Ozkan: Wê AKP'ê hîn bêtir bibe otorîter

  • rojane
  • 09:15 6 Nîsan 2019
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan Îslam Ozkan, diyar kir ku encamên hilbijartinê ji ber polîtîkayên çewisîner ên îktîdarê ne û got: "Di polîtîkaya AKP'ê ya der barê Sûriyeyê de û mijarên din de hin nîşane hene ku wê di ser bilêvkirineke otorîter û netewperest de xwe ji nû ve ava bike." 

Di hilbijartina 31'ê Adarê de gelek bajarên mezin ji dest AKP û hevkarê wê MHP'ê derketin. Li herêmê jî HDP'ê piraniya şaredarên qeyûm tayînî wan hatin kirin bi dest xist. 
 
‘HDP'Ê FERAXET KIR' 
 
Pisporê Rojhilata Navîn Rojnamevan Îslam Ozkan, destnîşan kir ku AKP'ê winda kiriye û di hilbijartinê de di warê matematîkî de MHP û CHP bi ser ketine. Ozkan, stratejiya HDP'ê jî nirxand û got: "Mirov dikare bêje ku HDP, aktorê nepen ê hilbijartinê bû. HDP, bi awayekî fermî û şiklî winda kir, ji dengên xwe ferxaet kir lê belê stratejiya wê bi ser ketiye. Her wiha derket holê ku stratejiya îktîdarê ku di ser meseleya bekayê re kir jî bi ser neket. Êdî gel baş dizanin, çi beka ye û çi ne beka ye." 
 
‘HILBIJÊRÊN MUHAFAZAKAR GUHÊ AKP'Ê KIŞANDIN' 
 
Ozkan, bilêv kir ku vê carê hilbijêr ne bi ruhekî fanatîkî, bi awayekî rasyonel tev geriyane û got: "Hilbijêran nîşan da ku ew çawa terka partiyên ku bi salan e dengê xwe didin wan dikin. Stratejiya HDP'ê li Stenbol, Enqere û bajarên din ên mezin bi kêr hat. Wisa difikirim kesên berê deng didan HDP'ê hinekî fikrên xwe guhertine. Yanî bi kurt û kurmancî ên guhê AKP'ê kişandin dîsa aktorên civakiyî yên oldar û muhalafazkar bûn. Her wiha divê mirov li sosyolojiya hilbijêran jî binere. Tifaqa Cumhûrê li bajarên mezin winda kir. Belkî em nikaribin behsa sosyolojiyeke westdar bikin, lê em karin îşaret bi hilbijêrên ku tiştên hêvî dikirin pêk nehatiye bikin. Sedemeke ku hilbijêrên bajariyî ji AKP'ê dûr ketin jî ev e. Her çend li bajarên mezin windakirina AKP'ê wekî xizmetê tê nîşandan jî, lê belê ev ji ber nelirêtî û bêwesfbûyînê ye. Her wiha betonarmeya her diçe zêde dibe û di bin navê xizmetê de bajarên ku veguherîne goristanên rezîdansî jî tê de. Yanî divê mirov bibêje hişmendiya civakiyî zêde bûye. Lê belê mirov nikare heman tiştî ji bo herêmên bejahiyş bêje." 
 
‘HDP, AKTOREKE WISA YE KU DIVÊ NEYÊ PIŞTGUHKIRIN' 
 
Ozkan, bi bîr xist ku HDp aktoreke wisa ye ku divê neyê piştguhkirin û got: "HDP, careke din nîşan da ku ne aktoreke ku bê piştguhkirin. HDP, bi stratejiya xwe li herêmên rojavay li hemberî AKP'ê careke din xeta Tirkiyebûnê ku Selahattîn Demîrtaş da destpêkirin nîşan da. Careke din pesend kir ku bi qasî bajarên kurdan, hebûna xwe li bajarên rojavayêw elat jî didomîne." 
 
‘FELAKETEKE MEZIN LI BENDA ÎSLAMPARÊZA YE' 
 
Ozkan, destnîşan kir ku wê ji niha û pê ve AKP'ê hîn bêtir têkeve rêgeha MHP'ê û got: "Di polîtîkaya AKP'ê ya der barê Sûriyeyê de û mijarên din de hin nîşane hene ku wê di ser bilêvkirineke otorîter û netewperest de xwe ji nû ve ava bike. Di pêvajoya bê de, dixwazim balê bikişînim ser berpêbûyîna ciwanan. Piraniya ciwanên ku cara ewil deng bi kar anîne, wisa xuya dike dane partiyên ji xeynî AKP û MHP'ê. Wê ev di salên pêş de bi awayekî cidî xwe nîşan bide. Ji ber AKP û oldaran olê nebaş temsîl kirin, wê di rojên pêş de alîgirên pêngavên sekuler û laîk zêdetir bibin. Lê eger îslamparêzî li ser esasên heqaniyet û edaletê tev bigere û çanda berxwedanê ya li hemberî zilmê ji teoriyê wêdetir bibe dibe ku şansekî wê hebe. Lê eger venegere hêla entelektuelî û temsîliyeta hêzdar a di demên dawî ya Osmaniyan de, felaketeke mezin li benda îslamparêzan e." 

