Xizmên girtiyên çalakger; ÎHD, TTB, TÎHV û Konsolosxaneya Fransa ziyaret kir

img
ENQERE / STENBOL - Dayikên Aştiyê û xizmên girtî û çalakgerên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de bi armanca balê bikişînin ser daxwazên girtiyan û çalakgerên di grevê de rêxistinên ÎHD, TTB, TÎHV û Konsolosxaneya Fransizan siyaret kir. Xizm û malbatên girtiyan daxwazên zarokên xwe parvekirin û xwestin hestiyar tev bigerin. 
 
Dayikên Aştiyê, Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de û Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan a Egeyê (TUAYDER), bi armanca balê bikişînin ser daxwazên girtiyan Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (THÎV) ziyaret kirin û daxwazên zarokên xwe parve kirin. Malbat û dayikan ewil Navenda Giştî ya ÎHD'ê ziyaret kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çepni, Hevserokê Giştî yê ÎHD Ozturk Turkdogan û Endama MYK'ê Sevim Salîhoglu heyet pêşwazî kir. Xizmên girtiyan di ziyaretê de daxwazên xizmên xwe yên di grevê de anîn ziman û xwestin ÎHD di vê mijarê de hestiyar tev bigere. 
 
Birayê Girtî Abidin Aktaş, Mehmet Aktaş, diyar kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo mafekî demokratîk û li dijî sûcê mirovahiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê û wiha got: "Bi heman daxwazê di 1'ê Adarê de li hemû girtîgehan girtiyan dest bi çalakiyê kirine. Hin ji wan 46 roj, hin ji wan 80 roj di greva birçîbûnê de ne. Girtî diyar dikin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Bi taybetî diyar dikin ku tecrîdkirina Birêz Ocalan  sedema şer e. Ji bo hesreta aştiyê bedena xwe ji bo azadiyê ji birçîbûnê re razandiye. Daxwaza me ji Komeleya Mafên Mirovan ewe ku vê bê hiqûqiyê ronî bikin. Em diyar dikin ku li pişt daxwazên girtiyan in. Em diyar dikin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye." 
 
‘EM LI PIŞT ZAROKÊN XWE NE' 
 
Dayika Mehmet Nezîr Gumuş ê li Girtîgeha tîpa F a Bandirma, Hanîfe Gumuş jî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tevcrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê silav kir û wiha got: “Em li pişt doza mafdar a zarokên xwe ne. Zarokên me ji bo jiyanek azad û cîhanek xweş li ber xwe didin. Em dayik li têkoşîna zarokên xwe xwedî derdikevin." 
 
Dayika Abdullah Oral ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê, Methiye Oral jî anî ziman ku daxwazên zarokên wan rewa û mirovî ne û wiha got: "Hemû sazî jî vê yekê zanin. Lê mixabin hêj cemaweriyek xurt derneketiye holê. Hevî û dengê me hûn in. Ji ber vê yekê me berê xwe da we. Kurê min 72 rojin di grevê de ye. Tecrîd ne tenê li girtîgehê, niha li her derê heye. Zarokên me mafdar in. Ji ber ku daxwazên wan hiqûqî û mafdar in. Kurê min hita niha 17 kilo daye. 
 
‘JI BO TECRÎDA LI HER DERÊ BIŞKÎNIN DI GREVÊ DE NE'
 
Dayika Çetîn Baran ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê, Aydî Baran jî anî ziman ku  di şexsê Leyla Guven de hemu girtiyan silav dikin wiha got: "Zarokên me ne ji bo xwe ketine grevê. Bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re dixwazin tecrîda li her derê belav bûye bişkînin. 
 
Bavê Savaş Ozer ê li Girtîgeha Tîpa F-1 a Kiriklar a Îzmirê jî anî ziman ku radyo û rojnameyên girtiyan desteser dikin û Vîtamîna B1 nadin girtiyan. 
 
