Çalakgera grevê: Wê encam serkeftin be

  • rojane
  • 10:11 11 Gulan 2019
  • |
img
AMED – Naîme Çelîk a li Girtîgeha tîpa E ya Amedê ketibû greva birçîbûnê, piştî hat berdan niha li malê çalakiya xwe berdewam dike. Çelîk, sedema ketina grevê wiha got: "Êz ji bo zarokên piştî min ji dayik bibin ketime greva birçîbûnê. Çalakiya min li dijî bêedaletiyê serhildan û îsyan e. Çi bibe bila bibe wê tecrîd rabe. Serkeftin ya me ye."   
 
Çalakgera greva birçîbûnê ya 22 salî Naime Çelîk ku malbata wê ji Qoserê koçî Amedê kiriye û niha li Navçeya Rezan dijî, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji 1'ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye. Çelîk li Amedê ji dayik bû. Hêj ew ji dayik nebûbû, malbata wê di salên 90’an de ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê koçî Amedê kir. Naîme li navçeya Rezan a Amedê mezin bû. Hêj 13 salî bû, li Parka Koşuyolu bû şahid ku polîsan Şahîn ê di temenê wê de kuşt. Naîme piştî bû şahidê vê kuştinê û dît ku rayedarên dewletê û televîzyonên hawîz cih nadin kuştina Şahîn, li dijî vê bê edaletiyê bêzar bû û biryar da ku bibe hiqûqnas. Got belkî li vî welatî bibim dozger û rê li pêş bê edaletiyê bigirim. Namîme piştre mezin bû û ket ezmûna zanîngehê. Di sala 2015'an  de dît ku Kevser Elturk (Ekin Van) piştî hat kuştin bedena wê hat tazîkirin û teşîrkirin. Vê yekê hêrsa wê bêtir kir. Di sala 2016'an de dema kolan û navçe hatin qedexekirin û polîs ketin taxan dema li kolanê bû polîsan ew binçav kir û girtin. Dema Naîme Çelîk hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hêj 19 salî bû. Naime, li girtîgehê gelek jinên ku bi salan de di nava 4 dîwarên sar û betonî de girtî nas kir. Lê biryar da ku têkoşîna xwe di nava van çar dîwarê betonî de berdewam bike. Li gorî wê berxwedana Kurdan li vir di nava çar dîwaran de dest pê kiriye." 
 
Naîme Çelîk piştî hat girtin, di nava çar dîwaran de nerîna xwe ya li jiyanê û têkoşîna xwe bêtir kûr û bi wate kir. Çelîk têkildarî jiyana girtîgehê got: "Girtîgeh bû sedem ku ji bilî xwe li mirovên dervê xwe jî bifikirim. Bû sedem ku zarokên qet min ew nas nekirine ji wan hez bikim." Dewletê destûr neda ku beşa hiqûqê bixwîne. Lê li dijî tecrîdê di 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Diyar kir ku çalakiya wê li dijî bêedaletiyê  qerîn û serîhildan e. 
 
DAYIKÊN JI NERÎNÊN CUDA TÊN ZIYARETA MIN 
 
Naîme Çelîk di 28'ê Adarê de hat berdan. Lê dest ji çalakiya xwe berneda û li mala xwe ya li Taxa Muradiye ya Rezan greva birçîbûnê berdewam dike. Naîme Çelîk, 72 rojin di greva birçîbûnê de ye. Mahdê wê dixeli, serêşî pêre çêdibe û pirsgira bêxewiyê dijî. 46 kiloyan daketiye 41 kiloyan. Niha dayika Naime refaqetvaniya wê dike. Her roj gelek kesên ku di nava wan ji fikrên HDP, AKP, HUDA-PAR, CHP û gelek kesên din tên wê ziyaret dikin. Li gel temenê xwe yê biçûk bi biryare heta bigêje armanca xwe çalakiya xwe berdewam bike.
 
