Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî: Qers li HDP’ê tê

img

QERS – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di mîtîng û starta hevdîtinan a li Qersê hat dayîn axivî û got: “Ji bo Qersê, pêdivî bi ferasetek nû heye. Qers li HDP’ê tê.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), starta mîtîng û hevdinên gel ên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê li bajarê Qersê da. Di hevdîtina gel a li ber avahiya HDP’ê ya Qersê hat de, ligel hewaya sar a heyî jî, zarok, jin, ciwan, pîr, kal û bi sedan kes beşdar bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di ketina bajêr de, ji aliyê Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca bi konvoyek bi dehan wesayîtî hat pêşwazî kirin. Temellî bi konvoyê re, ket navenda bajêr û li ber avahiya partiyê bi berzkirina dirûşme û tililiyên gel hat pêşwazî kirin. 
 
‘ROJ JI ROJAVA HIL TÊ’ 
 
Welatiyên Kurd Tirk, Azerî û Terekeme yên beşdarî hevdîtinê bûn, tim dirûşmeya “HDP ya me ye” berz kirin.
 
Namzeta hevşaredariyê Şevîn Alaca gel silav kir û wiha axivî: “Di 31’ê Adarê de, dê li Qersê dîrok ji nû de biguhere. Tifaqa me, bi gel re hatiye avakirin. Emê bi gelê xwe re xebatên xwe berdewam bikin û şaredariya xwe qezenc bikin. Dûre emê bi hevre bajarê xwe birêve bibin.”
 
Piştî axaftina Alaca, Namzetê Hevşardariyê Ayhan Bîlgen jî, xîtabî gel kir û wiha axivî: “Kesên dixwazin di 1’ê Nîsanê de bên Qersê, em ji wan re ji niha de dibêjin, kerim bikin werin. Ji ber, dibe ku di 1’ê Nîsanê de cih nemîne. Roj ji Rojhilat hiltê û me jî ji vê derê dest bi starta hilbijartinê kir xwe kir.”
 
LEYLA GUVEN SILAV KIR 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li ber berzkirina dirûşmeyan û lêxistina çepikan dest bi axaftinê kir û wiha xîtabî gel kir: “Qers baxçeyê gelan û çandane. Ligel hemû cudakarî û hewldanan jî, gelên Qersê li kêleka hev sekinin. Em ji vê derê cardin bang dikin; heya ku em komara demokratîk ava bikin, em ê li kêleka hev rawestin. Duh li Qersê befir barî. Me yê salona dawetê bigirta, lê walîtiyê destûr neda. Vî gelê bi her awayî walî dîtin. Çi bikin bila bikin, emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Emê tu carî de ji vê rêyê bernedin. Îro bêedaletî û bêhiqûqî heye. Ji bo ku ev bêedaletî û bêhiqûqî bi dawî bibe, kesên bedena xwe ji birçîbûnê re razandin hene. Em ji vê derê Leyla Guven silav dikin. Leyla Guven ev 114 rojin di greva birçîbûnê deye. Dîsan li girtîgehan û Strasbûrgê mirov di grevên birçîbûnê dene. Hemû hevalên me, têkoşînê li vê têkoşîna demokrasiyê zêde dikin.”    
 
‘BERÎ HILBIJARTINÊ DIBIN KURD, PIŞTÎ HILBIJARTINÊ JÎ DIBIN GUR’
 
Temellî, di dewama axaftina xwe de ev nirxnadin kirin: “Mijara mafê mirovn û edaletê, nabe ku bibe amûrê siyasetê. Ji bo hiqûq û edaletê, divê tişta pêwîst bê kirin. Tiştên ji derveyî vê tê kirin, xerabiye. Emê hemû bi hevre ji vê xirabiyê re  bêjin êdî bese. Wezareta Dadê duh digot ‘Em hemû bi lorîkên Kurdî mezin bûn.’ Başe, bes divê tenê berî hilbijartinê ev neyê bîra we. Berî hilbijartinê dibin Kurd û piştî hilbijartinê jî dibin gur.
 
