Wekîlê HDP'î Sarisaç ku polîsan ew derb kir: Heta tecrîd neyê pûçkirin wê çalakiya me dewam bike

img
AMED - Di dema avêtina ser avahiya HDP'a Amedê de, polîsan bi pehînan Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç derb kirin. Sarisaç, bilêv kir ku welat veguheriye "dewleta qebîleyî" û "hiqûqa dijiminahiyê" pêk tê û got: "Heta tecrîd pûç nebe wê çalakiya me dewam bike." 
 
Piştî parlementerên HDP'ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulhalîk Kûrt û Yûsûf Ataş li avahiya HDP'a Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kirin, polîsan du caran avêt ser avahiya HDP'ê. Di avêtina ser avahiya partiyê ya duh na pêr bi şev de, polîsan derî û paceyên avahiyê şikandibûn, parlementerên HDP'î derb kiribûn 7 endamên HDP'î yên di greva birçîbûnê de jî binçav kiribûn. Di avêtina ser avahiyê ya duh bi şev de yek ji parlementerên HDP'î yê hat derbkirin jî Parlementerê Wanê Mûrat Sarisaç bû. Polîsan bi pehînan êrîşî Sarisaç kir û ew derb kirin. Sarisaç ji bo vê rewşê got, "hiqûqa dijminahiyê" pêk tê û dewlet veguheriye "dewleta qebîleyî". 
 
Sarisaç, destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê mafekî demokratîk e û got: "Çalakiya greva birçîbûnê zirarê nade tu kesî, mirov bi bedena xwe doza daxwazên xwe dike. Di qanûna bingehîn de bi tu awayî ne sûc e. Lê êdî bi hikûmeta AKP-MHP'ê re mirov xweziya xwe bi qanûna bingehîn a darbeyê jî tîne. Hevalên me ji ber ketin greva birçîbûnê hatin binçavkirin. Piştî 4 rojan şûnde hatin berdan. Lê belê duh na pêr dîsa bi heman hincetê hatin binçavkirin. Dozgerî jî diyar dike ku ev çalakî ne sûc e. Hatin berdan, lê belê dîsa hatin derbkirin û careke din hatin binçavkirin. Nirxên mirovahiyê bin pê dikin." 
 
‘ÇEK SPARTIN' 
 
Sarisaç, bilêv kir ku zêdetirî hezar polîs avêtiye ser avahiya partiyê û got: "Bi hezaran polîs deriyên me şikandin û ketin hundir. Hevalên me yên parlementer ji bo muzakereyê li ber avahiya partiyê bûn, lê belê polîsan ew jî derb kirin. Li hundur jî çek spartin me sê parlementeran. Em derb kirin û bi pehînan êrîşî me kirin û gef li me xwarin. Li avahiya partiyê tu dever nema ku texrîb nekirin. Hevalên me yên din ên di greva birçîbûnê de jî erdê ve hatin kişandin, hatin derbkirin û hatin binçavkirin." 
 
'ENCAMA POLÎTÎKAYÊN FAŞÎZAN E' 
 
Sarisaç, bilêv kir ku polîsan di hundurê avahiyê de fîşekên plastîk berdane û got: "Êdî daxwaza ji bo mafekî biçûk jî dibe sedema heqaret, derbkirin û binçavkirinê. Eger hûn li Kurdistanê bin, hebikî jî HDP'î bin, hûn tên krîmînalîzekirin. Ev yek dibe sedema girtinê jî. Serokomar li her derî dibêje HDP'î 'terorîst in' û 'divê ji vî welatî biçin.' Ev, encama polîtîkayên faşîzan e. Yanî ne gotinên tesadufî ne. Polîsek radibe êrîşî parlementerên destnedayîna wan hene dike. Ev hemû bi hev ve girêdayîne. Heta polîsak ji jorê fermanê negire nikare tiştekî wisa bîne serê parlementeram. Bi fîşekên plastîk jî êrîş kirin. Heqaret kirin. Polîsekî dît em dîmenê wî dikişînin jî, lê bi awayekî berbiçav êrîş kir. Eleqeya vê bi hêrsbûna polîstiyê tune ye. Ev encama kîn û nefreta serokomar û Wezîrê Karên Navxweyî ya ji bo kurda ye." 
 
‘FAŞÎZM BÎRDOZIYA DEWLETÊ YE' 
 
Sarisaç, bi bîr xist ku di avêtina ser avahiya HDP'a bajêr a 3'yê Adarê de jî bi feramana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hatiye kirin û got: "Faşîzm, bîrdoziya dewletê ye. Wezîrê Karên Navxweyî bi daxuyaniya xwe giliyê xwe kir. Nikare erkên xwe li gor hîsên xwe bi kar bîne. Ev sûc e. Ji ber hiqûq û demokrasî hatiye binpêkirin, ji ber daraz ketiye destê rêvebirinê, kesek radibe û hemû erkê di xwe de dibîne û li dijî gel bi kar tîne. Niha em bi mekanîzmayeke ku faşîzm veguheriye sazîbûnê û xirabî tê birêxistinkirin re rû bi rû ne." 
 
