STENBOL - Li Taxa Gazî, kesên di komkujiya welatiyên Elewî de, jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn. Li ser navê malabatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Erkan Şîmşek axivî û got: “Polîtîkayên desthilatdariyê rê li ber komkuujiyên nû vedike. Tişta dikeve ser milê me ji bo pêrojek birûmet li ber xwe dayîne.”
Li Stenbolê, 22 kesên di 12'ê Adada 1995’an de, di komkujiya li Taxa Gazî ya li dijî welatiyên Elewî pêk hat de, jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn. Bîranîn ji aliyê rêxistinên Elewî yên navçeya Sûltangazî ve pêk hat û bi sedan kes li ber Mala Cemê ya Taxa Gazî kom bûn û heya qereqola berê ya Gazî meşiyan. Di bîranînê de pankarta “Em komkujiyên Gazî Umraniyê ji bir nekirine û emê ji bîr nekin” hat vekirin û wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dayîn, hatin hilgirtin. Parlementerên HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî beşdarî bîranînê bû. Girseya ku bi meşê gehişt ber cihê bûyerê, kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn.
‘ÇAWAN DIBE KU QATIL WINDA BIBIN?’
Li ser navê malbatan Erkan Şîmşek, daxuyanî da û wiha axivî: “Di şexsê Elewiyan de êrîşî hemû gelan kirin. Gelo çawan dibe ku qailt winda bibin? Gelê Gazî vê yekê baş dizane. Ji ber vê hêrsa wê bû lehî û ber bi qereqola Gazî ve herikî. Gelê ku xwest qatil bên girtin, vê carê hêzên ewlekariyê gule li wan reşand. Di dema komkujiya Gazî de, Tansû Çîller Serokwezer, Nahît Menteşe Wezîrê Karê Hundir, Hanîfe Avci Serokê Daîreya Îstixbarata Midurê Giştî yê Polîsan, Mehmet Agar Midûrê Giştî yê Polîsan, Hayrî Kozakçioglu Waliyê Stenbolê û Hejdet Menzîr jî Midûrê Polîsan ê Stenbolê bûn. Ev berpirsên tetîkkêşane û divê bên ceza kirin.”
‘DIVÊ TECRÎD RABE’
Şîmşek, anî ziman ku ji bo komkujiyên nû yên jiyîn, ewê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Piştî daxuyaniyê, girseya ku li cihê komkujî lê pêk hat qûrnefîl danîn û heya goristanê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Bila tecrîd rabe, Leyla bijî, “Leyla Guven ne bi tenê ye” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berz kirin. Girseya ku gehişt goristanê, qûrnefîl danîn ser goran.
Dûre li Mala Cemê ya Gazî liqom li welatiyan hat belavkirin.