'Ji bo me dayikan diyariya herî mezin jiyankirina zarokên me ne'

  • rojane
  • 10:59 11 Gulan 2019
  • |
img

STENBOL – Dayikên girtiyan ji mehekê zêdetire ji bo piştevaniya zarokên xwe li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobetê li dar dixin ji bo Roja Dayikan gotin: “Ji bo me Roja Dayikan nîne. Kengê tecrîd rabe û zarokên me ji greva birçîbûnê derkevin ji bo me ew roj Roja Dayikan e. Xelata herî mezin ji bo me zarokên me ne û jiyana wan e.” 

12’ê Gulanê roja yekşemê Roja Dayikan e. Ji bo dayikên wan ked dane wan dê zarokên dayikên xwe hembêz bikin, destê wan ramûsin û xelatan ji dayikên xwe re diyarî bikin. Yên welat bi rêve dibin û siyasetmedarên li welat dê dîsa bi wesîleya rojê bînin ziman ku dayik bihûşt in û piyê wan bê maçkirin. Di kêliya dê ev roj biqewime û ev axaftin bên kirin, bi hezaran dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi mehane ji bo tiştek bi zarokên wan nebe dua û niyazan dikin û li kolanan dengê xwe bilind dikin, lê şidet li wan tê kirin. 
 
Zarokên wan dayikan ji bo hiqûqa heyî bê sepandin, bi mehane li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne. Dayikên girtiyan ji bo zarokê nwan bijîn bi rojane li ber girtîgehan, li qadan û li kolanan dengê xwe didin bihîstinê û her roj polîs şidetê li dayikan dikin, bi erdê re kaş dikin û binçav dikin. 
 
Dayikên girtiyan bi laçikên xwe yên spî bûn remza aştiyê. Hin ji van dayikan ji mehekê zêdetire li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ji bo zarokên xwe di çalakiya nobetê de ne. Dayik qîr dikin û dibêjin “Bila tecrîd rabe û zarokên me bijîn.” Qîr û daxwaza dayikan di demek kin de hemû dayikên girtiyan xist tevgerê û çalakî her ku çû berbelav bûn û hêj dibin. 
 
Bi wesîleya Roja Dayikan a me ji dayikên girtiyan daxwaza wan pirs kir. 
 
 ‘WEKÎ GURÊN BIRÇÎ ÊRÎŞÎ ME DIKIN’ 
 
Dayik Hatîce Soyler diyar kir ku ji roja ewil ve di çalakiyê de cih digire û heta daxwaza zarokên wan bê qebûlkirin dê çalakiyên xwe dewam bikin. Soyler got: “Daxwaza zarokên me daxwaza me ye. Bila demildest tecrîd rabe. Em ji rewşa zarokên xwe bi endîşe ne. Em naxwazin darbest derkevin.” 
 
Soyler behsa şideta li wan tê kirin jî kir û got: “Wekî gurên har û birçî êrîşî me dikin. Tenê em 5-10 deqîqeyan bimînin û bêhna zarokên xwe bêhn bikin bes e ji bo me. Lê walî destûrê nade vê yekê? Tevî vê yekê jî em ê qedexeyan binpê bikin. Heta tecrîd rabe kêliyek jî em ê nesekinin.” 
 
‘NE KULÎLKAN EM ZAROKÊN XWE DIXWAZIN’ 
 
Dayik Zeynep Calihan jî destnîşan kir ku ew dixwazin bi çalakiya nobetê bibin dengê zarokên xwe û wiha got: “Heta tecrîd rabe û çalakiyên girtiyan berdewam bike, em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Dixwazin me di kevçiyek av de bifetisînin. Tehamula polîsan li hember nîne û xerab tevdigerin. Gelo zilma li me dikin qet difikirin? Çawa serê xwe datînin ser balgiyan? Em dayik in û em ê dev ji zarokên xwe bernedin.” 
 
Calihan ji bo roja dayikan jî wiha got: “Du zarokên min di hepsê de ne. Keça min 10 sal in girtî ye. Em ne çîçek û gulan, em zarokên xwe dixwazin. Roja Dayikan ji bo me nîne. Kengê tecrîd rabe û çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê xelas bibe, bi Birêz Ocalan re hevdîtin bibe ji bo me Roja Dayikan wê rojê ye.” 
 
‘BILA BÊJIN ZAROKÊN VAN DAYIKAN NEMIRIN’ 
 
Dayik Sultan Bozkurt jî got: “Armanca me ew e ku daxwaza zarokên me bê qebûlkirin û zarokên me bijîn. Tevî hemû şidet, astengî û qedexeyan jî em ê li ber girtîgehan bin.” Bozkurt bal kişand ser Roja Dayikan jî û wiha got: “Hemin ‘bihûşt di bin piyê dayikan de ye’ wê demê bila wê gotinê bixin meriyetê. Em vê ji bo roja dayikan dibêjin. Zarokên kêlî bi kêlî dihelin û dinya li hember vê bêdeng e. Bila 3edî dengê me bibihîzin. Bila her kes derkeve û bêje ‘zarokên van dayikan dimirin, werin em nehêlin zarokên van dayikan bila bimire.’ Wê ev gotin ji bo me xelat û diyariya herî mezin be.” 
 