YÊN KU DIXWAZIN BIÇIN, BILA KEREM BIKIN BIÇIN
 
Ji serê sibê heya danê êvarî dijminantiya HDP’ê dikin û wisan difikirin ku siyasetê dikin. Siyaset bi çareserkirina pirsgirêkên gel dibe. Bi vî awayî siyaset nabe. Ji me re dibêjin ‘welat terk bikin.’ Emê tu carî welatê xwe terk nekin. Ez li vê derê hatim dine û ezê liv ê derê bijîm. Ger hûn dixwazin dilpakiyê bibînin, ev vîna gel û têkoşîne gele. Yên ku dixwazin biçin, bila kerem bikin biçin.”
 
Me îro ji Qersê dest pê kir. Me destpêkê namzetê xwe yê Qersê eşkere kir. Ji roja ewilde em dinava gel dene. Seroka me Şevîn a li çareseriyê digere bi pirsgirêkên Qersê re eleqedar dibe. Ji ber ku dê qezenc bike, em dibêjin serok Şevîn. Mamoste Ayha û Şevîn Alaca dixebitin. A girînge, dermankirina derdane.
 
QERS LI HDP’Ê TÊ
 
Ji bo Qersê pêdivî bi feraset nû heye. Qers li HDP’ê tê. Dema ev bûn desthilatdar, çi hebû firotin. Vana hemû malê gel beralî kirin. Li vî welatî çotkarî qedandin. Li ser navê çotkariyê tiştek nehiştin. Îro sewalkarî xelas kirin. Welat xizan kirin û niha jî dikandaran sûcdar nîşan didin. Sedama van hemûyan, desthilatdariye. Heya ku ev desthilatdar neçe, dê ev pirsgirêk çareser nebin. Werin em bi hevre van pirsgirêkan çareser bikin. Werin em feraseta demokrasiya herêmê çareser bikin. Encex em karibin vê yekê bikin. Werin em pirsgirêkên Qersê bi hevre çareser bikin.”  
 
EMÊ QERSÊ QEZENC BIKIN 
 
Demek dirêje em bi hevre dixebitin. Em baş dizanin ku, ger em bimeşin, emê pêşiya aştiyê vekin, tecrîdê ji holê rakin û hizûrê bînin welat. Emê bajarên xwe jî û xwe jî bi rêve  bibin. Emê bi hevre ava bikin û bi hevre jî bi rêve bibin. Di vê hilbijartinê de, emê li Qersê qezenc bikin. Niha divê em şikandin û xeyîdandinên xwe danin aliyekê û di 1’ê Nîsanê de îmze bavêjin binê serkeftinê. Em li vê derê guvendê bigerînin û bi hevre bêjin Tirkiye ya me ye, Qers ya me ye.” 
 
Tememllî piştî hevdîtina Qersê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, derbasî bajaroka Dagpinar a Dîgorê bû. 
 

