RIHA – Semra Akan a li Girtîgeha Rihayê girtî ne ragihand ku Zerga Açar a 57 salî ku ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî ba wan kirin e îşkence lê hatiye kirin.
Semra Akan a li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê dimîne ji Ajansa Mezopotamyayê re name şand. Akan di nameya xwe de ragihand ku Zerga Açar a 57 salî ku ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî cem wan Girtîgeha Rihayê hatiye kirin îşkence lê hatiye kirin.
Akan da zanîn ku ew wek jinên girtî ji 5’ê Çile ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne û ji 4’ê adarê şûn ve jî 8 jinên din beşdarî çalakiya wan bûye û niha bi 10 jinên girtî çalakiya xwe didomînin.
‘GARDIYANAN ÎŞKENCE LÊ KIRINE’
Akan diyar kir ku heta tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neyê bidawîkirin çi bikeve ser milê wan dê bînin cih û wiha got: “Zerga Açar a 57 salî di 28’ê sibatê de sewqî cem me kirin. Piştî hat sirgûnkirin îşkence lê hatiye kirin. Dema şopa tiliyên wê digirin û lêgerîna çavê wê dikin, esker bi porê wê digirin û jê re dibêjin ‘tu terorîstî û xayîna welatî.’ Heqaret û şidetê lê dikin. Pişt re jî di têketina girtîgehê de bi lêgerîna tazî re wê rû bi rû dihêlin. Di vê kêliya lêgerîna tazî de yadê Zerga li ber xwe daye û pêkanînê qebûl nekiriye. Lê gardiyanên jin Bîrsen K., Ruşen, Gulîzer, Sidika û Buşra li ber çavên gardiyanên mêr, Yadê Zerga bi erdê re kaşkirine û hemû cilên wê qetandine û tazî kirin e. Herî dawî bincilên wê jî qetandine û jê kirine û van gardiyanan tacîza fizîkî lê kirin e. Pişt re wê derb kirine û anîne qawîşê. Dema me bertek nîşan da, ji me re gotin ‘derûna vê jinê xerabe ye.’ Bi van gotinan wê tewanbar dikin.”
‘ÎŞKENCEYÊ BI ROJAN DEWAM KIR’
Akan anî ziman ku îdareya girtîgehê cilên Açar şûn ve nedanê û got: “Îşkence têr nake lê gardiyan îdia dikin ku wan derb kiriye. Li ser vê yekê yadê Zerga dixin ber lêpirsînê. 11 roj cezayê hucreyê dan yadê. Bi vî awayî îşkenceyê bi rojan dewam kir.”
NAMEYÊN KURDÎ DESTESER DIKIN
Akan destnîşan kir ku daxwaznameya ji Wezareta Dadê re nivîsandine negihîştiye cihê xwe û dest danîne ser daxwaznameya wan. Akan diyar kir ku nameyên kurdî ku ji girtiyan re tên jî bi hêceta “wergêrvanê/a kurdî nîne” nadin wan.