24 sal di ser komkujiya Gazî re borî: Em edaletê dixwazin

img

STENBOL - Di ser komkujiya Gazî re 24 sal derbas bû. Malbata Zeynep Poyraz a di komkujya Gazî de jiyana xwe ji dest da diyar kir ku ew li benda edaletê ne û edaletê dixwazin. Malbatê anî ziman ku êşa heta niha dijîn bi destê dewletê pêk tê. 

Di Stenbolê di 12'ê Adada 1995’an de li taxa Gazî ku Elewî lê dijiyan li dijî elewiyan komkujî pêk hat. Di ser komkujiyê re 24 sal derbas bûn. Hikûmetê 24 sal berê 12'ê Adara 1995'an, li taxa Gazî ya Stenbolê qehwexaneyên Dostlar û Yavuz Kardeşler yên  xelkê Elewî lê rûdiniştin, gulebaran kiribûn. Di êrîşê de Pîrê Elewiyan Xalîl Kaya hate kuştin û 25 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê jî, erîşkaran bi texsiyeke bazirganî ji cihê bûyêrê reviyan, piştre jî ajokarê texsiyê Mesut Efe jî kuştin û agir berdan texsiya wî. Li ser vê êrîşê xelkê taxa Gazî ber bi qereqola polêsan ya li taxê ve meşiya. Lê vê carê jî polêsan gulle reşandin û Mehmet Gunduz jiyana xwe ji dest da. Vê êrîşê hêrsa gel zêdetir kir û dora rojê, bi 10 hezaran kes hem ji bo cenazeyan wergirin hem jî, ji bo êrîşê protesto bikin ber bi qereqolê ve dîsa meşiyan. Lê polêsan dîsa bi çekan bersiv dan û di vê gullebaran û êrîşa ku heta êvarê dewam kir, 12 kes hatin kuştin. Di buyerên 2 rojan de, li taxê bi giştî 17 kes hatin kuştin. Bi sedan kes jî birîndar bûn. Piştî komkujiyê jî hem li taxa Gazî hem  jî li gelek deverên din bi rojan serhildan hebû. Li navçeyekî din ya Stenbolê jî hêzên polîsan êrîşî çalakiyê kirin û 5 kes jî li wir qetil kirin. Di tevahiya bûyeran de, li gorî hejmarên fermî 23 kes hatin kuştin. Der barê vê komkujiyê de tam piştî 2 sal û nîvan doz hat vekirin lê ev doza ku di navbera Stenbol, Rîze, Trabzon û Enqerê de hat û çû, bi awayekî bê encam bi dawî bû. Ji 20 polêsên dihatin dadgehkirin, yek ji wan jî nehat cezakirin.
 
‘XWESTIN ŞERÊ ELEWÎ Û SUNIYAN KÛR BIKIN'
 
Turkmen Poyraz a di Komkujiya Gazî de keça xwe ya 24 salî Zeynep Poyraz winda kir qala wê rojê kir û wiha got: "Şeva bûyer pêk hat, em zû raza bûn. Piştre keça min Zeynep hat ez hişyar kirim. Dema me televîzyon vekir, me bihîst ku pîrekî elewî hatiye kuştin. Zeynep got ka em biçin wir. Ewil ez li dijî wê derketim. Zeynep got 'Dayê hûn çawa elewî ne. Hêj salek berê em tev bi ser hev de şewitandin. Vê carê dora kê ye ne diyar e. Ez dîsa li dijî wê derketim, lê Zeynep ez guhdar nekirim û çû. Girse kom kir. Ez jî li pey wê çûm. Dema ez çûm cihê bûyerê girse pir zêde bû. Mirov li kolanan dimeşiyan. Em çûn Cemxanê. Polîsan dora Cemxanê tije kiribû. Zeynep wê demê ketibû milê min. Ji bo ku ew neçe min hişk bi destê wê girtibû. Zeynep got min berde ez biçim û çû. Ez çûm pêş Cemxanê. Li wir yekî zarok kom kiribûn û digot ‘Caman bişkînin perçe bikin' Ew kes Mahmut Yildirim ê bi kodê "Yeşil" bû. Min got 'Hûn li vir çi dixwazin' Hûn çima vana perçe dikin' Piştre li wir giriyam. Piştre Zeynep û bavê xwe bi hevre hatin. Polîs jî hatin û xwest bi zorê me kom bikin û li mizgeftê kom bike. Dixwestin li kolanê şerê sunî û elewiyan pêş bixin. 
 
