Dayikên Şemiyê jinên winda bi bîr anîn

img

STENBOL – Dayikên Şemiyê di hefteya 728’emîn a çalakiya xwe de bi wesîleya 8’ê Adarê li aqûbeta jinên di binçavan de hatine windakirin pirsî û gotin: “Ku tundî û bêedaletî hebe wê berxwedan jî hebe.” 

Dayikên Şemiyê ji bol i aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin di hefteya 728’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. Polîsan carek din Dayikên Şemiyê asteng kir û destûr nedan çalakiya xwe li qadê li dar bixin. Li ser astengkirina polîsan Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Wek her hefteyê polîsan vê hefteyê jî derdora çalakiya Dayikan dorpêç kir. 
  
Dayikên Şemiyê tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin û wêneyên windayan û qurnefilan xistin destê xwe. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Huda Kaya û Musa Pîroglu, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes beşdar bûn. 
 
‘HEKE ZEXT HEBE WÊ BERXWEDAN JÎ HEBE’ 
 
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Masîde Ocak daxuyanî xwend û diyar kir ku jinan li her deverê dinyayê jin ji bo daxwazên wekheviyê û azadiyê derketin qadan û got: “Jinan li dijî zext û bêwekheviyê biryardariya têkoşîn û piştevaniya xwe bilind kir. Em jî vê têkoşîna bi rûmet û li dijî bêwekheviyê dengê xwe bilind dikin û tev li têkoşîna jinan dibin. Me 8’ê Adarê bi şideta li dijî jinan û qedexekirina Qada Galatasarayê pêşwazî kir. Ev 28 hefte ne em nikarin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. Dixwazin jinan bi tirs, şidet û kuştinê terbiye bikin. Pergala serdest a baviksalar dixwaze jin îtat bikin. Em bi nirxa herî bingehîn a mirovahî bersiv dibin û dibêjin; zext, şidet û bêedalet hebe wê berxwedan jî her tim hebe.” 
 
Ocak piştî metna daxuyaniyê, Ayşe Tepe, Besta Tosun, Nîmet Tanrikulu û Sebla Arcan yên di dem û cihên cuda de di binçavan de hatin windakirin bibîr anî û li aqûbeta wan pirsî. 
 
Ocak metna ku jinên windakirî bi bîr tîne xwend. Metna jinan wiha ye: 
 
“Di hefteya çalakiya me ya 728’emîn de bi wesîleya 8’ê Adarê me got ‘jinên di binçavan de hatin windakirin me ji bîr nekiriye’ hatin gel hev. Em ê Makbule Okdem a di 1991’an de li Cizîrê hat windakirin û piştî 18 salan cenazeyê wê hat dîtin ji bîr nekin. 
 
* Em ê Ayten Ozturk a di 27’ê tîrmeha 1992’an li Drsimê hat windakirin û cezayê wê li Xarpêtê hat  dîtin ji bîr nekin. 
 
* Em ê Ridda Yavuz a di 14’ê tebaxa 1992’an de li Navçeya Dêrika Mêrdînê hat binçavkirin û windakirin û carek din agahî jê nehat girtin ji bîr nekin. 
 
* Em ê Sedîka Dal a di îloana 1993’an de li Navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji aliyê hîzbullah ve hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin ji bîr nekin. 
 
* Em ê Hamîde Şarli ya di 24’ê kanûna 1993’an de li gundê Wanika Navçeya Tetwana Bedlîsê ji aliyê eskeran ve winedakirin û carek din agahî jê nehat girtin ji bîr nekin. 
 
* Em ê Hatîn Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wê ya 3 salî Dîlek Serîn ên di 24’ê îloana 1994’an de li gundê Mirika Dersimê di kêliya operasyona eskerî de hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin ji bîr nekin. 
 
* Em ê Lutfiye Kaçar a di 5’ê cotmeha 1994’an de li Stenbolê hat windakirin ji bîr nekin. 
 
* Em ê Gulnaz û Kadriye Talu yên li gundê Ortaç a girêdayî Navçeya Haskoya Mûşê di nava operasyona eskerî de man û agahî ji wan nehat girtin ji bîr nekin. 
 
* Em ê Ayşenûr Şîmşek a di 24’ê çileya 1995’an de li Enqereyê bi îşkenceyê hat kuştin û piştî 76 rojan cenazeyê wê li Goristana Bêkesan a Kirikkale hat dîtin ji bîr nekin. 
 
* Em ê Hatîce Şîmşek a di 1’ê Gulana 1995’an de li navçeya Bismila Amedê hat windakirin ji bîr nekin. 
 
* Em ê Şukran Daş a di 07’ê îlona 1996’an de li navçeya Rezan a Amedê hat windakirin ji bîr nekin. 
 
* Em ê Fahriye Mordenîz a di 28’ê mijdara 1996’an de li Amedê li gel hevjînê xwe Mahmut hat windakirin ji bîr nekin. 
 