Sernavên din

06/04/2019
09:16 Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
09:15 Ozkan: Wê AKP'ê hîn bêtir bibe otorîter
09:14 'Ji bo aramiyê bila tecrîd bi dawî bibe'
09:13 Girtiyê di grevê de: Di nav çar dîwaran de em bi israr strana 'bedewîbûnê' diqîrin
09:13 Sîpan Somerê di greva birçîbûn de: Bibin dengê me
09:11 Hevşaredarên Îdirê: Gel bi ser ketin
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2019'AN
05/04/2019
18:37 Hevşaredarên HDP'î yên Erxeniyê mazbataya xwe girtin
18:25 Ji ber bi KHK'ê hatiye îxrackirin mazbata nedan
18:20 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
18:14 Li Silopiyayê dayika Pakîze Nayir û Hevseroka HDP'î hatin binçavkirin
16:39 Hevşaredarên Hezexê şaredariyê dewr girtin
16:21 Li Erdîşê 3 kes hatin binçavkirin
16:15 Rojnameger Haydar Ergul hat berdan
15:53 ‘Sedema krîzên li Tirkiyeyê helwesta li hemberî pirsgirêka Kurde’
15:35 Dayikên Aştiyê: Bibin dengê girtîgehan
15:20 Bi bayê bezê hevşaredarên HDP’ê xistin ber lêpirsînê
15:05 Li Xarpêtê girtî Mahsun Pamay li dijî tecrîdê çalakî pêk anî
15:03 23 kesên li Rihayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:30 ‘Her roja diçe îradeya çalakgeran xurttir dibe’
14:26 Parlamentera HDP'ê Başaran xwest AKP li gorî peymana îmze kiriye tev biger
14:18 Ji bo grevên birçîbûnê dê li Stenbolê meş bê lidarxistin
14:13 Dosyeyên darizandina zarokên Doza Nisêbînê jî ji hev cihê kirin
14:02 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:42 Mor Çati: Ji 800 serlêdanan 682 tundî heye
13:37 Serlêdana AKP'ê ya ji bo Buyukçekmeceyê hat redkirin
13:26 Polisan Rojnameger Oktay Candemîr binçav kir
13:15 Li Hezroyê îtîraza AKP’ê hat qebûlkirin
12:54 Hêzên Îranê 4 mexdûrên lehiyê kuştin
12:48 Li Peyasê kesek hat binçavkirin
12:01 Girtiyên di greva birçîbûnê dene: Deng bidin meşa me ya azadiyê!
11:45 Ji bo 72 girtîgehan 72 daxwazname da meclîsê
11:44 Li Londrayê ‘Xelata Azadiya Îfadeyê’ dan rojnameger Dogan
11:35 Wekîla HDP’ê Coşkûn: Divê YSK hiqûqê bi cih bîne
11:18 Li Uskudarê di jimartina duyemîn de 875 dengê Îmamoglu zêde bû
11:15 Serokê YSK’ê Guven daxuyanî da
11:04 Şaredarê Dersimê Maçoglu mazbataya xwe wergirt
10:50 Hevşaredarê Bismilê: Nikarin talankirinê wekî molozan tune bikin
10:32 Li Tetwanê namzetên CHP’ê û SP’ê jî gotin ‘hilbijartina biqisûr’ pêk hatiye
10:31 Lêpirsîn derbarê girtiyên di greva birçîbûnê dene vekirin
10:17 Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo Rojhilatê Kurdistanê dest bi kampanyayê kirin
10:16 Ewil biryara neşopandinê da pişt re jî doz vekir
10:02 Endama rêveberiya TOHAV'ê Ergul: Divê CPT û NY'ê hêza rêveberiyê pêk bîne
09:51 Dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê dene: Bila êdî dilê dayîkan neşewite
09:43 Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 149'emîn de ye
09:42 Bav Abdurrahman Atabey: Kurê min ev 100 rojin birçiye
09:41 Malbata wekîlê HDP'ê Tayîp Temel: Bibin dengê çalakgeran
09:40 Koçyigit: Desteyên hilbijartinê di bin wesayeta siyasî ay AKP'ê de ne
09:40 Li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê 69 girtî di greva birçîbûnê de ne
09:39 Di hefteyekê de li xwediyê îmtiyazê yê Ozgur Gundemê 14 doz vekirin
09:36 Baroya Îzmîrê dosyeya tacizê amade dike
