Endama TTB’ê Gungor: Hikumeta mecbure ku bersiv bide grevên birçîbûnê

img
ENQERE -  Endema Koseya Navenda TTB’ê Selma Gungor, diyar kir ku ji bo kontrolkirina grevên birçîbûnê, divê destûr bê dayîn ku şandeyek serbixwe bikeve girtîgehan û got: “Hikumet mecbure ku bersivê bide grevên birçîbûnê.”
 
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir, di roja 116'emîn de, berdewam dike. Çalakiya 331 girtiyên bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê kirin jî, di roja 78’an de didome. 
 
Endama Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Selma Gungor, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên Guven û girtiyan ên gihane asteke krîtîk û bang li hikumetê kir ku gav bavêje. 
 
Gungor, diyar kir ku li Tirkiyeyê çalakiyên grevên birçîbûnê tim tên lidarxistin û wiha axivî: “Ji bo ku em pêvajoya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bişopînin, me komîsyonek ava kir. Erka serke ya vê  komîsyonê, şopandina grevên birçîbûnê yên li girtîgehane. Hemû agahiyên me heya niha ji girtîgehan girtine, emê di demek nêz de berhev bikin û daxuyaniya pêwîst bidin.”
 
‘EM HIŞYAR DIKIN’
 
Gungor, anî ziman ku li hin girtîgehan pêdiviyên girtiyên di grevên birçîbûnê nayên pêşwezî kirin û wiha got: “Mînak divê şekir, av, xwê, sodyum û vîtamîna B1 ji bo girtiyan bên dayîn. Li hin girtîgehan tenê şekir û avê didin girtiyan. Dema li ser vê yekê giliyên girtiyan ji me re hatin, ew rayedarên girtîhan hişyar kirin.”
 
‘DAYÎNA KÎLOYAN ’
 
Gungor, da zanîn ku grevên birçîbûnê ne “pirsgirêka tenduristiyê ye” û wiha bilêv kir: “Grevên birçîbûnê piştî demekê, giran dibin. Piştî demekê divê kîlo, tansiyon û nabiz bi awayekê pergalî bên şopandin. Di pergala mirovan de xirabî destpê dike. Emelê mirovan diçe. Mirov ji hêzê dikevin û enfeksiyon pêş dike. Mirov li hemberî ronahiyê, dengan, bêhnê û tam girtinê hesas dibin. Ev yek nîşaneyên xirabûna tevnêne.”
 
‘KÎJAN GIRTÎ DI KÎJAN ASTÊ DEYE EM NIZANIN’
 
Gungor, destnîşan kir ku daxwaza şandeyên serbixwe yên odeyên bijîşkan ên ketina girtîgehan ji aliyê rayedarên girtîgehan ve  hatin red kirin û wiha domand: “Ji ber ku tu têkiliya me bi bijîşkên girtîgehan re nîne û bijîşkên şandeyên serbixwe jî nagirin girtîgehan, rewşa kîjan girtiyê di kîjan astê deye em nizanin. Rewş tenduristiya girtiyan di kîjan astê de ye em nizanin. Divê girtî agahiyên encamên grevên birçîbûnê bi rêyên kesên bi wan ewlene re bişînin. Divê bijîşkên serbixwe bikevin girtîgehan û raste rast rewşa girtiyên digreva birçîbûnê dene bişopînin. Pêwîste ku rêzê bidin vê vîne.”
 
‘MECBÛRE KU MAFÊ XWE YÊ JIYANÊ BIPARÊZE’
 
Gungor, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kesên di greva birçîbûnê dene, nexwazin xwe bikujin. Armanceke wan heye û ji bo bigihin vê armanca xwe dikevin greva birçîbûnê. Desthilatdariya siyasî jî divê vê rewş li ber çavan bigire. Hikumet berpirsê hemû welatiyên li Tirkiyeyê dijîne. Ji ber vê yekê, berpirsê welatiyên li girtîgehane jî. Mecbûre ku mafê girtiyan ê jiyanê biparêze û bersivê bide grevên birçîbûnê.”
 
