NAVENDA NÛÇEYAN-Namzetên HDP’ê ber bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê, lez dan xebatên xwe. Namzet li her derê rastî eleqeyê tên û soza dê bi hevre şaredariyan bi rêve bibin, didin gel.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, lez dan hevdîtinên gel û vekirina buroyan. Namzetên HDP’ê li her derê rastî eleqeya gel tên û soza dê bi hevre şaredariyan bi rêve bibin didin gel.
ŞIRNEX
Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li navenda Şirnexê esnaf ziyaret kirin. Bi Şik re, parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz, namzetên HDP’ê Hiyar Osal û Nûrcan Alturk û gelek endamên partiyê li esnafan geriyan û piştgirî xwestin.
SÎLOPÎ
Rêxistina HDP’ê ya Sîlopî jî, bi namzetên hevşaredarên navçeyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk re li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopî nexweş ziyaret kirin. Namzetan bi nexweş û peywirdarên nexweşxaneyê re sohbet kirin û şîfaya xêrê xwestin.
Li nexweşxanê welatiyekê ji bo ku namzetên HDP’ê bibîne rendewiya xwe taloq kir û jineke 70 salî jî ji namzetan re gotin “Ez qûrban we û Kurdistanê bibim. Bi hêza xuda emê qezenc bikin.”
SEMSÛR
Namzetên Hevşaredarên bajarokê Bulam ê navçeya Çêlîkan û bajaroka Komûr a Semsûrê, xebatên xwe yên hilbijartinê bi rêve birin. Li Bulam buroya hilbijartinê hat vekirin û li Komûrê jî namzetan piştgirî ji welatiyan xwestin.
ÇEWLÎG
Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Çewlîgê Senem Çakas û Hişyar Ozsoy, namzetên Hevşaredarên navçeya Kanîreşê Evîn Ozen û Ozkan Bîngol li navçeya Kanîreşê esnaf ziyaret kirin. Parlementerê HDP’ê yê Çewlîgê Erdal Aydemîr û gelek endamên partiyê bi namzetan re tevgeriyan.
WAN
Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wan Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci, li cih û warê Feqiyê Teyran li Serayê bi gel re hatin gel heve. Avci û Ertan, bi namzetên navçeyê re Garîp Aykût û Gûlîstan Unver re buroya hilbijartinê vekirin. Piştî vekirina buroyê HDP’iyan bi awayekê girseyî esnaf ziyaret kirin.
COLEMÊRG
Rêveberên Şaxên Sendîkaya Kar a Giştî ya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) ên Amed, Êlih, Mêrdîn, Wan û Colemêrgê, ji bo piştgiriyê Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Colemêrgê Seher Kadîroglû Ataş û Cîhan Kahraman ziyaret kirin û piştgiriya xwe ji bo namzetan diyar kirin.