ROJEVA 1'Ê ADARA 2019'AN

* Wê bi boneya di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, di 3'yê Adarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngek bê lidarxistin. Jin, ji niha ve amadekariyên mîtîngê dikin. Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum, bang li jinan kir û got: "Bila tecrîd rabe, aştî çêbibe; em li vira ne, em ê kuçe û qadan neterikînin." 

* Di salekê de hejmara kesên li Bazara Kedê ya Jinê dezgehên xwe vedikirin, ji 20 kesan daket 4 kesan. Jinên li nanê tenûrê, rîçal, tirşî, kincan li malê çêdikin û difiroşin, gotin ger krîz deam bike wê bazar bê girtin. 
 
* Parlementera HDP’ê Dîlşat Canbaz Kaya, diyar kir ku 8’ê Adara îsal dê cuda derbas bibe û got: “A ku vê cudabûnê ava bike çalakiyên grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatin destpêkirine. Greva birçîbî ya Leyla Guven û girtiyan, dê bandora xwe li qadên 8’ê Adarê bike.”
 
* Meclîsa Jinan a HDP'ê ku serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven kir got: "Leyla Guven, ji bo me bû cihê moraleke mezin. Em ê di 8'ê Adarê û hilbijartina herêmî de tecrîdê û berxwedana Guven ji gelan re vebêjin." 
 
* Namzetê HDP'ê yê hevşaredariya mezin a Manîsayê Nacî Sonmez, diyar kir ku ew dixwazin di nav gelê bajêr de ruhê Fatsayê peyda bikin û got: "Ev ruh, ji bo pêşerojê vîzyonek e." Namzet Hatîce Aslan jî, destnîşan kir ku hedefa wan a sereke li dor fikrê HDP'ê jiyaneke nû ava bikin. 
 
* Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin û got: "Çalakiyên greva birçîbûnê, nîşan didin ku li welat hiqûq tune ye." 
 
* Albuma "Çira" ya hunermend Alî Sîzer ji Kom Muzîkê derket. Di "Çira"yê de 7 stran hene û Sîzer bi strana "Dîlber" bal dikişîne ser rewşa êzidiyên li Şengalê. 
 
* OSO'yê, li Efrînê 12 rojan welatiyê sûriyeyî Mûhammed Dîy Şeyzînî îşkence kir û paşê radestî TSK'ê kir. Dadgehê, bêyî ku bihêle parastinê bike 9 sal ceza li Şeyzînî birî. Çawîşê pispor ku wekî şahid hat guhdarîkirin got: "OSO, radestî me dike, em jî dişînin cendirmeya navçeyê. Di dosyeyê de tu delîl tune bûn." 
 
* Rojnameger Zehra Dogan ku dema li Navçeya Nisêbînê di serdema qedexeyan de nûçe çêkir û hat girtin piştî hat berdan girtina rojnamegeran û rewşa girtiyên di grevê de nirxand û got: "Nêviyê welat di girtîgehê de ye. Moralê girtiyên di grevê de jî pir bilind e. Ew bi çalakiya grevê serbilind in. Divê em bibin dengê wan." 
 
* Namzetên HDP'ê yên hevşaredariya Cirnê Reş Bişar Tuysuz, destnîşan kir ku Cirnê Reş ji jiyana aborî, civakî û siyasî hatiye mehrûmkirin, lê belê ew soz didin ku ew ê Cirnê Reş veguherînin bihûştê. 
 
* Serokê Şaxa Odeya Plansazkarên Bajêr Selîm Açar, diyar kir ku li Rihayê veguherîna bajêr, veguheriye "veguherîne rantî". Açar, destnîşan kir ku li deverên ku tenê destûra îmarî 2 qat e, şaredarî di bin navê bexşê de destûra 4 qatan dide. 
 