09:33 Dê û bavê parêzerê di greva birçîbûnê de: Em bi wan serbilind in
09:31 Li girtîgehê 5 bira di greva birçîbûnê de ne
09:28 Ji malbatekê 3 kes di greva birçîbûnê de ne: Bibin dengê çalakgeran me
09:26 Konûkçû: Xeyaletê 7'ê Hezîranê li ber Erdogan e
09:22 ‘HDP'ê bi stratejiya xwe di siyaseta Tirkiyeyê de rê li demokrasiyê vekir'
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2019'AN
08:28 Di Erdheja li Xarpêtê de li 3 gundan zerar pêk hat
04/04/2019
20:47 Li Xarpêtê erdheja 5.2 pêl pêk hat
17:05 Li Amedê pîrozbahiya hilbijartinê û 4’ê Nîsanê pêk hat
17:04 Li Îranê ji ber lehiya rabû 200 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:32 Li Êlihê destûra daxuyaniya ‘spasiya’ HDP’ê nehat dayîn
16:11 Hevşaredarên Sîlopî, şaredarî ji qeyûm girtin
15:39 Ji Swîsreyê hat Amedê lê hat girtin
15:34 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Dibe ku her kêlî mirin pêk bên
15:06 Li Kaniyahenê ku AKP’ê 19 deng girt îtîraza wê hat qebûlkirin
14:50 Li Bismilê ji bo keyatiyê pev ketin
14:44 Rojnameger Aydin Atay hat birîndarkirin û şelandin
14:38 Ji Îsvîçre bang kirin: Guh bidin grevên birçûbûnê!
14:31 Li 10 navçeyên Stenbolê jimartin qediya: Îmamoglu li pêş e
14:08 HDP ji bo Tetwanê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr da
13:58 Li Kerboranê ji bilî îtîraza AKP’ê îtîrazê partiyên din hat redkirin
13:50 DMME serlêdanên ji bo Cizîr, Silopiya û Sûrê red kir
13:34 Li navçeyên Şirnexê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
13:23 Danişîna Demîrtaş a li Mêrsînê hat taloqkirin
13:09 Maçoglu bi hêceta ‘ewlehiyê’ mazbataya xwe wernegirt
13:01 Doza Çaglar Demîrel hat taloqkirin
12:49 Hevşaredarên HDP’ê yên Sîlopî mezbatên xwe girtin
12:40 HDP’ê ji bo encama hilbijartina Wêranşarê îtîrazî Lîjneya Hilbijartina Bajêr kir
12:25 Walîtiyê Îdirê qedexeya 15 rojin îlan kir
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 804’an serlêdan kirin
12:11 Çîçek: Me li Stenbolê dawî li serweriya haramiyan anî
12:03 'Divê 4’ê Nîsanê bibe sedema şikandina tecrîdê’
11:50 Têketina Omer Ocalan a gundê lê ji dayik bûye qedexe kirin
11:33 Kurtejiyana hin çalakgerên greva birçîbûnê hat weşandin
11:23 Çalakliya Leyla Guven di roja 148'an deye
11:07 Midurê girtîgehê çalakgerên di greva birçîbûnê de tehdît kirin
10:55 Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmenê hat binçavkirin
10:49 Namzetên HDP’ê yên Şirnexê: Ligel hemû hîleyan jî em rexnedayîna xwe didin gel
09:26 Dayikên Aştiyê: Ji laçikên serê me tirsiyan
09:24 Li Êlihê 2 jin bûn keya
09:24 Li Edeneyê sîxurtî li ciwanên kurd tê ferzkirin
09:23 Girtiyê nexweş ku her du destên wî tune ne bi tena serê xwe dimîne
09:22 Rojnamevan Turfent ku 35 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em bi bedena xwe nûçeyan çêdikin
09:21 Karkerên dixwazin vegerin ser karê xwe 97 roj in li ber xwe didin
09:20 Cîgirê Hevserokatiya Giştî yê HDP'ê Bariş: Me hevkêşeya wan xirab kir
09:13 Hevşaredarên girtî: Bêdengiya Meclîsê ya ji bo grevên birçîbûnê nayê qebûlkirin
09:12 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Dengê xwe li dengê me zêde bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2019'AN
03/04/2019
17:36 Parazvana mafên mirovan Owen: Bêdengiya welatên rojava min diêşîne