‘DEMA MIN BIHÎST ZEYNEP HAT KUŞTIN EZ CEMIDÎM'
 
Poyraz anî ziman ku şeva bûyeran dest pê kir 2 kesan jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: "Serê sibê ji bo em cenazeyan rakin em ji malê derketin. Lê ji ber ku keça me Zeynep hêj razayî bû em ew nebir cenaze. Lê Zeynep piştî hişyar bû li gel hevalên xwe çû cihê cenazeyan. Piştre agahî hat ku gule berdane Zeynep. Hevalek wê hat û xwest tiştekî bêje. Min got çi bûye? Çi li keça me hatiye? Got erê gule berdan Zeynep û mir. Dema min ev bihîst ez tevîzîm û qutûmê min şikestin. Piştî ez hatim ser xwe ez, malbat û parêzer bi hevre çûn Morgê. Me li wir Zeynep şuşt û potekî sor avêt ser bedena wê. Polîsê li wir got 'Tu çima bi kesk napêçe, tu sor davê ser. Min jî got. 'Ev xwîna me ye' Polîsan destûr nedan ku em Zeynebê li Gazî defin bikin. Min jî got li Gazî jiyana xwe ji dest daye em dê wê li vir defin bikin. Dema me cenaze rakir destur nedan ku kes têkevin goristanê. Lê ez bi zorêketim goristanê. Wê demê midûrê polîsan û wezîrê karên hundir ji min re got yên çiyê ew kuştiye. Min jî got 'Li min binerin. Ez Kurd im. Çima me bikujin. We berda keça min û we keça min kuşt." 
 
‘PANZÊRE CEMXANE GULEBARAN KIR
 
Bavê Zeynep Cemal Poyraz jî anî ziman ku saet di 02.00’an de 2 panzêran Cemxane gulebaran kir û kesekî jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bû. Poyraz, da zanîn ku saet di 04.00’ê sibê de girse pir zêde bû û wiha got: “Mirov daketin qadan û ji polîsan re gotin "Hûn çima qatilan nagirin. Piştî şeva ewil qatilan karên xwe dewrî dewletê kir û polîsan zarok û ciwan dan ber guleyan. Di 12'ê Adarê de mirov hatin gulebarankirin. Di 13'ê Adarê de berxwedanek mezin pêk hat. Di 14’ê Adarê de me xwest ku em cenezeyan li tenişta hev defin bikin. Wan jî xwest em bi komî defin bikin. Pişte destur neda û me li cihên cuda defin kir. Piştî 43 rojan me dîsa cenaze anîn qadekê û me ji bo wan bîrdarî çêkir. Heta mehekê bîrdariya me di bin çavdêriya polîsan de ma. 
 
Bav Poyraz, anî ziman ku 24 sal derbas bûn hêj edalet pêk nehatiye û 24 salin li benda edaletê ne. Poyraz, anî ziman ku edaleta wan serê wan bixwe û dixwazin me bi vê êşê bibin.
 
MA / Ferhat Çelik
 
 
 
 

