MÊRDÎN - 6'emîn Danişina doza 53 kesên ku di qedexeya derketina kolanan a Nisêbînê de hatin girtin li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Ji ber xizmên girtiyan hilnedan salonê, girtiyan bertek nişanî heyeta dadgehê da. Li ser vê yekê heyetê jî der barê dosyayê de biryara tefrikê da. Girtiyan li salona dadgehê dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî serok Apo" sberz kirin.
6'emîn danişîna doza Nisêbînê ku 53kesên di qedexeya derketina derve ya 26'ê Gulana 2016'an de ji navçeyê hatin tahliyekirin û girtin tên darizandin, di bin dorpêça polîsan de pêk hat. Ji ber ku li gorî kapasîteyê salon nehat dîtin daneşîn li Salona Konferansê a SGK'ê ji aliyê 4'emîn dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat. Ji 53 kesên ji dozê tên darizandin ku derbarê wan de cuda cuda "muebeta giran" tê xwestin 8 jê jin bi giştî 40 kes anîn salonê.
GIRTIYAN BERTEK NÎŞANÎ DADGEHÊ DA
Ji ber ku bi hinceta li salonê cih tune û tenê destûr dan girtî û parêzer girtin derbasî salonê bibin û di navbera wan de jî esker bi cih kirin niqaş derketin. Li ser vê biryarê girtiyekî bertek nîşan da û got, "Heta malbat neyên salonê em îfadê nadin." Li ser vê heyeta dadgehê berî ku daneşîn bê destpêkirin navber dayê.
WÊ HER GIRTÎ CUDA CUDA BÊN DARIZANDIN
Piştî navber ku saetekê berdewam kir heyeta dadgehê ji girtiyan re got, "We bertek nîşanî negirtina malbatan a li salonê da ji ber wê me biryara ku ji bo her kesekî cuda cuda bi numareyên nuh dosya bên vekirin û doz cuda cuda bê dîtin da."
Piştî biryara ku hat dayîn heyeta dadgehê ji leşkeran re got "Hûn dikarin wan bibin" gitiyan jî biriyara dadgehê li ser piyan bi çepikan şermezar kir. Girtiyan di dema ku li çepikan dan dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bimire tecrîd" û "Bijî serok Apo" berz kirin û salon terikandin. Darizandin dê ji niha û şûnde li ser 53 dosyayên ji hev cuda cuda bê dîtin û dîroka wan jî dê biguhere.