daxwazname da dozgeriyê lê tu encam negirt. Malbata Hasan parêzer girt lê di warê pêvajoya hiqûqî de tu pêşketin çênebû."
 
Daxuyanî piştî çîrokên ku hatin xwendin bi çalakiya rûniştinê ya ku 5 deqeyan dewam kir bi dawî bû. 
 
 
ÊLIH 
 
Xizmên windayan û parazvanên mafen mirovan li Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan di hefteya 443'an de li şaxa ÎHD'ê ya Êlihê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan, parazvanen mafên mirovan, Hevserokên HDP'ê yê Êlihê Îkram Îrgî û Gulcemal Erdinç, Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyên di greva biçîbûnê de amade bûn. Li salonê pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan rakirin. Di hefteya 443'an de Hevseroka ÎHD'ê ya Êlihê Deniz Rümeysa Kaya, diyar kir ku 17- 31'ê Gulanê hefteya windayan e û wiha got: "Xizmên windayan bi wesîleya Hefteya Têkoşîna Li Dijî Winayên Di Bin Çavan de ya Navneteweyî  gelek bername li dar xistin. Li ser axa Tirkiye û Kurdistanê di 30 salên dawî de şer heye. Hêzên dewletê û hêzên tarî yên li ser navê dewletê tev geriyan, bê hêjmar mafên mirovan ên jiyanê ji destê wan hatin girtin. Bi taybetî binçav kirin û bi zorê windakirin. Kuştinen bê daraz, gorên komî, encama van binpekirina mafan e. Ji bo li ser vê axê dîsa ev êş dubare nebin û mirov jiyana xwe ji dest nedin, dîsa ji bo aştiyek bi rûmet pêş bikeve, em dixwazin ku “Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê û Rûqaliya Paşerojê" bê avakirin. 
 
Kaya, aqûbeta Abdulcelîl Kaçar ê di 17ê Gulana 1994'an de li Sêrtê ji aliyê tîmên taybet ve hat revandin û windakirin pirsîn. 
 
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû. 

