Namzetê HDP'ê yê Manîsayê: Ruhê Fatsayê ji bo pêşerojê vîzyonek e

img

MANÎSA - Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mezin a Manîsayê Nacî Sonmez, diyar kir ku ew dixwazin di nav gelê bajêr de ruhê Fatsayê ava bikin û got: "Ev ruh, ji bo pêşerojê vîzyonek e." Namzet Hatîce Aslan jî, destnîşan kir ku hedefa wan a sereke li dor fikrê HDP'ê jiyaneke nû ava bikin. 

Di hilbijartina 31'ê Adarê de yek ji bajarên ku balê dikişîne jî Manîsa ye. HDP'ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de ji sedî 6.69 deng girtibûn, îtifaqa cumhûrê jî ji sedî 51.35 û îtifaqa gel jî ji sedî 41.39 deng girtibûn. 
 
Namzetên HDP'ê yên Manîsayê Nacî Sonmez û Hatîce Aslan in. Nacî Sonmez kurê Terzî Fîkrî Sonmez e. Fîkrî Sonmez, di sala 1979'an de şaredariya Fatsaya Ordûyê bi feraseteke çepgir bi rê ve biribû û rêveberiya wî bala Tirkiyeyê kişandibû. Hatîce Aslan jî keça malbateke ku di salên 1960'î de ji Mêrdînê koçî Manîsayê kirine û ji dema HADEP'ê tev li xebatên siyasî bûye. 
 
Sonmez, anî ziman ku pergala li Fatsayê li ser asasên rêveberiyeke xwesr hatibû avakirin. Sonmez, bilêv kir ku di jiyana wî de cihê bavê wî û Fatsayê cihekî cuda ye. Sonmez, da zanîn ku di sala 2011'an de ji Fatsayê derketiye û di damezrandina Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgiriyê de cih girtiye û 5 salan hevberdevkê vê partiyê bûye. 
 
‘EM CIHÊKARIYÊ JI HOLÊ RAKIN' 
 
Sonmez, ji bo namzetiya xwe got: "Heta niha li tu derî nebibûm namzet. Min xwest bi awayekî dildar siyasetê bikim. Namzetiya min a ji bo Manîsayê jî, di serdemeke ku her tişt tev li hev bûye û mirov nizane kî bi kê re tifaqê çêdike derket holê. Ji deverên herî zêde ev tişt lê diqewime yek jê jî Manîsa ye. Di vê pêvajoyê de HDP, derdorên çepgir û sosylaîst navê min bilêv kirine. Ev pêşniyarî di wexteke din de bihatana, belkî nêz nebûma. Lê di serdemeke wisa de diviya em îtiraza xwe bilêv bikin û her wiha redkirina pêşniyaza HDP'Ê jî di warê siyasetê de wê ne ehlaqî bûna." 
 
Sonmez, bilêv kir ku piştî bûye namzet, hay jê çêbûye ku gelek kurd ji ber şertên şer koçî Manîsayê kirine û li navçe û taxên ku kurd lê dijîn cihêkariyeke mezin heye. Sonmez, destnîşan kir ku kurd ji ber nasnameya xwe bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin û got: "Ger em li Manîsayê bên hilbijartin pêşî em ê vê cihêkariyê ji holê rabikin." 
 
‘EM Ê CIHÊKARIYÊ NEKIN Û NÊZÎ HERKESÎ BIBIN' 
 
Sonmez, ji bo kampanyaya hilbijartinê jî got: "Referansa me Fatsa ye. Li gor berê niha hilbijêr ne bêyî alternatîf in. Li vira em dikarin bi partiyên netewperest re têkevin pêşbaziyekê. Ji bo vê jî li ber me tu astengî tune ne. Tenê ne çepgir, sosyalîst, bi hezaran kedkar deng didin AKP'ê. Wekî ku nûnerên derdora muahafazakar ew bin, gelek kes dengê we dide wê. Lê tiştekî wisa tune ye. Em jî bi rêzgirî nêzî bawerî û nasnameyan dibin. Em talibê dengê wan in jî. Navnîşana kedkaran ne AKP ye. AKP, tu carî nebû partiya kedê û xizanan. Em ê bêyî cihêkarî nêzî herkesî bibin." 
 
‘WÊ HDP BIBE ALTERNATÎFEKE XURT' 
 
Sonmez, diyar kir ku di kampanyaya hilbijartinê de dibe ku ew bi tiştekî wek ku HDP tenê partiya kurdan e rû bi rû bimînin û got: "Halbûkî, di nav HDP'ê de ji her reng, deng û nasnameyê kes hene. Ji ber dizanim dê HDP ê nede ber vê feraetê bûm namzet." 
 