‘EZ DERENG JÎ MAM' 
 
Sarisaç, destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê çalakiya wan dewam bike û got: "Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, berdewamiya qirkirinê ye ku li ser gel tê pêkanîn. Tecrîdkirina Birêz Ocalan, polîtîkaya ji bo tunekirina gelekî ye. Em li dijî vê derketin. Leyla Guven, ji bo şexsê xwe dest bi vê çalakiyê nekir. Der barê pêşerojê de endîşe lê peyda bûn û dest bi vê çalakiyê kir. Ji bo min dereng jî maye. Di vî warî de xwe rexne dikim. Heta tecrîd neyê pûçkirin û heta daxwaz neyên qebûlkirin wê ev çalakiya me dewam bike." 
 
MA / Ozgur Paksoy 
 

Sernavên din

12/03/2019
15:48 Rûken a polisan panzêr lê qeliband emeliyat bû
15:31 Bûldan: Tişta ku qeyûm dike, dizitiye
15:21 Beştaş: Sedema ambargoya li ser HDP'ê çiye?
14:41 Yên bi KHK'ê îxrac bûn, Platforma Serdestiya Hiqûqê ava kirin
14:34 Leşkeran li Dihê 4 kes binçav kirin
14:16 Kesên di Komkujiya Gazî de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:15 Karkerê li Girneyê ji qatê 2'yemîn ket jiyana xwe ji dest da
13:40 Polîsan li Sîlopî panzêr li zaroka 9 salî qeliband
13:27 Hilbijartina Meclîsa Jinan a DTSO dê di 11’ê Nîsanê de pêk bê.
13:00 Hevseroka HDP’ê ya berê Kizil hat girtin
12:31 Jinan name ji Leyla re şandin: Tu bijî ji bo riya aştiyê vebe…
12:15 Kaplanê 27 salin girtiye û di greva birçîbûnê deye avêtin hucrê
12:10 Şahidê 12'e Adarê Çelen: Em di rojên tarî re derbas dibin
11:54 Li Mêrsînê banga tevlîbûna hevdîtina gel
11:34 Parêzerên Ocalan cara 797’emîn serî li dozgeriyê da
11:20 Girtiyê 78 rojin di greva birçîbûnê de: Berxwedana me teqez dê ser bikeve
11:09 Birayê Nazim ê 25 salin aqûbetna wî nediyar: Hafiza amûra herî mezin a berxwedanê ye
10:43 Dundar ê DKP’î jî ket greva birçîbûnê
10:14 Esker û gardiyanan îşkence li girtiya 57 salî kirin
10:03 Ji ber wêneyê Demirtaş girtin û şandin girtîgehê
10:01 Endamên OSO’yê dê li kampa Midyadê bicih bikin gelo?
09:37 Endamê Dîwana KCD'ê Selîm Sadak girtin
09:24 Li Mêrdînê rojnameger û siyasetmedar jî di nav de 142 girtî di grevê de ne
09:23 Dadgeha Cizîrê 7 kes girtin
09:22 Dayika ku 2 kurên wê di greva birçîbûnê de: Divê em nehêlin zarokên me li ber çavên me bimirin
09:21 Fermandarê qereqolê: Hûn dengê xwe nedin AKP'ê ez ê gund bişewitînim
09:20 Gaydali: Tu sedemek tune ye ku gelê Bedlîsê dengê xwe bide AKP'ê
09:20 Sêrtî: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva qeyûm bidin
09:19 'Di sûcên li hemberî mirovahiyê de demborî ne mimkun e'
09:18 'Em ne terorîst in, em nûnerên hemû gelan e'
09:17 Li Sêrt û Êlihê cihê 100 sindoqî guhestin
09:17 Girtiyên li Bandirmayê: Deng bidin da perdeya tarîtiyê biçire
09:16 Ji bo Leyla Guven helbestek nivîsand
09:15 Namzetên HDP'ê yên Giyadînê: Em ê şaredariyê radestî gel bikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2019'AN
08:43 Berxwedana Leyla Guven di roja 125'emîn de ye
11/03/2019
19:06 Dadgehê 5 kesên ji doza Çapxaneya Gun dihatin darizandin ceza kir û berdan
18:31 Nasir Yagiz ji Leyla Guven re çîçek şand
18:00 Namzetên HDP'ê li her derê bi coş û girseyî hatin pêşwazikirin
17:31 Îtîfaqa Kurdîstanî li Qoserê got: Di 31’ê Adarê de bersivê bidin dijberên xwe
17:03 Di doza Qeyûm Safîturk de biryarek nû: Doza 8 kesan cihê kir
17:01 Polîsan destûr nedan ku Dayikên Aştiyê AKP'ê ziyaret bike
16:33 Berkîn Elvan hat bibîranî: Emê destûrê nedin ku Gezî bê qirêjkirin
16:18 Bi cezakirina 15 salan doz li Prof. Dr. Nurettîn Turgay vekirin
15:46 'Çavê Nazim li paş nema’