MA / Dîren Yûrtsever
 

Sernavên din

05/03/2019
15:38 Girtiyên Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê: Heta tecrîd bidome tekoşînê jî bidome
15:03 Namzetê HDP'ê Yûsûf Bozkûş esnaf ziyaret kirin
14:59 Guven doktorê Wezareta Tenduristiyê red kir
14:51 Temellî: Agirî li ser Pira Osman Gazî re derbas nabin, lê pere didin
14:49 Jinên Dîlokî: Wisa hat û wisa naçe
Jinên Şirnex û Dêrsimî jî bang kirin
14:22 Dadgehê salek û şeş meh ceza li Parlamentera HDP'ê Îrmez birî
13:52 Bûldan: Elbakê tim bi dengek bilind xwedî partiya xwe derketiye
13:44 Eskeran bi ser gundekî Mûşê de girtin û 26 kes binçav kirin
13:33 Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê: Divê her kes li dijî tecrîdê xwedî gotinek be
12:48 Wêneyê Kuzu yê AKP'î bi baronê tiryakêş re kişandiye hat dîtin
12:07 Di sibatê de 46 rojnameger hatin darizandin
11:27 Ger malbat serledan nekin dê 233 cenazeyan li gorên bêkesan defin bikin
11:21 Parêzerên Ocalan cara 795'emîn serlêdan kirin
11:03 Qutiya avbacanê ya dîtin di destê wan de teqiya
10:52 Dayik Yuksel Koç: Tecrîd rabe wê hesreta min a 30 salan jî rabe
10:37 Rojnamegerê girtî Yilmaz: Tundî, tacîz û tehrîk bi dawî nabin
10:16 ‘Heta em bi ser bikevin çalakiya me wê bidome'
10:15 Girtiyê 80 roj in di grevê de xistin hucreya yek kesî
09:38 Hejmara duyemîn a kovara muzîkê Ziryab derket
09:09 2’yemîn Rojên Muzîkê ya MA Muzîkê dest pê kir
09:09 Bûldan: Baweriya di 31'ê Adarê de hin tişt biguherin zêde ye
09:09 'Ger kesek hebe û divê vî welatî biterikîne, ew jî Erdogan e'
09:08 Di 2 hefteyan da 5 caran êrîşî HDP'a Keçîorenê kirin
09:08 Çerkezoglû: Îktîdara heyî nikare krîzê çareser bike
09:07 Wê di 8'ê Adarê de tenê fîlmên derhênerên jin bên nîşandan
09:06 Girtiyê 80 roj in di grevê de: Em ê heta dawî li ber xwe bidin
09:06 Waniyen bersiva Erdogan da: Kî kê dişîne kuderê
09:06 Di 3 mehan de polîs bênavber davêjin ser mala wan!
09:05 Namzetên Gimgimê: Em ê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2019'AN
08:58 Li Sîlopiyê eskerek bi guman mir
08:19 Berxwedana Leyla Guven di roja 118'emîn de ye
04/03/2019
20:40 Li Colemêrgê qedexeya derketina derve
20:10 Xebatên HDP'ê yên ji bo 31'ê Adarê bênavber didomin
18:27 Sîse Bîngol tahliye bû
17:37 QSD û YPJ'ê ala xwe li ser girê Baxozê daçikand
16:53 Ahmet Turk got, Soylû bêrûmet tevdigere
16:52 Îdanameya Parka Geziyê hat qebûlkirin
16:52 Endama Plaza de Mayo, Cortinas: Bila hikûmet û NY Bi lez gavan bavêjin
16:21 Buldan: Me li her devera vî welatî kok daye
16:06 Parlamentera HDP'ê Surucu bang li Wezîrê Dadê kir: Zagonên xwe pêk bînin
15:52 Dag a HDP’î ji Soylu re got: Berxwedana me dewam dike
15:45 Xelata Aştî û Demokrasiyê dan Onur Hamzaoglu
15:14 Sîsê Bingol wê îro tahliye bibe
15:05 Netew û baweriyên cuda dê der barê Erdogan de giliyê sûc bikin
15:02 Meclîsa ÎSÎG: Di meha Sibatê de herî kêm 125 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:54 24 saziyan bang li hikûmetê kir: Ji bo daxwazên çalakgerên grevê gavan bavêjin
14:53 HDP’ê li Mûgla û 4 navçeyên Manîsa namzetên xwe paşve kişandin
14:01 Temellî bersîv da Erdogan: Em li vir in di 31'ê Adarê de emê biçin ser sindoqan
