Nasir Yagiz 120 rojin li ber xwe dide

img

HEWLER - Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roja 120'an de ye. 

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 120’ande dewam dike. Yagiz, anî ziman ku her diçe pirsgirêkên tenduristiyê giran dibe, bi taybet pirsgirêka bêxewiyê pir lê zêde bûye, nikare raze.
 
Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê di roja 120’an de ye. Çalakiya hemwext a bêdawî û bidorveger jî bi koma 60’an dewam dike. Nasir Yagiz li ser rewşa xwe agahî da ANF’ê. Yagiz bal kişand ser rewşa xwe ya tenduristiyê û got: “Her diçe pirsgirêkên tenduristiyê li min hê girantir dibe. Pirsgirêkên mîna xewê, serêşî, mîde, êşa zik, dîsa ta û pirsgirêkên çav pir zorê li min dike.” Yagiz bibîr xist ku her diçe ev pirsgirêkên li jor anî ziman li wî giran dibin. Yagiz bal kişad ku herî zêde bêxewî û bêtaqetî zorê li wî dike û got: “Nava 24 saetan de tenê dikarim bi qasî 2-3 saetan dikarim rakevim.”
 
‘BERXWEDAN ÊŞÊ JI BÎR DIKE'
 
Yagiz anî ziman tevî vê giraniya tenduristiyê jî moral û coşa wî kêm nabe û wiha axivî: “Pêvajoya em têre derbas dibin û berxwedana îro tê kirin, wate, armanca çalakiyê tê bîra me û em sekna gel dibînin hê zêdetir moralê min xurt dike, hemû êşên wî ji bîr dibe.” Yagiz 26'ê Sibatê di roja 98'an de ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn Nexweşxaneya Par, piştî kontrolên doktoran Yagiz tedawî red kiribû û berxwedana xwe dewam kiribû.
Berê jî 1'ê Çileya 2019'an de jî Yagiz di roja 73'an de rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.
 
SERDAN DIDOMIN
 
Li gel serdanên welatiyên bakur û Başûrê Kurdistanê hunermendê Kurd Diyar Dersim jî serdana Nasir Yagiz kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk li ser Kurdan polîtîkaya tunekirinê dide meşandin û got: “Dewleta Tirk bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dixwaze koledariyê li ser tevahiya gelê Kurd ferz bike. Bakurê Kurdistanê veguherandiye zindanekê. Wê li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê çalakiya gireva birçîbûnê biser bikeve û faşîzm têk biçe.”
Heyetek ji Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Surîyê bi armanca piştgirîdayîna çalakgerên greva birçîbûnê û Nasir Yagiz bikin, li Hewlêrê serdana Nûnertiya HDP’ê kirin.
 
MEXMÛR
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an de li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 94’an de didome. Çalakî hemwext a bêdawî û dorveger jî ji aliyê koma 32'yemîn ve hate dewir girtin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok jî di roja 59’an de bi biryardarî dewam dike. Di merasîmê de çalakger Bapîr Yildiz axivî. Yildiz cejna Newrozê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven, Nasir Yagiz, Fedîle Tok û li hemû berxwedêrên zindan û gelê Kurd pîroz kir.Yildiz got: “Heta çalakiya me negihe serkeftinê, wê berxwedana me û gelê me bidome.”
 
SILÊMANÎ
 
Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê bi heman armancê di roja 97'an de ji aliyê koma 49'emîn ve hate dewrgirtin. Endama Meclîsa Herêma Germiyanê ya Tevgera Azadî Gulebax Celal dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kir. Greva Celal di roja 3’an de ye. Fatma Ehmed a ji gundê Tatan a navçeya Pênciwên ku nêzî hefteyekê dest bi çalakiyê kiriye, ligel jinên ciwan çalakiya xwe berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Herêm Mehmud di roja 26’an de dewam dike. Çalakiya Şeyma Ednan a ji bo mehekê dest bi grevê kiribû jî di roja 18’an de ye. Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Ronak Mecîd jî ji bo piştevaniya bi grevan re di 14’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya hefeteyekê kiribû. Çalakiya Ronak Mecîd di roja 7’an de ye. Ciwanê bi navê Teha Caf di 16’ê Adarê de li navçeya Derbendîxan a ser bi Silêmaniyê, dest bi greva birçîbûnê ya hefteyekê kiribû. Greva Caf di roja xwe ya 5’an de ye.

