Girtiyê di greva birçîbûnê de: Emê rêberê xwe teslîmî faşîzmê nekin

img

ENQERE - Îsmet Akin ê 76 rojin li dijî tecrîda li Îmarliyê di greva birçîbûnê deye, bang li raya giştî kir ku deng  bikn çalakiya wan û got: “Emê rêberê xwe, civakê û gelê Kurd teslîmî faşîzmê nekin.” 

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 124'emîn de didome. Greva birçîbûnê ya 331 girtiyên li 66 girtîgehên cuda dest pêkir, di roja 86’an de berdewam dike û di 1’ê Adarê de jî, li hemû girtîgehan belav bû.  
 
Yek ji van girtiyan jî, Îsmet Akin ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkalê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye. Îsmet Akin di sala 1979’an li gundê Gulard a navçeya Geverê ya Colemêrgê hatiye din û di malbatekê 14 zarokên wan heyî de mezin bû. Akin ê zarokatiya xwe li gund derbas kir û dibistan qet nexwend, di sala 1994’an de beşdarî tevgera azadiya Kurd bû. Akin di 13’ê Sibata 2012’an tê girtin û ji ber du dosyayên cuda hat darizandin. Ji bo Akin di dosyekê de 2 caran cezayê muebeta giran tê birin û di  dosyeyan din de jî, 30 caran cezeyê muebeta giran didinê. Cezayên li Akin hatin birîn li dadgeha îstînafê tên rawestandin.
 
PIŞTÎ 7 SALAN DÎSA KET GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Akin, di sala 2012’an de li girtîgehê beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bibû. Akin ê wê demê 13 rojan di greva birçîbûnê de ma, piştî 7 salan, dîsa bi heman armancê, ev 76 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye.  
 
Akin, di nameya şand de, wiha behsa grevên birçîbûnê, daxwaza xwe û rewşa tenduristiya xwe kir:
 
“Her çiqasê tecrubeyek min ê sereke tune be jî, lê min demek dirêj şahidiya çalakiyan kir. Ji ber vê min ew hêz di xwe de nedît ku ji derveyî vê çalakiyê bimînim. Bi taybetî dema rêhevalên me li ber çavên me roj bi roj dihelin û ev berxwedana mezin têkildarî Rêbertiya me be, hestên pir zor di mirovan de ava dibin. Heta bêje ez bihizûr û keyfxweşim, ji ber ku Berxwedan jiyane!”
 
PÊŞEROJA GELAN NAYÊ GIRTIN 
 
A rastîn daxwaza me azadiya Rêbertiya me ye. Kes nikare, pêşeroja gelan, vîn û dilê bi mîlyonan bigire. Ji xwe tecrîd jî sûcê mirovahiyê ye. Rabûna tecrîdê, tê wateya dest ji polîtîkayên komkujiyê berdane. Hemû rêbazên komplo û îmhayên aborî, siyasî û leşkerî yên ji bo civaka Tirkiyeyê û gelê Kurd hatine avakirin, di serî de li dijî Rêbertiya me pêk anîn. Ango tecrîda li Îmraliyê, ne tenê li dijî kesekê tê birêve birin. Ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe, fşîzm têk biçe, rêyên siyaseta demokratîk vebin û civak nefesek rehet bigire, em jî bi yek daxwazê ketin rê û bedel çi dibe bila bibe, emê vê rêya xwe dewam dewam bikin.
 
EMÊ GELÊ KURD TESLÎMÎ FAŞÎZMÊ NEKIN
 
Heta ku şert û mercên tenduristiyê, ewlekariyê û azadiya Rêbertiya me pêk were, em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Ji bo ku dewlet qanûnên xwe pêk bîne, me di pêşengtiya parlementerekê de  dest bi vê çalakiyê kir. Sedama çalakiya me pir zelale. Ji ber vê nêzikatiya ji daxwaza me re, dê qedera çalakiya me diyar bike. Emê Rêbertiya xwe, civak û gelê Kurd teslîmî faşîzmê nekin û emê bi vê çalakiya xwe tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin.”
 
KONTROLÊN TANSIYON Û KÎLO RAKIRIN
 
Rewşa tenduristiya min başe. Di girtîgehê de min gelek emeliyat derbas kirin. Lê ev rewş, weke  tecrîda li Îmraliyê min di êşîne, naêşîne. Rayedarên girtîgehê, ji bo grevên birçîbûnê yên em tu carî naxwin, 2 hingivên seyranê didin me. Pêdiviyên em ji bo grevên birçîbûnê bi kar bînin jî, ji kantînê rakirin. Ev meheke ava fêkiyan nafiroşin. Mînak; piştî 35 rojan vîtamîna kompleksa B dan me. Ji xwe vîtamîna B1 nadin me. Bi pergalî me kontrol nakin. Bijîşkê saziyê nayê qawîşan. Dixwazin em herin revîre. Di warê fîzîkî de ev me dixe zoriyê û em nikarin derkevin revîrê. Kontrola tansiyon û kîloyan di korîdoran de tên kirin. Em xwest di qawîşan de bikin, lê rayedarên girtîgehê ev daxwaza me qebûl nekir. Dûre kontrolên tansiyon û kîlo rakirin.
 
