RIHA - Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Selîm Sadak, di 10'ê Adarê de li Wêranşarê piştî beşdarî mîtîngê bû, polîsan ew binçav kirin. Sadak piştî li dadgehê îfade da, heyeta dadgehê bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" girt û şand girtîgehê.
Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Selîm Sadak ku li gel Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî li navçeya Wêranşar a Rihayê tev li mîtîngê bû, polîsan piştî axaftinê ew binçav kirin û birin midûriyeta polîsan. Selim Sadak, piştî lêpirsîna midûriyeta polîsan sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî bi îdiaya "Propaganda rêxistinê kiriye girt û şand Girtigeha tîpa T a Rihayê.