Sernavên din

21/03/2019
10:49 Bi deh hezaran kes diherikin Newroza Amedê
10:44 HDP: Bila 21'ê Adarê bibe betlana Cejna Newrozê
10:21 Ji QSD’ê mizgîniya Newrozê: Serdestiya DAÎŞ’ê ya li ser axê bi dawî bû
10:02 Ji 14 berxwedêrên Strasbourgê banga Newrozê
09:56 Rojnameger Semra Turan wê li midûriyeta polîsan îfade bide
09:31 KCD'ê Newroza gelan pîroz kir
08:48 Arslanê di greva birçîbûnê de: Gelê Newrozê ji bo azadiya xwe li ber xwe dide
08:47 Namzetên HDP'ê yên Çewligê: Wê li navenda karê me ne rant, gel hebe
08:47 Turkdogan: Wezareta Dadê serlêdana me red kir
08:46 Girtiyên zêdetirî 20 sal in girtîne: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike
08:46 Teknîkerê biçûk ê otobêsa hilbijartinê
08:46 Namzetê CHP'ê yê Toroslarê: Li cem min cihêkarî tune ye
08:45 Ji bo HDP'ê stranek çêkirin
08:44 Kotan a ji ber ducanî bû ji kar hat avêtin, doz qezenç kir
08:44 ROJEVA 21'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Leyla Guven 134 rojin li ber xwe dide
20/03/2019
19:35 Parlamenterên HDP’ê yên di grevê de Leyla Guven ziyaret kir
19:13 Li pêş Girtîgeha Tarsusê çalakî: Em ê tecrîdê bişkînin
19:05 Gelê Mêrdîn Agirê Newrozê geş kir
18:56 Li Rihayê 13 kes hatin girtin
18:55 Qurnefil danîn ser gora Zulkuf Gezen
18:18 Li Denîzliyê bi hezaran Newrozê pîroz kir
18:06 Dal a bi îdîaya 'Li dijî dewletê rojnamegeriyê dike' dihat sucdarkirin beraet kir
17:32 Rojnamegerên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan
17:20 Girtiyên li Girtîgeha Maltepe: Divê civak bêdeng menîne
17:19 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Edeneyê de girt
16:57 HDP’iyan kargeha malbata Şenyaşar ziyaret kir: Wê biryara Pirsûsê heman biryar be
16:23 Polîsan mudaxeleyî ‘Çalakiya rawestandinê’ kir: 14 jin binçav kirin
15:58 Temellî: Em ê bi ruhê Newrozê bigîhîjin serkeftinê
15:55 4 girtiyên jin sîrgûn kirin
15:40 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Mirinan rawestînin û deng bidin jiyanê
15:28 Gelê Minbicê agirê Newrozê geş kir
15:22 Hemû ferdên malbatê binçav kirin
15:18 Rojnamegerên jin ên Rojava: Nûjiyan bû zimanê heqîqetê
15:18 Li Geverê 4 kes hatin binçavkirin
15:00 Polisan heyeta Norveç a sersaxiya malbata Zulkuf ziyaret kir, binçav kir
14:53 Malbata Zulkuf Gezen bang kir: Divê gelê Kurd beşdarî Newrozê bibe
14:51 Ji Leyla Guven peyama Newrozê: Navê Newroza îsal Zulkuf Gezen e
14:43 Dadgehê ceza li hiqûqnasan birî
14:29 Şahîdên doza rojnameger Canozer: Dibin îşkencê de me îfade îmze kirin
13:54 Doza rojnameger Taşkin: Îxbar jî û maîl jî ji polîsan e
13:48 'Emê paşde gav ne avêjin’
13:43 Li Îzmîrê banga beşdariya Newrozê hat kirin
13:36 Gora Rojnameger Volkan Bora rûxandin
13:28 Amed ji Newrozê re amade ye
13:12 Ji TJA peyama Newrozê: Em bibin lehî û biherikin qadan
12:15 2 rojnameger binçavkirin
12:02 Salek û 8 meh ceza li parlamenter Surucu hat birîn
11:46 Serlêdana parêzerên Ocalan a 799’emîn jî hat redkirin
11:41 31 herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
11:40 Gelê Wanê dê bibin lehî û biherin Newrozê
11:32 Li Cûdî leşkerek mir
