Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye: Berxwedana me çirûska rojên azad e

img

STENBOL – Nivîskar Emîn Gurban ku di Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê de ye, der barê grevên birçîbûnê de bi Tûran Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye axivî. Gunana got: "Berxwedana me, ji bo rûxandina vê îktîdara zalim, pêngava destpêkê ye û çirûska rojên azad e. Werin em bi hev re vê berxwedanê geş bikin." 

Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê, nivîskarê girtî Emîn Gurban, bi Tûran Gunana re hevpeyvînek çêkir. Tûran Gunana, ji 17'ê Kanûna 2018'an ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Gunana, di sala 2005'an de ji doza PKK'ê hatiye girtin û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Di sala 2012'an de jî 59 rojan di greva birçîbûnê de maye. 
 
Gunana, bilêv kir ku ew pêşî Leyla Guven û hemû kesên li dor Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûne xelek û di nav vê berxwedanê de cih girtine silav dike û ew bihêvî ne ku dê bi ser bikevin. Gunana, ji bo rewşa xwe ya tenduristiyê jî got: "Wek kes wisa difikirim ku rewşa tenduristiya me girêdayî rewşa tenduristya Rêberê me û gelê me ye." Gunana, anî ziman ku ji ber grevê bêewî, şewta çavan, pirsgirêka dîtinê û bêhalî lê peyda bûne." 
 
'DI VÊ PÊVAJOYA KU TU HIKMÊ GOTINÊ NEMAYE, EM DIXWAZIN BI BERXWEDANA XWE CAREKE DIN WATEYÊ LI GOTINÊ BAR BIKIN' 
 
Gunana, destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku tu hikmê gotinê nemaye de berxwedana wan hewl dide careke din îtibar û wateyekê li gotinê bar bike û got: "Dev ji zindanan berdin, hemû qadên jiyanê veguherîne zindan. Tecrîd, Roboskî ye. Tecrîd, cenazeyê dayika Taybet e ku hefteyekê li nêv kuççeyê hat sekinandin. Li Cizîrê, bi saxî şewitandina mirovan e. Cemîle Çagirga ye ku cenazeyê wê di sarincê de hat muhafezekirin. Barîn û Ekîn Wan e. Şehîdên me yên bi balafiran hestiyên wan hatin bombebarankirin. Dayika Sîsê ye ku di 86 saliya xwe de hat girtin. Îbarhîm Akbaba ye ku di zindanê de hat qetilkirin. Qeyûmên tayîbî şaredariyan hatin kirin. Îradeya siyasî ye ku hatiye kelemçekirin. Efrîn e ku hatiye dagirkirin." Gunana, bilêv kir ku di şert û mercên wisa de hemû rê hatine girtin û loma wan xwestiye di vê serdemê de wateyê û îtibarê careke din bi berxwedana xwe li gotinê bar bikin." 
 
Gunana, bêdengiya sazî û dezgehên navnetewî yên li ber greva birçîbûnê xwe li bêdengiyê danîne rexne kir û got: "DMME û CPT'î û saziyên din ên navdewletî hemû nûnerên hiqûqa bûrjûvayê û emperyalîzmê ne. Loma li hemberî polîtîkayên efendiyên we gavina navêjin. Bêdengiya wan ji ber ji paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Birêz Ocalan û hêza wî ya di siyaseta cîhanê de ye." 
 
'BERXWEDANA LI ZINDANAN, BERXWEDANA GEL E, LEYLA GUVEN GEL BIXWE YE'
 
Gunana, bilêv kir ku lê ew bawer dikin wê çalakiya wan vê bêdengiyê jî bişikîne û got: "Jixwe berxwedana me tu carî ji serdest û dagirkeran doza tiştekî nake. Di dîroka me ya têkoşînê de ev tişt çênebûye. A rast ev berxwedana me ew e ku bibe dengê civaka kurd, bive dengê hemû bindestên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn. Gelê me, bi salan e bêyî tirs ji bo azadiya xwe bedêlan dide. Belkî ji ber çewisandinên rejîma faşîst niha bêdengiyek hebe, lê ev nayê wateya ku hêrs û kîna gel tune ye. Ev gel tu carî bêdeng nemaye û wê bêdeng jî nemîne. Berxwedana me ya li zindanan, berxwedana gel e. Leyla Guven gel bi xwe ye. Em jî zarokên vî gelê emzlûm in. Li derve, li Kurdistanê û Ewropayê û li gelek deverên din her diçe gelê me xwedî li vê berxwedanê derdikeve û wê derkeve jî. Encam çi dibe bila bibe, ji destpêka xwe ve bi ser ketiye." 
 
