Kakşar Oremar: Di 31'ê Adarê de bibin bersiva wesiyeta Qazî Mihemed

img

STENBOL – Di ser darvekirina Qazî Mihemed re 72 sal derbas bûn. Nivîskar Kakşar Oremar, diyar kir ku lê belê hîn jî wesiyeta Qazî Mihemed pêk nehatiye û bal kişand ser hilbijartina 31'ê Adarê û got: "Divê kurd di vê roja girîng de, doza Qazî û şehîdên azadiyê bînin bîra xwe." 

 
Di sala 1946'an de piştî Komara Mahabadê bi pêşengiya Qazî Mihemed hat avakirin, Îranê di 17'ê Kanûnê de dagir kir û komar rûxand. Piştî dagirkirinê Qazî Mihemed, Seroomar Hecî Baba Şêx û Wezîrê Parastinê Mihemed Huseyîn Seyfî Qazî hatin girtin û di 31'ê Adara 1947'an de hatin darvekirin. 
 
Nivîskar-lêkolîner Kakşar Oremar di salvegera 72'yan a darvekirina Qazî Mihemed de pirsên ajansa me MA bersivandin. 
 
*Wexta behsa navê Qazî Mihemed tê kirin pêşî çi tê bîra te? 
 
Wesiyet û daxwazên Qazî Mihemed tên bîra min. Pêşengekî bi serbilindî ber bi mirinê ve çû, evîneke nîvcomayî, xwestek û hestên wî tên bîra min. Wexta Qazî Mihemed komar îlan kir gotibû "Soz didim, di başî û nexweşiyê de jî ez ê li cem gelê xwe bim." Ev gotin tên bîra min. Wezîrê Parastinê General Mihemed Huseyîn Seyfî Qazî û Endamê Parlementoyê Ebdulhesen Sedirê Qazî, Serkomar Qazî Mihemed li ber dadgeha leşkerî ya Pehlewî serî netewandin. Dadger û peywirdarên dadgehê serê wan di ber wan de vegeriyan Tehranê, lê pêşengên kurdan bi serbilindî ber bi sêdarê ve çûn. Tenê daxwaza wan a ji kurdan, domandina rêça wan bû. Îxanet li hev nekirin. Bawerî bi doza dijminên xwe neanîn. 31'ê Adarê berxwedaneke nû tîne bîra min; Qazî Mihemed û şehîdên din ên komarê gelek serketin li dîroka azadiyê ya Kurdistanê zêde kirin. 
 
Ji bo kurdan wate û girîngiya Qazî Mihemed çî ye? 
 
Qazî Mihemed, ji bo kurdan xwedî dîtineke girîng û cuda ye. Dîtina wî ji bo roja îro jî têbor e. Ew wekî Mahatma Gandî pêşengek e. Bi kesayetiya xwe ya demokrat, mafên netewe û gelên bindest parastiye. Kesên tenê carekê jî Qazî dîtibin bi başî qala wî dikin. Komara Mahabadê bi devereke biçûk û li Îranê wekî navenda demokrasiyê dihat binavkirin. Loma dijminan jî rêz nîşanî Qazî Mihemed dida. Ji ber vê ên li Tehranê hezim nedikirin. Çimkî Îran felsefeya Qazî Mihemed wek felsefeyeke talûke didît. Niha jî ji ber vê tirsê nahêle xweşikî kes biçe ser gora Qazî Mihemed. 
 
Berî bê darvekirin wesiyetek wî ji bo yekîtiya netewî hebû. Wesiyeta wî ji bo niha jî têbor e...
 