Sernavên din

03/03/2019
09:10 Tu dibê qey hîn jî komareke cihê ye
09:06 Temellî: Em dixwazin Qersê bikin bajarekî mînak
09:04 Işik: Tecrîd ji Qesrê tê birêvebirin
09:02 Şadiye Manap a 27 sal in girtiye û di greva birçîbûnê de ye: Jiyan ji bo armancên biqîmet tê fedakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2019'AN
02/03/2019
19:38 Temellî: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe
19:15 'Em ê di 31'ê Adarê de Erdogan û partiya wî bişînin ser sergoyê dîrokê'
18:53 'Wê gel guh nede qeyûman'
17:27 Nora Cortinas: Wêneyê windayên Amed û Arjantinê dişibin hev
17:25 Namzetên Hevşaredariyên HDP’ê kolan bi kolan xebitîn
16:27 Ji bo Leyla Guven nepox firandin
16:23 Temellî bang li Erdogan kir: Emrê te yê teqawîtiye hatiye
16:10 Jinên Amedî berxwedan Guven silav kirin
15:52 Bûldan: Derewê wan dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve
15:40 Li 3 navendan bal kişandin ser girtiyên nexweş
15:13 Parlamenter li Parlamentoya Swêdê ketin grevê
14:52 Jinên Dersîmî bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin
14:48 Kerestecîoglu: Em dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vekin
14:32 'Dayika min 7 salan li ber derî rûnişt'
14:12 Polîsên Alman Mustafa Tuzak bi lêdanê binçav kirin
13:59 Li Colemêrgê banga tevlîbûnê 8 Adarê: Hatina biharê em bi hevre pîroz bikin
13:25 Bûldan li Sîlopiye: Gel HDP’ê hembêz kir
12:18 Serokê Şaxa ZMO: Divê dewlet polîtîka çandiniyê rast bike
11:55 Li Stenbolê şahiya 8’ê Adarê: Em îro Leyla Guvenin
11:33 QSD'ê li Baxozê di 20 rojan de 9 hezar DAIŞ û sivîl tehliye kir
11:10 Serlêdana malbatê ya Îmraliyê red kirin
11:10 Li Tekmanê 5 kes hatin girtin
10:52 Gelê Cizîrê rengê vîna xwe diyar kir
10:37 Bi hinceta 'Nêzî avahiya AKP'ê ye' destûr nedan HDP buro veke
10:06 'Ji bo Heskîf neyê ji bîr kirin têkoşînê bidome'
09:56 Berxwedana Leyla Guven di roja 115'mîn de didome
09:55 Jinên Edeneyî: Di 8’ê Adarê de em daxwazên Guven biqîrîn
09:54 Ewil rojnameger binçavkirin piştre dîmenê wî desteserkirin
09:15 Du dayik, du destên aştiyê û du lêgerîn
09:14 Dîcle: Feraseta dewletê neguherî, lê ji bo kurdan gelek tişt guherîn
09:13 Li Meclîsê, ji xeynî tirkî wê kartvîzîtên bi zimanê din bi heq bên çapkirin
09:11 Hîn jî kesên alayên HDP'ê rakirin nehatine dîtin!
09:10 Rapora Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê: Ewlehiya girtiyan di rewşeke xeter de ye
09:09 Li Qersê, hesabê 'tifaqa cumhûr' li hev dernayê
09:09 'Ji bo em bibin dengê Leylayê em ber bi Bakirkoyê ve biherikin'
09:08 Bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, CÎMER'ê got 'hewce nake hûn ev qasî mezin bikin'
09:07 11 sivîlên ji Efrînê wê bi îdiaya 'xirabkirina yekîtiya welat' bên darizandin
09:07 Qeyûm hat, tiryakêş li holê man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2019'AN
01/03/2019
17:03 Buldan: Qeyûmên heqaretê li nirxê gelê kurd kirin em ê bişînin Enqereyê
16:38 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê banga lezgîn kir: Ya pêwîst bikin
15:57 Sîlopiyan: Emê qezenc bikin
15:39 Soylu li xerakirina Sûrê mikur hat: Hezar û 378 kargerî hatin xerakirin
15:29 Temellî li Dîgorê bû: Em ê qeyûman paqij bikin û biavêjin ser sergoyê faşîzmê
15:28 Jinan ji bo Guven dest bi kampanyeya îmzeyan kirin
Guven: 8'ê Adarê dê bibe mizgîniya azadiyê
