NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Şaredariya Rojava û Bakurê Sûriye ji Guven re name şandin. Jinan di nameyê de diyar kirin ku jin bi berxwedanê dibe xwedî îrade û xweşik dibe.
Jinên Şaredariya Rojava û Bakurê Sûriye ji Guven re name şandin. Jinan bi sernavê "Hevala me, xwîşka me, ya hêja Leyla !!! name şandin û diyar kirin ku di destpêka sedsala 21 mîn de jin bi hişmendiya xwe ya dîrokî demê dubare dike û di pêşveçûna lêgerîna heqîqetê de dibe kevirê qoziyê yê tekoşînê.
Nameya Jinên Şaredariya Rojava û Bakur wiha ye:
"Hevala me, xwîşka me, ya hêja Leyla !!!
Hemû jinên ku li zindanan û yen li derve li hember faşîzmê li ber xwe didin em di kesayeta we de wan bi hestên gerim dil û can silav dikin.
Li Rojava ji nergizên ku bi tîrêjên rojê şin dibin, hevalbendên ku bi hêviyeke mezin ji pêşerojê bawerin û ji tevayê jinan silav û rêz…
Weke ku di dîrokê de bi ked û vîna jin, jiyan û tevayê nêrxên mirovahiyê bi destê jinê hat afirandin û diyariyê mirovahiye hatine kirin, di destpêka sedsala 21 mîn de jin bi hişmendiya xwe ya dîrokî demê dubare dike u di pêşveçûna lêgerîna heqîqetê de dibe kevirê goşeyê ya tekoşîn.
Jin bi berxwedanê dibe îrade û xweşik dibe, misogeriya azadkirina jiyanê ye jî. Weke ku jinan bi berxwedanên xwe yên dîrokî jiyana azad afirandine û xwedî li vî mîrateyê derketine, îro jî bi cihanîna rola xwe ya dîrokî û bi keda xwe ya pîroz ku em şahidiya wê dikin bi qasî ku ji me re dibe çavkaniya şanaziyê, ewqas jî hêviya me ya jiyanê û xeyalên pêşeroja me jî bi hêz dike.
Xwîşka me ya hêja!..
Faşîzmê di kesayeta jinê de sedsala 21 mîn Kurdistan û Rojhelata Navîn li tevayê mirovahiyê jiyan herimandiye, tam div ê pêvajoyê de hun weke jinên şoreşger bi ve berxwedana xwe ya bi wate û ewqas jî ku nirxdare, hevin gelan zindî dikin.
Em weke jinên rojava vê rastiya jina berxwedêr a Kurd bi gelik navên gernas yên weke Leyla Qasiman û hun rêzdar Leyla Goven re hevnasîn. Hun şopdarê vê rûmet û kevneşopa vê berxwedana ku iro felsefeya xwe ji reber gele kurd girtye û hun rêzdar îro nûnertiya vê rûmetê dikin.
Gelik xwedawendên ku navên Leylayan jêder bûye îro di kesayeta we de gihiştiye heqîqetê. Ev heqîqet îro di rojava û Bakurê Sûriyê de li ser esase sîstema netewa demokratîk bi desthevgirtina gelan yekîtî, wekhevî, biratiya gelan û jiyana azade te jiyankirin. Le mixabin ye ku ev re nîşanî me da îro ji aliyê dijminê mirovahiyê ve tê tecrîtkirin .
Em weke jin, zarok, ciwan û tevayê beşên civakê yên rojava bi navê hemû pêkhateyên Bakurê Suriyê bi ruh, hestên xwe mil didin vê berxwedana we ya pîroz. Heta dawiyê ev çalakiya we ku riya me ronî dike, rê li ber vîn û xwesteka me ya berxwedanê vedike ser bilind in. Rêzdar Leyla hun ne bi tenêne bi milyonan gelên me bi we re ne. Hun her tim di dile me û bîra me de nin.
Herî dawiyê em ji rojava bi navê tevayê jinen ku di şaredariyan xebatdikin silavên gerim ji te re rêdikin, di çalakiya te de ji te re serkeftinê dixwazin û em bawerin ku bi îrade we bi ser bikeve.
Silav ji berxwedana jinên şoreşger yên ku xewnen faşîzmê tek dibin.
Bijî hevala me Leyla û hemû hevalên berxwedêr…
Slav û rêz 25.02.2019
Jinên Şarêdariyên Rojava û
Bakûrê Sûrî."