Belê. Tenê ne ji bo niha, hezar sal jî der bas bibin wê têbor be. Divê ev yek pêk bê. Qazî Mihemed, di wesiyeta xwe de dibêje divê em kesî de ser xwe re nebînin û em xwe di ser kesî re nebînin. Eger pêşengên kurdan, partiyên siyasî, sazî û dezgehên kurdan felsefeya Qazî Mihemed fêm bikirana, belkî niha Kurdistaneke serbixwe hebûna. Em her sal Komara Mahabadê, Qazî Mihemed, General Mihemed Husênxanê Seyfê Qazî û şehîdên Mahabadê bi bîr tînin. Lê ji bo vê pratîkek me tune ye. Qazî, niha jî ji me re dibêje: "Ka yekîtiya netewî? Ka kongreya netewî? Çima hûn nabin yek? Armanca şerê we yê biratiyê çî ye?" Yanî heta kurd nebin yek wê nikaribin tiştekî jî bikin. 72 sal di ser re derbas bûne, lê hîn jî me wesiyeta Qazî bi cih neaniye. 
 
Di Komarê Mahabadê de, hevjîna Qazî Mîna Qazî bi awayekî aktîf cih digire. Hewldanên Qazî ên ji bo cihgirtina jinê ya di siyasetê de, tên çi wateyê? 
 
Belê, ji bo jin di siyasetê de cih bigirin Qazî Mihemed gavine hêja avêtin. Jixwe hêleke demokrat a Komara Mahabadê jî ev bû. Qazî pêşî ji malbata xwe dest pê kiriye. Hevjîna wî Mîna Qazî û keça wî ya mezin Îsmet, di nav xebatên siyasî de cih girtin. Lê civaka baviksalarî li dijî vê derketiye û ji Qazî re gotiye "Ma tu bûyî kafir? Ma jin dikarin di nav xebatên siyasî de cih bigirin? Tişta tu dikî li dijî Îslamiyetê ye?" Lê belê Qazî Mihemed li dijî vê ferasetê derketiye. 
 
Mîna Qazî jî xwe bi wî awayî daye qebûlkirin. Dayika Xanim heta dawiya emrê xwe jî dev ji welatparêziya xwe berneda. Ji bo vê gelek caran hatiye girtin. Hatiye îşkencekirin. Sûcê wê tenê; kurdbûn û welatparêziya wê bû. Mîna Qazî wexta der barê kurdan de diaxivî tim digot: "Der barê yekîtiya kurdan de soz bidin min ku ez jî mizgîniya dewleta Kurdistanê bidim we. Çimkî yekîtiya hêzên siyasî yên Kurdistanê dermaanê hemû derda ye. Eger gelê kurd bibe yek, avakirina dewleteke kurd hêsan e. Hêvîdar im di demeke kurd de gelê kurd di cîhanê de wekî gelekî yekbûyî bê naskirin. Xwesteka Qazî Mihemed jî ev bû." 
 
Wê di salvegera Qazî Mihemed de, li Tirkiyeyê hilbijartina herêmî pêk bê. Ji bo kurdan bangawaziyek te heye?
 
Tenê divê kurdên Bakur di vê roja girîng de, doza Qazî û şehîdên azadiyê bînin bîra xwe û bibin bersiva hest û xwesteka wan. 
 
MA / Sadiye Eser 
 
 
 

