Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîgehan: Girtî li ber mirinê ne!

  • rojane
  • 09:15 16 Nîsan 2019
  • |
img

MÊRSÎN – Berdevkê Komîsyona şopandina Girtîgehan Parêzer Selçuk Bînîcî, diyar kir ku li girtîgehan çalakgerên greva birçîbûnê li ber mirinê ne û got: "Divê îktîdar, muxalefeta sereke û partiyên siyasî hemû daxwazên girtiyan û di Qanûna Înfazê de nexşerêyeke ku Ocalan jî dihebîne esas bigirin." 

 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 160'î de ye. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî ji 16'ê Kanûna 2018'an ve didome. 
 
Yek ji girtîgeha ku çalakiya greva birçîbûnê lê didome jî Girtîgeha Kampusî ya Tarsûsê ye. Li girtîgeha T1, T2, T3 û girtîgeha jina ya Tarsûsê 113 girtî di greva birçîbûnê de ne. 
 
Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Parêzer Selçuk  Bînîcî, rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de nirxand. 
 
‘DAXWAZA SEREKE BIDAWÎBÛNA TECRÎDA LI SER OCALAN E' 
 
Bînîcî, diyar kir ku li Girtîgeha Kampusê ya Tarsûsê koma ewil ku ji 23 kesan pêk tê ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye û piştî greva dest pê kiriye ew ji nêz ve dişopînin. 
 
Bînîcî, diyar kir ku ji roja ku grev dest pê kiriye ew bang dikin lê belê ji ber hilbijartinê bangawaziya wan pir nehatiye bihîstin. Bîlîvî, bal kişand ser daxwazên girtiyan û got: "Daxwaza sereke ya girtiyan, bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e." 
 
Bînîcî, destnîşan kir ku ev daxwaz daxwazeke qanûnî ye û got: "Girtî xwedî vîneke qewî ne. Dibêjin 'bila pêvajoya çareseriyê dest pê bike û êdî mirin çênebin, ji bo vê em amade ne xwe fida bikin.'" 
 
‘LI BER MIRINÊ NE' 
 
Bînîcî, diyar kir ku îktîdara siyasî û muxalefeta sereke xwe li bêdengiyê danîne û niha li girtîgehan girtî li ber mirinê ne. Bîlîcî got: "Li Tarsûsê çalakiya girtiyan 90 roj derbas kir. Tenduristiya girtiyan nebaş e. Heta niha girtî di navbera 11-20 kîloyan de zihîf bûne. Rewşa hinan jê pir xirab e ku nikarin biçin cihê hevdîtinê jî. Nexasim jî rewşa girtiyên ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ne pir xirab e. Hin girtî êdî nikarin bi tena serê xwe avê jî vexwin. Hin jê ji ber nikarin daqurtînin êdî nikarin hebên vîtamînê jî bixwin. Nexasim jî rewşa sûat Okûr û Zînnet Saglam pir xirab e. Ev jî nîşan dide ku di rojên pêş de dibe girtî qeyrana dil derbas bikin." 
 
‘PÊDIVÎ BI NEXŞERÊYEKÊ HEYE' 
 
Parêzer Bînîcî, diyar kir ku ji ber bêdengiya raya giştî hindik maye girtî jiyana xwe ji dest bidin û got: "Berî mirin rû bide divê îktîdar, muxalefeta sereke û partiyên siyasî hemû daxwazên girtiyan û di Qanûna Înfazê de nexşerêyeke ku Ocalan jî dihebîne esas bigirin. Bi rastî asta niha asteke pir krîtîk e." 
 
Navê girtiyên li girtîgeha T1, T2, T3 û girtîgeha jina ya Tarsûsê di greva birçîbûnê de ev in: 
 
* Girtîgeha T1: 
 
5'ê Çileyê: Halef Yigit, Deniz ÖOzdemir, Erdal Emeç, Fesih Tekin, M. Fatih Bingul, Serhat Yildirim, Murat Karaaslan. 
 
15'ê Sibatê: Bişar Bilen. 
 
