ANTALYA – Hevseroka HDP'a Antlayayê bertek nîşanî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan da ku gefan li partiya wan dixwe û got: "Em ne terorîst in; em nûnerên hemû gelan e."
Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî di nav de hemû HDP'iyan wekî "terorîst" îlan dike û dike hedef. Bertekên li dijî vê nêzîkatiya Erdogan didomin. Hevseroka DBP'a Konyalatiyê Berîvan Aydin, anî ziman ku AKP heta niha ji xeynî xwe partiyên din qebûl nekiriye. Aydin, bilêv kir ku AKP, ji sedî 50'yê Tirkiyeyê re dibêje "terorîst", lê belê HDP li gor qanûna partyên siyasî hatiye avakirin û hilbijêrên HDP'Î vîna gel in.
Hevseroka HDP'a Antalyayê Remziye Zengîn jî, destnîşan kir ku partiya wan ji b azadî, demokrasî û aştiyê têdikoşe. Zengîn, bilêv kir ku jixwe ji navê HDP'ê jî diyar e ku HDP partiya gelan e. Zengîn, diyar kir ku ew tawanbariya "terorîst" bi tu awayî qebûl nakin û got: "Em li ser zemîneke qanûnî têdikoşin. Erdogan ji vê têkoşîna me ditirse, loma êrîşî me dike. Em ne terorîst in; em nûnerên hemû gelan e."