SILÊMANÎ Asayîşa Silêmaniyê navenda Tevgera Azadî û Rêkxirawî Jinanî Azadî Kurdistan (RJAK) girt û mohr kir.
Yekîneyên Asayîşa Silêmaniyê serê sibê bi ser navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û navenda RJAK’ê de girtin. Hêzên Asayîşê bi hinceta ku ji wan re ferman hatiye hemû kesên li herdu navendan derxistin û deriyên wan mohr kirin. Derbarê sedema girtina herdu navendan de agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin. Asayîşa Parêzgeha Silêmaniyê di meha Mijdarê ya sala 2018’an de jî, navendên Tevgera Azadî yên Kelar, Kifrî, Koyê û Ranya girtibûn. Asayîşê tabelaya navenda Tevgera Azadî ya Silêmaniyê jî daxistibû.