DÊRIK - Bi hezarn şêniyên herêm û navçeyên kantona Qamişloyê beşdarî gelek çalakiyên bîranîna kesên di serhildana 12’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dan bûn û kesên jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.
Bi hezarn şênî, şandeyên ji partiyên siyasî, rûspiyên êlan û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl li Qada Azadî ya bajarê Dêrikê kom bûn û kesên di serhildana 12’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Çalakî bi meşek girseyî Qada Azadî bi diruşme, tilîliyên dayîkan, hildana wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan, destpê kir û li nava kolanên bajarê Dêrikê geriyan. Dikandarên bajar deriyê dikanan girtin û berê xwe dan goristana bajêr a ku tê de cenazeyên Welîd Şahîn û Husên Hesen ên ku bi guleya rejîma Baasê li Dêrikê di raperîn de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin. Girsê piştî deqeyekê rêzgirtinê, daxuyaniyek hevpar da. Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdên Sûrî Şukrî Hemo daxuyanî xwend.
Hemo, anî ziman ku îro salvegera 15’mîn a Raperîna 12’ê Adarê ye û wiha got: "Bi vê raperînê Çirûsk li Qamişlo pêket û piştre li hemû herêmên Kurdî û deverên ku gelê Kurd ên Sûriyê belav bû. Armanc şermezarkirina siyaseta şovînîst û destpotîbû. Em teqez dikin ku em ê destkeftiyên ku hêzên me bi dest xistine û yên destanên bedewtirîn ên lehengiyê nivîsandine biparêzin.”
Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Hesen Ubêyd ji axivî û wiha got: "Serhildana 12’ê Adarê bingehek ji gelê me re danî ku rêfên xwe rêxistin bikin û çiroska Şoreşa Rojava û ya Bakurê Sûriyê bû. Serhildana 12’ê Adarê yekîtiya gelê Kurd di parastina çand û ziman de ava kir. Vîna gel ya xurt li dijî rêxistinên faşîst sepand. Ji lew re divê li ser şopa şehîdan bimeşin heta serkeftinê."
Birayê Welîd Şahîn ji axivî û got:" Di kesayeta şehîdên 12’ê Adarê de, hemû şehîdan bi bîr tînin û li beramber lehengiyên wan bejna xwe ditewînin. Em soza şopandina rêya wan didin.”
Endamê rêveberiya Meclîsa Naçveya Dêrikê Mutî Elî, berxwedaniya têkoşer Leyla Guven û hevrêyên wê silav kir. Piştî axaftinê şêniyan berê xwe dan goristana bajêr û bi tilîliyan kulîlk danîn ser gorên şehîdên Serhildana 12’ê Adarê.
GIRKÊ LEGÊ
Bi hezaran şêniyên her du navçeyan, Girkê Legê û Çilaxa berê xwe dan goristana gundê Abîra ya girêdayî navçeya Çilaxa da ku kesên di 12’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da bibîr bkînin. Şêniyên Girkê Legê û Çilaxa li têketina gundê Abîra kom bûn û heta goristanê meşiyan. Merasîmê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) yê navçeya Çilaxa Abduselam Ebas axivî û şehîdên Raperîna 12’ê Adarê bi bîr anî. Soza şopandina rêya şehîdan da. Ebas wiha got: "Şehîdên Serhildana 12’ê Adarê mîraseya destkeftiyên Şoreşa Rojava ne. Tiştê îro ji şoreşê tê dîtin, yek ji mîraseya têkoşîna şoreşî ya Serhildana 12’ê Adarê ya ber bi Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ve ye."
Bavê Ehmed Mihemed ê ku di 12’ê Adara 2004’an de jiyana xwe ji dest da Mîr Mehemed jî diyar kir ku serhildana 12’ê Adarê du aliyên xwe hene û wiha got: "Yek reşahî ye û ya din jî ronahiya gelê Kurd e. Ji ber bû bingeha Şoreşa Rojava û destkeftiyên ku ta vê kêliyê. Di encama keda şehîdan de, çemberkirina DAIŞ’ê li gundê Baxozê di berîka xwe ya dawîn, dibînin." Herî dawî gul û kulîlk danîn ser gorê.
TIRBÊSIPIYÊ
Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bi heman armancê meşiyan. Şênî li pêş Navenda Kongreya Star kom bûn û ber bi sûka navendî ve bi tilîliyan, silvakirina Serhildanê, banga biratiya gelan û jiyana hevbeş meşiyan. Şêniyan alên YPG û YPJ, QSD û pankartên bi nivîsên" Serî hilde, em hemû destek in da ku xak û welatê xwe biparêzin" hildan. Şênî li pêş Akademiya Şehîd Yekta Herekol kom bûn. Piştre bi navê Kongre Star a navçeyê endama rêveber Leyla Mihemed û bi navê Meclîsa navçeyê hevserokê Meclîsê Abduruhman Hiso axivîn.