* Em ê Zozan Eren a di 26’ê Îlona 1997’an de li navçeya Pasûra Amedê bi hevjînê wê Orhan re hat revandin û windakirin ji bîr nekin. 
*Em ê Neslîhan Uslu ya di 31’ê adara 1998’an de li Çeşmeya Stenbolê bi 3 hevalên xwe re hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin ji bîr nekin. 
 
* Em ê Konca Kurîş a di 16’ê tîrmeha 1998’an de li Mêrsînê ji aliyê Hîzbullah ve hat revandin û di 21’ê çileya 2000’î de cenazeyê wê li Konyayê hat dîtin ji bîr nekin.”

Sernavên din

12/03/2019
15:48 Rûken a polisan panzêr lê qeliband emeliyat bû
15:31 Bûldan: Tişta ku qeyûm dike, dizitiye
15:21 Beştaş: Sedema ambargoya li ser HDP'ê çiye?
14:41 Yên bi KHK'ê îxrac bûn, Platforma Serdestiya Hiqûqê ava kirin
14:34 Leşkeran li Dihê 4 kes binçav kirin
14:16 Kesên di Komkujiya Gazî de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:15 Karkerê li Girneyê ji qatê 2'yemîn ket jiyana xwe ji dest da
13:40 Polîsan li Sîlopî panzêr li zaroka 9 salî qeliband
13:27 Hilbijartina Meclîsa Jinan a DTSO dê di 11’ê Nîsanê de pêk bê.
13:00 Hevseroka HDP’ê ya berê Kizil hat girtin
12:31 Jinan name ji Leyla re şandin: Tu bijî ji bo riya aştiyê vebe…
12:15 Kaplanê 27 salin girtiye û di greva birçîbûnê deye avêtin hucrê
12:10 Şahidê 12'e Adarê Çelen: Em di rojên tarî re derbas dibin
11:54 Li Mêrsînê banga tevlîbûna hevdîtina gel
11:34 Parêzerên Ocalan cara 797’emîn serî li dozgeriyê da
11:20 Girtiyê 78 rojin di greva birçîbûnê de: Berxwedana me teqez dê ser bikeve
11:09 Birayê Nazim ê 25 salin aqûbetna wî nediyar: Hafiza amûra herî mezin a berxwedanê ye
10:43 Dundar ê DKP’î jî ket greva birçîbûnê
10:14 Esker û gardiyanan îşkence li girtiya 57 salî kirin
10:03 Ji ber wêneyê Demirtaş girtin û şandin girtîgehê
10:01 Endamên OSO’yê dê li kampa Midyadê bicih bikin gelo?
09:37 Endamê Dîwana KCD'ê Selîm Sadak girtin
09:24 Li Mêrdînê rojnameger û siyasetmedar jî di nav de 142 girtî di grevê de ne
09:23 Dadgeha Cizîrê 7 kes girtin
09:22 Dayika ku 2 kurên wê di greva birçîbûnê de: Divê em nehêlin zarokên me li ber çavên me bimirin
09:21 Fermandarê qereqolê: Hûn dengê xwe nedin AKP'ê ez ê gund bişewitînim
09:20 Gaydali: Tu sedemek tune ye ku gelê Bedlîsê dengê xwe bide AKP'ê
09:20 Sêrtî: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva qeyûm bidin
09:19 'Di sûcên li hemberî mirovahiyê de demborî ne mimkun e'
09:18 'Em ne terorîst in, em nûnerên hemû gelan e'
09:17 Li Sêrt û Êlihê cihê 100 sindoqî guhestin
09:17 Girtiyên li Bandirmayê: Deng bidin da perdeya tarîtiyê biçire
09:16 Ji bo Leyla Guven helbestek nivîsand
09:15 Namzetên HDP'ê yên Giyadînê: Em ê şaredariyê radestî gel bikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2019'AN
08:43 Berxwedana Leyla Guven di roja 125'emîn de ye
11/03/2019
19:06 Dadgehê 5 kesên ji doza Çapxaneya Gun dihatin darizandin ceza kir û berdan
18:31 Nasir Yagiz ji Leyla Guven re çîçek şand
18:00 Namzetên HDP'ê li her derê bi coş û girseyî hatin pêşwazikirin
17:31 Îtîfaqa Kurdîstanî li Qoserê got: Di 31’ê Adarê de bersivê bidin dijberên xwe
17:03 Di doza Qeyûm Safîturk de biryarek nû: Doza 8 kesan cihê kir
17:01 Polîsan destûr nedan ku Dayikên Aştiyê AKP'ê ziyaret bike
16:33 Berkîn Elvan hat bibîranî: Emê destûrê nedin ku Gezî bê qirêjkirin
16:18 Bi cezakirina 15 salan doz li Prof. Dr. Nurettîn Turgay vekirin
15:46 'Çavê Nazim li paş nema’