Sernavên din

01/04/2019
10:00 HDP li 8 Bajar û 46 navçeyan bi ser ket
09:34 Li Îdirê sindoq tev vebûn: HDP ji sedî 50 bi ser ket
09:21 Li Mûşê 2 hezar û 500 dengê HDP'ê betal kirin
09:04 'Bêyî windahiyên mezin bidin em li dora berxwedanê bibin xelek
09:04 Ji ciwanên HDP’î dixwazin bibin sîxur
09:03 Leyla Guven 145 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:00 ROJEVA 01'Ê NÎSANA 2019'AN
02:42 Îmamoglu: Me Stenbol qezenç kir ser xêrê be
02:10 HDP li dijî îtîfaqa AKP-MHP-Îyî Partiyê li Îdirê bi ser ket
01:24 HDP ê 3 jê bajarê mezin 7 bajar qezenç kir
01:11 Sakik: Serkeftin tune qexp heye
00:58 Gelê Colemêrgê ji Qeyûmê re got Na
00:28 Ji bo piştgiriya çalakgerên di greva birçîbunê de meşiyan
31/03/2019
23:56 Gel li Cizîr, Êlih, Nisêbin. Amed û Qoserê serkeftin pîroz kir
23:32 Bûldan: Kurd bi serketin
Bîlgen: Em serkeftinê diyarî Dayîka Berfo bikin
22:39 Li Dîlokê di şerê keyayan de 3 kes mirin û yek birîndar bû
21:29 YSK'ê dayîna agahiyan qut kir
20:38 Ji sindoqên zindana Amedê HDP derket
20:02 Parazvanê Wekilê AKP’ê bi keleşan êrîşî HDP'iyan kir
19:55 Li Amedê polîsan çuwalên dengan anîn edliyê
19:19 Qedexeya weşanê ya hilbijartinê rabû
19:15 Qedexe danin ser medya nêzî îktîdarê
18:44 Ji sindoqa Qeyûm HDP derket
17:00 Li tevahiya Tirkiye dengavêtin bi dawî bû
16:39 Wezareta Karên Hundir: Di şerê hilbijartinê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:02 Eskereki TSK'ê li Ezazê di êrîşa hawanê de jiyana xwe ji dest da
16:00 Li 32 bajaran dengavêtin bi dawî bû
15:24 Di hilbijartinê de şerê keyayan: Bi dehan kes birîndar bûn
14:50 Sînmîş ê di grevê de dengê xwe avêt sindoqê
14:37 Polîsan endamên heyeta Ewropa ku li Hênê hilbijartin dişopad binçav kirin
14:09 Gurbet Ektîren a 76 rojin di grevê de ye dengê xwe avêt sindoqê
14:00 Gundiyên ku AKP'ê xizmet nebir gundê wan neçûn ser sindoqan
13:43 Polis ji wekîlê HDP'ê re got: Tu wekîlê terorîstan e
13:11 Li Amedê 2 xizmên endamên keya şer kirin û birîndar bûn
13:06 Akin ê 84 rojin di greve de ye dengê xwe bikar anî
13:05 Li taxa qedexekirî ya Sûrê deng tên bikaranîn
12:21 Temellî dengê xwe bikar anî: Demokrasî bi ser dikeve
12:20 Namzetê HDP’ê yê Mêrdînê Turk: Ji rakirina Îpoteka li ser vîna gel re çend saet ma
12:14 Demîrtaş: Dengê xwe bikar bînin û em encaman bi kêf temaşe bikin
12:07 YSK’ê şev nîvê şevê biryar da ku cihê sindoqê biguherînin
11:55 Namzetên HDP’ê yên herema Serhedê dengên xwe bikar anîn
11:43 AKP'iyan li ser sindopê kur û bav kuşt
11:43 Namzet Zumrut û nûçegihana JinNewsê hatin derbkirin
11:34 Bi unîformayên xwe çûn ser sindoqan
11:20 Buldan: Li Amedê temaşekirina çûyîna qeyûman xweş e
11:05 Li Wanê dengdan didome: Namzetên Hevşaredariya Wanê dengên xwe dan
11:01 Li Êlihê gel diçe ser sindoqan
10:45 Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Amedê dengên xwe bikar anîn
10:23 Li Şirnex û Mêrdînê tevî şiliya zêde jî gel diherike ser sindoqan
10:04 Li Xelfetiyê polîsên ji derveyî bajêr anîn bêbelge deng bikar tînin
09:42 Qeyûm beriya biçe, Navenda Çandê ya Cegerxwîn talan kir
