NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyên HDP'ê bajar bi bajar û kolan bi kolan dixebitin û lez dan xebatên hilbijartinê. Namzetê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik di vekirina buroya hilbijartinê de got: "Vî gelî carekê îradeya xwe diyar kiriye. Qeyûm dê biçin û zarokên vî gelî dîsa bên bijartin."
Partiyên siyasî li bajarên herêmê û bajarên Tirkiyeyê ber bi hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê ve diçin û lez dane xebatên hilbijartinê. Namzetên hevşaredariyê HDP'ê yên li bajarên herêmê, ji bajarên mezin bigire heta kolan û qadên gund û çolteran di nava gel de ne û lez dane xebatên hilbijartinê. Namzet bi gel re tên gel hev û girîngiya hilbijartinê vedibêjin û piştgiriyê dixwazin.
ERDÎŞ
Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Erdîşa Wanê Yildiz Çetîn û Mahmut Pala di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxên Salmanaga, Keklîkova, Ergucu, Pay û Tirmakli ziyaretan pêk anîn û divînên gel li dar xistin. Namzetan behsa girîngiya hilbijartinê kirin û gotin ew ê bi hêza gelê xwe li dijî talangeran têkoşîna xwe mezinttir bikin.
SERAY
Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Navçeya Seraya Wanê Caziye Duman û Şahabettîn Bîlmez di çarçoveya xebatên hilbijartinê de şêniyên gundên Kavilik û Xocik ziyaret kirin û civînên gel li dar xistin. Namzetan der barê pêvajoya hilbijartinê de axaftin kirin û desteka welatiyan xwestin.
AGIRÎ
Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Agiriyê Yelîz Karaaslan û Abdurrahman Dogar jî xebatên xwe yên hilbijartinê îro li Navçeya Eleşkîrtê birêve birin. Namzetan Agiriyê li gel namzetên navçeyê buroya hilbijartinê li gel welatiyan vekirin. Namzetê Hevşaredariya HDP'ê yê Eleşkîrtê Rifat Yerlîkaya axivî û got ew ê bi gel re xebatên girîng bikin.
Abdurrahman Dogar jî axivî û destnîşan kir ku ji bo ew bersivê bidin wan kesên zilmê li ser wan rewa dibînin hilbijartina 31'ê Adarê fersendek dîrokî ye.
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin.
Karaaslan û Dogar piştî ji Eleşkîrtê vegeriyan Agiriyê Cemiyeta Rojnamegerên Rojhilata Navîn, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û çend saziyên sivîl û demokratîk ziyaret kirin.
MÛŞ
Yek ji bajarên herî ku tempoya hilbijartinê lê zêde ye jî Mûş e. Li navçeya Gimgimê ya Mûşê buroya hilbijartinê hat vekirin. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Mûşê Sirri Sakik û Sîbel Genç, Namzetên Hevşariya HDP'ê yên Gimgimê Mahmut Yalçin û Ulku Karaaslan, rêveberên HDP'ê û girseya ji welatiyan pêk tê beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn.
Di vekirina buroyê de bênavber dirûşmên "Varto Ya Me Ye" û "Mûş Ya Me Ye" berz kirin û li ber mûzikê govend hat gerandin.
'EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN CIHÊ JÊ HATINE'
Di vekirina buroyê de Namzet Sirri Sakik xîtabî gel kir û got: "Gelê Gimgimê her tim xwedî li îradeya xwe derketiye. Vî gelî carek îradeya xwe diyar kiriye. Yên vê îradeyê xesp kirin, wê di 31'ê Adarê de encama vê yekê bibînin. Em ê qeyûman bişînin cihê jê hatine. Wê qeyûm biçin û zarokên vî gelî dîsa bên bijartin. Gimgim Ya Me Ye. Mûş Ya Me Ye. Bajar Ya Me Ye."
Gulîstan Kiliç Koçyigît û Sîbel Genç jî kurte axaftin kirin. Piştî axaftinên hatin kirin buroya hilbijartinê vekirin.