TURKDOGAN: ME PERGALA îMRALIYÊ QEBÛL NEKIRIYE
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, jî diyar kir ku wan têkildarî greva birçîbûnê, ligel TÎHV, OHD, ÇHD, TTB û SES'ê koordinasyonek ava kiriye û wiha got: "Em wekî sazî ne alîgirê greva birçîbûnê ne. Lê greva birçîbûnê ya li girtîgehan hiqûqî ye. Me gelek caran diyar kir ku pêwiste tecrida li Îmraliyê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Ji roja ÎHD hatiye damezirandin heta niha me pergala li Îmraliyê qebûl nekir û nakin. Me piştî di 28'ê Adarê de daxuyanî da me si Wezareta Dadê re hevdîtin kir. Me ji wezîr re aşkere diyar kir ku em tecrîdê qebûl nakin û me xwest tecrîdê bi dawî bike. Me rapor pêşkêş kir. Piştî hevdîtina me ziyaretek pêk hat. Lê Leyla Guven ev yek qebkûl nekir û çalakiya xwe ya grevê berdewam kir. Me ji wezareta Dadê xwest Vîtamîna B1  û kontrola tenduristiyê bi rêk û pêk bê kirin. Em li pişt we ne. Em naxwazin girtî zerarê bibînin. Divê cemawerî jî bêtir hestiyar tev bigerin. 
 
ME ÇALAKÎ BIRIN ROJEVA EWROPA
 
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çepnî jî anî ziman ku wekî HDP'ê ev mijar birine rojeva Evrupa û Parlamentoya Îngiltere û wiha got: Polîtîkaya tecrîdê tenê ne bi îktîdara AKP û MHP'ê ve girêdayi ye. Hêzên navneteweyî jî piştgiriyê didin tecrîdê û erê dikin. Em rîca ji tu kesî nakin. Em dixwazin hiqûqa xwe pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin. Divê em bêtir têbikoşin û bêtir dengê xwe li kolanan bilind bikin." 
 
MALBATAN TTB JÎ ZIYARET KIR
 
Heyeta malbatan piştî ÎHD'ê vê carê TTB ziyaret kir. Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê  Selma Gungor û Sinan Adıyaman malbat pêşwazî kirin.  Xizmên girtiyan li vir rewşa tenduristiya girtiyan anîn ziman û diyar kirin ku bi taybetî di Vîtamîna B1  de kêmasî heye. Hevserokê TUAYDER'ê Mehmet Aktaş, anî ziman ku girtî gêj dibin, verdişin û serêşa wan zêde bûye û rastî cezayê hucreyê tên. 
 
ADIYAMAN: EMÊ TÊKEVIN NAVA HER HEWLDANÊ 
 
Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Selma Gungor jî xwest dayikên malbatan li ber çavan bê girtin. Serokê Konseya Navendi TTB Sînan Adiyaman jî anî ziman ku wan xwestiye heyetek serbixwe biçin girtîgehan girtiyan ziyaret bike, lê dozgeriyê destûr nedaye hevalên wan. Adiyaman, anî ziman ku wan ji Wezareta Dadê re nivis nivîsandiye û xwestin gavên pêwist bên avêtin. Adiyaman, anî ziman ku ew ji nêzîk ve dişopînin. Em di ferqê de ne ku divê tecrîd û îzoasyoın bi dawî bibe. Ji bo vê yekê çi pêwist be emê bikin" 
 
Malbatan herî dawî TİHV ziyaret kir. Endamê Rêveberiya TÎHV'ê Sabri Dokuzoguz, jî anî ziman ku pêwiste bi şêwirmendiyê dengê xwe bilind bikin.
 
STENBOL 
 
Malbatên çalakgerên ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, ji bo ku saziyên Ewropayê têkevin nav hewldanan, li Stenbolê çûn serdana Konsolosxaneya Fransayê. Malbatên çalakgerên ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawi bibe, di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, ji bo ku saziyên Ewropayê têkevin nav hewldanan, li Stenbolê çûn serdana Konsolosxaneya Fransayê. Dayika Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ê li Strasboûrgê di çalakiya greva birçîbûnê de ye, Mîhrîban Koç  a 88 salî û Xwişka Tûran Gunana ye ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ye, Fener Gûnana di nava heyetê de cih girtin. Rêvebera Navenda Giştî ya Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) parêzer Raziye Tûrgût jî tevî malbatan çûn serdana konsolosxaneya Fransayê. Bi sedema ku randevû nehatiye stendin, hevdîtin hate redkirin. Malbat bi karmendekî li konsolosxaneyê re civiyan û daxwazên xwe ragihandin. Malbatan dosyeyek jî dan karmendê konsolosxaneyê ya ku berê pêşkêşî CPT’ê hatibû kirin.
 
Malbat berê jî ji bo dengê xwe bidin bihîstin çûbûn serdana Konsolosxaneya Elmanyayê ya li Stenbolê.
 