‘XELATA HERÎ PÎROZ JIYANA ZAROKÊN ME YE’ 
 
Dayik Hanîfe Bayar jî anî ziman ku têkildarî Roja Dayikan tekane daxwazê wê ew e ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, çalakiyên rojiya mirinê û greva birçîbûnê bi xilas bibin û got: “Xelata herî pîroz ji bo me jiyankirina zarokên me ye.” 
 
MA / Sadiye Eser 
 

Sernavên din

11/05/2019
14:00 Nûnerên gelan behsa mexdûriyeta nijadperestiyê kirin
13:57 Bahçelî: Bila Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike
13:51 Rojnameger Canan Çoşkun serbest berdan
13:04 Li Dusseldorfê ji 7 hezar kesan 7 hezar metre zincîra mirovan ava dikin
12:39 Kedkarên SES'ê ji bo keda xwe daketin kolanê
Polîsan mudaxale kir û gelek kedkar birîndar kirin
12:27 Polîs welatiyên dikevin Şaredariya Mêrdînê di kontrola nasnameyê re derbas dikin
12:17 Ji bo 15 rojan kolan û qad li çalakiyan hat qedexekirin
12:00 Ji ber şermezarkirina Komkujiya Roboskî hevserokê HDP’ê girtin
12:00 Qeyûmê Dêrikê 303 hezar TL daye rojnameya ‘sîxur’
11:34 Derhêner Demîrcî: Piştevanî jiyan bi xwe ye
11:19 Festîvala FîlmAmed bi eleqeyek baş dewam dike
10:59 'Ji bo me dayikan diyariya herî mezin jiyankirina zarokên me ne'
10:32 Hevjîna çalakger Sînmîş: Em ê piştgiriya xwe berdewam bikin
10:11 Çalakgera grevê: Wê encam serkeftin be
09:32 Berxwedana Leyla Guven di roja 185'emîn de dewam dike
09:21 Çalakgerê di grevê de Mahsûn Gunsek 30 rojin di hucreyê de ye
09:19 Serokê Giştî yê FIDH'ê Chrîstopoûlûs: Tirkiye bêdengiya YE'yê stendiye
09:19 HDP, dê li Amedê kongreyê li dar bixe
09:17 Qeyûm ji bo zewqa xwe 2 milyon TL xerc kiriye
09:10 Îhsan Bûlût ê di rojiya mirinê de: Heta tecrîd bi dawî bibe çalakiya me wê bidome
09:09 Parêzerê Karesata Somayê Kozagaçli: Ne îhmalkarî, kuştina bi qesdî heye
09:05 'Di meha Remezanê de 180 roj in di greva birçîbûnê de ne'
09:04 Du bira yên di grevê de: Teqez em ê bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2019'AN
08:57 Li Wanê ji bo çalakiya greva birçîbûnê rûniştin
10/05/2019
22:18 Çalakî li tevahiya Stenbolê berbelav dibin
22:08 Ji Qada Seyîd Riza bang kirin
19:39 Li Parka Kûgûlûyê ji bo grevên birçîbûnê çalakiyek li dar xistin
19:26 Li sînor du cenaze hatin dîtin
19:21 Çalakiya 'Deng bide jiyanê' didome
19:15 Mazbataya 4 endamên Meclîsa Şaredariya Dersimê û 2 keyayên gundan hat betalkirin
18:29 Kesên 'zincîra jiyanê' çêkirin hatin binçavkirin
17:01 Kontrola tenduristiya girtiyên li Ceyanê nayê kirin
16:10 Li Derya Spî keştî noqî avê bû: 70 penaber fetisîn
15:54 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê hat taloqkirin
15:46 Di bîranîna Tahir Elçî de erîşa polîsan a li dijî dayikan şermezar kirin
15:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:30 Malbatên li Gebzeyê carek din hatin astengkirin
14:59 Baroya Amedê banga xwedî derketina sûrên Amedê kir
14:38 Ji Baroya Enqerê pankart: Em tam jî li dijî bêhiqûqiyê ne
14:22 Dayik dîsa daketin kolanan û dîsa li ber xwe dan
14:07 Berdevkê HDP’ê: Tecrîd tenê ne pirsgirêka me û hikumetê ye
14:00 Polîsan li Bakirkoyê nûçegihanê me jî di nav de gelek kes binçav kirin
13:59 Di meha nîsanê de 20 akademîsyen mehkûm bûn û 6 rojnameger hatin girtin
13:48 TJA: Êrîşa li dijî dayikan sûcê mirovahiyê ye
13:34 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Êlihê avakirina xwe îlan kir
13:33 Ji ÎHD’ê û TÎHV’ê bang: Deng bidin jiyanê
13:05 Li Îdirê êrîş: eskerek mir û yek jî birîndar bû
