MÊRDÎN - Bi armanca piştgirî dayîna girtiyên di greva birçîbûnê de, li ber Girtîgeha Mêrdînê daxuyanî hat dayîn. Parlementera HDP’ê Ebrû Gunay, di çalakiyê de axivî û xwest gav bên avêtin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mêrdînê, bi armanca piştgirî dayîna grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê.
Polîsan destûr nedan li ber girtîgehê daxuyanî bê dayîn. Piştî nîqaşa hat kirin, daxuyanî li qada otoparkê hat dayîn. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, li vê derê axivî û wiha got: “Destûr nedan em li ber girtîgehê daxuyaniya xwe bidin. Ev ne hiqûqiye. Ev nêzîkatiyek keyfiye.”
‘BERÎ KU DERENG BIKEVE’
Gunay, destnîşan kir ku ewê daxwazên kesên di grevên birçîbûnê de tim bînin ser ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li rayedaran dikin. Hûn berpirsê mafê jiyanê yê hemû mirovên ketine çalakiyê dene. Berî ku dereng bikeve û zirar bigihêje tayê porê hevalekê me divê gav bên avêtin. Divê demildest qedexeya hevdîtinê ya li Girava Îmralî bê rakirin, parêzer û malbata Ocalan bi Ocalan re hevdîtinê bikin.”