 
 
 
 

Sernavên din

07/03/2019
16:19 Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê ya xizmên girtiyan red kir
15:53 Li gelek bajaran jinan peyama biryardariya têkoşînê da
15:34 Li Mûşê, bi hinceta ‘ewlekariyê’ sindoqên 92 herêman hatin veguhestin
15:23 26 kesên li Mûşê hatin binçavkirin lêpirsina wan didome
15:09 Jinan ji bo Leyla Guven rê li trafîkê girtin
15:04 'Di bin çavan de 3 jin rastî êrîşa zayendî û 49 jin jî tacîza zayendî hatin
15:00 Di mehekê de 4 hezar û 987 binpêkirina mafan qewimîne
14:41 Li Dêrazorê 8 Êzidî hatin rizgarkirin
14:29 Jinên Rojnameger daxuyaniya 8'ê Adarê dan
14:12 TJA ji bo tevlîbûna mîtîngên 8'ê Adarê bang kir
14:05 Li Agiriyê, bi hinceta ‘ewlekariyê’ 23 sindoq hatin veguhestin
13:23 Jin dê sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê bin
13:07 Hevseroka HDPê Buldan, rapora qeyûmê ku Meclîsa Jinan amade kir aşkere kir
13:06 ‘Bi ruhê Leyla Guven têkoşîn mezin bû’
12:49 ‘Ji bo ku bibin dengê Leyla em dakevin qadan’
12:45 Parêzerên Ocalan cara 796’emîn serî li dozgeriyê da
12:44 Li Hewagê 3 welatî hatin binçavkirin
12:07 Li Sêrtê afîşên HDP’ê hatin berhevkirin!
12:04 Hevdîtina gel a HDP’ê vediguhere qada mîtîngê
11:54 ‘Di 17 salên dawî de mafê 15 hezar û 34 jinan hat binpêkirin’
11:54 Garisên Gundê Evdîlmamê di zeviyê de ma
11:22 Qeyûm beriya Erdogan bê Mêrdîn dest bi pîneyê kortikên rê kirin
11:20 5 HDP’iyên hatibûn binçavkirin îfadeyên wan tên girtin
10:45 Cihê ku DAIŞ kêliyên xwe yên dawî lê dijî!
10:45 Hevseroka Rêxistina HDP’a Torbali hat binçavkirin
10:35 Dr. Demîr: Em ê bi gelê xwe re xizmetê hilberînin
10:34 4 kes li Dêrsimê hatin binçavkirin sewqî edliyê kirin
10:28 AYM'ê biryara 'Li Îmraliyê azadiya ragihandinê îhlal bûye' da
10:14 AKP li Basa gefa ji kar avêtin li mirovan dixwe
10:01 Sedat Akin li malê çalakiyê didomîne: Divê gel deng bidin dengê me
09:37 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê kir
09:34 Taksîvan: Kar ji sedî 50 daket
09:24 Jinên Kedkar: Leyla jineke ji çîna me ye, divê bijî
09:23 Namzetên Kerboranê: Ji ku hatibin em ê wan bişînin wir
09:22 Girtîgeh bi awayekî derûnî bi ser malbatên girtiyan diçin: Ji kurê xwe r ebêjin bila dev jê berde
09:22 'Armanc, piştî 31'ê Adarê çêbûna zemîneke demokrasiyê ye'
09:21 Ozçelîk: Dadgeha Bilind PAK'ê bi 'nîjadperestiyê' tawanbar kir
09:20 Derhênera fîlma ‘Tebeşîr’: Em hene
09:19 ‘Ji bo Tirkiyeyê şermeke mezin e'
09:18 Namzeta jin: Ez ê bi ser bikevim
09:17 Westandina wan dibe ronahiya çavê gel
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2019'AN
08:22 Berxwedana Leyla Guven di roja 120'emîn de ye
06/03/2019
21:19 Li Stenbolê di 6 salan de Hezar û 154 karkeran jiyana xwe ji dest dan
21:02 Partiya Pêşeroja Sûriye: Çareseriya aloziya Sûriyê bi derketina dagirkeran pêkan e
20:37 QSD`ê jineke û 14 zarokên êzidî rizgar kir
20:31 Li Qoserê 7 zarok binçav kirin
20:18 Xebatên hilbijartinê ya HDP’ê yên li Amedê dewam dikin
20:14 Komîteya Jineolojiyê yekemîn Navenda Jinelojiyê vekirin
20:04 Temellî: Bela xwe di miriyan dide, ev çawa dijminantî ye
19:47 Xizmên girtiyên çalakger; ÎHD, TTB, TÎHV û Konsolosxaneya Fransa ziyaret kir