‘RUHÊ FATSAYÊ NE RUHEKÎ DERBASBÛYÎ YE, JI BO PÊŞEROJÊ VÎZYONEK E' 
 
Sonmez, destnîşan kir ku ruhê Fatsayê ne ruhekî derbasbûyî ye, ji bo pêşerojê vîzyoneke mezin e. Sonmez, diyar kir ku li Fatsayê gel xwe bi xwe rê ve dibir.  Seçim kampanyasında hiç vaattte bulunmayan babası Fikri Sönmez’in sadece ‘Birlikte karar alacağız, Birlikte Gerçekleştireceğiz’ dediğini belirten Sönmez, yine ‘Söz, yetki, karar, iktidar halka’ sloganının da seçim kampanyasının sloganı olduğunu kaydetti.
 
‘HER TIŞT JI BO GEL' 
 
Sonmez got: "Ji wê rojê heta niha hem ev dirûşme hem jî mînaka Fatsayê dijî. Loma Fatsa ji bo pêşerojê vîzyonek e. Di warê rêveberiya xwe bi xwe de li cîhanê mînak e. Hîn jî li gelek welatên Ewropayê mînaka Fatsayê heye. Tim çîroka 9 meha ye. Çi hatibe kirin di 9 mehan de hat kirin. Bi hêzeke xurt a mirovan pêk hat. Heriya kuçe û kolanên Fatsayê di nav hefteyekê de hat paqijkirin. Pergala wê xwe dispart esasên dildariyê. Paşê komîteyên gel hatin avakirin. Ev jî di dîroka Tirkiyeyê de tecrûbeyeke girîng e. Wê çaxê kesên muhafazakr jî daxilî komîteyan dibûn û hin çepgir di hilbijartinan bi ser nediketin. Li gor şertên wê demê, wexta mirov bi çavekî sosyalîst lê dinere ev tiştekî pri girîng e. Tenê ne rexneyeke li kapîtalîzmê bû. Mesela niha nêzîkatiya ji bo çepgiriyê şaş e. Bi awayekî nostaljîk nêz dibin, bi awayekî dirûşmeyî nêz dibin. Li Fatsayê sosyalîzm jî hat rexnekirin. Gotina Fîkrî Sonmez a di dadgehên 12'ê Îlonê û li ser kêlika wî ev e: 'Min çi kiribe ji bo gelê xwe kiriye, min tevî gelê xwe kiriye.' Em ê jî niha vê yekê bikin. Em ê ji bo gelê xwe bikin û tevî gelê xwe bikin." 
 
‘EM Ê LI HER DERÊ MECLÎSAN AVA BIKIN' 
 
Sonmez, bal kişand ser pirsgirêkên li Manîsayê jî û got: "Li vir feraseteke rantparêz heye. Bêyî guh bidin xwezayê û ekosîstemê tev digerin. Li vî bajarî HES û JES pir in. Em ê pêşî bi van pirsgirêkan çareer bikin. Em ê li dijî rantê tev bigerin. Wê bajar di nav betonê de nefetise. Beriya her tiştî em ê hewl bidin ku bibe bajarekî ku azadiya jinê lê hebe. Em ê li her derî heta apartmanan jî meclîsan ava bikin. Wê gel xwe bi xwe bi rê ve bibe. Em ê meclîsa şaredariyê bypass bikinn. Wê herkes bibîne ku şaredar û meclîsa şaredariyê bêqîmet e. Tenê em ê ji bo koordînasyonê tev bigerin." 
 
'JI BO PÊŞEROJA JINAN'
 
Namzet hatîce Aslan jî, destnîşan kir ku bi salan e di nav siyasetê de ye û ew ê vê tecrûbeyê li Manîsayê pêk bînin û hedefa wan a sereke ew e ku li dor firkriyata HDP'ê avakirina jiyaneke nû ava bikin. Aslan, anî ziman ku piraniya şêniyên bajêr di tekstîlan de û li nav erdan dixebitin û got: "Li Manîsayê zewicandina di temenên biçûk de zêde heye. Rêjeya perwerdehiyê ji sedî 35 e. Hema bêje li hemû qadan jin bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Em ê pêşî hewl bidin ku projeyên li gor feraseta jinê pêk bînin. Wisa bawer dikim ku em ê bi ser bikevin. Her dengê ji bo HDP'ê bê dayîn di heman demê de ji bo pêşeroja jinê ye." 
 
