Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê ya xizmên girtiyan red kir

img

ENQERE - Wezareta Dadê, daxwaza hevdîtinê ya xizmên girtiyên di greva birçîbunê de ku 3 rojin ji Wezareta Dadê randevû dixwazin, red kir. Xizmên girtiyan bertek nîşanî bersîva Wezaretê ya “Em nikarin wexta xwe ji vê rojevê re veqetînin" dan. Hevserokê TUAYDER'ê Ebedî Aktaş, diyar kir ku ger kesek jiyana xwe ji dest bide Wezareta Dadê û hikûmet berpirsiyar e. 

Xizmên girtiyan, ji bo daxwazên zarokên xwe yên li tijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehan ketine grevê bînin ziman, duh bi ÎHD, TÎHV û TTB'ê re hevdîtin kirin. Malbatên ku li aliyekî bi saziyên mafên mirovan re hevdîtin kirin 3 rojin ji Wezaeta Dadê daxwaza hevdîtinê dikin. Wezareta Dadê îro daxwaza malbatan red kir.  Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de piştî Wezareta Dadê daxwaza wan a hevdîtinê red kir li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniye pêk anîn. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û parlamenterê HDP'ê Abdullah Koç ji tev li civînê bû. Dayika Abdullah Oral ê 74 rojin di greva birçîbûnê de ye, Methiye Oral, diyar kir ku zarokên wan ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Ocalan  bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê û wiha got: “Li Îmraliyê tecrîda giran heye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Leyla Guven ji ber ku vê tecrîdê sûcê mirovahiyê dibîne 120 rojin ketiye grevê. Ev tecrîd li ser hemû kesan e. Kes nikare vê yekê înkar bike. Li girtîgehan ji bedenê zêdetir tiştek di destê zarokên me de tune. Ji ber vê yekê bi bedena xwe têdikoşin. Abdullah Ocalan, vîna me tevan e. Tu kurt vê tecrîdê qebûl nakin. Em naxwazin kes bimire. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Zarokên me bi biryar in. Ji vê biryara xwe venagerin. Em wekî malbat daxwaza zarokên xwe diparêzin. Em li dijî sûcê mirovahiyê edaletê dixwazin." 
 
'DEWLET MECBÛRE GAVAN BAVÊJE' 
 
Dayika Mehmet Nezir Gumuş Hanife Gumuş jî anî ziman ku zarokên wan nêzî mirinê dibin û wiha got: "Dewleta Tirk mecbûre gavan bavêje. Divê gavan bavêje. Ji bo zarokên me nemirin divê Wezareta Dadê rojek berî rojekê gavan bavêje. Em naxwazin zarokên me li zindanan bimirin. Divê hikûmet bi lez gavan bavêjin. Divê daxwazên Leyla Guven û zarokên me pêk bîne. Em dibêjin êdî bes e." 
 
'GER CENAZEYÊN ZAROKÊN ME DERKEVIN EM Ê LI BER GIRTÎGEHÊ BEDENA XWE BIŞEWITÎNIN' 
 
Dayika Çetîn Baran, Eyde Baran jî anî ziman ku ew li girtîgehan naxazin kes bimirin û wiha got: Zarokên me bi biryarin ku heta tecrîd rabe çalakiya xwe berdewam bikin. Me xwest bi wezareta dadê re hevdîtin bikin lê deriyên xwe li me venekir. Em li pey daxwazên zarokên xwe ne. Ger cenazeyên zarokên me ji girtîgehê derkevin em dê li ber girtîgehê bedena xwe bişewitînin. Em ne terorîst in. Yên komkujiyê dikin û li cem kesên komkujiyê dikin hûn in. 
 
WEZARETA DADÊ: KARÊ ME ZÊDE YE
 
Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAYDER) ya Herêma Çukurova Ebedî Aktaş, jî anî ziman ku 3 rojin randevû ji Wezareta Dadê dixwazin û wiha got: "Me randevû ji Wezareta Dadê xwest. Lê daxwaza me red kir.  Wezaretê bersîva 'Karê me zêde ye û bi mijarên subjektif mijûm dibin. Ji ber vê yekê wexta me ya ji vê rojevê (greva birçîbûnê) re veqetînin tune ye.' da. 
 
‘BERPIRSIYAR HIKUMET Û WEZARET E' 
 
Aktaş, anî ziman ku wan xwestiye ku daxwazên çalakgerên grevê pêk bînin û ji bo vê yekê xwestin bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin. Bersîva redkirinê ya wezaretê em xemgîn kirine. Çavê xwe ji mirinê re girtine û nedîtina greva birçîbûnê tercîh kirine. Ger ku geşedanek neyînî li girtîgehê pêk bê Wezareta Dadê û Hikûmet berpirsiyar e. Daxwaza me rakirina tecridê ye. Daxwazên me rewa û hiqûqî ne. Piştî 1'ê Adarê nezî 7 hezar girtî ketine grevê. Em xizmên girtiyan li pişt daxwazên girtiyan in." 
 