15:27 ÇHD: Em bêdeng nabin emê bi ser bikevin
15:09 Pervîn Bûldan li Cizîrê ye: Ciwanan kenê li ser rûyên xwe şandin
14:57 Li Heskîfê bertek nîşanî DMME'yê dan: We çav li talankirina Heskîfê girtiye
14:44 Jinan bi boneya 8'ê Adarê kart ji girtiyan re şandin
14:17 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî: Qers li HDP’ê tê
14:07 Ji bo maça Amedspor-Sakaryasporê banga aqlê selîm kirin
13:48 ‘743 zarok bi dayikên xwe re girtî ne'
12:56 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:55 Dozger ji xebatkarê Ozgur Gundemê Goktaş re ceza xwest
12:46 Alinak: Ne DEP'iyan û ne jî HDP'iyan bêdengiyê qebûl kir
12:34 Li 66 girtîgehan 331 girtî di greva birçîbînê ya bêdem dene
12:31 Sirri Sakik: 25 sal borîn di polîtîkaya dewletê de guhertin çênebû
12:07 Jinên Mêrdînê li ber girtîgehê starta 8’ê Adarê dan
11:36 Altîn ê sîrgûnî Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê hat kirin, di tecrîdê tê girtin
11:28 DAIŞ'iyên ji Tirkiyeyê li Dêra Zorê rastî xezebê hatin
11:18 Altiparmak: Tecrîd li dijî standartên hiqûqiye
10:54 Rojnameger Zehra Dogan: Nêviyê welat girtî ye
10:53 Bernameya meha adarê ya Şa Performansê diyar bû
10:37 Ahmet Turk bersiv da Erdogan û got: Tayînkirina qeyûman wê ne hêsan be
10:01 Otobusa servîsê li Bayrampaşa qulipî: 9 kes birindar bûn
09:42 'Grevên birçîbûnê dê bandora xwe li 8’ê Adarê bixe'
09:23 Li 8 gundên Pîranê qedexeya derve hat îlankirin
09:21 Dayika ku nikare kurê xwe yê di greva birçîbûnê de bibîne: Êdî bes e
09:20 Bernameya meha Adarê ya Şanoya Bajêr a Amedê
09:19 ‘Îktîdar pêşî mizgeftê çêdike, paşê tesîsan ava dike'
09:19 Serokê Odeya Plansazkarên Bajêr: Ji bo rantê mîmariya bajar diguherînin
09:18 Namzetê HDP'ê yê Cirnê Reş: Gel ji her tiştî hatiye mehrûmkirin, em ê navçeyê veguherînin bihiştê
09:17 OSO îşkence kir û teslîmî Tirkiyeyê kir, dadgehê jî 9 sal ceza birî
09:16 Albuma 'Çira' ya Alî Sîzer derket
09:15 Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît: Çalakiyên greva birçîbûnê nîşan didin ku li welat hiqûq nemaye
09:15 Namzetê HDP'ê yê Manîsayê: Ruhê Fatsayê ji bo pêşerojê vîzyonek e
09:13 Jinên çûn serdana Leylayê: Em ê li her derê qala berxwedana wê bikin
09:12 Qirîzê li bajara jinan xist: Ji 20 kesan man 4 kes
09:12 Wê jin ber bi Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ve biherikin
09:11 Berxwedana Leyla Guven di roja 114'mîn de didome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2019'AN
28/02/2019
19:01 Bi sedan endamên DAIŞ‘ê teslîmî QSD‘ê bûn
16:59 Namzetê Hevşaredariya Êlihê Demîr: Ne kes raman esas e
16:54 Guven: Divê jin bihêz beşdarî 8’ê Adarê bibin
16:37 Temellî: Demokrasiya xwecihî pêdiviya Tirkiyeyê ya lezgîn e
16:34 HDP ‘Rapora Qeyûman’ aşkera kir
16:17 'Roboskî ezmûna dewlet û îktîdarê ye'
16:09 Rojeva jinan a 8’ê Adarê rakirina tecrîdê ye
15:53 Erdogan ê namzetiya wî hat betalkirin: Em dê di 31'ê Adarê de bersîv bidin
15:39 Jin dê 8'ê Adarê bi dirûşmeya 'Ji bo azadiyê berxwedan û grev' dê pêşwazî bikin
15:32 ‘Di 8’ê Adarê de em bi rengên xwe li qadan bin’
15:23 ‘Dîmenên dema gule berdan Kurkut kêlî bi kêlî lêkolîn kirin'
14:55 Li Cizîrê, ji bo hevdîtina Buldan tevlî bibe bang hat kirin
14:54 Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya NY: Li Efrînê sûcê şer hat kirin
14:47 Bîlgen ê HDP’î: Malhebûna xwe eşkere bikin