* Qeyûmê Kayapinarê, li Park Ormanê dixwaze mizgeftekê çêbike. Lê belê, li cihê ku tê xwestin mizgeft bê çêkirin, 40 metre wê de mzigefte heye. Sekreterê TMMOB'a Amedê Dogan Hatûn got: "Li devereke ku îktîdar dixwaze wê ji bo îmarê veke, pêşî mizgeftê çêdike paşê jî tesîsên din çêdike." 
 
* Şanoya Bajêr a Amedê, bernameya xwe meha Adarê aşkere kir. Wê di meha Adarê de yek jê ya zarokan 4 lîstikên cuda bên lîstin. 
 
* Hatîce Beytûr, dayika Osman Beytûr ku li Girtîgeha Şirnexê 45 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji ber 6 mehan cezayê hevdîtinê li kurê wê hatiye birîn nikare kurê xwe bibîne. Dayik Beytûr, xwest daxwaza kurê wê û girtiyên din bê qebûlkirin û got: "Êdî bes e." 
 
* Jinên HDP'yî li Colemêrgê bi wesîleya 8'ê Adarê dê ji jinên girtî re kart bişînin. (11.00)
 
* Platforma Jinan a Dîcle Amed dê starta çalakiyê 8'ê Adarê bi ziyareta li Pazara Jinan a Jiyanê bide. (12.30)
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê bi boneya dayik û zarokên bi hev re li girtîgehan dimînin dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11:00)
 
* Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) dê têkildarî maça Amedspor û Sakaryasporê li avahiya xwe banga aqlê selîm li raya giştî bike. (11.30)
 
* Rêxistina HDP'a Mêrsînê dê namzetên hevşaredariya Akdenîzê bide nasîn. (12.00)
 
* Yekîtiya Odeya Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Êlihê bi boneya balê bikişînin ser rewşa Heskîfê û hilweşandinê protesto bikin wê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. (12.00)
 
* Jinên bi boneya piştevaniya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven îmze kom kirin û bi boneya komkirina van îmzeyan dê li otelek Taskîmê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
 
* Baroya Amedê dê di hefteya 165'emîn de li ber Edliyeya Amedê bibîr bîne. (13.00)
 
* Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê bi boneya balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan û greva birçîbûnê ya girtiyan wê li ber Girtîgeha Sîlîvrî daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (13.00)
 
* Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan li Cizîr û Hezexê, Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî jî wê li Qers, Dîgor û Bazarcixê mîting û hevdîtinên gel li dar bixin. Wê li gelek bajar û navçeyên din ên herêmê jî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dê xebatên hilbijartina xwecihî birêve bibin. (11.00 -17.00)
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

