Girtiyê 83 roj din di grevê de ye: Çalakiya me ji bo gelê kurd bang e

img

AMED – Cuneyt Aslan ê girtî ku 83 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku ji bilî berxwedanê tu rêyek wan din nîne û got: “Çalakiya me bang li gelê kurd dike û dibêje ev çalakiya we û ev berxwedêr zarokên we ne.” 

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 121 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî Guven dest bi çalakiya xwe kir, li girtîgehan jî berbelav bû û kom bi kom beşdarî greva birçîbûnê bûn. Ji 1’ê adarê şûn ve li hemû girtîgehan greva birçîbûnê hat destpêkirin. 
 
‘BEDELA WÊ ÇI DIBE BILA BIBE…’
 
Yek ji van girtiyên ji roja ewil ve dest bi greva birçîbûnê kir Cuneyt Aslan ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin e. Aslan ê 83 roj in di greva birçîbûnê de ye bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî. Aslan da zanîn ku moral û motîvasyona wan li cih e û got: “Niha pêvajoyek girîng heye. Berxwedanek mezin tê meşandin. Em destpêkê di şexsê pêşengên vê berxwedanê Leyla Guven, Nasir Yagiz de hemû hevaên di çalakiyê de ne silav dikin. Em hezkirinên xwe ji wan re dişînin. Çalakiya me bi ruhê 14’ê Tîrmehê didome. Gelê me vê çalakiyê wek ruhê 14’ê Tîrmehê dibîne. Ev ji bo me rûmet e û em gelek dilşad in. Heya serkeftinê em ê bibin şopdarê heval Mazlum, Kemal, Xeyrî û Sarayan. Em ê bibin layiqî wan. Ji bo em bibin layîqî wan berpirsyariya me heye. Bedelê wê çi dibe bila bibe em ê bi ruhê wan hevalan li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Çalakiya me her roja ku çû mezin û belav bû. Îro pir xûrt bi biryar û bi awayekî fedayane dimeşe. Çalakiya me bi îradeyek xurt didome. Em bi ruhê berxwedanê ketine meha Adarê.” 
 
‘ADAR MEHA BERXWEDANÊ YE’ 
 
Aslan destnîşan kir ku meha Adarê ji bo wan meha berxwedanê ye û wiha got: “Meha Adarê ji bo me Newroz e. Bi taybetî serê mehê bi hezaran hevalên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Berxwedan mezin kirin. Çalakiya me di kîjan rojê de ye ne girîng e. Her roj ji bo me berxwedan û çalakiye. Rewşa heval Leyla û Nasir li ber çavan e. Çalakiya heval Leyla 120 li pey xwe hişt. Divê baş bê zanîn ku piştî çalakiya me dinya ji vê tecrîdê agahdar bû. 20 sal in tecrîdek girankirî li ser Serokatiya me heye. Îro her kes vê tecrîda giran dizane. Vê tecrîdê di heman demê gelê kurd jî dorpêç kiriye. Rûyê tecrîdê yê qirêj derketiye holê. Çalakiya me mohra xwe li dîrokê da. Çalakiya me ji niha ve gihîştiye serkeftinê. Dê bibe wesîleya serkeftina mezin. Em nikarin hêj bêjin me tecrîd şikandiye. Ancak bi hezaran kes vê yekê dibêjin; em ê tecrîdê bişkênin û faşîmzê hilweşînin.” 
 
‘BERXWEDÊR ZAROKÊN WE NE XWEDÎ DERKEVIN’ 
 
Aslan anî ziman ku çalakiya wan ji bo gelê kurd bangek e û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ev çalakiya we ye û berxwedêr zarokên we ne. Bila kes ne li benda bêdengbûna me be. Em ê bêdeng nemînin, temaşe nekin û şerefa xwe di bin piya de nehêlin. Ji bo vê yekê jî em ê bi hêzdarî li ber xwe bidin. Me li ber xwe da, em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. Pêwîste gelê kurd bi xurtahî xwedî li ê çalakiyê derkeve. Îro li qadan pêşeng hûn in. Bila baweriya her kesî pê bê. Îro tiştek herî biçûk bikin jî ji bo siberoja gel xwedî girîngiyek mezin e. Divê ciwan ji her demê bêtir li ber xwe bidin. Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî bi ser bikevin. Wek her dem em dibêjin, pasîfîzm binketin e, teslîmiyet îxanet e û berxwedan jî serkeftinê tîne. Bila gumana tu kesî tune be em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bila kes nebe temaşevanê vê berxwedanê tişta ku bê kirin xwedî derketin e.” 
 