25'ê Çileyê: İhsan Taşdelen, Erkan Taşkan, Veysi Denizhan. 
 
1'ê Adarê: Turgay Yural, Davut Esen, Ümit Tamur, Nasrettin Zirek, Hakan Yıldırım, Abdullah Kaya, M. Emin Turan, Vedat Bilen, Şervan Sertkaya, Gazi Muratoğlu, Muhammet Akyüz, M. Siraç Aslan, Eyüp Ulusal, Baran Atay, M. Zahit Şahin, Hasan Yıldız, Ekrem Baydoğan, Ekrem Alaca, Sezer Özkan, Alican Eren, Doğan Sarı, Fethullah Hazar, Umran Aykut, Rıdvan Ulaş, Cihat Kızıltaş, Serdar Arslan, Kenan Şipal, Turan Ola, Ferhat Çalkın, Şahin Çağlar, Mehmet Abay, Mehmet Aslanhan, Nusret Kaya, Osman Sığınç, Ali Tanrıkulu, Gökhan Akyürek, Temer Yeşilbaş, Aydın Genç, Arif Şahin, Necat Öztekin, Savaş Deli, Müslüm Kaya, Mahmut Yalçın, Ferhat Kaya, Murat Bilen, Adnan Çoban, Serhat Borak, Nurullah Sertkaya, Bahattin Çelebi, Abdullah Arslan, Mehmet Kandemir, Serdar Arslan, Mehmet Sabri Karataş, Süleyman Cemil Kil Xelo, Selahattin Dilek, Eyüp Çelik, Vedat Bektaş, Sipan Sömer, İdris Değirmenci, Gökhan Çetin, Selahattin Ortaç û Mihemed İbrahim.
 
* Girtîgeha T2:
 
5'ê Çileyê: Mervan Sungur, Hayrullah Turan, Çetin Ulu, Cevzet Derse. 
 
1'ê Adarê: Remzi Akyürek, Abdulhalim Özdemir, Agit Muratoğlu, Agit Tekin, Hadi Elçiçek, Cemal Kaplan, Ramazan Sever, Mübarek Aksu, Cumali Güngör, Cem Ekinci, Ferhat Eren, Vedat Çelikli, Hüseyin Naz, Reşit Alo, İbrahim Kaplan, Taner Sala, İmam Gümüş, Cihan Erkul û Müslüm İlbey. 
 
* Girtîgeha T3:
 
5'ê Çileyê: Suat Okur, Abdulselam Zeren. 
 
1'ê Adarê: Serhat Erden, Velat Açar, Resul Elçi, Ercan Taşkesen, Ahmetcan Bahadır, Ahmet Nas, Seyithan Karahan, Ali Özdemir, Mahmut Kaygan, Rıdvan Kaya, Mazlum Turhan, Emrah Kaplan, İsmail Kılıç, Vedat Çiçekçi, Mehmet Zeki Bayar, Serhat Oral. 
 
* Girtîgeha Jina: 
 
5'ê Çileyê: Hatice Kaymak, Dilan Yıldırım, Menal Temel, Nurşen Tekin. 
 
15'ê Çileyê: Dilbirin Turgut, Leyla Teymur.1 Mart tarihinde de, Elif Kardağı, Elif Akçaren, Fatma Berfe, Fatma Ödemiş, Tuğba Sert, Berivan Sert, Şilan Fidan, Leyla Nergiz, Zelal Kara, Evindar Aydın, Ziynet Sağlam û Sozdar Oral. 
 