03/03/2019
09:10 Tu dibê qey hîn jî komareke cihê ye
09:06 Temellî: Em dixwazin Qersê bikin bajarekî mînak
09:04 Işik: Tecrîd ji Qesrê tê birêvebirin
09:02 Şadiye Manap a 27 sal in girtiye û di greva birçîbûnê de ye: Jiyan ji bo armancên biqîmet tê fedakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2019'AN
02/03/2019
19:38 Temellî: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe
19:15 'Em ê di 31'ê Adarê de Erdogan û partiya wî bişînin ser sergoyê dîrokê'
18:53 'Wê gel guh nede qeyûman'
17:27 Nora Cortinas: Wêneyê windayên Amed û Arjantinê dişibin hev
17:25 Namzetên Hevşaredariyên HDP’ê kolan bi kolan xebitîn
16:27 Ji bo Leyla Guven nepox firandin
16:23 Temellî bang li Erdogan kir: Emrê te yê teqawîtiye hatiye
16:10 Jinên Amedî berxwedan Guven silav kirin
15:52 Bûldan: Derewê wan dê di 31’ê Adarê de li rûyê wan bikeve
15:40 Li 3 navendan bal kişandin ser girtiyên nexweş
15:13 Parlamenter li Parlamentoya Swêdê ketin grevê
14:52 Jinên Dersîmî bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin
14:48 Kerestecîoglu: Em dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vekin
14:32 'Dayika min 7 salan li ber derî rûnişt'
14:12 Polîsên Alman Mustafa Tuzak bi lêdanê binçav kirin
13:59 Li Colemêrgê banga tevlîbûnê 8 Adarê: Hatina biharê em bi hevre pîroz bikin
13:25 Bûldan li Sîlopiye: Gel HDP’ê hembêz kir
12:18 Serokê Şaxa ZMO: Divê dewlet polîtîka çandiniyê rast bike
11:55 Li Stenbolê şahiya 8’ê Adarê: Em îro Leyla Guvenin
11:33 QSD'ê li Baxozê di 20 rojan de 9 hezar DAIŞ û sivîl tehliye kir
11:10 Serlêdana malbatê ya Îmraliyê red kirin
11:10 Li Tekmanê 5 kes hatin girtin
10:52 Gelê Cizîrê rengê vîna xwe diyar kir
10:37 Bi hinceta 'Nêzî avahiya AKP'ê ye' destûr nedan HDP buro veke
10:06 'Ji bo Heskîf neyê ji bîr kirin têkoşînê bidome'
09:56 Berxwedana Leyla Guven di roja 115'mîn de didome
09:55 Jinên Edeneyî: Di 8’ê Adarê de em daxwazên Guven biqîrîn
09:54 Ewil rojnameger binçavkirin piştre dîmenê wî desteserkirin
09:15 Du dayik, du destên aştiyê û du lêgerîn
09:14 Dîcle: Feraseta dewletê neguherî, lê ji bo kurdan gelek tişt guherîn
09:13 Li Meclîsê, ji xeynî tirkî wê kartvîzîtên bi zimanê din bi heq bên çapkirin
09:11 Hîn jî kesên alayên HDP'ê rakirin nehatine dîtin!
09:10 Rapora Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê: Ewlehiya girtiyan di rewşeke xeter de ye
09:09 Li Qersê, hesabê 'tifaqa cumhûr' li hev dernayê
09:09 'Ji bo em bibin dengê Leylayê em ber bi Bakirkoyê ve biherikin'
09:08 Bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, CÎMER'ê got 'hewce nake hûn ev qasî mezin bikin'
09:07 11 sivîlên ji Efrînê wê bi îdiaya 'xirabkirina yekîtiya welat' bên darizandin
09:07 Qeyûm hat, tiryakêş li holê man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2019'AN
01/03/2019
17:03 Buldan: Qeyûmên heqaretê li nirxê gelê kurd kirin em ê bişînin Enqereyê
16:38 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê banga lezgîn kir: Ya pêwîst bikin
15:57 Sîlopiyan: Emê qezenc bikin
15:39 Soylu li xerakirina Sûrê mikur hat: Hezar û 378 kargerî hatin xerakirin
15:29 Temellî li Dîgorê bû: Em ê qeyûman paqij bikin û biavêjin ser sergoyê faşîzmê
15:28 Jinan ji bo Guven dest bi kampanyeya îmzeyan kirin
Guven: 8'ê Adarê dê bibe mizgîniya azadiyê
15:27 ÇHD: Em bêdeng nabin emê bi ser bikevin