12:45 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Qeymeqamiya Dêrikê navê Ugur Kaymaz red kir: Têkiliya nav bi 'terorê' re heye
10:54 Reberê PKK’ê Ocalan: Ne navbeykar muxatab im, kirdeya polîtîk im û li virim
10:50 Li girtîgehan koma duyemîn dest bi rojiya mirinê kir
09:36 2 zarokên malbata Bîlen ji bo veguhestina gurçikê li benda piştgiriyê ne
09:29 Mihrîcana Belgefîlm a FîlmAmed didome
09:09 Hîn jî Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ji bo bûyera îstismara cinsî bêdeng e
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Ev çalakî ji bo me cihê rûmetê ye
09:08 'Ji bo Santrala Akkûyûyê nimûneya zemîna etutî negirtine'
09:08 'Her sê proje jî ne yên qeyûm in'
09:07 Dayikên laçik spî: Heta zarokên me birçî bin çûyîna malê li me heram e
09:07 Erol Cengîz ê di rojiya mirinê de: Ji bo aştiyê bibin dengê me
09:07 Arslan: Bila tu kes bi aqilê kurdan nelîze
09:05 'Dema dayikan bi erdê re kaş bikin em ê çawa bi rihetî rakevin?'
09:05 ‘Em ê di Roja Dayikan de jî li qadan bin’
09:04 Dayika çalakger: Bi vê hevdîtina parêzeran pirsgirêk çareser nabe
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2019'AN
08:31 Berxwedana Guven di roja 184'an de dewam dike
Koma duyemîn a girtiyan dest bi rojiya mirinê kir
09/05/2019
23:18 Çalakiyên ji bo greva birçîbîbûnê berbelav dibin: Laçikên spî bi daran ve girêdan
23:10 Mamoste Ayşe hat berdan
20:44 Dayikên li Qada Esenyûrtê hatin cem hev: Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike
19:19 Li Girtîgeha Panosê vîtamînan nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
19:08 Nas: Divê CHP êdî gotina têkildarî kurdan biguherîne
16:52 Li Licê qeyûm tayînî şûna 10 keyayan kirin
16:41 Cerdevanê hevjîn û zarokê xwe kuşt hat girtin
16:39 Li gel astengiyan jî, çalakiya xwe domandin
16:24 Malbatên li Gebzeyê: Em ê dest ji çalakiya xwe bernedin
16:05 5 saet dîmenên komkujiya Pirsûsê di dosyeyê de tune ne
15:17 Dê maşîneya zirxî ya 5 milyon û nîv TL bikire!
15:13 Polîsan 2 zarokên ji bo ku îfade bidin bangî wan kirin, binçav kirin
15:08 Jinên ÎHD’yî: Spî jî ket lîsteya qedexeyan
14:53 Dayik li ber Girtîgeha Umraniyeyê ne: Em ê ji bo zarokên xwe li ber xwe bidin
14:46 Li Bakirkoyê, malbat û parêzer bi lêdanê binçav kirin
14:45 Li Dersimê pevçûn: 3 esker birîndar bûn
14:26 Danişîna doza ‘Çapemeniya KCK’ê hat dîtin: dozek nû li Genç vekirin
13:50 2 kes ji ber ‘zincîra mirovî’ hatin girtin
13:32 HDP’ê jinên di meha nîsanê de hatin kuştin ji Wezîr Selçûk pirsî
13:12 Polîs li ber deriyê Şaredariya Qoserê danîn
13:11 Taşdemîr: Deriyê Îmraliyê dema vedibe hêvî bilind dibe
13:10 Endamên ESP ên piştgirî dan grevên birçîbûnê hatin binçavkirin
12:48 Komîteya Amadekar a Mihrîcana FilmAmed: Sinema jî di bin tecrîdê de ye
12:33 Li ber Girtîgeha Şirnexê daxuyanî: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:47 Konferansa ‘Li Tirkiyeyê nijatperestî: Yên dijîn vedibêjin’
11:40 Aborinas Sonmez: Ev bendav wê hilweşe
11:22 Ceylan: Betalkirina Stenbolê berdewama darbeya li hemberî HDP’ê ye
11:10 Tuzun: Heta tecrîd bidome çalakiya me jî wê bidome
11:04 Li Mexmûrê koma 49'emîn grev dewr girt
10:34 Laçikên spî bi daran ve kirin
10:33 ‘Îradeya gel li Stenbolê cuda û li Kurdistanê cuda nabe’
10:30 Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê meşiyan
10:02 Polîsan 4 kesên di greva birçîbûnê de ne binçav kir
09:41 Welatiyên gundê wan tê valakirin: Etî Bakir terorê pêk tîne