ERZIROM - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîna Bûldan, di hevdîtina gel a li Xinûsê de diyar kir ku beriya qeyûm tayînî şaredariyê bike deynê şaredariyê tune bû û wiha got: “Beriya Qeyûmê deynê Şaredariya Xinûsê tune bû. Lê niha qeyûm şaredarî di bin deynan de hişt. Ez dizî ye. Kes nizane çi li wan pereyan kirin. Lê gelê Xînûsê vê baş dizane.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Erziromê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, bi gel re civîya. Heyeta HDP'ê li ber buroya hilbijartinê ya HDP’ê gel silav kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Namzetên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Erziromê Bariş Kemal Oglû, namzetên Hevşaredarên Xinûsê Nûrcan Felekoglû û Mehmet Bayraktar û gelek kesên din tev li heyetê bûn û gel selav kirin. Bi sedan kesên li ber buroyê kom bûn, berî hevdîtinê li ber stranan guvend gerandin û bê navber dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bi berxwedanê emê bi ser bikevin” ber kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, piştî ku girse silav kir wiha got: “Gelê Xinûsê, ligel hemû zext û astengiyan jî, dê dîsan bi vîna xwe şaredariya xwe qezenc bikin.”
‘QEYÛM LI DIJÎ VÎNÊ BÊRÊZÎ Û DIZITIYE’
Bûldan, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Li Şirnexê, Colemêrg û Wanê gelê me ji me re got, wan bilêta qeyûman biriye. Li Erziromê, Xinûs, Tekman, Qereçoban û Qereyaziyê jî gel bilêta qeyûman biriye. Qeyûmê Xinûsê jî, mîna qeyûmên din, şaredarî xistiye çirava deynan. Dema qeyûm hat, di kaseya Şaredariyê de deyn tune bû. Di rapora sayiştayê de me dît ku qeyûm şaredarî dibin deynan de hiştiye. Ev li dijî vîna gel bêrêzî û dizîtiye. Kes nizane çi ji wan pereyan kirin. Lê gelê Xînûsê vê baş dizane.”
‘OLÊ DIKIN AMÛRÊ SIYASETÊ’
Bûldan, bal kişand ser gotinên Erdogan ên ji bo 8’ê Adarê serf kirin û wiha got: “Çalakî û îsyana jinan a di 8’ê Adarê de li Stenbolê pêk hat berevajî dikin. Ew îsyan li dijî barîna û copên polîsan bûn. Li vî welatî kes heqaretê li banga Xwedê nake. Lê îro ol û banga Xwedî kirine amûrê siyasete. Li Colemêrgê, nimêjên sîvîlan bi ferman Teyîp hatin qedexekirin. Xûtbeyên Kurdî bi ferma Tayîp hatin qedexe kirin. Îro gelê Kurd nikare bi zimanê xwe îbadetên xwe bike. Ji berk u Tayyî û AKP’ê îbadeta bi zimanê Kurdî qedexe kirine. Ferasek wisan, ji ber ku ol kiriye amûrê siyasetê, bûyerên cuda jî berevajî dike.”
‘DIVÊ DEMILDEST GAV BÊ AVÊTIN’
Bûldan, çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di roja 125’an de berdewam dike jî, nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tenê yek daxwaz Leyla Guven û girtiyan hene. Bila tecrîd rabe. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Grevên birçîbûnê gehiştinek astek pir krîtîk. Divê demildest gav bên avêtin. Berî ku tişta bi canên me werin divê hikûmet û rayedar gav bavêjin.”
Piştre Bûldan û kesên perê, ji bo hevdîtina gel, derbasî Tekmanê bûn.