EV BERXWEDAN MEŞA WIJDANÊ YE
 
Li gel van hemûyan jî, moralê me pir xurte û çalakiya me dinava coşek mezin de berdewam dike. Êdî, gotin ji bo tecrîda li ser Rêbertiya me qediya ye. Çi dema ku gotin qediya şer, hilweşandin û rondikên çavan bi dawî nabin. Ji ber vê divê hemû kes guh bidin dengê wijdana xwe. Ji bo ku mirov bijîn, divê hemû tişta dikeve ser milên wan bikin. Bi pêşengtiya Leyla Guven, jiyana mirov û civakê ev çalakî hat destpêkirin. Ji bo ku ev çalakî bi ser bikeve, pêwîstî bi tevlîbûn, meş, deng, stran, helbest, silav, cesaret, kevir, şekir, xwê û qêrîna her kesê heye. Ev berxwedan, meşa wijdanê ye. Bêdeng bûn, ne mirine jî. Di serî de Leyla Guven, ez hemû hevalên xwe yên berxwedêr silav dikim. Ger em bi hevre bi ser bikevin, emê bi awayekê azad bijîn.”

Sernavên din

12/03/2019
15:48 Rûken a polisan panzêr lê qeliband emeliyat bû
15:31 Bûldan: Tişta ku qeyûm dike, dizitiye
15:21 Beştaş: Sedema ambargoya li ser HDP'ê çiye?
14:41 Yên bi KHK'ê îxrac bûn, Platforma Serdestiya Hiqûqê ava kirin
14:34 Leşkeran li Dihê 4 kes binçav kirin
14:16 Kesên di Komkujiya Gazî de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:15 Karkerê li Girneyê ji qatê 2'yemîn ket jiyana xwe ji dest da
13:40 Polîsan li Sîlopî panzêr li zaroka 9 salî qeliband
13:27 Hilbijartina Meclîsa Jinan a DTSO dê di 11’ê Nîsanê de pêk bê.
13:00 Hevseroka HDP’ê ya berê Kizil hat girtin
12:31 Jinan name ji Leyla re şandin: Tu bijî ji bo riya aştiyê vebe…
12:15 Kaplanê 27 salin girtiye û di greva birçîbûnê deye avêtin hucrê
12:10 Şahidê 12'e Adarê Çelen: Em di rojên tarî re derbas dibin
11:54 Li Mêrsînê banga tevlîbûna hevdîtina gel
11:34 Parêzerên Ocalan cara 797’emîn serî li dozgeriyê da
11:20 Girtiyê 78 rojin di greva birçîbûnê de: Berxwedana me teqez dê ser bikeve
11:09 Birayê Nazim ê 25 salin aqûbetna wî nediyar: Hafiza amûra herî mezin a berxwedanê ye
10:43 Dundar ê DKP’î jî ket greva birçîbûnê
10:14 Esker û gardiyanan îşkence li girtiya 57 salî kirin
10:03 Ji ber wêneyê Demirtaş girtin û şandin girtîgehê
10:01 Endamên OSO’yê dê li kampa Midyadê bicih bikin gelo?
09:37 Endamê Dîwana KCD'ê Selîm Sadak girtin
09:24 Li Mêrdînê rojnameger û siyasetmedar jî di nav de 142 girtî di grevê de ne
09:23 Dadgeha Cizîrê 7 kes girtin
09:22 Dayika ku 2 kurên wê di greva birçîbûnê de: Divê em nehêlin zarokên me li ber çavên me bimirin
09:21 Fermandarê qereqolê: Hûn dengê xwe nedin AKP'ê ez ê gund bişewitînim
09:20 Gaydali: Tu sedemek tune ye ku gelê Bedlîsê dengê xwe bide AKP'ê
09:20 Sêrtî: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva qeyûm bidin
09:19 'Di sûcên li hemberî mirovahiyê de demborî ne mimkun e'
09:18 'Em ne terorîst in, em nûnerên hemû gelan e'
09:17 Li Sêrt û Êlihê cihê 100 sindoqî guhestin
09:17 Girtiyên li Bandirmayê: Deng bidin da perdeya tarîtiyê biçire
09:16 Ji bo Leyla Guven helbestek nivîsand
09:15 Namzetên HDP'ê yên Giyadînê: Em ê şaredariyê radestî gel bikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2019'AN
08:43 Berxwedana Leyla Guven di roja 125'emîn de ye
11/03/2019
19:06 Dadgehê 5 kesên ji doza Çapxaneya Gun dihatin darizandin ceza kir û berdan
18:31 Nasir Yagiz ji Leyla Guven re çîçek şand
18:00 Namzetên HDP'ê li her derê bi coş û girseyî hatin pêşwazikirin
17:31 Îtîfaqa Kurdîstanî li Qoserê got: Di 31’ê Adarê de bersivê bidin dijberên xwe
17:03 Di doza Qeyûm Safîturk de biryarek nû: Doza 8 kesan cihê kir
17:01 Polîsan destûr nedan ku Dayikên Aştiyê AKP'ê ziyaret bike
16:33 Berkîn Elvan hat bibîranî: Emê destûrê nedin ku Gezî bê qirêjkirin