14:00 Cezayê ‘Çerxa Şoreşê’ dan û xwestin xwendekar 'Sirûda Îstîklalê' bi destan binivîsîne
13:55 TJA: Berxwedana li dijî tecrîdê bi zextan dê neyê bêdeng kirin
13:42 Jinan xwest Wezareta Jinan bê avakirin
13:22 Oluç: Erdogan dabeşiyê dike û Soylu jî xwe diteqîne
13:20 Girtiyên di greva birçîbûnê de hatin derpkirin
12:23 Ev wêneyê xizmeta Qeyûma Qoserê ye
11:22 Ekîba NRT û gelek endamên Nifşê Nû hatin binçavkirin
10:18 Namzetên HDP'ê li Mêrdîn, Mêrsîn û Hatayê lez dan xebatên xwe
09:31 Girtiyê hat berdan: Çalakger dixwazin gel dengê wan bilind bikin
09:12 Parlamenter Dag: Leyla Guven bû şewq em ê jî bibin şemal
09:12 Esnafên bazarê bersiva Erdogan dan: Ji bo hilbijartinê me dike terorîst
09:09 Dixwazin bi Santrala Enerjiya Biyokutle Çemê Asî tune bikin
09:09 'Em ê di 8'ê Adarê de deng bidin dengê Leylayê'
09:08 ‘Bêdeng nemînin û li ber xwe bidin'
09:06 Bozan a 79 roj di grevê de ye: Bedena me dihele, xwedî li çalakiyê derkevin
09:06 Yaşaer ê bavê wî di hepsê de 36 roj in di grevê de ye
09:05 'Ez ê 8'ê Adarê bi xebitandinê pêşwazî bikim'
09:04 ‘Bi mehan e em nikarin sebzeyan bikirin'
09:04 Ûzûnok: Li Îzmîrê me hefteya jinan îlan kir
09:03 ‘Li Girtîgeha Kiriklarê pêkanîn û cezayên kêfî hene’
09:00 ROJEVA 04'Ê ADARÊ
08:56 Suleyman Soylu dîsa HDP'ê reş kir û hedef nîşan da
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 117'emîn de ye
03/03/2019
21:12 Senem Çakas bû namzeta hevşaredariya Çewligê
21:03 Sakik û Genç bi ciwanan re civiyan
20:42 5 endamên HDP'ê yên di greva birçîbûnê de hatin binçavkirin
19:20 Polîsan bi boneya greva birçîbûnê bi ser avahiya HDP'a Amedê de girt
17:38 Ji Antalya heta Qersê xebatên hilbijartinê didomin
17:16 Guven peyama 8’ê Adarê da: 8’ê Adarê dê bibe roja mizgîniya azadiyê
16:56 Temellî: Îdir duh û îro ya me bû û sibê jî ya me ye
16:04 Wesayîta Bûldan dema xirab bû, HDP’iyan bi zarokan re guloka berfê lîstin
15:29 Cezayê akademîsyena aştiyê Ustel hat erêkirin
14:59 Hunermend Çat û Arzû Leyla Guven ziyaret kirin
14:58 Buldan bersiv da Erdogan: Ne hedê we ye me ji vir derxin
14:57 Jinên TMMOB’î banga tevlîbûna mîtîngê kirin
14:32 Li Stenbolê êrîşê buroya hilbijartinê ya HDP’ê kirin
14:05 Parlamenter Dersim Dag û 5 HDP'iyan dest bi greva birçîbûnê kirin
13:59 Temellî li Tozan axivî: Ev der welatê me ye
13:44 Li herêma Serhedê rêya 441 gundan hat girtin
13:42 Li Stenbolê jin diherikin Bakirkoyê
13:19 Derbarê Serokê Nifşê Nû de biryara girtinê hat dayîn
13:10 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû dest bi greva birçîbûnê kir
11:42 Sakik: Li Mûşê hemû partî li dijî HDP'ê bûn yek
11:42 Li Beyogluyê şewat: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:29 Namzetên HDP’ê rastî eleqeyek mezın tên
11:13 ‘Xebatên ji bo jinan wê ji cîhanê re bibe mînak'
11:11 Endama TTB’ê Gungor: Hikumeta mecbure ku bersiv bide grevên birçîbûnê
09:43 Berxwedana Leyla Guven di roja 116'mîn de didome
09:13 Jinên ji bo Guvenê îmze danîn bin kampanyayê: Divê em daxwaza Leylayê li her derî bilêv bikin
09:10 Tu dibê qey hîn jî komareke cihê ye
09:06 Temellî: Em dixwazin Qersê bikin bajarekî mînak