MA / Ergin Çaglar
 

Sernavên din

17/04/2019
09:31 Zextan li girtiyên di greva birçîbûnê de ne dikin
09:15 Gunana: Ji xeynî serketinê tu rê tune ye
09:14 Rewşa girtiyê her du destên wî tune ne û di grevê de ye xirab dibe
09:14 Êdî aştiyê xêz dike
09:13 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de: Li wir ew çi qas birçî be, ez jî li vira ew qas birçîme
09:13 Bijîşk Gul: Divê em ji bo jiyaneke bêtecrîd tev bigerin
09:12 Wexta gulik û kerengan dest pê kir
09:10 Kamaç: Bila hikûmet li gor hiqûqa hundurîn û peymanên navnetewî tev bigere
09:10 Prof. Dr. Ûzgel: Polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê Rojhilata Navîn de rûxiya
09:09 ‘Bedel çi dibe bila bibe, em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
09:08 Hejmara 3'yan a Derwazeyê derket
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2019'AN
16/04/2019
19:40 Gelê Qamişlo li dijî tecrîdkirina Ocalan meşiyan
18:27 HDK: Li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar şert e
17:27 Mizrakli odeyên şatafatî yên qeyûm Atîlla teşhîr kir
17:12 Leyla Guven ziyaret kirin
16:37 Tekane şahidê kuştina Hantaş: Bêyî îkaz bikin gule berdan
16:33 Rewşenbiran Înîsiyatîfa Pan-Amerîka ya ji bo azadiya Ocalan ava kir
15:52 Îfadeyên polîsên Hantaş kuştin derketin holê
15:30 Polîsan mudaxileyî çalakiya li ber Girtîgeha Gebze kirin: 20 binçav kirin
15:11 Malbatên di çalakiya nobetê de: Fikarên me hene
14:44 Hiqûqnasan ji bo greva birçîbûnê daxuyanî dan: Divê teqez çareserî bê dîtin
13:53 Parêzerê ku bavê wî bi KHK'ê hatiye dûrxistin întîhar kir
13:50 Di yekemîn civîna meclîsa Tûşba de bertek li dijî Akman ê AKP’î hebû’
13:25 Qeyûmê Mêrdînê, piştî hilbijartinê îhaleya 13 milyon tl da şîrketa paravan
13:04 Dozger ji Rojnameger Evren 20 sal ceza xwest
12:59 ‘Berxwedanek dîrokî heye, bêdeng nemînin’
12:49 Dadgehê doza 6 rojnamegeran a Redhackê taloq kir
12:29 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya doza Serêkaniyê erê kir
12:29 Parêzerên Ocalan cara 807’an serlêdan kirin
12:24 Ji bo hevdîtina parêzer a bi Ocalan re biryara mînak: 14 şûnde wê karibe muvekîlê bibîne
11:07 'Êdî bes e, vê zilmê rawestînin’
10:48 Walîtiya Amedê duh bi 'bombeya zindî' îro bi 'diz' sucdar kir
10:47 Dozger ji bo Hasan Cemal ceza xwest
10:20 Xwarinek biharê rêvazan li ser dezgehan cihê xwe girt
09:52 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê mazbata xwe girtin
09:47 Kamyon li keriyê pez qelibî
09:41 Rewşa nivîskar Çinar ê di greva birçîbûnê de ye nebaş dibe
09:22 Jin û ciwan ji bo Leyla Guven meşiyan
09:21 Çalakiya Leyla Guven di roja 160'emîn de ye
09:15 Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîgehan: Girtî li ber mirinê ne!
09:14 Dayika ku kurê wê 103 roj in di greva birçîbûnê de ye: Bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin
09:12 Du bira tevî pismamê xwe li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
09:11 Dayika ku 103 roj in kurê wê di greva birçîbûnê de: Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe
09:10 Îrmez: Em ê xwe bi xwerexnekirinê û rêveberiyên hîn xurtir tev bigerin
09:09 'Em ji bo siberojên azad û birûmet têdikoşin'
09:08 Bijîşkên li girtîgehê bi helwesteke polîtîk nêzî çalakgeran dibin
