RIHA - HDP'ê namzetên hevşaredariya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê û 3 navçeyên navendî ji bo Namzetê Partiya Saadetê Sebahattîn Cevherî paş ve kişand.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku nazmetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê û 3 navçeyên navendî dabû nîşandan ji bo Partiya Saadetê namzetên xwe paş ve kişand. Rêveberiya HDP'a Rihayê li otelekê civîna çapemeniyê li dar xist û ragihand ku wan li dijî zîhniyeta yekperestî û bêhiqûqiyê bi armanca muxalefetiyek pêk bê namzetên xwe yên hevşaredariya navçeyên navendî Karakopru, Halîliye û Eyyubiye û Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê paş ve kişandiye. Namzetê Hevşaredariya HDP'ê yê Rihayê Hîdayet Enmek di civînê de daxuyanî da û got ji bo ew li dijî hemû neyîniyan muxalefetiya civakî ava bikin û hêz bidinê namzetên xwe paş ve kişandine û ew di ferqa vê yekê de ne û ji bo fedekariyê jî bikin amade ne. Enmek da zanîn ku ji bo gelê Rihayê bi ser bikeve li ser navê Sebahattîn Cevherî namzetên xwe paş ve kişandine.