11:25 Newroza Amedê ji hezaran gihîşt milyonan
11:24 'Ji mirinên rû bidin dewletên Ewropa jî berpirsiyarin’
11:13 Nasir Yagiz 120 rojin li ber xwe dide
10:49 Xwişka Mazlum Dogan: Leyla jî wekî Mazlûm bedena xwe danî holê
10:48 Dayika Alici yê di greva birçîbûnê dene: Demildest tecrîdê rakin
10:14 Ciwana ji bo Gezen li ser dîwaran nivîs nivîsandin
09:53 Namzetên ‘Bajarê Zeytûnê’: Emê di 1’ê Nîsanê de bi rojek nû şiyar bin
09:28 'Bereket Ana'ya Zeytînkoyê, niha jî hewl dide bibe keyaya gund
09:27 Mexdûrên Komkujiya Dîlokê: Hîn jî em nizanin xwekuj kî ye, kî palnsaziya vê bûyerê kiriye
09:26 'Li Serêkaniyê coşa 7'ê Hezîranê heye'
09:25 Şahidên rojiya mirinê ya 96'an: Em bibin dengê Leylayê
09:25 ‘Wê Newroza Stenbolê veguhere xwepêşandaneke bihişmet'
09:24 Girtiyan nameyek ji Leyla Guven re şand: Tu yê sergovenda me bî
09:24 Ridvan Kiliçê di greva birçîbûnê de: Armanca me şikandina tecrîdkirina Ocalan e
09:23 Rojnamevan Mehmet Guleş jî dest bi greva birçîbûnê kir
09:22 Namzetên HDP'ê: Wê Westan ji AKP'ê re bêje 'êdî bes e'
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2019'AN
08:50 Li Edene û Îzmîrê operasyon: 22 kes hatin binçavkirin
08:00 Leyla Guven 133 rojin li ber xwe dide
19/03/2019
20:08 Ji bo li Rojnameger Kanbal ji xala 301'an dozê veke destûr xwest
19:49 Guven ji Akin ê 72 rojin di grevê de ye çîçek şand
19:43 Malbata Zulkuf Gezen serdana Leyla Guven kir
Guven: Hevrê Zulkuf, Mazlûm Doganê vê serdemê ye
19:37 Temellî: Yên beriya hilbijartinê dibêjin birayê min ê kurd, piştrî hilbijartinê nîşana kur bilind dikin
19:07 Rojnameger û malbatan, rojnameger Volkan Eryîgît û Hasan Îşler bibîr anîn
18:21 Hêzên QSD'ê ketin kampên DAÎŞ'ê
18:09 Gelê Mexmûrê Newroz bi coşek mezin pîroz kir
17:11 Bîrdal: Ji bo grevên birçîbûnê em muxatabê hevdîtinê nabînin
17:05 Malbatên girtiyan: Em dixwazin daxwazên zarokên me bên qebûlkirin
16:46 Dadger li hevserokên HDP û DBP'ê yên Cizîrê derketina dervê welat qedexe kir
15:46 Polîsan gaza îsotê berdan rûyê parlementeran
15:42 Temellî: Tecrîdê rakin
15:18 Banga ‘gavê bavêjin’ kirin
15:01 Eleqeyek mezin ji bo taziya Gezen heye
14:45 Endamê Meclîsa DBP’ê Aydin hat binçavkirin
14:45 Gelê Hesekê bi coşek mezin Newroz pîroz kir
14:40 Li Riha, Dîlok û Edene coşa Newrozê
14:39 RAJIN'ê Rojnameger Nûjiyan Erhan bi bîr anî
14:19 Beştaş: Êrîşkarê avahiya HDP’ê beyî îfade bide hat berdan
14:02 Ji Jinên Sosyalîst bang: Li dijî tecrîdê biherikin qada Newrozê
14:01 Li Cizîrê ji bo Guven û Gezen li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin
13:19 Olûç: Çalakiya grevên birçîbûnê hemû qonaxên krîtîk debas kirin
12:59 Şandeya Fransiz a ji bo Newrozê hat Tirkiyeyê hat binçavkirin
11:58 Operasyona leşkerî li Çiyayê Cûdî dest pê kir
11:49 Hêzên QSD’ê ketin kozika dawî ya DAIŞ’ê
11:39 Rojnameger Tûran a çû emniyetê kameraya xwe bistîne hat binçavkirin
11:35 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
11:17 Parêzerên Ocalan cara 799’emîn serî li dozgeriyê da
11:13 Bavê ku 5 rojan ket greva birçîbûnê: Em xwedî zarokên xwe derkevin