MA / Lezgîn Akdenîz

Sernavên din

10/03/2019
09:10 'Ne ji bo mirinê, ji bo jiyaneke azad me dest pê kir'
09:08 Piştî 7 salan dîsa di greva birçîbûnê de ye: Ji bo berxwedanê em dereng jî man
09:05 Dengek dikare gelek tiştî biguherîne!
09:03 Wekîlê HDP'î Sarisaç ku polîsan ew derb kir: Heta tecrîd neyê pûçkirin wê çalakiya me dewam bike
09:01 Gelên Îdirê: HDP, yekîtî û jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Berxwedana Leyla Guven di roja 123'emîn de ye
09/03/2019
20:04 Serdana gel a ji bo çalakgeran didome
18:52 Polîsan telefona wekîla HDP'î şikand
18:23 Waliyê Edeneyê ferman da ku dolmîşên Edeneyê ji bo mîtinga AKP'ê bixebitin
17:51 11 gundiyên ku li Gundê Şapo hatin binçavkirin hatin girtin
17:40 Jinan li Egeyê 8'ê Adarê pîroz kir
17:26 Bûldan: Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan
16:56 Arslan: Yên nikarin vîna kurdan bişkînin derî û caman dişkînin
16:10 Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:06 Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê kolan bi kolan didomin
15:48 Xwestin girtiyên jin ên nexweş bên berdan
15:43 Rêxistinên HDP'ê li gelek navendan êrîşa polîsan a li dijî HDP'a Amedê şermezar kir
15:18 Namzetên HDP’ê yên Mûşê projeyên xwe eşkere kirin
14:53 Xizmên Windayan: Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:22 Temellî: Serdegirtina partiya me teşhîra bêhiqûqiyê ye
13:57 Dayikên Şemiyê jinên winda bi bîr anîn
13:33 Jinên meşa wan hat astengkirin: Berxwedana jinan wan ditirsîne
13:09 Rêxistina HDP’a Amedê: Polîs ji bo me qetil bikin hatibûn
12:03 Karkerên Flormar ên salekê li ber xwe dan qazenc kirin
11:51 Rojnameyên medya navendî daxwazên bi deh hezaran jin nedit
11:24 Polîsan dest danî ser telefona parlamenter Aydenîz
10:29 Koç: Heke tiştek neyînî biqewime berpirs qesr e
10:16 Karkerê li Bursayê ji 45 metreyan ket jiyana xwe ji dest da
10:16 Baskin Oran: Guven di çalakiya xwe de bi isra re
09:58 'Eger em qêrîna Leyla Guven bilind bikin emê rojên xweştir bijîn'
09:43 Yigît ê 64 roj in di grevê de ye: Tecrîd bi desteka gel dê bê şikandin
09:42 Parlementerê TÎP’ê Atay: Li ser gelê Kurd polîtîkayên tecrîdê tên birêvebirin
09:23 Berxwedana Leyla Guven di roja 122'emîn de ye
09:22 Çalakiya xwe ya greva birçîbûnê kir helbest
09:22 Dermanê girtiyê nexweş Keleş nadinê
09:21 Aydin: Gotinên Erdogan, tehdîtkirina hemû gelan e
09:20 Xanî şewitandin û kuştin lê dadgehê got 'ne kuştineke bi qesdî ye'
09:19 Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye: Berxwedana me çirûska rojên azad e
09:19 ‘Bi bêdengiyê kes nikare wijdanê xwe bêdeng bike'
09:18 Serokê TZD'ê: Tişta me berê difirot îro em dikirin
09:17 ‘Di sektora sînemayê de jî keda jinê tê binpêkirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2019'AN
08/03/2019
23:16 Polîsan deriyê avahiya HDP'ê şikand û 7 çalakger binçav kirin
22:06 Polîsan li Taksimê êrîşî Meşa Şevê ya Femînîstan kir
19:07 Li Mêrsînê meşa jina hat qedexekirin
18:39 Li Reqayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin
18:26 Kolana Îstiklalê hat girtin
18:20 Li Zanîngeha Brukselê panela jineolojiyê
17:29 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:36 Salek û nîv ceza li rojnameger Kobulan hat birî