09:22 Parlamenter Dersim Dag a di greva birçîbûnê de ye deng bikar anî
09:11 Ayhan Bîlgen dengê xwe bikar anî: Werin em bi hev re bixebitin
08:33 Li Bismilê leşkeran xwest ji dêvla gundiyan deng bi kar bîne
08:32 Leyla Guven 144 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide
08:31 Gel li ser sindoqan e: Dengdayîn dest pê kir
08:30 Ji heman malbatê 3 kes li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
08:29 Endamê DÎK'ê: Tu wextî wek niha bêhurmetî li cenazeyan nehatiye kirin
08:28 ‘Dilê me şewitî bila êdî dilê dayikan neşewite'
08:27 Xebatkarên tenduristiyê: Berî bi derengî bikeve divê pêwendî bi girtiyan re bê danîn
08:26 Pêşangeha girtiyan 'Duvarlari Aşan Çîzerler'
08:26 ROJEVA 31'Ê ADARA 2019'AN
30/03/2019
18:04 Li Bismilê êrîşî goristanê kirin
16:37 'Rewşa Hasan Alkiş giran e divê bê berdan’
16:23 Li ser daxwaza HDP’ê wê 92 kesên Ewrûpî hilbijartinê bişopînin
16:16 Temellî: Ev deng wîcdanî ne, Mehmet Tunç, Dayika Taybet, Cizîr û Şirnex e
16:05 9 kes li Wêranşarê hatin berdan
16:03 Li Stenbolê li dijî binçavkirina bertek: Hîn zêdetir xwedî sindoqan derkevin
15:15 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:14 Qeyûmê Wanê 1 trilyon û 389 milyar TL li pey xwe hişt
14:53 Yuksekdag: Ji bo me jî herin ser sindoqan
14:52 ÎHD: Ev dosya delîla îlegalîzekirina siyaseta demokratîk e
14:35 Li Maltepeyê jinek hat kuştin
14:29 Dayikên Şemiyê li aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu pirsîn
14:24 ‘Bêhiqûqî, bi tecrîdê dewam dike’
14:16 HDP wê bi 120 hezar peywirdarî sindoqan biparêze
13:43 ‘Bêdengî mîna xencer li dilê me dikeve’
13:13 Enqerê bilêta qeyûman birî: Wezareta Karê Hûndir peyama xatir xwestinê weşand
13:12 HDP wê li Amedê bi 6 hezar erkdaran sindoqan biparêze
12:29 Li Rîze 78 girtî di grevê de ne
12:26 83 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
12:09 HDP li Çewlîgê ji hilbijartinê re amade ye
11:50 Welatiyan AKP'îyên li Milasê zexîre belav şermezar kirin
11:50 Namzetên Seravê: Em bi rêjeyek bilindttir dengan bigirin
11:49 Ji Baroya Îzmirê prz. Selanik: Nelirêtiyan ji mere ragihînin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa T a Manisa Vîtamîna B1 natin girtiyan
10:45 Komekê ji bo piştgirî dayîna greva birçîbûn çalakî lidar xistin
10:33 Girtiyên nexwestin biçin dadgehê hatin derpkirin
10:18 Hilbijêrên Amedê: Em Amedîne û ji bilî HDP’ê ji tu kesî re deng dernakeve
10:07 Gelê Dersîm: Em ê li dijî qeyûm dengê xwe bidin HDP'ê
09:43 Rojek berî hilbijartinê gelek kes hatin binçavkirin
09:43 Li Sûrê êrîşên bi teqemenî pêk hatin
09:42 Mizgîndarên biharê leglegên Bismilê îsal jî hatin
09:22 Alçîçek ê 95 roj in di greva birçîbûnê de: Ev çalakî şerê ji bo azadiyê ye
09:20 Kakşar Oremar: Di 31'ê Adarê de bibin bersiva wesiyeta Qazî Mihemed
09:19 HDP, li Rihayê ji bo hilbijartinê amade ye
09:18 'Biçin ser sindoqan û bersiva herî baş bidin'
09:17 Baroya Amedê ji bo ewlehiya hilbijartinê 'navenda krîzê' ava kir
09:16 Qeyûm, pêşî restore kir paşê biryara rûxandinê da
09:15 Kooperatîfa Ekîn Tuketîmê mexazeya xwe ewil vekir