Îtifaqên Kurd deklerasyona Newrozê aşkere kirin

img

AMED - Îtifaqên partiyen Kurd bi civîna çapemeniyê deklerasyona Newroza 2019'an aşkere kir. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, deklerasyon aşkere kir û got: "Em ê Newroza 21’ê Adara 2019’an bi bi dirûşma Em ê teqez bi ser bikevin, tecridê bişkînin pîroz bikin. Newroz li dijî faşîzmê bihara gelan e, îsal jî li welatê me û li Rojhilata Navîn, di nav şert û mercên dîrokî de dê bi wê dirûşmê bê pîrozkirin. 

Îtifaqen partiyen Kurd bi civîna çapemeniyê deklerasyona Newroza 21'ê Adara 2019'an bi raya giştî re parve kir. Civîn li otelek Sûrê ya Amedê hat lidarxist. Di civîna aşkerekirina deklerasyona Newrozê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Parlamentera HDP'ê Bero dundar, nûner û hevserokên partiyên kurd Partiya Kominîst a Kurdistan, Hareketa Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD), TJA, Partiya Însan û Asadî, Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiye (PDK-T) û gelek nûneren din amade bûn. 
Di civînê de Hevserokê KCD'ê Bertan Ozturk, deklerasyona Newrozê xwend. 
 
Deklerasyona Newrozê wiha ye: 
 
"EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN, TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN
 
Bi hatina biharê re, tenê zor û zehmetiya zivistanê naqede. Bi hatina biharê re tengahî û astengiyên civakî jî hêdî hêdî ji holê radibin. Bihar, coş û ahenga vejînê ya xweza û mirovan e. Xwezayê, karakterê xwe yê vejînê daye civak û mirovan. Loma bi hezaran sal e, hatina biharê bi coşeke mezin ji aliyê gelan ve hatiye pîrozkirin. Ew qaşilê ku civak fetisandine, bi hatina biharê re hêdî hêdî radibe. Ev têkiliya xweza û civakê, bi hezaran sal e wekî normeke xwezaya şaristaniyê xwe dubare kiriye û heta îro jî hatiye. Bi hatina biharê re dilopên vejînê di ser civakan de dibarin. Ew dilopa vejînê ya biharê, Newroz e. Newroz; ew roja nû ye ku avêtina wê qaşilê li ser civakan ferz dike. Wateya Newrozê ji bo xwezaya civaka me, azadî ye. Avêtina wê qaşilê ye. 
 
Bihar Newrozê, Newroz berxwedanê, berxwedan jî azadiyê tîne. Çawa ku em dizanin piştî zivistanê bihar tê, em dizanin ku piştî tengahiyê jî firehî tê. Ev têkilî, rastiya xwe ji xwezayê digire. Newroz ji destpêka şaristaniyê heta niha, li dijî zilmê berxwedan û serfiraziyê tîne bîra mirov û civakan. Li aliyekî zilm û zordarî, li aliyê din berxwedan û serfirazî. Li aliyekî Dehaqê zalim, li aliyê din Kawayê Hesinkar (Kewayê Asinger) ê berxwedêr. Newroz, li dijî zilma Dehaq, mizgîniya serkeftina Kawayê Hesinkar dide. Daxwaza azadiyê ya Kawayê Hesinkar, bi salan e hêviya civakan geş kiriye û îro jî wê hêviyê geş dike. Îro li Rojhilata Navîn, agirê Newrozê di dilê gelê kurd de pêketiye û hêviya azadiyê geş kiriye. 
 
Newroz bi hezaran sal e, hem ji aliyê gelê kurd ve hem jî aliyê gelên bindest ve wekî sembola berxwedanê tê pîrozkirin. Di serî de gelê kurd û gelên bindest yên li Rojhilata Navîn, bi hezaran sal e, Newrozê wekî sembola serkeftina berxwedanê pîroz dikin. Em ê jî wek partî, Newroza 21’ê Adara 2019’an bi wê armancê, bi wê daxwaza berxwedanê û bi dirûşma “EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN, TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN” pîroz bikin. Newroz li dijî faşîzmê bihara gelan e, îsal jî li welatê me û li Rojhilata Navîn, di nav şert û mercên dîrokî de dê bi wê dirûşmê bê pîrozkirin. 
 
