SÊRT / ÊLIH - Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), bi hinceta "ewlehiyê" li 5 navçeyên Sêrtê cihê 78 sindoqan û bi heman hincetê li 3 navçeyên Êlihê jî cihê 22 sindoqan guherand.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), di 5'ê Adarê de bi hinceta "ewlehiyê" li 5 navçeyên Sêrtê û li 3 navçeyên Êlihê, bi giştî cihê 100 sindoqan guherand. YSK'ê, li navenda Sêrtê cihê 11 sindoqan, li navçeya Dihê cihê 36 sindoqan, li navçeya Perwarî cihê 11 sindoqan û li navçeya Şêrwanê jî cihê 13 sindoqan guherand.
Her wiha YSK'ê, bi heman hincetê li 22 gundên girêdayî navçeya Heskîf, Sason û Kercewsê jî cihê 22 sindoqan guherand û sindoqên gundan veguhast gundine din. Li Heskîfê cihê 4 sindoqan ku hejmara dengan 2019, li Kercewsê cihê 11 sindoqan ku hejmara dengwan 528 û li Sasonê jî cihê 7 sindoqan ku hejmara dengên wê 793 kes in, guherand.