EM DI CAMA FANOSA DE MEZIN KIRIN'
 
Naime, destnîşan kir ku piştî hat girtin fêr bû ku dayik û bavê wê gelek êş û zahmetî jiyane û wiha got: “Gotin di cih de be ez wekî di cama fanosê de mezin bibin. Em zarokên burjuva yên malbatên feqîr in. Malbata me nikaribû nan û avê bibin malê, lê telefonê herî luks dixistin destê me. Ji ber ku malbatê digotin bila zêde nefikire. Îro bi tevahî polîtikaya ku dewlet li ser kurdan dimeşîne ev e. Ez li navçeya Rezan ji dayik bûm û mezin bûm. Her çend dîrokek Navçeya Rezan berxwedanê hebe jî zarokên li vê taxê di cama fanusê de hatin mezinkirin. Dewletê bi destê xwe ew ew cama fanûsê şikand. Dewletê bi destê xwe rastiya xwe nîşanî me da. Ger ku dewlet di serdema rêveberiyên hewherî de neketa taxa me û ev zilm li me nekira dibû ku min xwe nas nekiraya. Wê demê gotin 'Tu kurd e. Tu terorîst e. Ez ê têkevim taxa te û te qetil bikim' Her çend bi salan malbatê ev yek ji me veşart jî dewletê ev rastiya xwe xist nava çavê me." 
 
'ME MEJIYÊ XWE JI QIRÊJIYA KAPİTALİZME ŞUŞT 
 
Naime Çelîk, destnîşan kir ku kesên têkoşîn nas dikirin ji wan re digotin 'Hiş û mejiyê wan hatiye şuştin' û wiha lê zêde kir: "Raste mejiyê me hatiye şuştin. Lê ji qirêjiya kapîtalîzmê hatiye şuştin. Hevalên me riya rast nîşanî me dan. Heta niha pergalê hiş û mejiyê me bi tiştên qirêj û xerab tije kiribû. Lê ji bo em mejiyê xwe bi tiştên baş tije bikim me mejiyê xwe şuşt. Bi salan bû me rastiya xwe nedît. Piştî me rastiya xwe dît em hatin ser xwe. Em li xwe hayil bûm." 
 
HEVALA LEYLA GUVEN A KAWÎŞÊ YE' 
 
Naime ku di heman demê de li gel Hevseroka KCD'ê Leyla Guven girtî ma têkildarî çalakiya Leyla wiha got: "Dema yekem car Leyla Guven ket grevê xew bi çavê min nediket. Dema got ez ketim greva birçîbûnê ez ketim şoq'ê. Ewil me nexwest qebûl bikin. Me got emê îkna bikin. Piştre sekna wê û vîna wê em îkna kirin. Vîn û biryara wê pir bi hêz bû. Piştre me jî piştgirî daye. Em îkna bûn ku biryara berxwedana grevê wê gelek tiştan biguherîne. Sekna Leyla ew qas xurt û serketî ye, bi tena serê xwe dewlet xist nava tevgerê. Nîşan da ku bi tena serê xwe dikare li hemberî dewletê têbikoşe. Vê yekê bandor li ser me tevan kir. Digot 'Min dest pê kir, lê ez dizanim bi hezaran ciwan wê li pey min bimeşin. Ez ditirsim ku ciwan bigêjin şehadetê. Dema ev yek digot çavê wê tije dibûn. Wê demê me ev yek fêm nedikir. Piştî demekê em têgihiştin ku ew di çalakiya xwe de mafdar e. Wê meşaleyek pêxist û ronî kir. Îro li di vê rêyê de 8 hevalên me gihiştin şehadeta xwe. 30 hevalên me ketin rojiya mirinê. Niha bi hezaran hevalên me di grevê birçîbûnê de ne. Ev nîşan dide ku Leyla Guven wê demê ev roj û dîmen dîtibû." 
 