09:07 ‘Wexta em gepek nan dixwin jî hêstir ji çavên me dibarin'
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2019'AN
15/04/2019
16:39 Malbatên li Gebze di nobedê de: Ji bo ku darbest dernekevin em li vir in
16:27 ‘Berî mirin pêk werin, em banga hestiyariyê dikin’
16:25 Hevşaredarên HDP'î mazbatayên xwe wergirtin
16:09 Leyla Xalîd wekîlên di greva birçîbûnê de jî ziyaret kirin
15:53 Malbatên girtiyan ji Wezareta Dadê re name şandin
15:48 Hêjmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratik derket
15:36 Leyla Guven zendik û desmalek diyarî Leyla Xalid kir
15:30 10 meh ceza li Rojnameger Oner birîn
15:22 Kesekê li Qada Kizilay xwest xwe bişewitîne
15:06 HDP : Polîsan ciwanê sîxûrtî qebûl nekir li ber çavan qetil kir
14:53 Leyla Xalid: Dengê Leyla Guven ê ji bo azadiyê derdixe bibîhîzin
14:50 Di cînayeta Hantaş de polîsek hat girtin
14:04 Welatiyê extiyar li nava kolanê hat gulebarankirin
13:13 Leyla, Leyla ziyaret kir: Em ê bi te bêtir bi hêz bibin
12:46 Daxwaza êzidiyan: Divê DAIŞ’î di hizûra gel de bên darizandin
12:25 TUÎK: Di salekê de 1 milyon û 259 hezar kesên betal zêde bûn
12:03 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Figen Altındag mazbata xwe girtin
11:25 Seroka EUTCC'ê bang kir: Li dijî tecrîdê têkevin nava tevgerê
11:17 Unsal: Tecrîd li dijî hiquqê ye
11:00 Leyla Xalid Leyla Guven ziyaret kir
10:36 Bûldan: Di pêvajoya grevê de HDP û Kurd tenê man
09:16 Walîtiya Amedê ji bo Recep Hantaş daxuyanî da
09:01 Çalakiya Leyla Guven di roja 159'emîn de ye
09:01 Dayika girtî: Êdî sebra me nema
09:00 Danişîna rojnameger Evren sibê ye
09:00 Dayika 2 zarok û neviyekî wê di grevê de: Ka CPT ka DMME?
09:00 'Em ê dev ji çalakiya xwe bernedin'
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2019'AN
14/04/2019
21:52 Jin li dijî kuştina zarokan derketin kolanê
21:13 Zarokê di bîra avê werbû fetisî
21:09 Hevşaredarên Geverê mazbata xwe girtin
19:56 Li Wêranşarê avahiyek hilweşiya: Mexdûrê KHK'ê jiyanaxwe ji dest da
19:28 Leyla Xalîd wê Leya Guven ziyaret bike
16:33 Polîs: 'Recep, bi şaşîtî hatiye kuştin'
Birayê Hantaş: Gef li Recep xwaribûn
15:54 KHK'yî: Rezan a me ye
14:43 Bîlançoya lehiya li Îranê giran dibe
14:22 Aborîzan Mustafa Sonmez hat berdan
14:08 Koçyîgît: Divê em li kuçe û kolanan xwedî li daxwazên wan derkevin
14:08 Li Amedê polîsan ciwanek kuşt
13:05 Koma duyem çalakî dewr girt: Bila ji girtîgehan tabût dernekevin
11:30 KCD'ê Komkujiya Enfalê şermezar kir
09:18 Ji ber greva birçîbûnê der barê wekîla HDP'î Dag de fezleke hat amadekirin
09:18 Qeyûm wesayîta meqamê ya şaredariyê quliband ser navê xwe
09:17 Li Forûma Avê ya Mezopotamyayê texrîbatên Bendava Ilisûyê hatin nîqaşkirin
09:17 Bavê Uste yê di greva birçîbûnê de: Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe
09:17 Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê her kes bibe dengê jiyanê
09:16 Yolerî: Bila hikûmet hiqûqê bi awayekî wekhev pêk bîne
09:16 Du caran hat binçavkirin, hat girtin û niha jî çalakiya xwe li malê didomîne
09:16 Çalakiya Leyla Guven di roja 158'emîn de ye
09:02 Malbatên li pêş girtîgehê di Nobetê de: Roj ne roja rûniştinê ye
09:01 Huseyîn Cîg di 99'an de bedena xwe da ber agir niha jî daye pêş mirinê