Sernavên din

25/05/2019
15:16 Xwestin girtiyê nexweş Yildirim berdin
15:10 Xizmên girtiyan tecrîdê şermezar kirin
15:10 Xizmên windayan: Qêrîna dayikan wê kujeran bide darizandin
15:02 Dayikên li Edeneyê: Edî sebra me nema
14:55 Nivîskar Faîk Bûlût hat binçavkirin
14:39 Çalakgerê greva birçîbûnê Yîgît: Çalakiya me encam digire
14:18 24 salin aqûbeta Ozdemîr pirsîn
13:50 Malbatên li Gebze: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
12:16 Li Çewlikê 23 herêm hatin qedexekirin
11:16 Elektrîk dan organên wan ên zayendî
11:16 Rêxistina Efûyê ji bo Xalfetiyê bi koda 'Lezgîn' kampanya îmzeyan da destpêkirin
11:02 Welatiyên Bradostê: Eskerên Tirkiye li ser me gule barandin
10:37 Name Ozturk a mafê parastina rewa parast tundiya jiya vegot
10:07 Perwerdeya Millî li Mêrdînê qûrsên şaredariyê asteng dike
09:14 Di navbera PDK û Tirkmenan de alvêra Kerkukê
09:12 Gelê Dersimê: Kî çi dibêje bila bibêje ev der Dersim e
09:12 18 sal in li 'heqîqetê' digerin: Me ew di wijdanê xwe de nekuştiye
09:11 Prz.Sert: Li qereqolan dikin ku kesên tên tacizkirin ji ber gilî kirine poşman bibin
09:10 Şêniyên ku keyayên wan ji peywirê hatin girtin: Vîna gel hatiye xespkirin
09:10 Şaredarê AKP'î biryara dadgehê nas nekir
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2019'AN
08:55 Leyla Guven 199 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 26'an de didome
24/05/2019
20:13 11 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:49 Li Dêrsimê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 19'an de berdewam kir
19:33 Li pêş Nûnertiya NY’ê tecrîd protesto kirin
19:12 Dayikên li pêş Gebze di nobetê de: Roja tecrîd bi dawî bibe emê roja dayikan îlan bikin
18:44 Dadgehê Encu yê li Roboskî xizmên wî hatin kuştin, şandin girtîgehê
18:31 Parêzeran peyama Ocalan gihand Leyla Guven
17:34 Parêzerên Ocalan: Piştî em bi çalakgeran re parve bikin em ê daxuyanî bidin
16:22 Malbatan li gel gefên polîsan dîsa çalakî li dar xistin
16:06 'Em ê nemirin, bi ser kevin û tecrîdê bişikînin'
15:23 Dayikên Laçik Spî li Wan û Stenbolê xwestin tecrîd bi dawî bibe
15:13 KESK: KHK dê biçin em ê bimînin
15:11 Li dadgehê qala îşkenceyê kirin
15:06 Pirtûka Brian Morris a ‘Pêşengê Mirovheziya Ekolojik' derket
14:25 Ekmez a li ber Girtîgeha Gebze hat derpkirin: Bi zorê dimeşim
14:22 Pêşî rûniştin û paşê jî meşiyan
13:46 Gardiyanan li Kalkandereyê jî radyoyên çalakgerên greva birçîbûnê desteser kirin
13:41 200 girtiyên di grevê de tenduristiya wan krîtik e
13:13 Hevserokê DBP'ê yê Êlihê hat girtin
12:58 Îşkenceya ji Qereqola Cendirmeyan a Yalakê heta TEM'ê vegot
12:55 Serokwezîra Îngilistanê Teherese May îstifa dike
12:34 HDP'ê ji Meclisê xwest Xalfetiyê lêkolîn bike
12:15 Polisan 4 kesên din jî li Hewagê binçav kir
11:36 Konseya Navendî ya TTB'ê têkildarî çalakgerên greva birçîbûnê hişyarî kir
11:16 Pirsên greva birçîbûnê 'parvekirinên çapameniya ne fermî' hatin hesibandin
10:57 Ji Wezîrê Dadê Gul daxuyaniya Îmraliyê
10:56 Platforma Zimanê Kurdî panale ol û ziman li dar dixe
10:18 Ciwanan li Edeneyê çalakiya dengderxistin li dar xistin
10:04 Parêzera Nevîn Yildirim: Em carek din bi edaleta mêr re rû bi rû man
09:48 Surme yê di greva birçîbûnê de: Dayik şoreşgerên demê ne
09:11 Bi hinceta 'pêwendiya xwe bi rêxistinê re nebiriye' nehat berdan
09:10 ZMO: Îsal berê genim ji sedî 10-15 kêm e
09:09 Şaredarê ku YSK'ê ew tayîn kir kesên nêzî xwe li şaredariyê bi cih dike
09:09 Li 13 parêzerên xwestin balê bikişînin ser grevên birçîbûnê lêpirsîneke din
09:08 Hasass ê greva xwe li malê didomîne: Divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere
09:07 Keyayên ji peywirê hatin girtin: Vîna gel hatiye xespkirin
09:07 Qeyûm 33 milyon TL ji bo avê xerc kir, lê av tune
09:06 Parêzerê Ocalan Koklu: Divê CPT encamên serdanê aşkere bike
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2019'AN
08:38 Leyla Guven 198 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 25'an de didome
23/05/2019
17:15 Îşkenceya Xalfetiyê li Parlamentoyê Îngilistanê bû rojev
16:47 Endamên meclisa şaredariyê: Li dijî bêhiqûqiyê deng derxin
16:33 Li 3 girtîgehên Çukurova rewşa dawî
16:02 Tabeleya Dersimê Bahçelî aciz kir
16:01 Kaya: Têkoşîna dayikan ji bo hemû Tirkiye ye
15:34 Ji rojnameger Demîr re ceza hat xwestin
15:28 Dayikên li Enqere di çalakiyê de: Em ji zarokên xwe fêrî berxwedanê dibin
15:00 Di doza TÛAD û OHD'ê de klasor derketin 150'yî
14:17 'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin'
14:13 Saziyên Jinan li dijî bersûcên îstîsmara zarokan serlêdana sûc kirin
13:45 Dê li Amedê 'Ceribandinên Afrîkaya Başûr' bê axaftin
12:55 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Xalfetiyê: Kesên îşkence kirin dê hesab bidin darazê
12:15 Xwişka Leyla Guven: Leylê jinek wêrek e
12:06 Serdozgeriya Stenbolê ji Kaftancıoglû re 11 sal ceza xwest
11:27 Welatiyên Amedê: Heke em biaxivin em nizanin dê çi bê serê me
11:14 Bazara Tirkiye ya li ser Idlibê didome
10:47 Hêjmara kesên li Mersînê hatin binavçirîn zêde bûn
10:23 Baş: Ji bo qadek fireh deng bide Îmamoglu emê xebatê bimeşînin
10:04 Gardiyanan pirtûk û radyoyên çalakgerên greva birçîbûnê desteser kirin
09:41 Wezîr li Wanê 2 keya ji peywirê girtin
09:21 Bariş: Kîjan namzet nêzî demokrasiyê be em ê dengê xwe bidin wî
09:20 'Gef û zextên polîsan çi dibin bila bibin ez ê tim dakevim qadan'
09:19 3 birayên di greva birçîbûnê de: Tecrîd wê bi berxwedanê bişkê
09:18 Piştî ew û keça xwe bi KHK'ê îxrac bûn, hevjîna wî bi pençeşêrê ket
09:17 Xizmên windayan êdî wê di bin banê ANYAKAY-DER'ê de li edaletê bigerin
09:17 Kadîfekaleyê xera dikin Em naxwazin dev ji Mêrdîna biçûk berdin
09:16 Krîzê pişta Çarşiya Kemeraltiyê şikand
09:14 Rênas Jiyan: Dayik in helbest in, mafdar in, wê bi ser bikevin
09:11 Leyla Guven 197 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 24'an de didome
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2018'AN
08:39 Li Antalyayê welatiyan çalakiya deng li dar xist
07:52 Dadgehê Çawîşe pispor M.T. yê şivan kuşt serbest berda
22/05/2019
18:53 Eskeran Velî Encu binçavkirin
18:21 Dayikên Laçik Spî li Bedlîs, Mêrdîn û Mêrsînê li qadan bûn
17:29 Waliyê Riha: Bi şiklê neyê kuştin gule berdane karkeran!
16:58 Parêzerên Ocalan ji Îmraliyê vegeriyan
16:37 Çalakiya dayikan a li Dîlok û Riha didome
16:18 Heyeta ÎHD'ê ji bo lêkolînkirina angaştên Îskenceyê li Rihayê ye
15:54 Polisan mudaxaleyî dayikan kir û 4 kes binçav kirin