MA / Nîmet Olmez

Sernavên din

03/03/2019
09:10 Tu dibê qey hîn jî komareke cihê ye
09:06 Temellî: Em dixwazin Qersê bikin bajarekî mînak
09:04 Işik: Tecrîd ji Qesrê tê birêvebirin
09:02 Şadiye Manap a 27 sal in girtiye û di greva birçîbûnê de ye: Jiyan ji bo armancên biqîmet tê fedakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2019'AN
02/03/2019
19:38 Temellî: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe
19:15 'Em ê di 31'ê Adarê de Erdogan û partiya wî bişînin ser sergoyê dîrokê'
18:53 'Wê gel guh nede qeyûman'
17:27 Nora Cortinas: Wêneyê windayên Amed û Arjantinê dişibin hev
17:25 Namzetên Hevşaredariyên HDP’ê kolan bi kolan xebitîn
16:27 Ji bo Leyla Guven nepox firandin
16:23 Temellî bang li Erdogan kir: Emrê te yê teqawîtiye hatiye
16:10 Jinên Amedî berxwedan Guven silav kirin
15:52 Bûldan: Derewê wan dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve
15:40 Li 3 navendan bal kişandin ser girtiyên nexweş
15:13 Parlamenter li Parlamentoya Swêdê ketin grevê
14:52 Jinên Dersîmî bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin
14:48 Kerestecîoglu: Em dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vekin
14:32 'Dayika min 7 salan li ber derî rûnişt'
14:12 Polîsên Alman Mustafa Tuzak bi lêdanê binçav kirin
13:59 Li Colemêrgê banga tevlîbûnê 8 Adarê: Hatina biharê em bi hevre pîroz bikin
13:25 Bûldan li Sîlopiye: Gel HDP’ê hembêz kir
12:18 Serokê Şaxa ZMO: Divê dewlet polîtîka çandiniyê rast bike
11:55 Li Stenbolê şahiya 8’ê Adarê: Em îro Leyla Guvenin
11:33 QSD'ê li Baxozê di 20 rojan de 9 hezar DAIŞ û sivîl tehliye kir
11:10 Serlêdana malbatê ya Îmraliyê red kirin
11:10 Li Tekmanê 5 kes hatin girtin
10:52 Gelê Cizîrê rengê vîna xwe diyar kir
10:37 Bi hinceta 'Nêzî avahiya AKP'ê ye' destûr nedan HDP buro veke
10:06 'Ji bo Heskîf neyê ji bîr kirin têkoşînê bidome'
09:56 Berxwedana Leyla Guven di roja 115'mîn de didome
09:55 Jinên Edeneyî: Di 8’ê Adarê de em daxwazên Guven biqîrîn
09:54 Ewil rojnameger binçavkirin piştre dîmenê wî desteserkirin
09:15 Du dayik, du destên aştiyê û du lêgerîn
09:14 Dîcle: Feraseta dewletê neguherî, lê ji bo kurdan gelek tişt guherîn
09:13 Li Meclîsê, ji xeynî tirkî wê kartvîzîtên bi zimanê din bi heq bên çapkirin
09:11 Hîn jî kesên alayên HDP'ê rakirin nehatine dîtin!
09:10 Rapora Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê: Ewlehiya girtiyan di rewşeke xeter de ye
09:09 Li Qersê, hesabê 'tifaqa cumhûr' li hev dernayê
09:09 'Ji bo em bibin dengê Leylayê em ber bi Bakirkoyê ve biherikin'
09:08 Bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, CÎMER'ê got 'hewce nake hûn ev qasî mezin bikin'
09:07 11 sivîlên ji Efrînê wê bi îdiaya 'xirabkirina yekîtiya welat' bên darizandin
09:07 Qeyûm hat, tiryakêş li holê man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2019'AN
01/03/2019
17:03 Buldan: Qeyûmên heqaretê li nirxê gelê kurd kirin em ê bişînin Enqereyê
16:38 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê banga lezgîn kir: Ya pêwîst bikin
15:57 Sîlopiyan: Emê qezenc bikin
15:39 Soylu li xerakirina Sûrê mikur hat: Hezar û 378 kargerî hatin xerakirin
15:29 Temellî li Dîgorê bû: Em ê qeyûman paqij bikin û biavêjin ser sergoyê faşîzmê
15:28 Jinan ji bo Guven dest bi kampanyeya îmzeyan kirin
Guven: 8'ê Adarê dê bibe mizgîniya azadiyê