 
TURKDOGAN: GARABETA HIQÛQÊ HEYE' 
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî bal kişand ser biryara AYM'ê ya der barê Veysî Aktaş ku li Îmraliyê girtî û wiha got: “Divê qedexeya li ser Îmraliyê bi dawî bibe. AYM'ê der barê Veysî Aktaş de biryar da û diyar kir ku îhlala ragihandinê heye. Em li welatekî çawa dijîn. Dadgeha herî bilind a vî welatî mafê qedexeya hevditin û teleffonê wekî îhlalê dinirxîne. Li vir garabata heqûqê heye. Divê dewlet daxwaza Leyla Guven pêk bîne. Divê Komara Tirkiye zagonên xwe li îmraliyê têxe meriyetê. Girtigeh denge xwe bilind dikin. Divê hekûmet û civak vê qerîna bilind bibînin." 
 
 
KOÇ: WEZARETA DADÊ SÛC DIKE
 
Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç ji anî ziman ku rewşa Leyla Guven hatiye asta krîtîk û xwest hikûmet dengê çalakgeraen bibhîze. Koç xwest tecridkirina Ocalan bi dawî bibe û wiha got: "Hikûmet sûc dike. Wezareta Dadê sûc dike. Bi hezaran mirovan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Em nikarin li hemberî van daxwazan bêdeng bimînin. Em bi windakirina mirovan re rû bi rû ne." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/03/2019
09:10 'Ne ji bo mirinê, ji bo jiyaneke azad me dest pê kir'
09:08 Piştî 7 salan dîsa di greva birçîbûnê de ye: Ji bo berxwedanê em dereng jî man
09:05 Dengek dikare gelek tiştî biguherîne!
09:03 Wekîlê HDP'î Sarisaç ku polîsan ew derb kir: Heta tecrîd neyê pûçkirin wê çalakiya me dewam bike
09:01 Gelên Îdirê: HDP, yekîtî û jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Berxwedana Leyla Guven di roja 123'emîn de ye
09/03/2019
20:04 Serdana gel a ji bo çalakgeran didome
18:52 Polîsan telefona wekîla HDP'î şikand
18:23 Waliyê Edeneyê ferman da ku dolmîşên Edeneyê ji bo mîtinga AKP'ê bixebitin
17:51 11 gundiyên ku li Gundê Şapo hatin binçavkirin hatin girtin
17:40 Jinan li Egeyê 8'ê Adarê pîroz kir
17:26 Bûldan: Me lîstikên wan xirab kirin, em bûn kabûsên wan
16:56 Arslan: Yên nikarin vîna kurdan bişkînin derî û caman dişkînin
16:10 Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:06 Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê kolan bi kolan didomin
15:48 Xwestin girtiyên jin ên nexweş bên berdan
15:43 Rêxistinên HDP'ê li gelek navendan êrîşa polîsan a li dijî HDP'a Amedê şermezar kir
15:18 Namzetên HDP’ê yên Mûşê projeyên xwe eşkere kirin
14:53 Xizmên Windayan: Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:22 Temellî: Serdegirtina partiya me teşhîra bêhiqûqiyê ye
13:57 Dayikên Şemiyê jinên winda bi bîr anîn
13:33 Jinên meşa wan hat astengkirin: Berxwedana jinan wan ditirsîne
13:09 Rêxistina HDP’a Amedê: Polîs ji bo me qetil bikin hatibûn
12:03 Karkerên Flormar ên salekê li ber xwe dan qazenc kirin
11:51 Rojnameyên medya navendî daxwazên bi deh hezaran jin nedit
11:24 Polîsan dest danî ser telefona parlamenter Aydenîz
10:29 Koç: Heke tiştek neyînî biqewime berpirs qesr e
10:16 Karkerê li Bursayê ji 45 metreyan ket jiyana xwe ji dest da
10:16 Baskin Oran: Guven di çalakiya xwe de bi isra re
09:58 'Eger em qêrîna Leyla Guven bilind bikin emê rojên xweştir bijîn'
09:43 Yigît ê 64 roj in di grevê de ye: Tecrîd bi desteka gel dê bê şikandin
09:42 Parlementerê TÎP’ê Atay: Li ser gelê Kurd polîtîkayên tecrîdê tên birêvebirin
09:23 Berxwedana Leyla Guven di roja 122'emîn de ye
09:22 Çalakiya xwe ya greva birçîbûnê kir helbest
09:22 Dermanê girtiyê nexweş Keleş nadinê
09:21 Aydin: Gotinên Erdogan, tehdîtkirina hemû gelan e
09:20 Xanî şewitandin û kuştin lê dadgehê got 'ne kuştineke bi qesdî ye'
09:19 Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye: Berxwedana me çirûska rojên azad e
09:19 ‘Bi bêdengiyê kes nikare wijdanê xwe bêdeng bike'
09:18 Serokê TZD'ê: Tişta me berê difirot îro em dikirin