Newroz li gorî taybetmendiya wê ya dîrokî û girîngiya wê, ji bo gelê kurd berdewamkirina mîrasa wê berxwedanê ye. Ew berxwedan îro ji bo gelê kurd wek meseleyeke man û nemanê ye. Ew berxwedan li dijî zilmê wek berxwedana mazlûman di hişûbîrê civakan de bi cih girtiye. Ev roj roja vejînê ye, roja hişmendiya hebûnê ye. Newroz îro jî ji bo hebûnê, berxwedanê tîne bîra me û vê rastiyê nîşanî me dide. Îro jî karakterê esas ê Newrozê berxwedan û azadî ye. Loma jî ji Dehaqan heta îro, zalim û zordar tim ji vê berxwedan û azadiyê ditirsin. Newroza sembola vejîna heqîqeta gelan e. 
 
Ruhê Newrozê yê azadîxwaz û berxwedêr, agirê Newrozê yê guherîn û veguherînê, tenê di dilê gelê kurd de geş nabe. Piştî berxwedana bêhempa ya 40 salên dawî, ew agirê Newrozê yê ku pêketiye, îro di dilê gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê de jî hêviya azadiyê gur û geş dike. Newroz îro bûye hêviya rizgariya hemû gelên bindest. Gelên bindest îro ji wî ruhê berxwedêr, ji wî karakterê rizgarker ê û ji wê mîrasa berxwedanê ya Newrozê hêz digirin û li dijî zalim û zordaran têkoşîna man û nemanê didin. Newroz îro çavkaniya têkoşîna gelan e. Loma ew berxwedana dîrokî îro jî bûye xewnekabûsa Dehaq û desthilatdarên xwînmij yên roja me. Bi kurtasî Newroz ala azadiyê û cejna serkeftinê ya gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên bindest e. 
 
Bloka AKP-MHP’ê bi polîtîkayên nijadperest û înkarê, şerê heyî kûr dike û li dijî gelê kurd, hestên nijadperest yên civaka Tirkiyeyê bi kar tîne. AKP-MHP, dixwaze gelan bîne pêşberî hevdu û hebûna xwe li ser vê çerxa nijadperest ava dike. Ev blok hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo kûrkirina şer, ji bo domandina înkarê bi kar tîne. Lê pergala faşîzma AKP-MHP’ê ya şer, pevçûn û talanê êdî nêzikî rojên xwe yên dawî bûye. Loma jî her ku diçe zêdetir êrîş dike, zilm û zora xwe tîne asteke hovane. Em baş dizanin xezeba wan ji tirsa nava wan tê. 
 
Tifaqa AKP-MHP’ê tifaqeke yekparêz e, dixwaze ku baxçeyê rengîn ê gelan bifetisîne, hemû dewlemendiyên me tune bike, hemû cudahiyên me ji holê rake. Ji bo vê jî hemû çavkaniyên aborî, hemû hêza leşkerî, hemû derfetên civakî, çepemenî û burokratîk seferber kirine. Lê çiqas hêza wan hebe jî, heta niha hêza gel têk nebirine, baweriya gel neşikandine. Bi Taybetî ew berxwedana ku bi pêşengiya Hevseroka KDC’ê û parlementera me ya Colemergê Leyla Guven dest pê kiriye û ji aliyê hezaran girtiyên azadiyê û aktîvîstan ve tê domandin, li dijî faşîzmê nîşana berxwedaneke topyekûn e. Berxwedana greva birçîbûnê, li her qadê, li her derî, rûyê reş ê faşîzmê eşkere û îfşa kiriye. Ev berxwedan her roj bi dilsozî û bawerî mezin dibe. Daxwaza hemû berxwedêran yek e: ew jî şikandina tecrîdê ye. Divê dewlet guh bide vê daxwazê, yasayên xwe binpê neke û bi cih bîne.  
 
Ruhê 8’ê Adarê dê 21’ê Adarê, roja Newrozê û qadên Newrozê jî germ bike. Bi milyonan kes, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan ku ji Nîsana 2015’an vir ve bi awayekî derhiqûqî tê meşandin, dê daxwaza azadiyê biqîrin. Dewlet jî baş dizane, şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan, têkçûna faşîzmê, serkeftina demokrasî azadiyê ye. Loma vê tecrîdê didomînin.   
 