15:44 Kesên li Enqerê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:42 Danişîna Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya hat dîtin
15:39 Rêxistinên Sivîl ên Wanê bang li Wezareta Dadê kirin
14:34 'Em hewldanên we yên reşkirina Gezî red dikin'
14:27 Li Wanê 148 girtî di greva birçîbûnê de ne
14:12 Girtiyan serî li ÎHD’ê dan
14:01 HDK’ê banga Newroza Stenbolê kir: Newroz dê bibe îfadeya Yekîtiya Hêza Demokratîk
13:36 Yuksekdag: Ez jinên di Rêveberiya Cewherî de li ber xwe dan silav dikim
13:23 Berdevkê HDP’ê: Dev ji dijminahiya gelê kurd berdin
13:13 HDP’ê ji bo tevlîbûna mîtînga Êlihê bang kir
12:48 Li Wanê 95 sindok hatin veguhestin
12:38 Li Şirnexê hemû xwendekarên lîsê dibin mîtînga Erdogan
12:06 Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
11:30 Danişîna doza darizandina Yuksekdag dest pê kir
11:04 9 kes li Stenbolê hatin binçavkirin
10:00 Gulsum Elvan: 5 salin li kurê xwe digerim
09:29 19 sal berê keça wê li dijî tecrîdê xwe şewitand
Niha jî kurê wê bi heman daxwazê di grevê de ye
09:23 Çalakgera hat berdan: Çi li zindanê, çi li malê dê çalakiya min berdewam bike
09:17 Beriya hilbijartinê qeyûmê Farqînê milk dewr kir û deyn zêde kir
09:16 Dayikên Aştiyê: Bêyî can winda bibin deriyê Îmraliyê vekin
09:15 Rêveberiya girtîgehê vîtamînên ÎHOP'ê şand desteser kir
09:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Emê rêberê xwe teslîmî faşîzmê nekin
09:14 Dayika girtiyê 64 rojin di grevê de: Em dest bidin hev aştiyê bînin
09:13 24 sal di ser komkujiya Gazî re borî: Em edaletê dixwazin
09:13 Sadettîn Yaşar: Piştgirî û piştevanî dikare terîdê bişkîne
09:12 Bi pirtûka 'Gergedan' mexdûriyeta îktîdarê dipirse
09:11 ‘Li Girtîgeha Duzce tevî hemû zextan bi biryarî grevê berdewam dikin'
09:10 Berxwedana Leyla Guven di roja 124'emîn de ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2019'AN
10/03/2019
22:35 QSD: Em ê operasyonan berdewam bikin
22:28 Ziyareta Buldan a Esenyurtê vegeriya mîtîngê
21:56 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nemaye
21:27 Li Girtîgeha Xarpêtê ciwaneki jiyana xwe ji dest da
20:18 Jinên Îzmîrî li Gundogdu mîtîng pêk anîn
19:58 ANF rastî êrîşa siberê hat
19:54 Namzetên HDP'ê li dehan navendan gel ziyaret kirin û buro vekirin
19:11 Temellî: Plana wan Tirkiye hilweşand
15:11 Komcivîna Jinan a Karkeran li Stenbolê hat lidarxistin
15:09 5 partiyên kurd êrîşa li dijî HDP'ê şermezar kirin
14:37 Temellî li Pirsûsê axivî: Me malbata Şenyaşar ji bîr nekiriye
14:15 Bernameya HDP’ê ya Newrozê diyar bû
13:45 Namzetên HDP’ê yên Argûvan: Bi biryarek hevpar em ê bixebitin
13:30 Temellî li Eligorê bi coş hat pêşwazîkirin
13:23 Qeyûmê Şirnexê beriya mîtînga Erdogan dest bi pîneyan kir
12:12 Nameya ji girtiyekê re hatibû şandin, piştî 13 mehan gehişt destê wî
12:00 Balafira Etiyopya ket: 157 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan
11:39 Ji girtiyan peyam: Berxwedana me dê bibe xelekek ji taca serkeftinê
11:24 Li Gimgimê afîşên HDP'ê kom kirin
11:12 Tayîp Temel: Divê hemû kes bi hêza xwe bikeve nava tevgerê
10:50 Namzetên HDP'ê yên Hîzanê: Gel dê 31'ê Adarê betonên li pêş xwe rake
10:26 'Em dê li Êlihê rekorê derbas bikin
10:15 Temellî: Ji sedî 6 hilbijêrên kurd ji AKP’ê qut bûn
09:28 Girtiyên jin: Di encamê de mirin jî hebe, em ê dest ji daxwaza xwe bernedin
09:15 5 sal derbas bûn: Doza Berkîn Elvan bi zanebûnî tê dirêjkirin
09:13 Li Amedê cihê sindoqên 15 hezar û 885 hilbijêrî hat guherandin