Buldan: Wê encama hilbijartinê ji bo AKP’ê bibe hûsran

img

ÎDIR – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan da zanîn ku ew ê di hilbijartinê de zêdettirîn şaredariyan bi dest bixin û got: “Encamên hilbijartinê wê ji bo AKP’ê bibe husran. Ji ber vê yekê divê her kes biçe deng dayînê û xwedî li sindoqan derkeve.” 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di 1’ê Adarê de li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê dest bi geşta xwe ya hilbijartinê kir û îro dê bi mitînga fînalê ya Herêma Serhedê dawî li kampanya hilbijartinê bîne. Buldan û heyeta pê re her cihê ku çûnê di nava astengî û tedbîrên polîsan de mitîng û hevdîtinên xwe yên bi gel re li dar xistin. Buldan der barê vê pêvajo ango kampanya hilbijartinê ya li pey xwe dihêlin ji ajansa me re axivî. 
 
‘CIHEK EM NEÇÛNÊ ME BERNEDA’ 
 
Buldan da zanîn ku wan di kampanya xwe ya hilbijartinê cihek ku neçûbinê bernedan û got: “Em li her deverê çûn cem gel û me xebat birêve bir. Bi rastî jî gel eleqeyek mezin nîşan dide. Kêfxweşî û kelecanek hebû. Ev demek dirêj e însanên dernediketin kolanan, di mitîngan de derketin û hêrsa xwe anîn ziman. Bi taybetî li cihên ku qeyûm li şaredariyên me hatine tayînkirin, însan wek meseleya namûs û şerefe li hilbijartinê dinêhire. Însanan wiha ji me re digot ‘Çi dibe bila bibe em ê şaredariyên xwe ji qeyûman bistînin.’ Çimkî îradeya miletê hatiye desteserkirin.” 
 
‘WÊ FAŞÎZM TÊK BIÇE Û DEMOKRASIYA GEL BI SER BIKEVE’ 
 
Buldan anî ziman ku wan li bajarên rojavayê Tirkiyeyê taktîkek û stratejiyek bi bandor pêk anîne û got: “Me dikaribû li wan bajaran namzet bidin nîşandan. Lê me nexwest em bidin nîşandan. Me tiştek wisa xwest bikin ku ji bilî bidestxistina şaredariyên me qeyûm birêve dibin, li rojavayê Tirkiyeyê jî serkeftinê û destkeftiyan bi dest bixin. Armanca me ew e ku em rejîma AKP-MHP têk bibin, faşîzmê hilweşînin û namzetên hêza demokrasiyê bi ser bikevin. Em ê şaredariyên xwe zêdetir bikin û destkeftiyên xwe berfirehtir bikin. Wê 31’ê Adarê bibe roja têkçûyîna AKP’ê.” 
 
‘EM DI 31’Ê ADARÊ DE BERSIVA TECRÎDÊ BIDIN’ 
 
Buldan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê û got: “Tenê ne birêz Ocalan tê tecrîdkirin, pê re 3 girtiyên din jî tên tecrîdkirin. Ev însan jî nikarin bi malbat û parêzerên xe re hevdîtin bikin. Ji bo şikandina tecrîdê divê her kes mil bide milê HDP’ê. Ji bo vê yekê bersiva herî bi bandor û baş ku em bidin bidin îktîdarê wê di sindoqên 31’ê Adarê derkeve holê. Divê di şexsê Leyla Guven de hemû çalakgerên greva birçîbûnê bên jiyîn.” 
 
‘GEFÊN WAN NÎŞANEYA TÊKÇÛYÎNA WAN E’ 
 
Buldan destnîşan kir ku ji daxuyaniyên Erdogan û rayedarên AKP-MHP’ê jî tê fêmkirin ku winda kirine û got: “Hêrs, derew, heqaret û îftirayên wan ku ewqas bilind bûn di esasê xwe de nîşaneya windakirina wan e. Em ji daxuyanî yanî ji deve Erdogan fêm dikin ku ketine tengasiyê. Çawa dest bi xebata xwe ya hilbijartinê kirin ji zimanê Erdogan ê hişk her tişt xwe da nîşandan.” 
 