15:27 ÇHD: Em bêdeng nabin emê bi ser bikevin
15:09 Pervîn Bûldan li Cizîrê ye: Ciwanan kenê li ser rûyên xwe şandin
14:57 Li Heskîfê bertek nîşanî DMME'yê dan: We çav li talankirina Heskîfê girtiye
14:44 Jinan bi boneya 8'ê Adarê kart ji girtiyan re şandin
14:17 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî: Qers li HDP’ê tê
14:07 Ji bo maça Amedspor-Sakaryasporê banga aqlê selîm kirin
13:48 ‘743 zarok bi dayikên xwe re girtî ne'
12:56 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:55 Dozger ji xebatkarê Ozgur Gundemê Goktaş re ceza xwest
12:46 Alinak: Ne DEP'iyan û ne jî HDP'iyan bêdengiyê qebûl kir
12:34 Li 66 girtîgehan 331 girtî di greva birçîbînê ya bêdem dene
12:31 Sirri Sakik: 25 sal borîn di polîtîkaya dewletê de guhertin çênebû
12:07 Jinên Mêrdînê li ber girtîgehê starta 8’ê Adarê dan
11:36 Altîn ê sîrgûnî Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê hat kirin, di tecrîdê tê girtin
11:28 DAIŞ'iyên ji Tirkiyeyê li Dêra Zorê rastî xezebê hatin
11:18 Altiparmak: Tecrîd li dijî standartên hiqûqiye
10:54 Rojnameger Zehra Dogan: Nêviyê welat girtî ye
10:53 Bernameya meha adarê ya Şa Performansê diyar bû
10:37 Ahmet Turk bersiv da Erdogan û got: Tayînkirina qeyûman wê ne hêsan be
10:01 Otobusa servîsê li Bayrampaşa qulipî: 9 kes birindar bûn
09:42 'Grevên birçîbûnê dê bandora xwe li 8’ê Adarê bixe'
09:23 Li 8 gundên Pîranê qedexeya derve hat îlankirin
09:21 Dayika ku nikare kurê xwe yê di greva birçîbûnê de bibîne: Êdî bes e
09:20 Bernameya meha Adarê ya Şanoya Bajêr a Amedê
09:19 ‘Îktîdar pêşî mizgeftê çêdike, paşê tesîsan ava dike'
09:19 Serokê Odeya Plansazkarên Bajêr: Ji bo rantê mîmariya bajar diguherînin
09:18 Namzetê HDP'ê yê Cirnê Reş: Gel ji her tiştî hatiye mehrûmkirin, em ê navçeyê veguherînin bihiştê
09:17 OSO îşkence kir û teslîmî Tirkiyeyê kir, dadgehê jî 9 sal ceza birî
09:16 Albuma 'Çira' ya Alî Sîzer derket
09:15 Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît: Çalakiyên greva birçîbûnê nîşan didin ku li welat hiqûq nemaye
09:15 Namzetê HDP'ê yê Manîsayê: Ruhê Fatsayê ji bo pêşerojê vîzyonek e
09:13 Jinên çûn serdana Leylayê: Em ê li her derê qala berxwedana wê bikin
09:12 Qirîzê li bajara jinan xist: Ji 20 kesan man 4 kes
09:12 Wê jin ber bi Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ve biherikin
09:11 Berxwedana Leyla Guven di roja 114'mîn de didome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2019'AN
28/02/2019
19:01 Bi sedan endamên DAIŞ‘ê teslîmî QSD‘ê bûn
16:59 Namzetê Hevşaredariya Êlihê Demîr: Ne kes raman esas e
16:54 Guven: Divê jin bihêz beşdarî 8’ê Adarê bibin
16:37 Temellî: Demokrasiya xwecihî pêdiviya Tirkiyeyê ya lezgîn e
16:34 HDP ‘Rapora Qeyûman’ aşkera kir
16:17 'Roboskî ezmûna dewlet û îktîdarê ye'
16:09 Rojeva jinan a 8’ê Adarê rakirina tecrîdê ye
15:53 Erdogan ê namzetiya wî hat betalkirin: Em dê di 31'ê Adarê de bersîv bidin
15:39 Jin dê 8'ê Adarê bi dirûşmeya 'Ji bo azadiyê berxwedan û grev' dê pêşwazî bikin
15:32 ‘Di 8’ê Adarê de em bi rengên xwe li qadan bin’
15:23 ‘Dîmenên dema gule berdan Kurkut kêlî bi kêlî lêkolîn kirin'
14:55 Li Cizîrê, ji bo hevdîtina Buldan tevlî bibe bang hat kirin
14:54 Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya NY: Li Efrînê sûcê şer hat kirin
14:47 Bîlgen ê HDP’î: Malhebûna xwe eşkere bikin