DEWLETÊ DÎT KU EM GAVAN PAŞVE NAVÊJIN PARÊZER ŞANDIN ÎMRALIYÊ
 
Namîme da zanîn ku kesên ketin greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi biryarin ku heta tecrîd bi dawî bibe çalakiya xwe berdewam bike û wiha axivî: "Me got ger ku welatek qanûnê xwe pêk nîne, emê pêk bînin. Ger ku ev welat bi zagonê xwe mirovan ceza dike, divê li gorî zagonê xwe jî tev bigere. Ger ku em welatiyên vî welatî ne, divê mafê welatîbûnê jî bide. Ez niha bi dayik û bavê xwe re niqaş dikim. Dibêjim we ji min re pêşerojek ava nekir, niha bedelê wê didim. Ji bo sibê zarokên din vî bedelî nedin û vê gotinê ji min re nebêjin, divê ez hin tiştan bikim û bedel bidim.  Dewletê ji bo çalakiya me bişkîne her tişt kir. Ji bo ku çalakiyê bişkîne birayê Ocalan şand îmraliyê. Herî dawî parêzer şandin Îmraliyê. Bi vê yekê dixwaze çalakiya me bişkîne û tecrîdê berdewam bike. Armanca me mezin e. Dewlet ji bo vê meseleyê veşêre her tişt kir. Dozger şandin girtîgehe da ku em dest ji çalakiyê berdin. Lê me bi biryarî berdewam kir. Dewletê dît piştî ku em gavan pavşve navêjin neçar ma ku parêzer şandin Îmraliyê. Em bi biryarin ku heta bi temamî tecrîd ranebe em çalakiya xwe berdewam bikin. Bi salan e ji bo tecrîd rabe em rexnedayînê didin. Em ê wê tecrîdê rakin. Dibe ku ez nebînim ku tecrîd rabû û bigêjim şehadetê. Ez bi vê çalakiya xwe dizanim ku zarokên sibê ji bo tevcrîdê rakin neçar namînin ku têkevin grevê. Ger ku tenê carekê parêzer çûn û em dest ji grevê berdin wê tecrîd dîsa berdewam bike. Zarokên sibê we dîsa neçar bimînin ku têkevin grevê. Dewlet çiqas înkar bike jî îro dirokek tê nivîsîn. Em ji dayîna bedelan natirsin. Em sax jî bimînin, seqet jî bimînin û biçin şehadetê jî emê heta dawî bi Rêberê xwe re bin." 
 
 
Namîme, herî dawî anî ziman ku îro bi hezaran girtî bi armanca dewlet zagona xwe pêk bîne û tecrîd bi dawî bibe ketine grevê û wiha bi dawî kir: "Ji bo dewlet zagonên xwe binpê neke û pêk bîne îro bi hezaran girtî di grevê de ne. Îro dewletê carekê parêzer şand û dixwazin em dest ji grevê berdin. Bi vê yekê dixwaze me û malbata me bîne hemberî hev. Dixwaze alozî û nakokiyan zêde bike. Lê armanca me zelal e. Heta ku tecrîd bi temamî bi dawî bebe çalakiya me wê bidome.  Dibe ku her keliyê agahiya şehadetê ji girtîgehan bê. Îro dewlet destûr nade ku em cenazeyê zaroken xwe û hevalên xwe defin bikin. Dewlet cenazeyên me ji me didize û bi zorê defin dikin. Dewlet îro îslamê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Em di meha Remezanê de ne. Rojiyê digirin. Lê hevalên me îro 6 mehin birçî ne. Em ji bo îslama rast têdikoşin. Kesê ku Kuran-ı Kerim  têxe destê xwe û bi quranê propaganda bike wê çiqas bi îslamê re sadiq be. Di îslamê de zilm û înkar tune ye. Kuştina ciwanan tune. Veşartina bi zorê ya cenazeyan tune ye. Li gel vê yekê jî ji mere dibêje hûn ne misilman in. Lê ew baş dizanin îslama herî rast em dijîn û diparêzin. Ez misilman im. Ji 7 saliya xwe de nimêj dikim. Kuran-ı Kerim ji min re dibêje ji bo parastina mafê xwe têbikoşe. Lê em dizanin çi bibe bila bibe wê encam serkeftin be. Teqez wê serkeftin ya me be. Dibe ku dilop bi dilop em xwîn bidin. Lê dewlet wê gavan başve bavêje û tecrîd wê rabe." 
 