Divê neye jibîrkirin, tecrîd îro li ser tevahiya civakê hatiye belavkirin. Hemû civak di bin tecrîdê de hatiye fetisandin. Tecrîd, qeyrana aborî ye, kûrbûna şer e, têkçûna cotkariyê, talana xwezayê ye. Tecrîd, bêkarî, xizanî ye. Dixwazin ku vê qeyranê, bi êrîşkirina gelê kurd, bi belavkirina tecrîdê veşêrin. Çimkî li dijî zilma wan agirê berxwedanê yê Newrozê belavî her derê bûye. Ji Baxoza Dêrazorê heta Kobanê û Cizîr û Stenbolê, zilm têk diçe, berxwedan bi ser dikeve.  
Tifaqa AKP-MHP’ê, tecrîd li ser tevahiya civaka Tirkiyeyê belav kiriye, lê ew bi xwe jî ji derve, ji aliyê hêzên cîhanî ve tên tecrîdkirin. Ev bloka faşîst, hem li dijî çanda kurdan, hem li dijî zimanê kurdî hem jî li dijî hebûna kurdan e. Êrîşî nûnerên kurd dike, bi destê qeyiman êrîşî îradeya kurdan dike şaredariyan desteser dike. Êrîşî saziyên jinan û destkeftiyan jinan dike. Sazî, enstîtu, rojname, kovar, dibisitan û pêşdibistanê kurdî digire, navên şexsiyetên navdar ji kolan û park û tabeleyan dadixîne. Em ê bi ruhê berxwedêr ê Newrozê, 31’ê Adarê şaredariyan xwe rizgar bikin û bersiva xwe bi wî awayî bidin bloka AKP-MHP’ê. 
 
Di rêya azadiyê de em bi agirê Newrozê ronî dibin. Azadî bûye nasnameya me û em bi vê hişmendiyê li benda hilbijartina 31’ê Adarê ne. Newroza 2019’an dê heta 31’ê Adarê dê berdewam bike. Em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax, gund bi gund, bajar bi bajar bigerin, bixebitin û xebatên xwe yên hilbijartinê bi ruhê Newrozê bidomînin. Em ê li xwe, li îradeya xwe, li bajarên xwe xwedî derkevin. 
 
21’ê Adarê, li dehan bajaran, li sedan navçeyan, û bi hezaran gundan, em ê Newrozê bi hev re pîroz bikin. Em ê Newrozê bikin roja biryardarî, bawerî û dilsoziyê û silavekê bidin biharê.  
Em bi dil û bi biryar in. Ev jiyan dê bi têkbirina faşîzmê watedar bibe. Bi vê hişmendiyê, bi ruhê vejînê, em hemû dilxwazên azadiyê, hemû gelên bindest, dawetî cejna Newrozê dikin. Werin em bi hev re silavekê bidin biharê û tîrêjên azadiyê. Werin di rêya aştî û azadiyê de, em bi agirê Newrozê ronî û germ bibin. Ji niha ve Newroz Pîroz Be…" 