Gunana, bal kişand ser hevdîtina 12'ê Çileyê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û berdana Leyla Guvenê û got: "Helbet ev ji ber vê berxwedê pêk hatin. Lê divê baş bê zanîn; 'va ye bi rêberê we re hevdîtin pêk hat, rewşa wî baş e, sax e, divê hûn dev ji çalakiyê berdin'. Ev heqareta herî mezin e ku li gelê kurd tê kirin. Rêber, 20 sal in girtiye û bi her awayî mafên wî tên bin pêkirin û hemû rêyên ku fikrên wî bigihên gelê wî tên astengkirin. Îjar tu yê rabî û bêjî 'sax e û rewşa wî baş e.' Ev bêehlaqîtî ye. A rast ev bilêvkirin, tê wateya ku serok li Îmraliyê bi saxî bê veşartin. Me tu carî ev tişt qebûl nekiriye û em ê nekin jî. Gelê me jî bêdeng nemaye û wê nemîne." 
 
'A HIKMÎ MÊJIYÊ ME DIKE NE BEDENA ME, BÎRA ME YE'
 
Gunana, ji bo moral û motîvasyona xwe got: "Em hêza xwe ji Rêberê xwe, ji hevrêyên xwe Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Akîf û Alîyan digirin. Em hêza xwe ji heqîqet û rastiyên xwe yên civakî digirin. Em berdewamê nifşên ku bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez kirin. Niha jî jiyan Rêber Apo ye, hêvî Rêber Apo ye. Di rêça wî de ji berxwedan li dijî dagirkeriyê tiştekî birûmet tune ye. Xwezî ne canek me bi ehzaran canê me hebûna û me di vê rêçê de fida bikira." Gunana, diyar kir ku ya hikmî mêjiyê wan dike ne bedena wan e, bîra wan, azweriya wan a ji bo azadiyê ye. 
 
'HETA TECRÎD Û ÎZOLASYON BI DAWÎ NEBE...'
 
Gunana, diyar kir ku ew tevî du hevalên xwe dimîne û ji bo derbaskirina wext got: "Her du heval, hevalên din û gelê me yê li derve tim bi piştgirî tev digerin. Eleqeyeke zêde heye. Rojê 8-10 saetan xwe dirêj dikim, ancax 4-5 saetan dikevim xew. Wekî din pirtûkan dixwînim, bi hevalan re sohbetê dikim, nûçeyan dişopînim, bi kişikê dilîzim û carinan nameyan dinivîsînim." 
 
Gunana, destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî nebe û heta bi awayekî rêk û pêk malbat hevdîtinê pêk neynin wê çalakiya wan dewam bike. 
 
REWŞA HIN GIRTIYAN DI ASTEKE KRÎTÎK DE YE 
 
Gunana ji bo piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî got: "Her diçe gelê me û derdorên demokratîk xwedî li berxwedana me derdiekvin. Lê belê rewşa hin hevalên me di asteke krîtîk de ye. Loma berî bi derengî bikeve divê tenê ne malbatên girtiyan, herkes bi awayekî griseyî xwedî lê derkeve." 
 
Herî dawî Gunana got: "Berxwedana me, ji bo rûxandina vê îktîdara zalim, pêngava destpêkê ye û çirûska rojên azad e. Werin em bi hev re vê berxwedanê geş bikin. Divê em êdî em bêjin 'êdî bes e.' Rêber Apo, hêviya jiyana azad, hêviya aştî, biratî, heq, edalet û azadiyê ye. Werin em li dor vê hêviyê bibin xelek. Berxwedan jiyan e. Rêber Apo dibêje 'Jiyan an divê bi azadî bê jiyîn an jî qet.' Silav û hezkirin ji bo herkesên berxwedana me dikin berxwedana xwe." 

