ERZIROM – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Tatosê ya Erziromê bi gel re hat cem hev. Buldan, bal kişand ser gora pêşengê kurd Şêx Seît û wiha got: "Em nizanin gora nirxê gelê Erziromê Şex Seîd li ku ye. Gelê Erziromê dixwaze cihê gora Şêx Seît zanibe. Gel dixwaze ji krîz û sefaleta aborî rizgar bibe."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Erziromê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li Xinûs û Tatosê bi gel re hat cem hev. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan piştî bi karwana mezin li Xinûsê bi gel re hat cem hev, debasî Tatosê bû. Buldan li ber buroya Hilbijartinê ya HDP’ê bi gel re hat cem hev û xitabî girsê kir. Namzetên Hevşaredariyê yên Tatosê Muzahit Karakuş û Yanez Çelik jî tev li heyetê bûn. Buldan, anî ziman ku li her bajar û navçeyê rastî coşek pir mezin tên û wiha got: "Gel li benda 31'ê Adarê ye. Em li her derê rastî heman biryar û coşê tên. HDP ev biryar û coş e. Li her dera Tirkiye bajar bi rengê HDP'ê xemilî ne.
Buldan, bal kişand ser gora pêşengê kurd Şêx Seît û wiha lê zêde kir: "Em nizanin gora nirxê gelê Erziromê Şex Seîd li ku ye. Gelê Erziromê dixwaze cihê gora Şêx Seît zanibe. Gel dixwaze ji krîz û sefaleta aborî rizgar bibe."
Buldan çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî bibîr xist û wiha bi dawî kir: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 125 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye Li gel Leyla Guven, li hemû girtîgehan bi sedan girtî di grevê de ne.
Li Amedê parlamenterên me Tayyip Temel, Murat Sarısaç û Dersim Dag jî tev li vê çalakiyê bûn. Ev îktîdar çima li daxwazên wan guhdar nake û deng nîne xwe. Pirsgirêkek heye ku ew qas girtî di grevê de ne. Ew pirsgirêk jî tecrid e. Gelê me yê rêzdar li Îmraliyê tecrîd heye. Li ser Rêzdar Ocalan tecrîd heye. Mirovekî ku li Îmraliyê bi malbat û parêzerê xwe re nikare hevdîtin bike heye. Tecrîd li ser hemû mirovahiyê heye. Divê her kes êdî têkeve nava tevgerê."