‘MEDYA FERMANÊ JI ERDOGAN DIGIRE’ 
 
Buldan bal kişand ser sansûra medyaya tirk ku hema bêje cih nedan xebatên HDP’ê û got: “Li Tirkiyeyê medya bi temamî ketiye bin kontrola îktîdarê û bi fermana Erdogan dixebitin. Talîmat adne wan û gotine ‘Divê hûn cih nedin tu xebatên HDP’ê û mitîngên wan.’ Bi deve îktîdarê ambargo danîne ser me. Lê êdî em vê yekê ji însanan dibîhîzin. Dibêjin ‘Dema Erdogan di televizyonan de derdikeve, em televîzyonên xwe digirin.’ Însan êdî nxwazin dengê wî bibîhîzin.” 
 
BULDAN BANG LI BÊBIRYARAN KIR 
 
Buldan bang li hilbijêrên hêj biryara xwe nedane jî kir û got: “Girseya bêbiryar belkî jî herî zêde ew bandorê li ser hilbijartinê bikin û encama hilbijartinê biguherînin. Divê hilbijêrên bêbiryar îktîdara 17 salan a AKP’ê baş analîz bikin û lê binêhirin ka Tirkiyeyê anîne çi halî. Bila ji bo ronîbûna siberoja Tirkiyeyê biçin dengê xwe bikar bînin. Pêdivî bi dengên wan heye. Em bi bawerin wê hilbijêrên bêbiryar teqez biçin deng dayînê. Pêdivî bi vê heye. Bila tu kes nebêje ‘bi dengek min tiştek naguhere’ û wisa nefikirin. Divê hûn dizanibin ku dengek we çiqas bi qîmet e. Divê li ser vê qîmetê tevger bikin.” 
 
‘ROJA GUHERTINÊ YE’ 
 
Buldan bal kişand ser piştî hilbijartinê û got: “Wê serê sibeha 1’ê Nîsanê bibe Tirkiyeyek baş. Em bi dil û can ji vê yekê bawerin. Em di 1’ê Nîsanê de bi Tirkiyeyek xweşik şiyar bibin. Wê 31’ê Adarê bibe roja guhertin û veguherînê.” 
 
BANGA DENDAYÎNÊ Û PARASTINÊ 
 
Buldan banga çûyîna deng dayînê li gel kir û got: “Divê roja 31’ê Adarê her kes biçe deng dayînê û xwedî li sindoqên xwe derkeve. Dibe ku leyîstik pêk werin. Divê qet musadeyî vê yekê neyê kirin. Lazim e sindoq bên parastin. Divê herî zêde jin û ciwan sindoqan biparêz in.” 
 