Sernavên din

12/03/2019
15:48 Rûken a polisan panzêr lê qeliband emeliyat bû
15:31 Bûldan: Tişta ku qeyûm dike, dizitiye
15:21 Beştaş: Sedema ambargoya li ser HDP'ê çiye?
14:41 Yên bi KHK'ê îxrac bûn, Platforma Serdestiya Hiqûqê ava kirin
14:34 Leşkeran li Dihê 4 kes binçav kirin
14:16 Kesên di Komkujiya Gazî de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:15 Karkerê li Girneyê ji qatê 2'yemîn ket jiyana xwe ji dest da
13:40 Polîsan li Sîlopî panzêr li zaroka 9 salî qeliband
13:27 Hilbijartina Meclîsa Jinan a DTSO dê di 11’ê Nîsanê de pêk bê.
13:00 Hevseroka HDP’ê ya berê Kizil hat girtin
12:31 Jinan name ji Leyla re şandin: Tu bijî ji bo riya aştiyê vebe…
12:15 Kaplanê 27 salin girtiye û di greva birçîbûnê deye avêtin hucrê
12:10 Şahidê 12'e Adarê Çelen: Em di rojên tarî re derbas dibin
11:54 Li Mêrsînê banga tevlîbûna hevdîtina gel
11:34 Parêzerên Ocalan cara 797’emîn serî li dozgeriyê da
11:20 Girtiyê 78 rojin di greva birçîbûnê de: Berxwedana me teqez dê ser bikeve
11:09 Birayê Nazim ê 25 salin aqûbetna wî nediyar: Hafiza amûra herî mezin a berxwedanê ye
10:43 Dundar ê DKP’î jî ket greva birçîbûnê
10:14 Esker û gardiyanan îşkence li girtiya 57 salî kirin
10:03 Ji ber wêneyê Demirtaş girtin û şandin girtîgehê
10:01 Endamên OSO’yê dê li kampa Midyadê bicih bikin gelo?
09:37 Endamê Dîwana KCD'ê Selîm Sadak girtin
09:24 Li Mêrdînê rojnameger û siyasetmedar jî di nav de 142 girtî di grevê de ne
09:23 Dadgeha Cizîrê 7 kes girtin
09:22 Dayika ku 2 kurên wê di greva birçîbûnê de: Divê em nehêlin zarokên me li ber çavên me bimirin
09:21 Fermandarê qereqolê: Hûn dengê xwe nedin AKP'ê ez ê gund bişewitînim
09:20 Gaydali: Tu sedemek tune ye ku gelê Bedlîsê dengê xwe bide AKP'ê
09:20 Sêrtî: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva qeyûm bidin
09:19 'Di sûcên li hemberî mirovahiyê de demborî ne mimkun e'
09:18 'Em ne terorîst in, em nûnerên hemû gelan e'
09:17 Li Sêrt û Êlihê cihê 100 sindoqî guhestin
09:17 Girtiyên li Bandirmayê: Deng bidin da perdeya tarîtiyê biçire
09:16 Ji bo Leyla Guven helbestek nivîsand
09:15 Namzetên HDP'ê yên Giyadînê: Em ê şaredariyê radestî gel bikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2019'AN
08:43 Berxwedana Leyla Guven di roja 125'emîn de ye
11/03/2019
19:06 Dadgehê 5 kesên ji doza Çapxaneya Gun dihatin darizandin ceza kir û berdan
18:31 Nasir Yagiz ji Leyla Guven re çîçek şand
18:00 Namzetên HDP'ê li her derê bi coş û girseyî hatin pêşwazikirin
17:31 Îtîfaqa Kurdîstanî li Qoserê got: Di 31’ê Adarê de bersivê bidin dijberên xwe
17:03 Di doza Qeyûm Safîturk de biryarek nû: Doza 8 kesan cihê kir
17:01 Polîsan destûr nedan ku Dayikên Aştiyê AKP'ê ziyaret bike
16:33 Berkîn Elvan hat bibîranî: Emê destûrê nedin ku Gezî bê qirêjkirin
16:18 Bi cezakirina 15 salan doz li Prof. Dr. Nurettîn Turgay vekirin
15:46 'Çavê Nazim li paş nema’
15:44 Kesên li Enqerê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:42 Danişîna Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya hat dîtin
15:39 Rêxistinên Sivîl ên Wanê bang li Wezareta Dadê kirin
14:34 'Em hewldanên we yên reşkirina Gezî red dikin'
14:27 Li Wanê 148 girtî di greva birçîbûnê de ne