16:27 Baroya Amedê: 2 girtî derb kirin û milê girtiyek şikandin
16:22 Jinên 8'ê Adarê pîroz kirin: Jin dê bi berxwedanê aştiyê pêş bixin
15:47 Jin daketin qadan: Em natirsin, bêdeng nabin û serî natewînin
15:46 Jinan Leyla Guven silav kir: Jinek bi meşaleya xwe bi ser tariyê ve diçe
15:12 ‘Erka dewletê ewe ku jinan li dijî tundiyê biparêze'
15:11 Buldan: Yên tecrîdê rakin û bişkênin dîsa jin in
14:54 Dadgeha Îstînafê ya Belçîka: PKK ne rêxistina terorê ye
14:21 Leyla Guven: Em ê azadiya jinê bigihînin serkeftinê
14:12 Sezaî Temellî, wekîlên ku ketin grevê ziyaret kir
13:51 Jin bi rengê xwe li Qada Îstasyonê ne: Leyla Guven rûmeta me ye
13:42 Polîsan li Îzmîrê 8 xwendekar binçav kir
13:00 '8’ê Adarê roja serhildanê ye’
12:57 Li Amedê parlamenter jî di nav de koma duyemîn dest bi grevê kirin
12:40 Li Hewlerê Koma 54'an grev dewir girt
12:22 Jinên Wanê bi dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ diherikin qadê
12:12 3 jinên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan
12:06 Namzetên HDP’ê yên Sûrê: Qeyûm mozaîka gelan parçe kir
11:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana dozgeriyê kirin
11:29 Êzîdiya Koço ya li Dêra Zor hat rizgarkirin komkujiya jinan vegot
11:09 Li Cizîrê herî kêm 9 kes hatin binçavkirin
11:03 Li Girtîgeha Panosê 161 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:25 Idlibê vala dikin: Rojê 300 kes derbasî Hatayê dibin
10:23 Serokê TÎP’ê Baş: Ji bo Leyla divê em bikevin tevgerê
09:52 Girtiyê 83 roj din di grevê de ye: Çalakiya me ji bo gelê kurd bang e
09:10 'Eger mirin çêbibe, bi qasî hikûmetê kesên bêdeng jî berpirsiyar in'
09:10 Ocalan: An em ê bibin şirîkê vî sûcî an jî em ê peywira xwe ya mirovahiyê pêk bînin
09:09 Ayfer Duzdaş: Em bibin dengê Leylayê da ku bijî
09:09 ‘Tecrîd sûc e, divê bi dawî bibe'
09:07 Bi hinceta 'girtiyan motîve dike' rojnameyê nadin girtiyan
09:07 Esnafên bazarê bêzar bûne: Dewletê em qedandin!
09:06 Kaya ku rojiyên mirinê yê berê şopandine: Divê heman travma pêk neyê
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2019'AN
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 121'emîn de ye
07/03/2019
21:27 Alîgirên Amedsporê PFDK'ê protesto kirin
21:18 Li Belçîkayê, dê jin di 8’ê Adarê têkevin grevê
21:11 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
20:36 Li Portekîzê li dijî tundiya li jinê şîna neteweyî hat ragihandin
20:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Wê têkoşîna jinan bidome
20:14 Li Rihayê 4 kes hatin girtin, li Bedlîsê jî 6 HDP'î hatin binçavkirin
19:25 Lîstikvanê Amedsporê Çalar ji futbolê hat menkirin
19:10 Çalakiya greva birçîbûnê ya HDP'iyên hatin berdan didome
18:22 Li Agirî û Bedlîsê afîşên HDP'ê hatin rakirin
17:40 Rojnamevan Tûran hat berdan
17:33 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê hat redkirin
17:00 HDP’iyên bi fermana Soylû hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:49 Heyeta TÎP’ê Guven ziyaret kir: Ev daxwaz berpirsyariyê dide me
16:45 Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat girtin
16:36 Wekîla HDP'ê Başaran: Desthilatdarî pêşeroja welat tehdît dike
16:30 Rojnameger Tûran û 3 kesên pêre sewqî dadgehê hatin kirin