MA / Zuhal Atlan
 

Sernavên din

30/03/2019
09:42 Mizgîndarên biharê leglegên Bismilê îsal jî hatin
09:22 Alçîçek ê 95 roj in di greva birçîbûnê de: Ev çalakî şerê ji bo azadiyê ye
09:20 Kakşar Oremar: Di 31'ê Adarê de bibin bersiva wesiyeta Qazî Mihemed
09:19 HDP, li Rihayê ji bo hilbijartinê amade ye
09:18 'Biçin ser sindoqan û bersiva herî baş bidin'
09:17 Baroya Amedê ji bo ewlehiya hilbijartinê 'navenda krîzê' ava kir
09:16 Qeyûm, pêşî restore kir paşê biryara rûxandinê da
09:15 Kooperatîfa Ekîn Tuketîmê mexazeya xwe ewil vekir
09:14 Mehmet Umîtê 19 salî yê di grevê de: Dê bi çalakiyên ên li derve daxwaz bê qebûlkirin
09:13 Dayika ku 2 zarokên wê di greva birçîbûnê de: Wê bi saya têkoşîna wan aştî bê
09:12 'Hikûmet dixwaze zarokên me di girtîgehan de bimirin'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2019'AN
08:38 Leyla Guven 143 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
29/03/2019
16:55 HDP'ê li Amedê hûnera xwe nîşan da
16:42 Ji Buldan banga dawî: Em di 31’ê Adarê de dersek mezin bidin desthilatdariyê
15:40 Baroya Amedê: Gotinên hilbijartinê rewşê ber bi talûkeyê ve dibe
15:21 Li Meletiyê serdanên dawî: Bi dengekê her tişt diguhere
15:19 Parazvanên mafan bertek nîşanî astenkirina definkirina cenazeyan dan
14:58 Araziyê çandiniyê dibin avê de man
14:27 Polîsan Akgul ê di cenazeyê Medya Çinar de hatibû derpkirin, binçav kirin
14:19 Avahiya ku 5 penaber têde şewitîn dopo û stargeh derket
14:18 Polîsan nepoxên ‘Leyla Guven’ qedexe kir
14:03 Qeyûm zagon binpê kir û bi SMS'ê deng xwest
13:29 Endamên Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê xistin ber lêpirsînê
13:23 Mitîngên HDP’ê yên Amed û Mêrdînê hatin betalkirin
12:30 Biryara girtinê ji bo Ferhat Tûnç hat dayîn
12:20 Serdozger bi lez daxwaza malbatan red kir
12:14 Li Wêranşarê binçavkirin, li Edeneyê îfade dayîn û li Şaxê girtin
12:04 Salhan ê 81 rojin digreva birçîbûnê de: Emê paşve gav ne avêjin
11:46 Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu kazaya trafîkê kir
11:40 Hevserokê DBP'ê Arslan: AKP nikare çareser bike tecrîdê giran dike
11:37 Xelfetiyan dest bi amadekariyên 4’ê Nîsanê kirin
11:33 Demîrtaş bang kir: Li her derê em hêza xwe bidin nîşandan
11:10 Buldan: Wê encama hilbijartinê ji bo AKP’ê bibe hûsran
11:01 Xizmên girtiyên Wezareta Dadê hevdîtinê bi wan re nake: Emê dîsan werin
10:25 Temellî: Hilbijêrên me li Amedê jî û li Stenbolê jî wê bi heman hestî biçin dengdayînê
10:15 Bîlîcî: Berpirsiyarê grevê CHP ye
10:01 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Me bi awayekê manewî tecrîd şikandiye
10:00 Dayika Sêvê Demîr Guven ziyaret kir: Em ji mirinê têr bûn, bila edalet were
09:28 Leyla Guven 142 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:28 Girtiyê 104 rojin di grevê deye: Ne ji bo me, ji bo xwe li ber xwe bidin
09:27 Namzetên HDP'ê yên Sêrtê: Ji bo pêşeroja xwe em biçin ser sindoqan
09:27 HDP, hewl dide li Artûklûyê bi ferqeke mezin bi ser bikeve
09:26 Ji ber 'Sirûda Îstiklalê' nexwend hat derbkirin
09:26 Ji ber krîza aborî karê rûxandinê yên li Heskîfê hat rawestandin!
09:25 'Kovar û rojnameyan nadin girtiyan'
09:24 Malbatên girtiyan bang kirin: Dengê xwe bilind bikin, bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
09:24 Endama DÎK'ê Hatîce Kavran: Li gor îslamê revandina cenazeyan zilm e