14:12 Girtiyan serî li ÎHD’ê dan
14:01 HDK’ê banga Newroza Stenbolê kir: Newroz dê bibe îfadeya Yekîtiya Hêza Demokratîk
13:36 Yuksekdag: Ez jinên di Rêveberiya Cewherî de li ber xwe dan silav dikim
13:23 Berdevkê HDP’ê: Dev ji dijminahiya gelê kurd berdin
13:13 HDP’ê ji bo tevlîbûna mîtînga Êlihê bang kir
12:48 Li Wanê 95 sindok hatin veguhestin
12:38 Li Şirnexê hemû xwendekarên lîsê dibin mîtînga Erdogan
12:06 Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
11:30 Danişîna doza darizandina Yuksekdag dest pê kir
11:04 9 kes li Stenbolê hatin binçavkirin
10:00 Gulsum Elvan: 5 salin li kurê xwe digerim
09:29 19 sal berê keça wê li dijî tecrîdê xwe şewitand
Niha jî kurê wê bi heman daxwazê di grevê de ye
09:23 Çalakgera hat berdan: Çi li zindanê, çi li malê dê çalakiya min berdewam bike
09:17 Beriya hilbijartinê qeyûmê Farqînê milk dewr kir û deyn zêde kir
09:16 Dayikên Aştiyê: Bêyî can winda bibin deriyê Îmraliyê vekin
09:15 Rêveberiya girtîgehê vîtamînên ÎHOP'ê şand desteser kir
09:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Emê rêberê xwe teslîmî faşîzmê nekin
09:14 Dayika girtiyê 64 rojin di grevê de: Em dest bidin hev aştiyê bînin
09:13 24 sal di ser komkujiya Gazî re borî: Em edaletê dixwazin
09:13 Sadettîn Yaşar: Piştgirî û piştevanî dikare terîdê bişkîne
09:12 Bi pirtûka 'Gergedan' mexdûriyeta îktîdarê dipirse
09:11 ‘Li Girtîgeha Duzce tevî hemû zextan bi biryarî grevê berdewam dikin'
09:10 Berxwedana Leyla Guven di roja 124'emîn de ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2019'AN
10/03/2019
22:35 QSD: Em ê operasyonan berdewam bikin
22:28 Ziyareta Buldan a Esenyurtê vegeriya mîtîngê
21:56 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nemaye
21:27 Li Girtîgeha Xarpêtê ciwaneki jiyana xwe ji dest da
20:18 Jinên Îzmîrî li Gundogdu mîtîng pêk anîn
19:58 ANF rastî êrîşa siberê hat
19:54 Namzetên HDP'ê li dehan navendan gel ziyaret kirin û buro vekirin
19:11 Temellî: Plana wan Tirkiye hilweşand
15:11 Komcivîna Jinan a Karkeran li Stenbolê hat lidarxistin
15:09 5 partiyên kurd êrîşa li dijî HDP'ê şermezar kirin
14:37 Temellî li Pirsûsê axivî: Me malbata Şenyaşar ji bîr nekiriye
14:15 Bernameya HDP’ê ya Newrozê diyar bû
13:45 Namzetên HDP’ê yên Argûvan: Bi biryarek hevpar em ê bixebitin
13:30 Temellî li Eligorê bi coş hat pêşwazîkirin
13:23 Qeyûmê Şirnexê beriya mîtînga Erdogan dest bi pîneyan kir
12:12 Nameya ji girtiyekê re hatibû şandin, piştî 13 mehan gehişt destê wî
12:00 Balafira Etiyopya ket: 157 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan
11:39 Ji girtiyan peyam: Berxwedana me dê bibe xelekek ji taca serkeftinê
11:24 Li Gimgimê afîşên HDP'ê kom kirin
11:12 Tayîp Temel: Divê hemû kes bi hêza xwe bikeve nava tevgerê
10:50 Namzetên HDP'ê yên Hîzanê: Gel dê 31'ê Adarê betonên li pêş xwe rake
10:26 'Em dê li Êlihê rekorê derbas bikin
10:15 Temellî: Ji sedî 6 hilbijêrên kurd ji AKP’ê qut bûn
09:28 Girtiyên jin: Di encamê de mirin jî hebe, em ê dest ji daxwaza xwe bernedin
09:15 5 sal derbas bûn: Doza Berkîn Elvan bi zanebûnî tê dirêjkirin
09:13 Li Amedê cihê sindoqên 15 hezar û 885 hilbijêrî hat guherandin