MA / Zuhal Atlan-Mehmet Şah Oruç 
 
 
 
 

Sernavên din

11/05/2019
14:00 Nûnerên gelan behsa mexdûriyeta nijadperestiyê kirin
13:57 Bahçelî: Bila Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike
13:51 Rojnameger Canan Çoşkun serbest berdan
13:04 Li Dusseldorfê ji 7 hezar kesan 7 hezar metre zincîra mirovan ava dikin
12:39 Kedkarên SES'ê ji bo keda xwe daketin kolanê
Polîsan mudaxale kir û gelek kedkar birîndar kirin
12:27 Polîs welatiyên dikevin Şaredariya Mêrdînê di kontrola nasnameyê re derbas dikin
12:17 Ji bo 15 rojan kolan û qad li çalakiyan hat qedexekirin
12:00 Ji ber şermezarkirina Komkujiya Roboskî hevserokê HDP’ê girtin
12:00 Qeyûmê Dêrikê 303 hezar TL daye rojnameya ‘sîxur’
11:34 Derhêner Demîrcî: Piştevanî jiyan bi xwe ye
11:19 Festîvala FîlmAmed bi eleqeyek baş dewam dike
10:59 'Ji bo me dayikan diyariya herî mezin jiyankirina zarokên me ne'
10:32 Hevjîna çalakger Sînmîş: Em ê piştgiriya xwe berdewam bikin
10:11 Çalakgera grevê: Wê encam serkeftin be
09:32 Berxwedana Leyla Guven di roja 185'emîn de dewam dike
09:21 Çalakgerê di grevê de Mahsûn Gunsek 30 rojin di hucreyê de ye
09:19 Serokê Giştî yê FIDH'ê Chrîstopoûlûs: Tirkiye bêdengiya YE'yê stendiye
09:19 HDP, dê li Amedê kongreyê li dar bixe
09:17 Qeyûm ji bo zewqa xwe 2 milyon TL xerc kiriye
09:10 Îhsan Bûlût ê di rojiya mirinê de: Heta tecrîd bi dawî bibe çalakiya me wê bidome
09:09 Parêzerê Karesata Somayê Kozagaçli: Ne îhmalkarî, kuştina bi qesdî heye
09:05 'Di meha Remezanê de 180 roj in di greva birçîbûnê de ne'
09:04 Du bira yên di grevê de: Teqez em ê bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2019'AN
08:57 Li Wanê ji bo çalakiya greva birçîbûnê rûniştin
10/05/2019
22:18 Çalakî li tevahiya Stenbolê berbelav dibin
22:08 Ji Qada Seyîd Riza bang kirin
19:39 Li Parka Kûgûlûyê ji bo grevên birçîbûnê çalakiyek li dar xistin
19:26 Li sînor du cenaze hatin dîtin
19:21 Çalakiya 'Deng bide jiyanê' didome
19:15 Mazbataya 4 endamên Meclîsa Şaredariya Dersimê û 2 keyayên gundan hat betalkirin
18:29 Kesên 'zincîra jiyanê' çêkirin hatin binçavkirin
17:01 Kontrola tenduristiya girtiyên li Ceyanê nayê kirin
16:10 Li Derya Spî keştî noqî avê bû: 70 penaber fetisîn
15:54 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê hat taloqkirin
15:46 Di bîranîna Tahir Elçî de erîşa polîsan a li dijî dayikan şermezar kirin
15:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:30 Malbatên li Gebzeyê carek din hatin astengkirin
14:59 Baroya Amedê banga xwedî derketina sûrên Amedê kir
14:38 Ji Baroya Enqerê pankart: Em tam jî li dijî bêhiqûqiyê ne
14:22 Dayik dîsa daketin kolanan û dîsa li ber xwe dan
14:07 Berdevkê HDP’ê: Tecrîd tenê ne pirsgirêka me û hikumetê ye
14:00 Polîsan li Bakirkoyê nûçegihanê me jî di nav de gelek kes binçav kirin
13:59 Di meha nîsanê de 20 akademîsyen mehkûm bûn û 6 rojnameger hatin girtin
13:48 TJA: Êrîşa li dijî dayikan sûcê mirovahiyê ye
13:34 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Êlihê avakirina xwe îlan kir
13:33 Ji ÎHD’ê û TÎHV’ê bang: Deng bidin jiyanê
13:05 Li Îdirê êrîş: eskerek mir û yek jî birîndar bû
12:45 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Qeymeqamiya Dêrikê navê Ugur Kaymaz red kir: Têkiliya nav bi 'terorê' re heye