09:23 MalbataYildirim a 80 roj in di grevê de ye: Daxwaza çalakgeran qebûl bikin
09:21 Çewligî: Em guherînê dixwazin
09:20 Ay ê AKP'î: Wê stratejiya krîmînalîzekirina muxalifan bi ser nekeve
09:19 Namzetên HDP'ê yên Kanîreşê: Em ê bi hev re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2019'AN
28/03/2019
17:05 ‘Avahiya edaletê heye lê wezîrê wê nîne’
16:40 Li Pirxûsê banga xwedî derketina dengan hat kirin
16:33 Li Xerpêtê jinek rojnameger mirî hat dîtin
16:33 Hevserokê SES’ê: Ji bo mirin pêk neyên gav biavêjin
16:17 Temellî li Sûrê bi gel re hatin gelhev: Emê kavil dewr bigirin
16:03 Buldan: Nexweşxane heye lê bijîşk tune
15:47 MHP’iyan êrîşê wesayîta anonsê ya HDP’ê kir
15:30 'Heta edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyeyê jî’
15:22 Hevberdevka HDK’ê Kiliç: Ji bo ku hûn zilmê li me bikin me deriyên Milazgirê venekirine
15:21 'Em ê li cem siyaseta azadiyê diparêze cih bigirin’
14:46 Dadgehê xwest wekîla berê Leyla Bîrlîk bê îadekirin
14:41 ÎHD'ê beriya hilbijartinê rapora îhlalan aşkere kir
14:41 Hilbijêrên bitevger ketin rê: Em diçin qeyûman bişînin qesrê
14:35 ‘Biryara dadgehê ya ji bo Guven hewldana cînayetê ye’
14:12 KESK’ê binçavkirin û girtin şermezar kirin
13:42 Namzetan banga beşdariya mitînga fînalê ya Amedê kirin
13:36 Pekoz: Werin em bi dengên xwe bi Tifaqa Komarê bidin winda kirin
13:17 Daxwaza malbatan a bi Wezareta Dadê re dîsa hat redkirin
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat dîtin
12:51 Dersim ji 31’ê Adarê re amade ye
12:31 Parêzerên Ocalan cara 802'an serledana hevdîtinê kirin
12:21 'Em dibin banê HDP’ê de kom bibin û xwedî Hewag derkevin’
12:19 HDP: Li 14 bajaran sindoqên 96 hezar hilbijêran guhestin
11:39 15 kesên ji ber hilgirtina ala KJA hatin darizandin beraet kirin
11:32 Ji bo doza Hamzaoglu biryara bêrayedariyê hat dayîn
11:14 Namzetên HDP’ê yên Amedê protokola zelaliyê îmze kirin
11:09 HDP’ê bang Îdiriyan kir: Dengek jî pir girînge
11:09 'Wê hilbijartin bibe dengê grevên birçîbûnê'
11:03 Şaredariya Wanê mesrefên mitînga Erdogan da
10:42 Bulbul: Em ê bi eşqa Xizir li Dersimê bi ser bikevin
10:27 Li 4 navçeyan operasyona leşkerî: Bi ser malan de girtin, şikeftên dîrokî rûxandin
10:26 Komîsyona Hilbijêrên Livdar bang li hilbijêrên Şirnexê kir
10:25 SAMER: Kurd dikarin li Enqere, Stenbol û Mêrsînê encamê biguherin
10:07 Kerestecioglu: 31'ê Adarê dikare deriyê demokrasiyê veke
09:56 Qeymeqamê Elkê welatî tehdît kirin û ji AKP’ê re deng xwestin
09:45 Muteahîdên Mêrdînê, li CÎMER'ê giliyê rêveberiya qeyûm kirin
09:42 Erkiliç ku çalakiya xwe li malê didomîne: Ez ê heta dawiyê bidomînim
09:41 Namzetên HDP'ê yên Manîsayê ji bo sindoqan bang kirin: Wê her deng rê li ber me bixe
09:39 Hevberdevka DÎK'ê Kaya: Wê mirovahî bi şermê vê îktîdarê bi bîr bîne
09:26 Dadgeha Îstinafê doza Mizrak û Ata xera kir
09:25 Yek ji şaredarên ewil ên siyaseta kurd Ercan: HDP, heqîqet e
09:25 Cezayê dîsîplînê li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:24 Li Cirnê Reş, qeyûm hewl dide roja hilbijartinê hîlekariyê bike!
09:23 ‘Em bang hemû kesan dikin, bêdeng nemînin’
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2019'AN
08:45 Leyla Guven li dijî tecrîdê 141 rojin têdikoşe
27/03/2019
18:24 Pinar Aydinlar hat berdan