15:09 Pervîn Bûldan li Cizîrê ye: Ciwanan kenê li ser rûyên xwe şandin
14:57 Li Heskîfê bertek nîşanî DMME'yê dan: We çav li talankirina Heskîfê girtiye
14:44 Jinan bi boneya 8'ê Adarê kart ji girtiyan re şandin
14:17 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî: Qers li HDP’ê tê
14:07 Ji bo maça Amedspor-Sakaryasporê banga aqlê selîm kirin
13:48 ‘743 zarok bi dayikên xwe re girtî ne'
12:56 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:55 Dozger ji xebatkarê Ozgur Gundemê Goktaş re ceza xwest
12:46 Alinak: Ne DEP'iyan û ne jî HDP'iyan bêdengiyê qebûl kir
12:34 Li 66 girtîgehan 331 girtî di greva birçîbînê ya bêdem dene
12:31 Sirri Sakik: 25 sal borîn di polîtîkaya dewletê de guhertin çênebû
12:07 Jinên Mêrdînê li ber girtîgehê starta 8’ê Adarê dan
11:36 Altîn ê sîrgûnî Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê hat kirin, di tecrîdê tê girtin
11:28 DAIŞ'iyên ji Tirkiyeyê li Dêra Zorê rastî xezebê hatin
11:18 Altiparmak: Tecrîd li dijî standartên hiqûqiye
10:54 Rojnameger Zehra Dogan: Nêviyê welat girtî ye
10:53 Bernameya meha adarê ya Şa Performansê diyar bû
10:37 Ahmet Turk bersiv da Erdogan û got: Tayînkirina qeyûman wê ne hêsan be
10:01 Otobusa servîsê li Bayrampaşa qulipî: 9 kes birindar bûn
09:42 'Grevên birçîbûnê dê bandora xwe li 8’ê Adarê bixe'
09:23 Li 8 gundên Pîranê qedexeya derve hat îlankirin
09:21 Dayika ku nikare kurê xwe yê di greva birçîbûnê de bibîne: Êdî bes e
09:20 Bernameya meha Adarê ya Şanoya Bajêr a Amedê
09:19 ‘Îktîdar pêşî mizgeftê çêdike, paşê tesîsan ava dike'
09:19 Serokê Odeya Plansazkarên Bajêr: Ji bo rantê mîmariya bajar diguherînin
09:18 Namzetê HDP'ê yê Cirnê Reş: Gel ji her tiştî hatiye mehrûmkirin, em ê navçeyê veguherînin bihiştê
09:17 OSO îşkence kir û teslîmî Tirkiyeyê kir, dadgehê jî 9 sal ceza birî
09:16 Albuma 'Çira' ya Alî Sîzer derket
09:15 Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît: Çalakiyên greva birçîbûnê nîşan didin ku li welat hiqûq nemaye
09:15 Namzetê HDP'ê yê Manîsayê: Ruhê Fatsayê ji bo pêşerojê vîzyonek e
09:13 Jinên çûn serdana Leylayê: Em ê li her derê qala berxwedana wê bikin
09:12 Qirîzê li bajara jinan xist: Ji 20 kesan man 4 kes
09:12 Wê jin ber bi Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ve biherikin
09:11 Berxwedana Leyla Guven di roja 114'mîn de didome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2019'AN
28/02/2019
19:01 Bi sedan endamên DAIŞ‘ê teslîmî QSD‘ê bûn
16:59 Namzetê Hevşaredariya Êlihê Demîr: Ne kes raman esas e
16:54 Guven: Divê jin bihêz beşdarî 8’ê Adarê bibin
16:37 Temellî: Demokrasiya xwecihî pêdiviya Tirkiyeyê ya lezgîn e
16:34 HDP ‘Rapora Qeyûman’ aşkera kir
16:17 'Roboskî ezmûna dewlet û îktîdarê ye'
16:09 Rojeva jinan a 8’ê Adarê rakirina tecrîdê ye
15:53 Erdogan ê namzetiya wî hat betalkirin: Em dê di 31'ê Adarê de bersîv bidin
15:39 Jin dê 8'ê Adarê bi dirûşmeya 'Ji bo azadiyê berxwedan û grev' dê pêşwazî bikin
15:32 ‘Di 8’ê Adarê de em bi rengên xwe li qadan bin’
15:23 ‘Dîmenên dema gule berdan Kurkut kêlî bi kêlî lêkolîn kirin'
14:55 Li Cizîrê, ji bo hevdîtina Buldan tevlî bibe bang hat kirin
14:54 Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya NY: Li Efrînê sûcê şer hat kirin
14:47 Bîlgen ê HDP’î: Malhebûna xwe eşkere bikin