15:44 Kesên li Enqerê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:42 Danişîna Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya hat dîtin
15:39 Rêxistinên Sivîl ên Wanê bang li Wezareta Dadê kirin
14:34 'Em hewldanên we yên reşkirina Gezî red dikin'
14:27 Li Wanê 148 girtî di greva birçîbûnê de ne
14:12 Girtiyan serî li ÎHD’ê dan
14:01 HDK’ê banga Newroza Stenbolê kir: Newroz dê bibe îfadeya Yekîtiya Hêza Demokratîk
13:36 Yuksekdag: Ez jinên di Rêveberiya Cewherî de li ber xwe dan silav dikim
13:23 Berdevkê HDP’ê: Dev ji dijminahiya gelê kurd berdin
13:13 HDP’ê ji bo tevlîbûna mîtînga Êlihê bang kir
12:48 Li Wanê 95 sindok hatin veguhestin
12:38 Li Şirnexê hemû xwendekarên lîsê dibin mîtînga Erdogan
12:06 Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
11:30 Danişîna doza darizandina Yuksekdag dest pê kir
11:04 9 kes li Stenbolê hatin binçavkirin
10:00 Gulsum Elvan: 5 salin li kurê xwe digerim
09:29 19 sal berê keça wê li dijî tecrîdê xwe şewitand
Niha jî kurê wê bi heman daxwazê di grevê de ye
09:23 Çalakgera hat berdan: Çi li zindanê, çi li malê dê çalakiya min berdewam bike
09:17 Beriya hilbijartinê qeyûmê Farqînê milk dewr kir û deyn zêde kir
09:16 Dayikên Aştiyê: Bêyî can winda bibin deriyê Îmraliyê vekin
09:15 Rêveberiya girtîgehê vîtamînên ÎHOP'ê şand desteser kir
09:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Emê rêberê xwe teslîmî faşîzmê nekin
09:14 Dayika girtiyê 64 rojin di grevê de: Em dest bidin hev aştiyê bînin
09:13 24 sal di ser komkujiya Gazî re borî: Em edaletê dixwazin
09:13 Sadettîn Yaşar: Piştgirî û piştevanî dikare terîdê bişkîne
09:12 Bi pirtûka 'Gergedan' mexdûriyeta îktîdarê dipirse
09:11 ‘Li Girtîgeha Duzce tevî hemû zextan bi biryarî grevê berdewam dikin'
09:10 Berxwedana Leyla Guven di roja 124'emîn de ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2019'AN
10/03/2019
22:35 QSD: Em ê operasyonan berdewam bikin
22:28 Ziyareta Buldan a Esenyurtê vegeriya mîtîngê
21:56 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nemaye
21:27 Li Girtîgeha Xarpêtê ciwaneki jiyana xwe ji dest da
20:18 Jinên Îzmîrî li Gundogdu mîtîng pêk anîn
19:58 ANF rastî êrîşa siberê hat
19:54 Namzetên HDP'ê li dehan navendan gel ziyaret kirin û buro vekirin
19:11 Temellî: Plana wan Tirkiye hilweşand
15:11 Komcivîna Jinan a Karkeran li Stenbolê hat lidarxistin
15:09 5 partiyên kurd êrîşa li dijî HDP'ê şermezar kirin
14:37 Temellî li Pirsûsê axivî: Me malbata Şenyaşar ji bîr nekiriye
14:15 Bernameya HDP’ê ya Newrozê diyar bû
13:45 Namzetên HDP’ê yên Argûvan: Bi biryarek hevpar em ê bixebitin
13:30 Temellî li Eligorê bi coş hat pêşwazîkirin
13:23 Qeyûmê Şirnexê beriya mîtînga Erdogan dest bi pîneyan kir
12:12 Nameya ji girtiyekê re hatibû şandin, piştî 13 mehan gehişt destê wî
12:00 Balafira Etiyopya ket: 157 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan
11:39 Ji girtiyan peyam: Berxwedana me dê bibe xelekek ji taca serkeftinê
11:24 Li Gimgimê afîşên HDP'ê kom kirin
11:12 Tayîp Temel: Divê hemû kes bi hêza xwe bikeve nava tevgerê
10:50 Namzetên HDP'ê yên Hîzanê: Gel dê 31'ê Adarê betonên li pêş xwe rake
10:26 'Em dê li Êlihê rekorê derbas bikin
10:15 Temellî: Ji sedî 6 hilbijêrên kurd ji AKP’ê qut bûn
09:28 Girtiyên jin: Di encamê de mirin jî hebe, em ê dest ji daxwaza xwe bernedin
09:15 5 sal derbas bûn: Doza Berkîn Elvan bi zanebûnî tê dirêjkirin
09:13 Li Amedê cihê sindoqên 15 hezar û 885 hilbijêrî hat guherandin