09:17 ‘Di sektora sînemayê de jî keda jinê tê binpêkirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2019'AN
08/03/2019
23:16 Polîsan deriyê avahiya HDP'ê şikand û 7 çalakger binçav kirin
22:06 Polîsan li Taksimê êrîşî Meşa Şevê ya Femînîstan kir
19:07 Li Mêrsînê meşa jina hat qedexekirin
18:39 Li Reqayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin
18:26 Kolana Îstiklalê hat girtin
18:20 Li Zanîngeha Brukselê panela jineolojiyê
17:29 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:36 Salek û nîv ceza li rojnameger Kobulan hat birî
16:27 Baroya Amedê: 2 girtî derb kirin û milê girtiyek şikandin
16:22 Jinên 8'ê Adarê pîroz kirin: Jin dê bi berxwedanê aştiyê pêş bixin
15:47 Jin daketin qadan: Em natirsin, bêdeng nabin û serî natewînin
15:46 Jinan Leyla Guven silav kir: Jinek bi meşaleya xwe bi ser tariyê ve diçe
15:12 ‘Erka dewletê ewe ku jinan li dijî tundiyê biparêze'
15:11 Buldan: Yên tecrîdê rakin û bişkênin dîsa jin in
14:54 Dadgeha Îstînafê ya Belçîka: PKK ne rêxistina terorê ye
14:21 Leyla Guven: Em ê azadiya jinê bigihînin serkeftinê
14:12 Sezaî Temellî, wekîlên ku ketin grevê ziyaret kir
13:51 Jin bi rengê xwe li Qada Îstasyonê ne: Leyla Guven rûmeta me ye
13:42 Polîsan li Îzmîrê 8 xwendekar binçav kir
13:00 '8’ê Adarê roja serhildanê ye’
12:57 Li Amedê parlamenter jî di nav de koma duyemîn dest bi grevê kirin
12:40 Li Hewlerê Koma 54'an grev dewir girt
12:22 Jinên Wanê bi dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ diherikin qadê
12:12 3 jinên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan
12:06 Namzetên HDP’ê yên Sûrê: Qeyûm mozaîka gelan parçe kir
11:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana dozgeriyê kirin
11:29 Êzîdiya Koço ya li Dêra Zor hat rizgarkirin komkujiya jinan vegot
11:09 Li Cizîrê herî kêm 9 kes hatin binçavkirin
11:03 Li Girtîgeha Panosê 161 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:25 Idlibê vala dikin: Rojê 300 kes derbasî Hatayê dibin
10:23 Serokê TÎP’ê Baş: Ji bo Leyla divê em bikevin tevgerê
09:52 Girtiyê 83 roj din di grevê de ye: Çalakiya me ji bo gelê kurd bang e
09:10 'Eger mirin çêbibe, bi qasî hikûmetê kesên bêdeng jî berpirsiyar in'
09:10 Ocalan: An em ê bibin şirîkê vî sûcî an jî em ê peywira xwe ya mirovahiyê pêk bînin
09:09 Ayfer Duzdaş: Em bibin dengê Leylayê da ku bijî
09:09 ‘Tecrîd sûc e, divê bi dawî bibe'
09:07 Bi hinceta 'girtiyan motîve dike' rojnameyê nadin girtiyan
09:07 Esnafên bazarê bêzar bûne: Dewletê em qedandin!
09:06 Kaya ku rojiyên mirinê yê berê şopandine: Divê heman travma pêk neyê
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2019'AN
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 121'emîn de ye
07/03/2019
21:27 Alîgirên Amedsporê PFDK'ê protesto kirin
21:18 Li Belçîkayê, dê jin di 8’ê Adarê têkevin grevê
21:11 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
20:36 Li Portekîzê li dijî tundiya li jinê şîna neteweyî hat ragihandin
20:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Wê têkoşîna jinan bidome
20:14 Li Rihayê 4 kes hatin girtin, li Bedlîsê jî 6 HDP'î hatin binçavkirin
19:25 Lîstikvanê Amedsporê Çalar ji futbolê hat menkirin
19:10 Çalakiya greva birçîbûnê ya HDP'iyên hatin berdan didome
18:22 Li Agirî û Bedlîsê afîşên HDP'ê hatin rakirin
17:40 Rojnamevan Tûran hat berdan
17:33 Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê hat redkirin
17:00 HDP’iyên bi fermana Soylû hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:49 Heyeta TÎP’ê Guven ziyaret kir: Ev daxwaz berpirsyariyê dide me
16:45 Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat girtin
16:36 Wekîla HDP'ê Başaran: Desthilatdarî pêşeroja welat tehdît dike
16:30 Rojnameger Tûran û 3 kesên pêre sewqî dadgehê hatin kirin