Sernavên din

14/03/2019
17:15 HDP’ê bi sê zaravayên kurdî strana hilbijartinê amade kir
17:00 HDP'ê ji bo komkirina afîşên 'Li Dijî Şer Aştî' îtîraz kir
16:59 Seroka ESP’ê Oltu: Daxwaza Guven daxwaza me ye
16:35 Li Wanê bi sedan kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:17 Cara duyemîn bi ser mala HDP’iyê dibin çavan de girtin
15:57 Gelê Cihanbeylî bi coşek mezin Temelî peşwazî kirin
15:56 Rewşa girtî giran bû û nikare nefesê bistîne
15:32 Namzetên HDP'ê di qezenckirina şaredariyan de bi israrin
15:15 Xizmên girtiyan ên Dersîmê: Divê her kes bibin dengê girtiyên di grevê de
15:00 Şik ê HDP’î: Qeyûm dê pêşberî darazê hesap bidin
14:36 Di doza Şahîn Oner de daxwaza ‘şert û mercên hewayê’
14:23 Polîsan 114 rojin avahiya HDP'a Amedê dorpêç kirine
Bi sedan polîsan 5 caran bi ser avahiyê de girtin û 81 kes binçav kirin
14:10 Cejna Tibê: Bi berxwedanê têkbirina tarîtiyê mimkin e
13:52 HDP’ê li Qersê projeyên xwe vegotin: Emê bi gel re Qersê veguherînin
13:36 2 bersûcên din jî yên cînayeta Dînk hatin berdan
13:28 Qeyûm beriya hilbijartinê zexîre belav dike
13:27 Zuleyha Gulum: Em dikarin li Kocaelî jiyanek hevpar ava bikin
13:23 Omer Ocalan ji Wezareta Dadê xwest hemû qedexeyên li ser Ocalan rakin
13:14 Li Edenê HDP'î bi çapemeniyê re civiyan
12:40 ‘Meletî dê serê sibeha 1’ê Nîsanê bi feraseta rêveberiyek nû şiyar bibe’
12:40 Bi pirtûka ‘Çîroka Şoreşek Winda’ birayê xwe yê winda vegot
12:19 Birayê namzetê AKP-MHP'ê Takva Şemsettin Takva: Em bi HDP'ê re ne
12:01 Rûken a polîsan li Sîlopî bi maşîna zirxî birîndar kir şandin malê
11:57 Parêzerê Ekrem: Bi vê zagona ewlehiyê polîs dikuje û daraz çav lê digire
11:56 ‘Biryara girtina çalakgerên greva birçîbûnê tenê ne aîdî dozger û dadgeran e’
11:20 Dadgehê bi biryara Skandal afîşa HDP'ê kom kir
11:16 Namzetên Elkê: Dengên di axûran de nikarin îradeya gel diyar bikin
11:04 Polîsan cara 3'emîn bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de gir: 3 kes binçav kirin
10:35 Gelê Elihê li benda roja hesab pirsînê ye
09:57 Raperîna dayikek girtî: Tiştekî ku hûnê winda bikin çi maye?
09:56 Bavê leşker Safter Taş ku DAIŞ'ê ew şewitand: Ji br têkçûyîn û qedandina DAIŞ'ê em kêfxweş in
09:55 Namzetên HDP'ê yên Panosê: Em ê reqorê bişikînin
09:54 ‘Ji destê kê çi tê divê bike, hevhemêzkirin pir nêzîk e'
09:54 Jinan bersiva Erdogan da: Em zêde dibin û tên
09:53 ‘Ma wexta zarok birçî be, dayik dikare tiştekî bixwe?'
09:52 'Wê Artemêtan bibe navenda spor û turîzmê'
09:52 Girtiyê 31 roj in di greva birçîbûnê de: Aştî û demokrasî tê tecrîdkirin
09:51 Her du birayên mala wan hat rûxandin niha di greva birçîbûnê de ne: Bibin dengê me
09:50 Namzetên HDP'ê yên Mûşê: Em ê bajêr veguherînin qada jiyanê
09:50 ‘Bila kes meraq neke serketin a me ye’
09:50 Tenê ji bo blokên betonî yên li dora şaredariyê milyon û 640 hezar TL hat xerckirin!
09:49 Jinên karker: Tekane rêya çareseriyê bi rêxistinbûyîn e
09:49 Namzetên Wêranşarê: Emê biçin deriyê gel
09:48 Soylu 3 sal berê got: Êdî dê kes navê PKK'ê bilêv neke
Soylu di 853 rojan de herî kêm 189 caran qala PKK'ê kir
09:46 4 milyon TL pereyê Cizîriyan dizîn
09:46 Gelê Amedê bersîv da Erdogan: Cihê hûn dibêjin 'Guneydogu' em dibêjin Kurdistan
09:42 Dayika 4 girtiyan: Tecrîd hebe em ê çawa xwarinê bixwin?
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 127'emîn de ye
13/03/2019