17:26 Turk bersîv da Erdogan: Xwediyê vê axê yê esil em in
17:17 Buldan: Bila werin biryardariya gelê Wanê bibînin
16:46 Jin li Foruma Amed Jin gihiştin hev
16:28 Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Pasûrê bû Fatîh Taş
16:25 Temellî: Xwenenasan peykerê Ehmedê Xanî hilweşandin
16:21 Oluç: Kî li dijî bloka faşîst a AKP-MHP'ê be emê deng bidin wan
16:18 Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat binçavkirin
15:38 Dozger dê ji bo fîkandina kurdî mutala amade bike
15:27 Jinan di çalakiyên 8’ê Adarê de bal kişandin ser rewşa Leyla Guven
15:15 Turkdogan: Divê bi lez erka Erdogan a darazê bê sînorkirin
14:58 Buldan li Erdîşê got: Tu kabîneya xwe jî bişînî Wan û Erdîşê nastînî
14:30 Temellî li Tetwanê xîtabî gel kir: Em kurd in, tirk in, ermenî ne
14:23 Ji Jinan Greva 8'ê Adarê: Jin rawestin jiyan radiweste
13:56 Komîsyona Jinan a TGS'ê: Em bi hev re bi hêz in
13:46 Rapora Keda Jinê: Hejmara jinên bêkar gehişt ji sedî 15’an
13:23 Ji Egîtîm Senê Sempozyuma Sendîkayî ya Maf û Azadiyan a Navnetewî
13:11 Malbatên girtiyan: Gardiyanên 'Robokop' girtî derb kirin
12:25 Ji Fransayê çû ewil tev li El Nusra bû û pişt re jî tev li DAIŞ'ê bû
12:09 Gunay: Bi tecrîdê pêşeroja Tirkiye reş dikin
11:54 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 795’emîn hat redkirin
11:52 Li Umraniyê jinek hat kuştin
11:46 Midûrê Perwerdê ya Neteweyî yê Amedê ji peywirê hat girtin
11:07 DAIŞ'iyên Tirkiyeyî axivîn: Cemaetên li Tirkiyeyê em şandin
10:48 Ji orkestraya 'netewî' ya MA Muzîkê provaya Newrozê
10:27 Namzeta endama Meclîsê ya HDP’ê hat binçavkirin
10:22 Ciwanan bi pankartên daliqandin, piştgirî dan grevên birçîbûnê
10:20 Yekitiya Hezên Şoreşger li Dersîmê buroya jinan vekir
10:19 'Divê em bi biryardariya Leylayê têbikoşin'
10:12 Bi nivîsên li ser dîwaran piştgirî dan grevên birçîbûnê
10:02 Esnafên Amedî: Emê dikanan bigirin û biçin mala xwe
09:50 Binpêkirinên mafên girtiyên sewqî Mereşê hatin kirin, didomin
09:41 Rojnameger Semra Turan hat binçavkirin
09:24 Onderê 71 roj in di greva birçîbûnê de ye: Gelê me dikar çalakiyên ku derfeta me ji bo wan têr nake pêk bîne
09:22 Li Dîlokê, pîşesaz ji dêvla mewdûatê pereyê xwe ji bo faîzê radizînin
09:19 Dirûşmeya KESK'ê ya 8'ê Adarê: Têkoşîna hevpar
09:18 ‘Em ê li Mûglayê faşîzma AKP-MHP'ê birûxînin'
09:16 Yek ji fîlmên dê li mîhrîcanê bê nîşandan: Rojek ji Rêzê
09:10 Mîhrîcana Fîlmmor dest pê dike: Armanc em xwe bigihînin hemû jinên tên tecrîdkirin
09:09 Barka: Fabrîkaya zirincê 219 qat radyasyonê belav dike
09:05 Jinan ji bo meşa 8'ê Adarê bang kir
09:03 Welatiyên suryanî, elewî û laz: Bexwedana wan berxwedana me ye
09:02 ‘Eger dewlet xwe li bêdengiyê deyne jî, divê mirov bêdeng nemînin'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2019'AN
05/03/2019
19:50 Du hezar DAIŞ‘î teslîmî QSD'ê bûn
19:30 Ji bo Leyla Guven kampanya
17:20 Başaran: Meqamên vî welatî bi rêve dibin divê demildest vê rewşa vahîm bibînin
17:02 Bûldan: Piştî 31’ê Adarê dê HDP Westanê bi rêve bibe
16:12 Di ‘Doza Parêzeran a KCK’ê de’ biryara bi darê zorê anînê
15:43 Li Girtîgeha Manîsa ji bo 4 girtiyan cezayê hucrê hat dayîn