10:54 Reberê PKK’ê Ocalan: Ne navbeykar muxatab im, kirdeya polîtîk im û li virim
10:50 Li girtîgehan koma duyemîn dest bi rojiya mirinê kir
09:36 2 zarokên malbata Bîlen ji bo veguhestina gurçikê li benda piştgiriyê ne
09:29 Mihrîcana Belgefîlm a FîlmAmed didome
09:09 Hîn jî Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ji bo bûyera îstismara cinsî bêdeng e
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Ev çalakî ji bo me cihê rûmetê ye
09:08 'Ji bo Santrala Akkûyûyê nimûneya zemîna etutî negirtine'
09:08 'Her sê proje jî ne yên qeyûm in'
09:07 Dayikên laçik spî: Heta zarokên me birçî bin çûyîna malê li me heram e
09:07 Erol Cengîz ê di rojiya mirinê de: Ji bo aştiyê bibin dengê me
09:07 Arslan: Bila tu kes bi aqilê kurdan nelîze
09:05 'Dema dayikan bi erdê re kaş bikin em ê çawa bi rihetî rakevin?'
09:05 ‘Em ê di Roja Dayikan de jî li qadan bin’
09:04 Dayika çalakger: Bi vê hevdîtina parêzeran pirsgirêk çareser nabe
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2019'AN
08:31 Berxwedana Guven di roja 184'an de dewam dike
Koma duyemîn a girtiyan dest bi rojiya mirinê kir
09/05/2019
23:18 Çalakiyên ji bo greva birçîbîbûnê berbelav dibin: Laçikên spî bi daran ve girêdan
23:10 Mamoste Ayşe hat berdan
20:44 Dayikên li Qada Esenyûrtê hatin cem hev: Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike
19:19 Li Girtîgeha Panosê vîtamînan nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
19:08 Nas: Divê CHP êdî gotina têkildarî kurdan biguherîne
16:52 Li Licê qeyûm tayînî şûna 10 keyayan kirin
16:41 Cerdevanê hevjîn û zarokê xwe kuşt hat girtin
16:39 Li gel astengiyan jî, çalakiya xwe domandin
16:24 Malbatên li Gebzeyê: Em ê dest ji çalakiya xwe bernedin
16:05 5 saet dîmenên komkujiya Pirsûsê di dosyeyê de tune ne
15:17 Dê maşîneya zirxî ya 5 milyon û nîv TL bikire!
15:13 Polîsan 2 zarokên ji bo ku îfade bidin bangî wan kirin, binçav kirin
15:08 Jinên ÎHD’yî: Spî jî ket lîsteya qedexeyan
14:53 Dayik li ber Girtîgeha Umraniyeyê ne: Em ê ji bo zarokên xwe li ber xwe bidin
14:46 Li Bakirkoyê, malbat û parêzer bi lêdanê binçav kirin
14:45 Li Dersimê pevçûn: 3 esker birîndar bûn
14:26 Danişîna doza ‘Çapemeniya KCK’ê hat dîtin: dozek nû li Genç vekirin
13:50 2 kes ji ber ‘zincîra mirovî’ hatin girtin
13:32 HDP’ê jinên di meha nîsanê de hatin kuştin ji Wezîr Selçûk pirsî
13:12 Polîs li ber deriyê Şaredariya Qoserê danîn
13:11 Taşdemîr: Deriyê Îmraliyê dema vedibe hêvî bilind dibe
13:10 Endamên ESP ên piştgirî dan grevên birçîbûnê hatin binçavkirin
12:48 Komîteya Amadekar a Mihrîcana FilmAmed: Sinema jî di bin tecrîdê de ye
12:33 Li ber Girtîgeha Şirnexê daxuyanî: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:47 Konferansa ‘Li Tirkiyeyê nijatperestî: Yên dijîn vedibêjin’
11:40 Aborinas Sonmez: Ev bendav wê hilweşe
11:22 Ceylan: Betalkirina Stenbolê berdewama darbeya li hemberî HDP’ê ye
11:10 Tuzun: Heta tecrîd bidome çalakiya me jî wê bidome
11:04 Li Mexmûrê koma 49'emîn grev dewr girt
10:34 Laçikên spî bi daran ve kirin
10:33 ‘Îradeya gel li Stenbolê cuda û li Kurdistanê cuda nabe’
10:30 Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê meşiyan
10:02 Polîsan 4 kesên di greva birçîbûnê de ne binçav kir
09:41 Welatiyên gundê wan tê valakirin: Etî Bakir terorê pêk tîne