18:49 Gelê Wanê ji bo Leyla daketin kolanê
16:30 Buldan ji Qeymeqamê Gogsiyê re got: Tu zanî niha Qeymeqamê Bêşebapê li ku ye?
16:18 Leyla Guven ji parlementerên di greva birçîbûnê dene re peyam şand
16:16 Li Tirkiye herî zêde li Riha dayik bi welidînê dimirin
15:54 Asayişa Silêmanî piştî bertekan mohra deriyê Tevgera Azadî û RJAK'ê rakir
15:42 Zaroka ku polîsan bi maşîna zirxî lê qelibandin platîn xistin piyê wê
14:48 Jinên Hewreman ji Leyla Guven re name şandin
14:39 Sê roj in li marketên Amedê pîvaz tune ne!
14:21 Şik: Dema ku reqabet tune be, kelecana hilbijartinê jî tune ye
14:20 Buldan: Qanûnên xwe pêk bînin û dawî li bêhiqûqiyê bînin
14:10 Namzetên HDP'ê yên Amedê danezana hilbijartinê aşkere kirin: Em ê xizmeta pir zimanî esas bigirin
13:45 Xebatên hilbijartinê bênavber didomin
13:07 Temellî: Em ê bi demokrasiya herêmî pêşiya Tirkiyeyê vekin
12:52 Ji ber strana HDP'ê binçav kirin
12:14 Li ber girtîgehê bang kir: Berî dereng bikeve tecrîdê rakin
12:09 Heyeta başûr diyariya Leyla Guven radestî Nazir Yagiz kir
12:03 Aktîvîsta TJA’yê Tok hat tahliyekirin
11:22 Asayişa Silêmanî Navendên Tevgera Azadî û RJAK mohr kir
11:07 Hebûna DAIŞ’ê gav bi gav tê qedandin
11:06 Îtifaqên Kurd deklerasyona Newrozê aşkere kirin
11:00 Belgîn Kanat a 86 rojin di greva birçîbûnê deye, daketiye bin 39 kîloyan
10:40 Polîsan hem got ‘sûc nîne’ hem jî dest danî ser maşîneya HDP’ê
10:31 Fabrîqeya ku mal îxracî 70 welati dike îflas kir
10:28 Li Dîdem Soydan a Dayikên Şemiyê parve kir lêpirsîn vekirin
10:01 Jinên Îdirê: Ev berxwedan ji bo me hemûyan e
09:56 Maçîn: Gelê Kurdistanê dê bersiva pêwîst bide
09:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 126'emîn de ye
09:25 Namzeta jin li dijî 11 namzetên mêr têdikoşe
09:24 Hejmarên Yenî Yaşamê yên derneketine jî hatin sansûrkirin
09:23 Yîgît ê 68 rojin di greva birçîbûnê deye: Emê dest ji berxwedanê bernedin
09:23 ‘Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin'
09:22 Hunermendan ji bo greva birçîbûnê bang li hikûmetê kirin: Gavan bavêjin
09:21 Namzetên HDP'ê yên Akdenîzê: Em ê şaredariyê tevî gel bi rê ve bibin
09:21 Ji 4 zarokên ên girtî 2 jê di greva birçîbûnê de ne: "Wê ev berxwedan nîvco nemîne
09:20 Fîrmaya anketê ji Kayserî û ya konê fitariyê jî ji Xarpêtê!
09:20 Namzetên HDP'ê yên Hawêlê: Em ê tevî gel navçeyê pêşve bibin
09:19 Ev ne çopgeh e, Cobarê Bedlîsê ye!
09:18 Sirri Sureyya Onder: Divê Leyla Guven bijî
09:18 'Ji bo êdî kes nemire di greva birçîbûnê de me'
09:01 ROJEVA 13'Ê ADARA 2019'AN
12/03/2019
20:26 Deh hezaran Êlihî Temellî pêşwazî kir
Temellî: Hûn sindoqan bibin ku emê jî biçin wir
19:49 Ji çalakgerên greva birçîbûnê 4 jê hatin girtin
19:21 Gelê Kobanê ji bo Leyla Guven meşiyan
18:57 Bi hezaran gelên Qamişlo, raperîna 12’ê Adarê bibîr anî
18:36 Buldan: Gelê Erziromê gora Şex Seîd dipirse
17:34 Ahmet Şik Roboskî ziyaret kir: Delîla qetilkirinê ev goristan e
16:55 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 797’emîn hat redkirin
16:41 Eleqeya ji bo namzetên HDP’ê zêde ye
16:38 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê: Guhdarkirina qêrîna girtiyan erka mirovî ye
16:11 Heyeta Herêma Kurdistana Federe Guven ziyaret kir
Guven: Bila ev çalakî bibe wesileya yekîtiya kurd
15:59 Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 12 jin ev 12 rojin di greva birçîbûnê dene