16:18 Bi cezakirina 15 salan doz li Prof. Dr. Nurettîn Turgay vekirin
15:46 'Çavê Nazim li paş nema’
15:44 Kesên li Enqerê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:42 Danişîna Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya hat dîtin
15:39 Rêxistinên Sivîl ên Wanê bang li Wezareta Dadê kirin
14:34 'Em hewldanên we yên reşkirina Gezî red dikin'
14:27 Li Wanê 148 girtî di greva birçîbûnê de ne
14:12 Girtiyan serî li ÎHD’ê dan
14:01 HDK’ê banga Newroza Stenbolê kir: Newroz dê bibe îfadeya Yekîtiya Hêza Demokratîk
13:36 Yuksekdag: Ez jinên di Rêveberiya Cewherî de li ber xwe dan silav dikim
13:23 Berdevkê HDP’ê: Dev ji dijminahiya gelê kurd berdin
13:13 HDP’ê ji bo tevlîbûna mîtînga Êlihê bang kir
12:48 Li Wanê 95 sindok hatin veguhestin
12:38 Li Şirnexê hemû xwendekarên lîsê dibin mîtînga Erdogan
12:06 Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
11:30 Danişîna doza darizandina Yuksekdag dest pê kir
11:04 9 kes li Stenbolê hatin binçavkirin
10:00 Gulsum Elvan: 5 salin li kurê xwe digerim
09:29 19 sal berê keça wê li dijî tecrîdê xwe şewitand
Niha jî kurê wê bi heman daxwazê di grevê de ye
09:23 Çalakgera hat berdan: Çi li zindanê, çi li malê dê çalakiya min berdewam bike
09:17 Beriya hilbijartinê qeyûmê Farqînê milk dewr kir û deyn zêde kir
09:16 Dayikên Aştiyê: Bêyî can winda bibin deriyê Îmraliyê vekin
09:15 Rêveberiya girtîgehê vîtamînên ÎHOP'ê şand desteser kir
09:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Emê rêberê xwe teslîmî faşîzmê nekin
09:14 Dayika girtiyê 64 rojin di grevê de: Em dest bidin hev aştiyê bînin
09:13 24 sal di ser komkujiya Gazî re borî: Em edaletê dixwazin
09:13 Sadettîn Yaşar: Piştgirî û piştevanî dikare terîdê bişkîne
09:12 Bi pirtûka 'Gergedan' mexdûriyeta îktîdarê dipirse
09:11 ‘Li Girtîgeha Duzce tevî hemû zextan bi biryarî grevê berdewam dikin'
09:10 Berxwedana Leyla Guven di roja 124'emîn de ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2019'AN
10/03/2019
22:35 QSD: Em ê operasyonan berdewam bikin
22:28 Ziyareta Buldan a Esenyurtê vegeriya mîtîngê
21:56 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nemaye
21:27 Li Girtîgeha Xarpêtê ciwaneki jiyana xwe ji dest da
20:18 Jinên Îzmîrî li Gundogdu mîtîng pêk anîn
19:58 ANF rastî êrîşa siberê hat
19:54 Namzetên HDP'ê li dehan navendan gel ziyaret kirin û buro vekirin
19:11 Temellî: Plana wan Tirkiye hilweşand
15:11 Komcivîna Jinan a Karkeran li Stenbolê hat lidarxistin
15:09 5 partiyên kurd êrîşa li dijî HDP'ê şermezar kirin
14:37 Temellî li Pirsûsê axivî: Me malbata Şenyaşar ji bîr nekiriye
14:15 Bernameya HDP’ê ya Newrozê diyar bû
13:45 Namzetên HDP’ê yên Argûvan: Bi biryarek hevpar em ê bixebitin
13:30 Temellî li Eligorê bi coş hat pêşwazîkirin
13:23 Qeyûmê Şirnexê beriya mîtînga Erdogan dest bi pîneyan kir
12:12 Nameya ji girtiyekê re hatibû şandin, piştî 13 mehan gehişt destê wî
12:00 Balafira Etiyopya ket: 157 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan
11:39 Ji girtiyan peyam: Berxwedana me dê bibe xelekek ji taca serkeftinê
11:24 Li Gimgimê afîşên HDP'ê kom kirin
11:12 Tayîp Temel: Divê hemû kes bi hêza xwe bikeve nava tevgerê
10:50 Namzetên HDP'ê yên Hîzanê: Gel dê 31'ê Adarê betonên li pêş xwe rake
10:26 'Em dê li Êlihê rekorê derbas bikin
10:15 Temellî: Ji sedî 6 hilbijêrên kurd ji AKP’ê qut bûn
09:28 Girtiyên jin: Di encamê de mirin jî hebe, em ê dest ji daxwaza xwe bernedin
09:15 5 sal derbas bûn: Doza Berkîn Elvan bi zanebûnî tê dirêjkirin
09:13 Li Amedê cihê sindoqên 15 hezar û 885 hilbijêrî hat guherandin