ÎZMÎR - Rêveberiya Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kiriklarê, li girtiyên ji bo bal bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û binpêkirinên mafan dirûşme berzkirin, cezayê hucreyê û qedexekirina ragihandinê birîn.
Rêveberiya Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kiriklarê, ji ber girtiyê bi navê Hayrî Yildirim tevî 5 hevalên xwe ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û binpêkirin mafan, dirûşme berz kirin 15 roj cezayê hucreyê û qedexekirina ragihandinê birîn. Dayik Turkan Yildirim ku di 21'ê Sibatê de çû girtîgehê, diyar kir ku ji ber cezayê hatiye birîn wan hevdîtin bi kurê xwe re çênekiriye. Yildirim, anî ziman ku jixwe kurê wê bi awayekî bêqanûnî hatiye girtin û got: "Wê kurê min jî têketana greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger. Ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û binpêkirinên mafan dirûşme berz kirine. Ma ji ber vê ceza tê birîn? Tevî kurê min cezayê hucreyê li 6 kesan birîne. Ji bo hevdîtinê çûm girtîgehê. Li wir hîn bûm ku ceza hatiye birîn. Em mecbûr man vegerin."
Yildirim, diyar kir ku ji roja ku grevên birçîbûnê dest pê kirine heta niha her ku ew diçin girtîgehê hema bêje di bin navê lêgerînê de gardiyanên jin ew taciz dikin û got: "Pêşî pêlavên me û gorên me derdixin. Li girtîgehê zext û zorî pir zêde bûne. Her ku em diçin, kurê min pir behsa zext û zoriyan nake. Lê em ji helwest û nêzîkatiya gardiyanan fêm dikin ku çi qas zext û zorî hene."
MA / Rûken Demir