Sernavên din

10/03/2019
09:10 'Ne ji bo mirinê, ji bo jiyaneke azad me dest pê kir'
09:08 Piştî 7 salan dîsa di greva birçîbûnê de ye: Ji bo berxwedanê em dereng jî man
09:05 Dengek dikare gelek tiştî biguherîne!
09:03 Wekîlê HDP'î Sarisaç ku polîsan ew derb kir: Heta tecrîd neyê pûçkirin wê çalakiya me dewam bike
09:01 Gelên Îdirê: HDP, yekîtî û jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Berxwedana Leyla Guven di roja 123'emîn de ye
09/03/2019
20:04 Serdana gel a ji bo çalakgeran didome
18:52 Polîsan telefona wekîla HDP'î şikand
18:23 Waliyê Edeneyê ferman da ku dolmîşên Edeneyê ji bo mîtinga AKP'ê bixebitin
17:51 11 gundiyên ku li Gundê Şapo hatin binçavkirin hatin girtin
17:40 Jinan li Egeyê 8'ê Adarê pîroz kir
17:26 Bûldan: Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan
16:56 Arslan: Yên nikarin vîna kurdan bişkînin derî û caman dişkînin
16:10 Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:06 Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê kolan bi kolan didomin
15:48 Xwestin girtiyên jin ên nexweş bên berdan
15:43 Rêxistinên HDP'ê li gelek navendan êrîşa polîsan a li dijî HDP'a Amedê şermezar kir
15:18 Namzetên HDP’ê yên Mûşê projeyên xwe eşkere kirin
14:53 Xizmên Windayan: Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:22 Temellî: Serdegirtina partiya me teşhîra bêhiqûqiyê ye
13:57 Dayikên Şemiyê jinên winda bi bîr anîn
13:33 Jinên meşa wan hat astengkirin: Berxwedana jinan wan ditirsîne
13:09 Rêxistina HDP’a Amedê: Polîs ji bo me qetil bikin hatibûn
12:03 Karkerên Flormar ên salekê li ber xwe dan qazenc kirin
11:51 Rojnameyên medya navendî daxwazên bi deh hezaran jin nedit
11:24 Polîsan dest danî ser telefona parlamenter Aydenîz
10:29 Koç: Heke tiştek neyînî biqewime berpirs qesr e
10:16 Karkerê li Bursayê ji 45 metreyan ket jiyana xwe ji dest da
10:16 Baskin Oran: Guven di çalakiya xwe de bi isra re
09:58 'Eger em qêrîna Leyla Guven bilind bikin emê rojên xweştir bijîn'
09:43 Yigît ê 64 roj in di grevê de ye: Tecrîd bi desteka gel dê bê şikandin
09:42 Parlementerê TÎP’ê Atay: Li ser gelê Kurd polîtîkayên tecrîdê tên birêvebirin
09:23 Berxwedana Leyla Guven di roja 122'emîn de ye
09:22 Çalakiya xwe ya greva birçîbûnê kir helbest
09:22 Dermanê girtiyê nexweş Keleş nadinê
09:21 Aydin: Gotinên Erdogan, tehdîtkirina hemû gelan e
09:20 Xanî şewitandin û kuştin lê dadgehê got 'ne kuştineke bi qesdî ye'
09:19 Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye: Berxwedana me çirûska rojên azad e
09:19 ‘Bi bêdengiyê kes nikare wijdanê xwe bêdeng bike'
09:18 Serokê TZD'ê: Tişta me berê difirot îro em dikirin
09:17 ‘Di sektora sînemayê de jî keda jinê tê binpêkirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2019'AN
08/03/2019
23:16 Polîsan deriyê avahiya HDP'ê şikand û 7 çalakger binçav kirin
22:06 Polîsan li Taksimê êrîşî Meşa Şevê ya Femînîstan kir
19:07 Li Mêrsînê meşa jina hat qedexekirin
18:39 Li Reqayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin
18:26 Kolana Îstiklalê hat girtin
18:20 Li Zanîngeha Brukselê panela jineolojiyê
17:29 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:36 Salek û nîv ceza li rojnameger Kobulan hat birî
16:27 Baroya Amedê: 2 girtî derb kirin û milê girtiyek şikandin
16:22 Jinên 8'ê Adarê pîroz kirin: Jin dê bi berxwedanê aştiyê pêş bixin
15:47 Jin daketin qadan: Em natirsin, bêdeng nabin û serî natewînin
15:46 Jinan Leyla Guven silav kir: Jinek bi meşaleya xwe bi ser tariyê ve diçe
15:12 ‘Erka dewletê ewe ku jinan li dijî tundiyê biparêze'
15:11 Buldan: Yên tecrîdê rakin û bişkênin dîsa jin in
14:54 Dadgeha Îstînafê ya Belçîka: PKK ne rêxistina terorê ye
14:21 Leyla Guven: Em ê azadiya jinê bigihînin serkeftinê
14:12 Sezaî Temellî, wekîlên ku ketin grevê ziyaret kir
13:51 Jin bi rengê xwe li Qada Îstasyonê ne: Leyla Guven rûmeta me ye
13:42 Polîsan li Îzmîrê 8 xwendekar binçav kir
13:00 '8’ê Adarê roja serhildanê ye’
12:57 Li Amedê parlamenter jî di nav de koma duyemîn dest bi grevê kirin
12:40 Li Hewlerê Koma 54'an grev dewir girt
12:22 Jinên Wanê bi dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ diherikin qadê
12:12 3 jinên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan
12:06 Namzetên HDP’ê yên Sûrê: Qeyûm mozaîka gelan parçe kir
11:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana dozgeriyê kirin
11:29 Êzîdiya Koço ya li Dêra Zor hat rizgarkirin komkujiya jinan vegot
11:09 Li Cizîrê herî kêm 9 kes hatin binçavkirin
11:03 Li Girtîgeha Panosê 161 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:25 Idlibê vala dikin: Rojê 300 kes derbasî Hatayê dibin
10:23 Serokê TÎP’ê Baş: Ji bo Leyla divê em bikevin tevgerê
09:52 Girtiyê 83 roj din di grevê de ye: Çalakiya me ji bo gelê kurd bang e
09:10 'Eger mirin çêbibe, bi qasî hikûmetê kesên bêdeng jî berpirsiyar in'
09:10 Ocalan: An em ê bibin şirîkê vî sûcî an jî em ê peywira xwe ya mirovahiyê pêk bînin
09:09 Ayfer Duzdaş: Em bibin dengê Leylayê da ku bijî
09:09 ‘Tecrîd sûc e, divê bi dawî bibe'
09:07 Bi hinceta 'girtiyan motîve dike' rojnameyê nadin girtiyan
09:07 Esnafên bazarê bêzar bûne: Dewletê em qedandin!
09:06 Kaya ku rojiyên mirinê yê berê şopandine: Divê heman travma pêk neyê
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2019'AN
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 121'emîn de ye
07/03/2019
21:27 Alîgirên Amedsporê PFDK'ê protesto kirin
21:18 Li Belçîkayê, dê jin di 8’ê Adarê têkevin grevê
21:11 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
20:36 Li Portekîzê li dijî tundiya li jinê şîna neteweyî hat ragihandin
20:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Wê têkoşîna jinan bidome
20:14 Li Rihayê 4 kes hatin girtin, li Bedlîsê jî 6 HDP'î hatin binçavkirin
19:25 Lîstikvanê Amedsporê Çalar ji futbolê hat menkirin
19:10 Çalakiya greva birçîbûnê ya HDP'iyên hatin berdan didome
18:22 Li Agirî û Bedlîsê afîşên HDP'ê hatin rakirin
17:40 Rojnamevan Tûran hat berdan
17:33 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê hat redkirin
17:00 HDP’iyên bi fermana Soylû hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:49 Heyeta TÎP’ê Guven ziyaret kir: Ev daxwaz berpirsyariyê dide me
16:45 Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat girtin
16:36 Wekîla HDP'ê Başaran: Desthilatdarî pêşeroja welat tehdît dike
16:30 Rojnameger Tûran û 3 kesên pêre sewqî dadgehê hatin kirin